"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Hunermend Armanc

Di sala 08/07/1960î de li Gundê Herbê ku girêdayî herêma Omeryayê hatiye dinê.Omeriya an eşîra Omeriya ji zêdetirî 120 gundan pêk tê û Herêma parezgeha Mêrdînê ye, di navbera Nisêbîn, Midyat û Mahsertê ye.

Di sala 1967an de ji gund derketine Nisêbînê û di sala 1970yî de çûne îskenderunê ser bajaroka Antakyayê.

Di destpêkê de bêtirî muzîk û Hunermendên Tirkan bala wî dikişîne lê piştî pêşketina Hunera Netewî ya sîyasî bi taybetî ji dengê Hunermend Şivan Perwer gellek tesîrek mezin li ser wî dike.

Ji ber ku hem sîyasî bû û muzîka wî jî bêtir nêzîkî qalibê muzîka Tirkî bû. Lê di heman demê de li mal tenê bi zimanê kurdî dihat axaftin, jixwe Dayik tenê bi kurdî dizanibû. Ji herêmê Xidir û Hiseynê Omerî û Miradê Kinê gellek caran dihate ba wan, lê wê gavê zêde bala wî nedikişandin mixabin.

Di sala 1977an de ew sîyaseta kurdî nas dike û di nav de cîh digire. Di sala 1979an de yekemîn car li Newroza îskenderunê derdikeve li ser dîkê.

Tekîlîyên wî bi partiya TKPê re jî hebû lê ew di nav DDKDê de bû, dûre rêxistina KUKê hate avakirin Dilgeş û Hunermendên din wek Dilbirîn, Bêrîvan û Rojhat tên û wan bi hevre vekirina partiya KUKê çêdikin. Lê ew herdem di nav DDKDê de dimîne.

Di sala 1991ê de HEP (Partiya Keda Gel) serokê wê yê Amedê Vedat Aydin hat revandin û dûre jî, hat qetilkirin-Ew beşdarî merasîma Amedê dibe.

Vedat di nava DDKDê de jî hevalê wî bû. Di sala 1992yan de ji bo bîranîna wî kaseta bi navê HERIN WELAT amade dike, di sala 1994an de ya duyemîn ji bo bîranîna Apê Musa amade dike lê mixabin nayê weşandin û piştre jî bi neçarî  ew derdikeve Ewrûpayê li Swêdê bi cîh dibe.

Di sala 2001ê bi vekirina Mezopotamya Tvyê ew dest bi bernameya hunerî kir. Bi vê munasebetê Lubnan, Rojava, Amed, Wan,Ukrayna, Kirgizîstan,Kazaxîstan, Rusya, Almanya, Belçîka, Swed û gelek welatên din bernameyan amade dike û wek Hunermend li gelek heremên dinyayê  derdikeve ser dikê stranan distrê.

Di sala 2002yan Cdya xwe ya bi navê Dîsa, 2004an Sînem, 2007an Şop û 2018an de Jan derdikevin. Bernamên Tv yên Zembîlfiroş, Newa, Rojbaş Kurdistan, Êvarbaş Kurdistan, Ronya û gellek programên din pêşkêş dike.

Her wisa dublaja gelek fîlm, karton fîlm û dokumanteran de dixebite. Xebatên wî her di Aryen Tv de berdewam in.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın