"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mihemed Şêxo – (Mohammad Cheikho)

Mihemed Şêxo li gundê Leylanê yê Rojhilatê Qamişloyê di sala 20.03.1968an de hatiye dinê.

Li gundê Leylanê şeş salan dixwîne pişt re çûye bajarê Qamişloyê li wir Bakaloryayê piştî şeş salan biriye. Di sala 1986an de li gundê Sermisaxa Xwarê mamostetiyê kiriye.

Di sala 1989an de Enstûtiya Endizyariya Riyên Hesinî ya Beşê Xwekêşê (Şemendifirê) temam kiriye. Yek ji rêvebirên mihrecana helbesta kurdî ye ku ji sala 1993yan dest pê bûye.

Wek Cîgirê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li Koleja Dad û Yasayê di sala 2009an de xwendiye. Lidarxistina Navenda Celadet Bedirxan pêşniyar kiriye (digel alîkariya çend rewşenbîran wek Mişel Temo, Elî Cizîrî, Ebdilqadir Mustefa, û Mihemed Emîn Ehmed) lê mixabin bi tundî Rijêma Sûrî ew girtiye.

Mihemed di gelek gotarên rexneyî û kovarên kurdî û erebî de nivîsandine û hîn berdewam dike. Di sala 2015an de bi malîtî çûye Elmanyayê.

Pirtûkên wî yên çapkirî ev in :
-Maçek ji dil, helbest sala 1998. Qamişlo
-Antolojiya helbesta kurdî li sûriyê, amadekirin, Dihok sala 2003.

Bir Cevap Yazın