"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Dennis Dargul

Nivîskar Dennis Dargul di sala 1973yan de, li bajarê Hekariyê ji dayîk bûye. Ji Binemala Xanedana Pîrozbegê kinyata Budaxbegê Çelê ya Hekariyan e. Navê wî yê Fermî “Musabeg Hisên Budaxbeg e”.

Xwendina xwe ya seretayî û navendî, li bajarê Hekarê li Çelê, lîse û Zanko jî (Beşe Şanogeriyê) li bajarê Awistirya Wiyenna berdewam kiriye. Ji sala 1989 heta sala 1993yan hem xwendina xwe ya Zankoyê dixwend hem jî, mamostetiya dibistana seretayî dikir. Di sala 2014ê Zankoya “St. Clements ” beşa Ragihandinê li Bajarê Duhokê temam kir.

Di sala 1994ê heta sala 1996ê di komeleyên çandî yên Ewropayê de, xizmeta folklor û çanda kurdî
dikir. Di sala 1996an de li Berlînê bû Berpirsê Enstitûya Kurdî ji bo lêkolîn û Zanistîyê.


Ji Sala 1997ê heta sala 2001ê, di televîzyonên Kurdî yên li Ewropayê li Medya TV, Ctv û Mezopotamya
TV de wek modarator û pêşkêşvan xizmeta ziman û çanda Kurdî kir.
Li sala 2001ê bi armanca çêkirina Filmên Dokûmanterî derbasî Başurê Kurdistanê bû. Ji sala 2001ê
Heta sala 2005ê li Bexda û Musilê li gel Ajansa Mezopotamyayê karê rojnamevaniyê berdewam
kir.


Li Bajarê Duhokê yê Başurê Kurdistan li gel çend rewşenbîran “Enstîtûya Keleporê Kurdî” damezirand. Di Enstîtûya Keleporê Kurdî de Derhênerî û Serpereştiya Filmên Dokûmanterî kir.
Li sala 2007ê bû Rêveberê Zagros TV li Devera Behdînanê. Heta Sala 2017ê wek Rêveberê Zagros TV, Derhêner û Peşkêşvanê Bernamên show wek “Gulistana Keleporî” “Zagros Show” û
“Diyariya Rojê” kare xwe berdewam kir.


Di Şerê DAIŞê de, sê salên xwe wek Rojnamevan li gel Pêşmerge di enîyên Şer de derbas kir. Li Başurê Kurdistanê 100î zêdetir Filmên Dokumanter bi navê “Bistanê Zerîn” encam daye û di hejmarek Filmên berniyas de jî, Aktorî kiriye.
Denis hemwelatiyê Almanyayê ye.
Zimanê Kurdî, Tirkî û Almanî dizane.
Ji sala 1995ê heta niha di xizmeta Ragihandina Kurdî de ye.

Di destêla sala 2019ê de jî, di Televizyona Kurdistan 24ê û heta niha Beşa Nûçeyê yên Bakurê Kurdistanê de, kare rojnamevanî dike.

Berhemên Çapkirî:
1- Medya û Bernamevanî – Çapa I / Silêmanî 2004
2- Medya û Bernamevanî – Çapa II / Duhok 2008
3- Êşa Min – Roman – Çapxana Maxmur 2005
4- Bîstanê Zêrîn – Çapxana Hewar – Duhok
5- Girînek Bêrondik – Helbest / Çapxana Hewar 2011
6- Medya û Bernamevanî – Çapa 3 / Çapxana J&J 2011
7- Di Dîroka Kurdistanê De Çel – 2019 Çapxana Sitav
8- Mercan – Nameyên Evînîyê

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın