"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mahmut Aydın – (Mehmûd Ronîdar)

Mahmut Aydın di sala 1967an de li Erziromê, navçeya Tatosê (Tekman) hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe Avakor (Gundê Şêxo), dibistanên navendî û lîse jî li Tatos, Xinûs û Erziromê di binê mercên giran de xwendiye. Xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha 9ê Îlonê – Fakulteya Perwerdehiyê ya Bucaya Îzmîrê qedandiye.


Piştî xwendina xwe ya bilind ji ber helwesta dewletê neçar dimîne ku biçe welatekî dûr. Ji sala 1994an pê ve li Almanyayê dijî.


Mahmut Aydın ji sala 1996an pê ve heta sala 1998an, du salan li sazî û dezgehên kurdan û li zanîngehên Almanan ên wek Zanîngên Essenê û Bochumê dersên kurdî daye. Di sala 1998an de li dibistanan dest bi mamostetiya Zimanê Kurdî kiriye. Ji wê salê pê ve hem karê mamostetiyê dike (2020) hem jî pirtûkên dersê amade dike. Heta sala 2020an 8 pirtûkên Dersên Zimanê Kurdî amade kiriye û nivîsandiye.


Ji bilî pirtûkên dersê, Mamoste Mahmut 5 pirtûkên hîndarî û wêjeya zarokan ji almanî wergerandiye û bi Wêjeya Kurdî daye qezenckirin. Niha pirtûkek dersê û du romanên Aydin li ber çapê ne.
Ji bilî van xebatan Mamoste Mahmut bi dehan berhemên kurdî, yên wek ceribandin û roman redakte kiriye. Ew yek caran helbestan jî dinivîse, lê dibêje. “Helbestvanî ne karê min e.”

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın