"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çareseriya Doza Kurd Çi ye? – Mervan Serhildan

Gelo çima doza kurd û Kurdistanê bi astengiyên ewqasî dijwar re rû bi rû dimîne; hêz û dînamîkên kurd çima bi dehan caran têk çûne; çima hê jî baweriya serkeftinê nadin; çima hê jî pevdikevin? Gelo çareseriya doza kurd çi ye û çareseriya pirsgirêkên ku di navbera hêz û dînamîkên kurd de rû didin, çi ye? Gelo îro rewş çawa ye û çi nîşan dide? Diyar e ku dagirkeriya Rojhilata Navîn jî di nav de, statuko diheje. Şerd û mercên herêmî û navneteweyî, ji serdema 100 sal berê guncavtir e… Kurdan Serhildana Qoçgirî (1919-1921) bi tenê hişt; dewletê hêz û dînamîkên serhildêr ku rêxistinkirî û perwerdekirî bûn, şikand; bi çend sozên pûç û vala, kurdên ku ji feraseta neteweyî dûr in bi dû xwe xist û berê xwe da Lozanê. Niha jî hem Îran û hem jî Tirkiye hewl didin ku heman çerxê dubare bikin.

Li Rojhilata Navîn îro herî pir kîjan gel ji statukoyê nerazî ye? Ma ne diyar e ku li herêmê û nemaze jî li ser axa Kurdistanê, dê serobinbûnek pêk bê?  Geşedanên ku rû didin, qonaxeke Sêyemîn Şerê Cîhanê nîşan didin. Îran jî û Tirkiye jî vê heqîqetê dibînin. Bi armanca ku pêşiyê li bobelata ser serê xwe bigirin; hewldanên ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de şerekî nûkleerî û giştî derînin pratîze dikin. Lewra dizanin ku Kurdistanê ji dest wan here, kût, kêm û mehkûm dimînin. Lewma di hedefa her du dewletan de jî pevxistin, perçekirin û bêbandorxistina partî û rêxistinên kurd heye.

Li Kurdistanê, gelo hêzên herî rêxistinkirî û perwerdekirî ku hedefa Îran û Tirkiyeyê ne, kîjan in? PYD, HDP, PDK, YNK, PKK, PDK-Îran û hwd… Li Rojava, Îran bi destê Bişar Esad û hêzên dewleta Sûriyeyê, Tirkiye jî bi hêzên DAIŞ, Îxwan û El-Qaîdeyê PYD’ê diasirînin… Li Bakur HDP di bin konseptên totalîter ên Tirkiyeyê de lîberalîze û pasîfîze bûye. Sîxur û saloxgerên Tirkiyeyê di nav HDP û partiyên din ên legal de, adetî cirîdê didin. Lewma siyaseta legal a kurd li Tirkiyeyê rola xwe nalîze, mîsyona xwe bi cih nayne û ruhê xwe yê şoreşger wenda kiriye… Li Başûr lîstikek gelekî dijwar tê pratîzekirin. Tirkiye bi PDK’ê re têkiliyên nixumî dihûne ku di nîrê destwerdana li siyaset û îradeya gelê Başûr de, destê xwe xurt bike. Îran jî bi YNK’ê re têkiliyên nixumî dihûne ku ew jî di nîrê destwerdana li siyaset û îradeya gelê Başûr de, destê xwe qewîn bike. PKK jî di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de asiriye. Ne rasthatinî ye ku di pêvajoyeke weha de û di bin bandora parametreyên ewqasî giran de, ji nişka ve aloziya Zînê Wertê rû daye. Ev alozî, tevliheviyeke herêmî ye. Em dibêjin ku bi taybetî çareseriya vê kaosê û bi gelemperî çareseriya doza kurd; bi afirandina pergaleke neteweyî ya kurd mumkûn e…

Serhildanên berê ligel kêmasiyên siyasî û rêxistinî, ji ber ku di warê navdewletî de pêdiviyên ferz ên dîplomasiyê bi cih neanîne, têk çûne. Ango ji aliyekî ve piştgiriya gelek hêz û dînamîkên kurd wernegirtine, ji aliyekî ve jî di qada navneteweyî de tengijîne. Serhildan di bin dorpêçên piralî ya dagirker de mane û di asta ‘dijrabûnên lokal û demkî’ de mane. Girîngiya berhevkirin û tomarkirina hêz û dînamîkên Kurdistanê fahm nekirine, yan jî pêdiviyên wê bi cih neanîne. Piştî her serhildanê dewletên dagirker xwe ji nû ve bi rêxistin kirine, dijbergirî ji hev rêz kirine; lê hêz û dînamîkên kurd, her carê bi kevneşopiya berê, bi aqilê berê û heta bigir bi daxwazên berê tevgeriyane. Heta ku ev dorpêça dagirker a li ser Kurdistanê neyê şikandin, çarenûsa gelê kurd ‘têkçûn’ e. Her çiqasî partiyên kurd sedansed ne di bin venêrîna dagirkeran de bin jî, mixabin ku di wê rewşê de diarqilin. Aliyek di yedeka Tirkiyeyê de, aliyê din jî di yedeka Îranê de dimîne. Diyar e ku Îran û Tirkiye di asteke gelekî bilind de dîplomasiyê dimeşînin û ji hêzên navneteweyî alîkarî û piştgiriya leşkerî werdigirin; divê kes Îran û Tirkiyeyê ji rêzê nebîne. Şikandina dagirkeriya Rojhilata Navîn, şikandina dagirkeriya Kurdistanê; bêyî avakirina yekitiyê û bêyî alîkariya hêzek, an jî çend hêzên kurewî, ne mumkûn e. Ger partiyên kurd vêya nekin, em ê jî wekî hemû kurdan dua bikin; “Xwedêyo, hêz û partiyên kurd li ser stratejiyeke kurdewarî li hev bîne û ji wê sînerjiyê jî eniyekê biafirîne. Ger vêya jî nebe, Rebiyo bila bi destê hêzeke kurewî li hev bên, bibin yek û pêvajoya netewebûna gelê kurd temam bikin, herwiha muktesebata neteweya kurd misoger bikin.”

Çareserî çi ye? Ger stratejiyeke neteweyî bê destnîşankirin; ger pergaleke nerm, bi norm, bi rêgez û demokratîk bê avakirin; ger nexşeriya pêngavên siyaseta kurd bê diyarkirin; ger li dijî dagirkeriya herêmê piştgiriyeke navneteweyî bê misogerkirin; ger hîmên aboriya neteweyî û dadgeriya neteweyî bên danîn; ger li dijî Sêyemîn Şerê Cîhanê jî û li dijî bobelatên din (vîrus û hwd) jî bergiriyên neteweyî bên wergirtin; ger ji bo tevahiya kes, ol, bawerî û rêxistinan mafê xweîfadekirin û xwerêxistinkirinê bê misogerkirin; ger ruhekî berxwedêr ê neteweyî bê afirandin; ger yekitiya alfabeyî ya ziman bê pejirandin; ger ji bo her çar perçeyên Kurdistanê jî dagirbûn bi awayekî teqez bê redkirin; di wê kêliyê de riya eniyeke neteweyî vedibe, herwiha riya azadî û serfiraziya kurd û Kurdistanê vedibe… Îro şer e, li Rojhilata Navîn statuko diheje; ji vê pêvajoyê, dê encamek derkeve. Ger kurd li gorî pêdiviyên cîhana îro tevbigerin, li gorî divêtiyên azadî û serfiraziya kurd û Kurdistanê tevbigerin, mizgînî nêzîk e. Na  ku nexwe, meydan ji dagirkeran re dimîne; dîsa wek sedsal berê dê hêz û dînamîkên rêxistinkirî û perwerdekirî bipelixînin û çend nûnerên qaşo kurd bidin dû xwe û gelê kurd têxin goreke ebedî û Kurdistanê ji nû ve dagir bikin.

22.04.2020  / Mervan Serhildan

 

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın