"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Şîlan Doskî

Şîlan Doskî di 10.11.1974an de li başûrê Kurdistanê, li bajarê Duhokê hatiye dinyayê. Ji ber rewşa şerê li başûrê Kurdistanê piçûkaniya xwe li Duhokê nemaye û malbata wê ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve aware bûne.

loading...

Şîlan, li bajarê Ûrmiyê dest bi xwendina dibistanê kiriye û li wir jî xwendina xwe bidawî kirî ye. Di temenê 14 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan bi Zimanê Farsî kirî ye. Yekem Berhema xwe bi Navê ‘’Rondikên Pênûsê, اشك قلم’’ di sala 1992an de li Bajarê Ûrmiyê çap kiriye.

Sala 1998an li Rûsyayê Romana xwe ya bi navê ‘’Çarenivîs, سرنوشت’’ bi zimanê Farisî nivîsandiye.

Sala 2005an dest bi nivîsandina helbesta Kurdî Kiriye.
Dîwaneke Helbestan bi Navê ‘’Helara Evînê‘‘ amade kiriye û nuha li ber çapê ye.

Sala 2013an derbasî cîhaneke siriştî bûye û dest bi amadekirina Ferhengeke wênedar li ser Gul û Kulîlkan kiriye. Evê Berhema ‘’Gulferheng ‘’ 6 Salan pê re dirêj kiriye û di Adara 2020an de beşê yekem li Weşanxaneya Hodge li Elmanyayê çap kiriye.

Çend seredanan çûye beşên Kurdistanê, li gelek bajar, gund, gelî û çiyayên Kurdistanê geriyayê, tako ciwaniya xwezaya welatê xwe ji cîhanê re biguhêze.

Nuha dest bi amadekirina beşê duyem yê Ferhengê kiriye û hêj berdewam e.

loading...

Bir Cevap Yazın