"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Konê Reş

Nivîskar û Helbestvan   Konê Reş di sala 1953an de li gundekî ji gundên pir belav di navbera tixûbên Binxetê û Kurdistana Bakûr de, bi navê Doda de hatiye ser rûyê dinyê. Navê wî yê rasteqîn Selman Osman Abdo ye. Lê ew di berhemên xwe de piranî navê Konê Reş bi kar tîne. Ango gundê wî di navbera Qamişlo û Amûdê de ye.  Ji malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr e. Ciyê lê hatî dinê xwendina xwe ya seretayî tewaw kir‚ şunda li Qamişlo û Hesekê lîse “bakaloriya” standiye û gelek hewl dane xwe da ku xwendina xwe bi dawî bîne, lê pê re neçûye serî, ta ku di Elmanya ve derketiye.   Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye. Di gelek kovar, rojaname û belavokên Kurdî de beşdariya wî heye. Ta niha di çil û sê kovar û rojnameyên Kurdistanî de, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat berhemên wî hatine weşandin û belav kirine. Ji kesên pêşîne di Binxetê de ku bi zimanê Kurdî nivîsandiye, piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleş û…

Ew hêjî bi kar û barên xwe berdewame li ser nivîsandina bi zimanê Kurdî.   Ew xwediyê kovara “Gurzek Gul” bû, di gel hevalê xwe A. Baqî Huseynî, ta bi hejmara 10an, paşê wî bi tena xwe berpirsyariya kovarê kir, ta ku hejmarên wê gîhan 15an. Ew kovara ku di navbera salên 1989 û 1992an de, li Qamişlo, li nav Kurdên Binxetê dihat belav kirin.   Konê Reş gelek xelat standine. Ji wan xelatan: Xelata zêrîn ji Hikumeta Herêma kurdistanê, di sala 1998an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya Kurdî û di sala 2000î de jî, hatiye xelat kirin ji rex birêz Felekkedîn Kakayî ve, wezîrê rewşenbîriyê di hikumeta herêma kurdistanê de, bi helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê.    Di sala 2003an de Konê Reş beşdarî di sedsaliya Cegerxwîn de kiriye li Amedê.   Hem jî endame di PEN a Kurdî de li Elmaniya, ya ku şaxeke ji PEN a Navnetewî.   Di meha tebaxa 2006an de, bûye yek ji helbestvanên cîhanî (Poetas del Mundo) û jêre rûpelek hatiye vekirin di nav her 8 helbetvanên Kurdistanê de..

Hêjaye gotinêye, ev yekemîn care ku navê Kurdistanê di cihekî cihanî de bi helbestvanên xwe, di nav dewletan de bilind dibe.. www.poetasdelmundo.com.   Hêvî û daxwazên Konê Reş evin; ku wê rojê bibîne, ew roja ku her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala xwe bibîne û bi rêka wê rojnameyê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwîne û seh bike.

Berhemên Konê Reş yên çapbûyî:

Di warê vekolîn û lêgerînên dîrokî de:

– Serpêhatiyên Mîran(1) Beyrût 1991.- Mîr Celadet Bedir-Xan, bi Erebî, Şam 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997.

– Serhildana Sasonê, 1925-1936, Şam 1995.

– Osman Sebrî, 1905-1993, Şam, 1997.- Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, Erbîl, 2000

– Dîroka Qamişlo, Lêkolîn bi zimanê erebî ye. Stenbol, 2003, Heleb, 2004 û Silêmaniyê, 2006, Şam, 2012.

– Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 – 2012, lêkolînek berfireh e, Duhok 2013.

– Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Stanbol, 2013.

– Ji Stêrên Welatê Qedexe, lêkolînek berfireh e li dor 30 navdarên Kurd, Duhok, 2013.

– Malbata Bedirxaniyan (Geşta Têkoşîn û Janan): Bi zimanê Erebî ye, Qamişlo 2016.

– Kurdên Êzidî li Sûriyê: Qamişlo 2017.

– Ji Geşt û Serdanên Min: Ev pirtûk germane ye. (Voyages Literature), Qamişlo 2017.

– Osman Sebrî 1905-1993: Jînenîgarî û çend nivîs, çapek nû ye. Qamişlo 2017.

Di warê helbestên mezinan de:

– Welato!, Helbest, Beyrût, 1998.- Dergehê Jîn û Evînê, Helbest, Beyrûrt, 2001.

– Cûdî Çiyayê Miradan, Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004.

– Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006.

– Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, êlûna 2010.

– Gurzek Êş: Helbest, wergerandina zimanê Erebî Xalis Musewir, Qamişlo 2017.

Di warê helbestên Zarokan de:

– Sîpan û Jîn, I. Beyrût, 1993.- Şagirtê Bedir-Xan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.

– Helbestên zarokan:III. Amed (Diyarbekir) 2013.

Ew di meha Nîsana sala 2006an de, di festîvala Bedîrxan ya sisyan de li Hewlêra paytexta Dewleta Kurdan, beşdar bû û xelata festîvalê stand. Wî di sala 2004an de jî, xelata Festîvala Bedirxan ya yekemîn standî bû. Ew festîvala yekemîn li bajarê Silêmaniyê hatibû li dar xistin… Her wiha Konê Reş di şibata 2008 an de yek ji semînerbêjên festîvala yekemîn a Seydayê Cegerxwîn bû, ewa ku li Hewlêra paytex hat li darxistin û bo mijara xwe xelat stand..   Her wuha ew xwediyê gelek berhem û gotaran e, ku ewêna di kovar û rojnameyên Kurdî yên rojane de tên weşandin. Konê Reş bavê pênc zarokan e; Sîpan, Jîn, Nalîn, Befrîn û Celadet. Ew li bajarê Qamişlo bi malbeta xwe va dijît.

Konê Reş wiha xwe dide naskirin:

 

Mirovekî Kurd im

Ji sala 1514 an ve

Ta roja îro;

Di kul, êş û janên

Gelê xwe de  di ponjim

Xemxur û zikêşê

Zimanê dê û bavê xwe me;

Yekim, ji wan kesên ku,

Li dor malbata Bedirxaniyan

Di xepêrim…

Ez Konê Reş im

Mirovekî Kurd im.

Helbestên Konê Reş

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın