"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Baba Tahirê Uryan

Baba Tahir yan Baba Tahirê Uryan yan jî Bawa Tayer (bi Kurdiya Başûr), hozan, helbestvan, fîlezof û derwêşekî Kurd bû ku bi sedsala 11em li bajarê Hemedan de dijî.

loading...

Bihar Hat

Lorî:
behar amed be sehra û der û deşt
cewanî hem beharî bud û biguzeşt
serî qebrî cewanan lale rûye
demî kî mehweşan ayen be gulgeşt

Kurmancî:
bihar hat, hat ji bo çolê û der û deşt
biharek bû, ciwanî hat, biguzeşt
serê gora ciwanan lale zîl dide
her li dema ku zerî têne gulgeşt.


Min Kewek Dît

Min kewek dît ku mûrî dixward
Mûran du destên xwe da ber Xwedê
Bêgav bazek hat
Kew kûşt û vêga mûran kew dixward
şahînek (dalek) ji çîyayên Elwend firrî
Wî baz kûşt û xwîna wî jî vexward
Nêçîrvanê bêpîyare û rehm hat
Tîrek ji dal re da û wî kûşt
[Mûran got:] “Biçe nêçîrvan, destê te neyje!
çimku te wî bedker kûşt
[Nêçîrvan got:] “Ev kar ku min kir nabe nîşana mezinahîya min
Bi min jî her we bikin ku min (ji dal re) kir!”


Kafir im

Kafir im ger cardin biçînim lale
Kafir im ger cardin av bidim lale
Kafir im ger navê lale zikr bikim
Dilê min dused car dax daye lale.


ÇARîN
Dilê şad agah ji dilê jar nîne
Kesê xweşrewş agah ji bîmar nîne
Ne b’nasê te ev wêneyekî kevn e
Ku azad ji dîlî agahdar nîne.
Gulîstan cihê te ey nazenînim
Ez di gulxen û xwelî de dirûnim
Çi di gulşen çi di gulxen çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim
Bela wek remzekê ji bejna te ye
Mecnûnî qismek ji sewda te ye
Gumana min ev e ku xaliqê te
Veşartî î di temaşa te de ye
Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
Balîfêm kevir, doşekem zemîn e
Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye
Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e
Alemê de kes nebe wek min, amîn
Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn
Her ê ku bi halê min bawer nîn e
Weke min be, weke min be, weke min
Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse
Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye
Biçim ez ji vê alemê bider çim
Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim
Ez ê j’dildar re peyamkê bişînim
Ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim
Eger destêm bighê çerxa felekê
Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê:
“Te bi yekî dayiye sed nîmet
Bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê”
Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê
Hemû min biqewrînin tême cem te
Ku ji te biqewirim biçim cem kê.

Ez Ku Li Çolê Digerim

Ez ku li çolan digerim şev û roj
Û hêstiran diborînim şev û roj
Ne tayî me û ne derek min têşe
Ez vê zanim ku dinalim şev û roj.


Ez Bazek Bûm
Ez bazek bûm û çûme neçîrê
Siyehdestek avêt baskê min tîrê
Neçêre li ber çeşmezaran bi xeflet
Yê xafil diçe xafil dixwe tîrê.

Ji Destê Çav û Dil
Ji destê çav û dil herduyan feryad
Xencerekî çêbikim devê wê ji polad
Kî çav her çi dibînit dil dikete yad
Çavan bidem kî dil bibîte azad.

Bê Te Gulşen
bê te gulşen wek zîndan e li nik min
gulistan agiristan e li nik min
bê te aram û jî û jiyana min lê
hemu xewa perîşan e li nik min.

loading...

Bir Cevap Yazın