"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî (1570–1640) wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.

loading...

 

Ahi Ji Destê Wê

Ah-i ji destê wê sirê dil ji meyê hewale kir
Herçi li min kirî Mela cama meya duşale kir

şengê bi naz-i meşşiha misk û zubad-i weşşiha
Rûy ma dibin piyane hêj zêde li min delale kir

çîçek û gul sehergehan nesterenên di xergehan
Têk-i ji misk û mawerê mahê xwinav û jale kir

Dêm-i di bisk û xemriyan ta û lefên di şetriyan
Mane temam-i kesk û sor bedre li dorê hale kir

Dûr-i kirîn ji sinbilan çîçek û bişko û gulan
Dil me ji rengê bilbilan şubhetê dax-i lale kir

Pîrê muxan ji şîşeyê da me sefînekê meyê
şukrê Xwidê ko qulzemek min ji xwe ra qubale kir

Xudrê bi remz û mu`cizê mest-i me dî di dengizê
Hat-i peyaleyek di dest eşkere sed peyale kir

Xunçeleba ji reng gulê dêmê bi sir numa Melê
şubhetê bilbilan seher lew me fixan û nale kir.


Cana Ji Cemala Te

Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez
Ger xob û perîzade nezer kî te bes im ez

Mislê mehê new ger te divêtin me bibînî
Mêze bike camê tu dizanî çi kes im ez

Yexma ji me can kir ko tecellayê li dil da
Min rûhê di qalib tu yî tenha qefes im ez

loading...

Hubba te ye min radihejînî ko binalim
şeb ta bi seher nale ji rengê ceres im ez

Min go mehê new çaşitiyê ebrûyê yarê
Go min çi hed e şubhetê ne`lê feres im ez

Saqî ji ezel yek du qedeh bade bi min da
Hetta bi ebed mest û xumar û teles im ez

Cana tu yî min can gulê bêxar-i gerem bî
Minnet ko ne wek bilbilê mihnet `ebes im ez

Sed cewr û cefa dî bi me naçîn ji derê te
Yekser tu nebat î we li teb`ê meges im ez

Ger we te divêtin bibirî ser bike ferman
Da vê se`etê ser bibirim xweş meqes im ez

Ser ta bi qedem ez bisojim şubhê Melayî
Perwanesifet sohtim û bêsewt û his im ez.


Dilberê Serdarê Xûban

Dilberê serdarê xûban
Ez nizam ageh heye
`Arif e bi halê qulûban
`Alim e bi halê me ye

`Alim e b’ daxê fu`adan
Gezmeyên wan nûn û şadan
çûne dil hetta biradan
Yengiyê reşgoşe ye

Gezmeyên wan şad û nûnan
Awirên eswed`uyûnan
Radikin ew qetl û xwînan
Min diye û dil şehde ye

Lazim e l’ sultan û mîran
Pirskirin l’ halê esîran
Em kirîn amancê tîran
Suxteyên dermande ye

Hêj nizanim mîr di bîr în
Zanit em sî sal esîr în
çehvenêr pirsek emîr în
Lew bi rehm û şefqe ye

Pir dibêm şefqe li bal e
`Arif e û sahibkemal e
Carinan bêne xiyal e
Pirs bikit çi lê heye

Şefqe kit carcar nihînî
Toleyê astan vixwînî
Da vekim daxan bibînî
Nar û pêt û şu`le ye

Da bizanit pêt û nar im
Kuştiyê cohtê xumar im
Muhbetê şohtim biwarim
Lazim ew zanit we ye

`Alim e b’ derd û birînê
Ma dema dîdar û dînê
Xef dibit remza evînê
Vê bizan bêşubhe ye

Herdema dilber diyar bit
Can û dil têk tar û mar bit
Dê çi reng muhbet sitar bit
Xefkirin bêfeyde ye

Herdema mehbûb zuhûr bit
Zêde mezher bêquşûr bit
Dê tecellayek li tor bit
Berqê lami` cezbe ye

Cezbeyê dil ji wucûd bir
Xef ji ber `eynê hesûd bir
Min di mihrabê sucûd bir
Lê hecer nîşane ye

Secdeya ber nûn û dalan
Min tewafa zulf û xalan
Ev bes e j’ sahibcemalan
Da biçîn lê `umre ye

Ê yekê sadiq hebînî
Bêhicab ger ew bibînî
Ma li hişyarî dimînî
Serxweşê bêbade ye

`Işq e tuxraya nihînî
Herdema mehbûb dibînî
Dê bi dil lazim bixwînî
Ev çi ism û nusxe ye

Lami`a wê husn û nûrê
Gerçi tê dil şubhê torê
Batina nayê zuhûrê
Lê hicab û perde ye

`Arif in me`naşunas in
Lê bi sed şûret libas in
xeyrê mehbûb wan nenas in
Xef ji wan zanî me ye

Ê li min yengî kişandî
Sed xedeng vê ra reşandî
Dil ji derbê herişandî
Ez kirî extirme ye

Lazim ew zanit bi halî
Dilber û yarê muwalî
Gezmeyên qewsên hilalî
Derb li nîva sîne ye

Hêj dibêm mehbûb nizanî
Min ew e rûh û kiyanî
Pirs nekir bîra xwe nanî
Ev çira perkende ye

Pirs nekir şahê cehanî
Yûsifê dewr û zemanî
Ev çi xak e l’ asitanî
Bel esîrek j’ên me ye

Bûme xak ez lew ji rê ve
Da dema yar bê ji wê ve
Damenê bigirim ji pê ve
çendekê min cehde ye

Çendekê taqet didêrim
Bim xubar bedrê veşêrim
Ger ji çehvan ez biwêrim
Min zenexdan telbe ye

Da binoşim mey ji lêvê
Mawera reyhan û sêvê
Lûlûyên şekkir di nêvê
Ab-i heywan çeşme ye

çeşmeya ava heyatê
Şerbeta qend û nebatê
Min li daxan ew mufa tê
Can ji bo şukrane ye

Lew weko sewda û dîn im
Herdema dêmê dibînim
Dîn dibim heyran dimînim
Muşterî ya Zuhre ye

Şems di nêv birca şeref da
Sed kewakib çar teref da
Muşterî hatî bi ref da
Istiwa çû qible ye

Afitabê d’ istiwayê
Ez ji ber derb û cefayê
Canfida tême liqayê
şubhetê perwane ye

Min tu yî meqşûd ji jînê
Min ji ber mewca evînê
Sed dikem dîdar û dînê
mezher e bes zêde ye

Rohniya çehvê nebînan
Murşidê meczûb û dînan
Darûwê derd û birînan
Min teleb dîna te ye

Bêne pê nazik mubarek
Deyne ser çehvên me barek
Min curûh xweş bin bi carek
Rohn bibin pê dîde ye

Bên kefa nazik ji nûrê
Tilliyên cama tehûrê
Bihn ji mawerd û bixûrê
Min ziyaret tewqe ye

Da li ser çehvan bimalim
Bilbilê werdên bixal im
Carekê rehmê ke zalim
Şefqexûy heqqê we ye

Er nekî rehmê tu mîro
Dê çi bit halê me îro
Qet nebê carek esîro
Girtiyê sîsale ye

Şoncihê peykan û neslê
J’ tiliyên yaqût û feslê
Er nekî derman bi weslê
J’ derb û tîr û gezme ye

Gezmeyên yarê ko bavê
Ne j`mey û qend û gulavê
Bêt dewa kit wan di gavê
Ma heyatek lê heye

Ne tinê qend û nebat î
Mezherê rûh û heyat î
Hem but û `Uzza û Lat î
Lew me dil butxane ye

Xwendê latê Azer î tu
Bê çi şîrîndilber î tu
Her cihê lê bêwer î tu
Bêxilaf ew ke`be ye

Ma dibit bêxin xilafê
Ser didit ba vê nisafê
Er bikî bême tewafê
Min bi eswed secde ye

Da ziyaret kim nişanî
Ber Zuhel bêtin qiranî
Tole yim ser l’ asitanî
Çehvenêrê mûçe ye

Ma bi zehrê şekkerînî
Mûçe dî da xef bixwînî
Da reqîb mel`ûn nebînî
Pir »`eleyhi l-le`ne« ye

Ger bibexşî dil muradê
J’ wê heyat û xemr û badê
Da nekim gille û dadê
Dad me dîsa ber te ye

Guh bide ber gilh û dadan
Hakimê şehr û biladan
Dê tu daxwaz û muradan
Dî kesê bêçare ye

Dê tu dîsa şefqetê kî
B’ ew nişana cebhetê kî
Me j’ herêmên xidmetê kî
Mehremên bêperde ye

Bê nişanên me nişan kî
Mah û Xurşîdê qiran kî
Bende kelbê asitan kî
Dûr nekî xweş tole ye

Da dema suhbet bi coş bê
Cam bi xweş le`lan bi noş bê
Me j` hebîb sed deng surûş bê
Dînber û pir`işwe ye

Şerbeta wê cam û tasê
Yar ko tê bête ‘n`ikasê
Bêt me jî feydek ji kasê
Ab-i heywan ew bi xwe ye

Ê ji vê zerfê vexwarî
Xwendî ew xettê xubarî
Mestiya çehvên xumarî
Qenc dibê ew zêde ye

Min li dil tîrik muxil dî
Têk ji ber xwînê qizil dî
Lê dibêm derdê ko dil dî
Hêj ji çehvên şehle ye

Rohniya çehvên Melayî
Xaliqê husna te dayî
Hub tinê da min gedayî
Husn û hub yek çeşne ye

Dîtiya nûra yeqeq me
Sed neseq lew tên sebeq me
Pir nebî erzan li heq me
Lê Mela xweş bende ye.


Dilbera Min Seherê Hat

Dilbera min seherê hat-i bi tûx û bi yedek
Sed yedek bûn di berê têk-i bi sincab û weşek

Yar-i bo çûme biwarê bi ziyaret kef-i pa
»Qale ya `aşiqu hatîke yedî hati yedek«

Dil û can herdu mi danê ko icazet ji me xwast
»Qultu estewdi`uke l-barî ellahu me`ek«

Te divê şafî û zexele jêk-i vedî tecribe ke
Da `iyarê bi temamî binumêtin te mehek

Dewrê zulfa te muselsel bi nezer hel ko nebit
nezerê şafî dilê ser diderit nuqteya şek

Ahûya min neko rencek te bi xatir bigehit
Bi xwidêkî lew ko ew sek bi xwidê hate mesek

Bi evînê melek û çerx û felek têne sema
Rewşen in têk-i bi mihrê ji sema ta bi semek

Neko peyweste bi yek bin ji surê `işqê du rûh
Dê bi eşbah-i bibin waşil û peyweste bi yek

Ji musemma `eded û kesret-i esma tu mebîn
Zeyd û `Emrên me hetta çend-i du nîne yek û yek

çi feşahet bi melahet we didêrî tu Mela
Ev edaya te di şi`rê we şirîn û bi nemek.


Dilberê Îro Seher

Dilberê îro seher
Avête cergê min du dox
Yek li sîne yek li dil da
Lew ji min tên ax û ox

Ah û oxên min ji dil tên
Lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên
Jê dizêt her xwîn û zox

Xwîn ji dil co co rewan tê
Wek `eqîq û erxewan tê
Lê ji dest selwa ciwan tê
Ew şepala şeng û şox

Ew şepala şox û şeng e
Kafira rom û fireng e
Dame ber cotek xedeng e
Zalimê kuştim bi dox

Zalimê kuştim şepalê
Nazikê qencê delalê
Bûn hicaba zulf û xalê
îdek û `ala û tox

Netrik û tayên bi rîşî
Ê di zêr in pê ve wîşî
Min du fêris dîn di pêşî
Mirwet û insafi yox

Lew heriftim ez ji meylê
şubhetê sehlê we seylê
Muhbet û `işqa di Leylê
Ez kirim yekser pilox

Dest nehêlim ez ji dînê
şubhê Ferhad û şirînê
Wer ji ber `işq û evînê
Min di rê çit ev kilox

Suhbeta çerx û sema tê
Wek Melê sed mubtela tê
Zemzem û ava heyatê
Muşterî sed şeyx û şox.


Daneyên Enber

Daneyên `enber li nisrînan reşandin xalê xam
Sosinên nazik li ser xalan çevandin dalê dam

Cebhet û dêmê ji qudret lê nivîsî herf û herf
Kagulan ta ta li ser herfan kişandî lam û lam

Leyletu l-qedr û berat in zulf û cebhet subhê
`îd
Dêm weko fesla biharê lê qiyamet qedd û qam

Ew perî weqtê di sundus da ji qundus bit xwiya
Bende dê şah û geda bit Xwisrûyê şîrînkelam

Herkesê carek diye ew zinde ma hetta ebed
Wê nedîtî ew perîrû zindegî lê bit heram

Herkesê camê ji destê wê binoşit noş-i bit
Ê ji wî destî nenoşî zehr-i bit lê ew medam

Wan di reqsê da ko dîm awir peyapey dane min
Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya `işqê revam

`Umrek e dûr bûm ji canan ketme benda firqetê
Nagihan perde hilanî go Melayêm es-selam.


Dîsa Ji Nû Bêhal e Dil

Dîsa ji nû bêhal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muştaqê xemra al e dil
Lê xweş-i anîbit mizac

Saqî ko dêm mehweş bitin
Kagul ji şêva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin
Em dê bi wê dil kîn `ilac

Da em bi wê dil hey bikîn
Pê sîne dax û key bikîn
Sed menzilan pê tey bikîn
Ew dê di seyrê kit rewac

Bê nûr û narê muhbetê
Bê neqş û sun`ê qudretê
Naçîn meqamê wesletê
Nûrun lena we- l-leylu dac

Ev narê sîqala dil e
Da`im li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e
Weqtê hilêtin ew sirac

Hetta bi nûra badeyê
Rengîn nekî seccadeyê
Dûr î ji wê şehzadeyê
Durdaneya gerden ji `ac

Durdaneya gerden bilor
Reyhan ji ser werdên di Cor
Hey hey bi mestî têne dor
Xala li nik ferqê bi tac

Mihra te pir ebter kirîn
Xalan ji ber biskan derîn
Zulfa muselsel `enberîn
çîn çîn ji çînê tête bac

Tenha ne Kurdistan didin
şîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin
Ji Espehan têtin xerac

çehvên belek qewsên helek
çerx û felek xalib melek
Fî hubbiha `umrî delek
We-l-hubbu yecrî fî `ucac

şahid hezar reng xemmilîn
Reqs û sema pê kemmilîn
îro Mela em sed dil în
Saqî werîn cama zucac.


Jiyana Melayê Cizîrî

loading...

Bir Cevap Yazın