"Enter"a basıp içeriğe geçin

Bêvila Te Naşewite – Kadîr Stêra

Wekî hertimî li cihê xwe ne ditebitî.Bêariya wî bûbû bela serî.Geh ji ca xwe re xeber dida (çêr
dikir)geh jî bela xwe li xwişka xwe dida.Wê rojê jî hetanî bûbû êvar Kejo bêarî domandibû.Dayika wî
dixwest wî bide ber lêdanê;lê dilê wê tahmul nedikir û şemaqekê jî li kurikê xwe bixe.Digote wî :”Ne
kero,tu ji bavê xwe fedî nake.Heger bêvila te bişewitîya te anha ev xeber ji min re ne dida.”
Piştî vê gotinê Kejo destê xwe dabû bêvila xwe û li ser wê gotina dayika xwe difikirî.
Digote :”Bêvila min wê çawa bişewite?Qey bêvila mirov bişewite tişteki başe?”Li ser vê gotinê dikir
hişê xwe bixwe.

Hetanî bûbû sibeh xew neketibû çavên wî.Gelo dayika wî ew gotin çima jê re kiribû?
Di dilê xwe de ew gotin dubare dikir.Gerek bida dû şopa vê gotinê.Gava ji nav cihê xwe rabûbû, ne
destê xwe şûştibû ne jî ser çavê xwe şûştibû.Bi wî nighê xwe yên pêxwaz ji derîyê malê derketibû û
xwe avêtibû nava kolanên gund.

Li der û dora xwe dinêrî.Gavên xwe dihejmartin û bi sîya xwe re ketibû nava sohbetê.
“Ne bêvila min dişewite ne jî ya sîya min dişewite.”Kejoyê dîn bi wê zarokatiya xwe dê û weledê gerê
avêtibû.Belkî deh carî li dora gund ziviribû.
Jinikên li ser tenûrê,zilamên li ber sîya dîwêr rûniştibûn ne xema Kejo bûn.Ew li pey dînitiya xwe
dimeşiya.Jiyan ne xema wî bû;lê wateya wê gotinê ji bala wî debû.Gerek îro Kejê hînî wateya wê gotinê
bûbûya.

Nêzî wan jinikê ser tenûrê bûbû.Kejoyê li malê ziman dirêj merisî bûbû,ziq li jinika dinêrî.Serê xwe
bera berxwe dabû û Digote wan :”Çima bêvila min naşewite?Ew kesên bêvila wan dişewite çawa
ne.?”Çawa ev gotin ji devê wî derketibûn pilqînî bi jinika ketibû.
“Kejo dîno ev gotin ji kû derê derket?”
“Doh min xwe bêar kir,dayika min ev gotin kir.”Jinika ew pirs jê re kiribû perçeyek nan dirêjî wî kiribû
û paşê got :”Biçe cem wan zilamên li ber dîwêr rûniştine,belkî ew bersiva te bidin Kejoyê dînoke.”
Kejo perçeyê nan ji destê wê girtibû û berî dabû cem wan zilamên li ber sîya dîwêr.Di nava kêliyekê
de gihaştibû cem wan.
“Wile vê carê jî wê partîya me qûnê li raya biqetîne.Ne empûl bûya em ê ji birçîna bimirana.”
“Hûn ji xwe fedî nakin.Heger bêvila we bişewite hûnê rayên xwe bidin xwe.Hetanî kengî wê çavên
xwe girtî be.”
Çavên Kejo beloqî bûbûn.Ev gotin carekê din di guh de olan dabû .
“Bêvila te naşewite.”
Gebik ji nanê xwe yê tisî xwaribû û li xalê Mîrzo nêrîbû.
“Ez ji were çi bibêm wê kêm bimîne.Binêr ew rayên hûn li wê empûlê dixin dibe sêzdeh gule û bedana
zaroyên me yên diwazdeh salî perçe dikin.”
Kejo bendî wî bû axaftina xalê Mîrzo biqede.
Wê fedîya xwe ji serxwe bavèta û pirsa xwe jê re bikira
Xwêdana wêcê xwe paqij kiribû û ziq li hemû zilaman dinêrî.
“Xalo dayika min jî doh ji min re got ‘bêvila te naşewite.”
Xalê Mirzo serê xwe ji erdê rakir û lê nêrîbû.
Paşê gote wî :”Wile Kejo tu çiqasî dîn be jî bi sed qatî tu ji van zilama camêrî tire.”

Piştî vê gotinê ew zilamên bêvila wan nedişewitî bi hêrs bûbûn û bi Mirzo ketibûn.Wî di nav xebera
de hiştibûn.Kejo yê dîn li xwe zîvirîbû û berî dabû malê.Çawa ketibû hindirû berî dabû mitbexê û li
çixatê digeriya.Dayika wî di şerşokê de serê xwe dişûşt. Kejo çawa çixat dîtibû rahiştibû yê û bêvila
xwe dabû ber agir.Agir çawa bi bêvila wî ketibû kazinî pê ketibû.
“Ay yadê ez mirim.Bêvila min şewitî.”Dikir hewar. Dayika wî bixar ji şerşokê derketibû û şemaqek li
wecê wî xistibû.Gotina xwe carekê din dubare kiribû :”Wile kejo kurê min bêvila te naşewite”
Kejo di wî halê xwe de bi bêvila xwe ya şewitandî girtibû û digiriya ha digiriya.Digote “Law bêvila min
şewitî,tu hê dibê bêvila te naşewite.”

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın