"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Celadet Elî Bedirxan

Bilûra Min

bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
bilûra min tu î,
xemrevîna terkeserên dinyayê!

dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
guhê şkeft û serê zinaran
guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî
te di nav pelên darê de digerîne.

bilûra min, were emê
bi wî çiyayê bilind re
bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt

û hevalê kimtên wan
yên bi mij û dûman,
û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me
bikeve nav kortal û geliyan
û bêcaniya erdên jêrîn
bihejîne;
û pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
nalîna me bigehîne
deşta sirûç û diyarbekirê;
û beriya mêrxasên berazan;
û kalîna berxan
tev şehîna hespan
li me vegerînin.

bilûra min, binêre û bibihîze!
roj çû ava,
stêra êvarê bû geş,
kolosên çiyan ên gewr
û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
bûne çûn;
û pêlên ava şevê ên reş
ketine deşt û newalan
heta rûyê gir û kepezan.
di qeraca de
kevir piyê şevgera dixapînin
û bêdengiya şevê de
pêjna lingên mêrxasan tê.

bilûra min,
dengê xwe berde!
dinya, mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;
dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
bilûra min tu î.

xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatî
dema ko dinya hişyar dibe
ji xew radibe
ji me re
strana azadî û serbestiya
kurdistanê
binehwirîne,
û dengê wê stranê, bila,
mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
bikeve nav dil û guhên me.
bilûra min,
tu î xemrevîna dilketiyên welêt.

(Bi nasnavê Seydayê Gerok di kovara Hawarê de nivîsiye.)


Were Dotmam

Ji Haco axa re…)

Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.

Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil Zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne.

Herwekî dibêjin ciwanî bizaniya pîrî bikariya. Lê pesn ji Xwedê re ko hêj ewçend ne pîr im ko nikarim.

Wekê ez jî ciwan bûm, simbêl hêj nû avêti bûn ser lêvên min, dilê min bi hevîniya delalan hildavêt, hon ne yek, ne dudo, ne deh, ne bîst bûn. Kej û gewr, esmer û genimî, bejnbilind û navîn, kinên we jî hebûn.

Hon hemî ji min, ji me re bûn. Me kîjan bixwesta, ne ewê, ne mamên me, ne digotin no. Lê min, me hemîyan nizanî bûn. çavên me bi we, bi bedewîya can û giyanê we ne diket.

Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat, hon dixwestin. Me ji xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we, lê yê me bû.

Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn. Baxvan û dîdevanên we em bûn. Bihna we a xweş, rengê we ê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê ne dihesiyan. Me ew ne didîtin.

Yek dihat, destê xwe drêjî we dikir, hon diçinîn, dibirin. Pêde welê bû. Hon, gulên gulistana me dihatin çinîn, me guh ne dida, em pê bendewar ne dibûn.

Rojekê, me hew dît, gulistan bê gul, daristan bê bilbil maye.

Em di himbêza jinên biyanî, hon di bin çengê mêrên nenas de.

Bi vî awayî me xwerûtîya tovê mala xwe, tovrindîya malbata Azîzan winda dikir.

We zaro dianîn, li me, li xwalên xwe dihatin. Merd, cwanmêr, xweyrûmet. Ji bavên xwe re namûs dikirin.

Zarowên me li xwalên xwe dihatin. Xwalên wan kurên kê? Ji kîjan ra û nijadî? Ji kîjan mal û malbatê?

Wan navên me hildigirtin. Yên we ko ji zikê mala me derdiketin li ser dra bavê xwe şîn dibûn.

Herê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn. Em di destê jinên biyanî de, hon di bin rikanê mêrên nenas de.

Zarowên we xwarzîyên me ne. Lê ne xwarzinen adetî. Li şer xwal û xwarzî. Lê ne xwarzîyên me. Ji ber ko ne ji nijadê me ne, xerîbî wî nijadî ne. Carin hene, neyarên wî nijadê pak in jî.

Belê li şer xwal û xwarzî. Xwal û xwarzî li rex hev, berê wan li armancekê şer dikin. Xwarzîyên me li me radibin. Berê wan li berê me ye. Em armanca wan, ew armancên me ne. Heçko em ji hev re polik in. Bi destên hev, di destên hev de dimirin.

Dotmama delal, ma ne heyf e, xwîna zikê te bi xencera min bête rêtin. Ma ne mixabin e, kekên te bi berikên berê zikê te bikevin…

No! no! dotmam, heyranîya pismam, êdî bes e, hew bibe jina xelkê, bes bibe dêya nekurdnijad, vegere were himbêza pismamê xwe, paxila kurmamê xwe.

»Vegere« ev ne gotinek rast e. Em nikarin ji te re bibêjin »vegere«. Ji ber ko tu ne çûyî, me tu rêkirî. Me bi destên xwe tu hinartî mala xelkê.

Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.

Dotmam, min ji te re got ez pîr bûme. Lê pîrîyê ez hişyar kirim.

Buhar ciwanî ye, Zivistan pîrî. Zivistan piştî buharê têt. Di Zivistanê de Buharinen veşartî hene.

Herê dotmam were, xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe a sar Buhareke germ çêkim.

Were dotmam, heyranîya pismam were, xwe di germîya dilê min ê ciwan û ciwanîya min a kevn de bigermîne.

Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.


Strana Mirinê

Piyana jiyana min hêj tejî û dagirtî şikiya
Emr û hestiyên min pê keserên giran heliya.
Hêstir û girîn, ax û zarîn,
Ji derdê mirinê re ne tu derman in.
Siha mirinê bi ser serê min de tê;
Saeta min a dawîn lêdide;
Mirininê li nêzîkî min kiriye;
Xuya ye; ez ê bibim mêvanê ax û qebrê
Ma ez çi bikim?
Tiştek li destê min nemaye
An girîn, an stran û dilxweşî.
Ez ê bistirêm !…
Ko hêj dest û tiliyên min,
ji darê tenbûra min hê sar ne bûne.
Ez ê bistirêm !…
Mirin min dixapîne û dilorîne;
Ez bûm, cîranê mirinê;
Dengê wê ê zîz û giran tê;
û dikeve guhê min,
Gava saz dişkê ;
Teqîn jê tê ;
Mîna teqîna tifingekê.
çira berî mirin û vemirandinê,
Bi şewq û lehba xurt dibiriqe;
Roj berî roavayî
Hîn mezintir û pehintir dibe.
Bi tenê em; însanê qels û reben
Li ber mirinê,
Hîn feqîr û belangaztir dibin,
rojên xwe ên borî tînin bîra xwe,
û wan dihejmêrin;
Ax û ofa dikin û didin girî
Ma rojên borî çi ne?
Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in?
Rojek e, dîsa rojek e;
Saetek e, dîsa saetek e;
Yê ko tê mîna şev û roja borî ye.
Carna êş û xebat û kêf û şahî;
Carana ax û of û girîn;
Carna di nav gul u gihê,
Carna di nav ax û herî;
û dawî…
şeva tarî bi ser me de tê.
Yên ko ji nezanî û timakariyxwe
Dest davêjin salên berî û rojên borî
û wan roja di bîra xwe tînin
Destê xwe vedikin û parsekiyê dikin;
Wê bibînin
Emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê;
Wê seh bikin;
Hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e.
Jo bona min
Ko tu cara rehê xwe erdê ne da
çûyîn; bê girîn û zehmet e;
Ez ê herim
Mîna pelekî sivik
Ko ba ji darê diweşîne
Ez ê herim bê ax û zarîn;
Bê şîn û girîn.
Girîn û hêstir ji bona çi?
Ez ê herim!
Mîna ba û bablîsokê,
Mîna av û ronahiyê.
Xwedê dilê min
Li ser sindiyana jiyînê danî;
û bigirane û zompên qehr û xweşiyê
Lê da.
Qehr û qîmeta saxiya min çi ye?
Dilê min ji dinyayê sar bûye;
Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim
Heta ko bikarim
Li ser rêka hêja bimirim;
Xwe bidim kuştin.
şeva tarî bi ser min de tê.
Ez mêvanê gor û tirba me;
Lê ez ê bistirêm!
Ko hêj dest û tiliyên min,
ji darê tenbûra min sar ne bûne.
Ez ê bistirêm!….
Berî mirinê
Ax û zarîn, şîn û girîn ji bona çi?
Ez ê bistirêm!
Ko hêj dest û tiliyên min
Ji darê tenbûra min sar nebûne.
Ez ê bistirêm!
Strana azahî û serbestiya welatê xwe,
û dengê stran û tenbûra min
Li çiya û zinara,
Li deşt û zozana;
Wê deng bide.


Bêriya Botan

Kanî Derwêş, ka Herekol, ka Kepir
Ka zozanên bavê-Têlî ka kê bir

Dibêjin ko Burca-Belek hilweşî
Text û bextê botiyan de ka geşî

Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû
Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû

Ka Westanî ka Qesara ka kanî
Kanîn zozan, cihên bilind kebanî

Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng
Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng

Basiret kû, meqşibendî, terîqet
Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet

Kanî Seqlan, Seqnefis kû Nêrgizî
Gul û rihan zeriyane, tev rizî

Ka Azîzan, şêx û seyda û axa
Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava

Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî
Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî

Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû
çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû

Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering
Ka salên me, bekirbegî, xweş devling

Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng
Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng

Kanîn çeper, betî li kû, ka celab
Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab

Bor-mirişkan tenik biye kete ba
Ez botî me diştexilim her bi pa

Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
Kepirê de ne kozik in, ne jî dar

Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im

Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr
Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr

Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng
Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng

Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî
Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî

Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan
Ko tê de mir, şahê mexrib, Mîr-Alan

Dotmîr li kû, ka mîr şeref, mîr Ezin
Kanî bavê sitiya Zîn, mîr Zengin

Beg û axa kanî tovrind, kanî dot
Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot

Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr
Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr

Ne Buhar e, ne Havîna mîr şeref
Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf

Ne dêmir in, ne şahînet, ne hevşîn
Kanî mîr şem, kanî Tacîn û Gurgîn

Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer
Sadon li kû, ew serekê şevînger

Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî
Ka li kû man ew gernasên nedîtî

Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp
Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep

Pira Bafet belê ev e, kevane
Kevin bûne, ne tirîne, sorane

Ji delavê qitikan ve naye deng
Kew û kevok di şînê de ne man ceng

şeylo bûne kaniyên me ka rejû
Maziyan de ne pel mane ne gezû

Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela
Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema

şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul
Tu tişt nema, wemirîne deng û gul

Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan
şûvî li ku, Welat-Kelhok û Goyan

Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrti
Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî

Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran
Hacibêra, kanî şernex, Garisan

Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî
Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî

Ji garisan ne koçer in, ne dêman
Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan

Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran
Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan

Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî
şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî

Ka şikefta mîr Miheme, ka perî
Kanî Dasnî, kanî keçên surperî

Kanî şingar, ka xwalên me, yezîdî
Belav bûne, bê rêzik in bê serî

Dêra-Reben weke berê vala ye
Hejale jî diyar niye raza ye

Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj
Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj

Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh
Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh

Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen
Tarî her der, ne kulek in ne rojen

Di Tanzê de ne feqeh in ne mela
Medresa-sor xerabe ye ji nû va

Kela Ewrex her bi ba ye, kela kevn
Tê de îro pîrhevok in û çend tevn

Kanî şêx im, Evdirehman garisî
Ew jî kuştin sorgula me çilmisî

Herê lawo tev de çûne nînin nin
Destê me de ne hesp mane ne jî zîn

Kurdistanê tu abadin, her heyî
îro, sibe û hergav jbî dê hebî.


 Alê Kurdan

Alê kurdan di nav rok
Çi bedew û biheybet
Bi çar reng î, rengên te
Çi delal û çi xweşkok

Xêzek kesk û xêzek sor
Nav spî û nîvek zer
Keskesor e, bi roj e
Ev li jêr û ew li jor

Semyana keç û lawan
Rûmeta jin û mêran
Neyarên te pir jî bin
Tu dê bidî bera wan

Ko çirisî roja te
Dê belav bin mij û dû
Rabe ser xwe ser bilind
Nîzing bûye rûja te

Bi nasnavê Herekol Azîzan di Hawar hejmar 5’an de.


Dawet e

Ji zozan hat quling
Xeber anî ji xweyîng
Dibê werin dawet e.

Dawet e xweş dawet e
Ji kurdan re rûmet e
Dawet şer e, şahînet.

Bê xweyî man qund, kelat
Gazî dike ev welat
Dibê werin hawar e.

Bê kezî man keç û bûk
Di rêlan de ba û pûk
Bê belg mane dar devî.

Navao dikin kurdanî
Ne hêliştin mêranî
Kurdinon rabin dawet e.

Herê lawo dawet e
Dawet e xweş dawet e
Bûka te jî Kurdistan.

Keziyên wê delal in
çi nermok û şepal in
Ber meqesê mede wan.

Dengê avê çì zîz e
Newal jê re ezîz e
Welat! Welat!Welato!

Ji zozan hat quling
Xeber anî ji xweyîng
Dibê werin dawet e.

Hawar, hejmara 8an

Jiyana Celadet Elî Bedirxan

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın