"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Şikoyê Hesen

Zimanê Kurdî

loading...

Bi sêr û sur e,
Cewahir, dur e
Zimanê kurdî…

Bi xemil, rewş e,
Şîrin û xweş e,
Zimanê kurdî…

Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê kurdî…

Gewgewê çiyan e,
Kubra teyran e
Zimanê kurdî…

Qezel, helbest e,
Şemdana dest e,
Zimanê kurdî…

Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye
Zimanê kurdî…

Şûrê Barzan e,
Nûra erşan e
Zimanê kurdî…

Mertala me ye,
Dest pêşmêrge ye
Zimanê kurdî…

Tilbîs, 1967


Payiz

Refê qulinga jor bûne şirdan,
Goveka ezmîn çerx û fitil dan,
Şev û ro zor dan bask û qanata,
Birîn ezmanê êr û welata.
Serê çiya nixamt mij û dûmanê,
Sûriyê pêz-dêwêr kişiyan aranê.
Û war û zozan man xalî, melûl,
Wir ba û kundva nivatin zelûl.
Rextê sîng dara rijiyane erdê,
Belgê zer giriyan wek zarê bê dê…
Leylan ket deşta û berjêr bezî,
Ricafê girte darê rût tezî…
Keçel bûn mêşê por-gulî kurîşk,
Û şev bûne sal, ro bûne bawîşk.
Rojê geh diniya bê reng û rû dî,
Riya xwe lê guhast, dûrket, xeyîdî…
Hespê xwe syar bûn ba-bahozê dîn,
Şilî-şilope hatin gef û kîn…

Tilbîs
1968


Kurd im

Ez hatime xar ji çiyaê hêşîn
Ku bengîne tim ji nûra erşa,
Ku ser sîngê wan çem dikin xuşîn,
Şev û roj distrên û kubar, û şa…

loading...

Ez hatime xar çiyaê ser gijik,
Ku por vediçirin bi şeê tevê,
Ku refê ewra notilî qijik
Ser wan çerx didin tim nava hewê.

Û ez bîr nakim eslê xweî çiyayî,
Tim mînanî çiya ez zor im, kubar,
Eger min derd bin, eger min şayî,
Û çiqas min xin birûskê cebar…

Ez çiyayê çiya me, ji çiya bilintir,
Û ruhê mine kitêba dewra,
Min ew nivîsye bi xûn, bi agir,
Û bi qelema birûskê ewra…

Tilbîs, 1967


Feqiyê Teyran

Şayîr girtin birne hebsê, ku tu cara nestirê,
Ku tu cara lêvê tuberk dîhar nekin tu surê,
Ku tu cara bera hubê dilê erş da pêl nede,
Ku dilê erş, ku roja geş vêsin heta-hetayê…
Jê stendin qelem, defter, şikênandin saz-tembûr,
Çawa destê celatî xûn zimên bibire Ii şarûr… Gelo çi ber, çi okêyan agirê hubê vêsîne,
Gelo çi şûr, çi xencerê hubê ji dil derîne,
Gelo çi qeyd û çi çîdar û çi zincîr, penete
Sewta şayîr, kilama wî wê tim bendke, bernede

Yêrêvan, 1960


Elegez

Hemêz kirin pencê roê
Elegeza kaw û naz,
Wê çev mizdan, rabû xewê,
Wergirt xemla xwe ye xas.

Kubar hûna zilf û gulî
Mîna zerya dewatê,
Muhbet gur kir hezar dilî
Evd û îsan, tebyetê…

Konê kurdî li sîngê wê
Bûne hezar xal û xet,
Hezar-hezar war bingê wê
Bûne rewşa xewn, qudret…

Lênîngrad, 1967


Bû Mizgînî

Ez şayirê dinê-alem.
Evîndarê erş-erda,
Dilê min bi sal û qelem
Alemê ra xeberda…

Û dinyaê bû mizgînî,
Çe’vronayî dane hev,
Ku alemê bûm xwezgînî
Bi saz-kilam, hub û te’v..

Lenîngrad,1967


Weten Ra Ez Heyran
Sazê min, tu bistrê,
Tu bistrê tim ji dil,
Baxçê min rihan in,
Sosin in, hezar gul.

Her gulek, her sosin,
Her rihan û mawar
Min avda bi hubê,
Her payîz û bihar.

Sazê min tu bistrê,
Baxçe ra ez xudan,
Sazê min tu bistrê,
Weten ra ez heyran.


Nexşê Tebyetê 

Wextê penc dide nedîra tevê,
Hezar nexş-awaz dikevin hewê,
Û pencê zêrîn wek qeytanê al,
Dor heçê qerqaş dibine egal.
Kubar dikene Elegeza naz,
Dide alîkî xêliya xwe ye xas,
Kaw xanê dikin sîng-berê xit-xal,
Gaz-gerdenê wê, bejna wê tîtal,
Çiyayê der-dorê jî heyr-hewasê
Dest didin hevdû, radibin reqasê,
Û tev distirên ba, kaniyê zîvîn,
Alava hubê digihîje esmîn.

Rokê kevir ber lingê min kêlimî,
Çiqas rêwî, go, – ser min da lukumî,
Ez pekandim, gulol kirim, anîm vir,
Tu çi zanî, gelo sibê tu yê ku bî?


Kilama Çivîka Zivistanê

Adarê bê, baharê bê,
Wê bên rojêd ezmançîk,
Roj bikene wê eşq, hubê
Daxe pencê zêrkilçîk…

Ku tune bim ez li dinê
Min xem nîne û talaş,
Dinê bi gul bibe xinê
Û bextê xwe bimîn şaş…

Tilbîs, 1965


Ez û Baran

Ev barana dur mîna yara min
Tê û radmûse dêm-dîndara min,
Ez bi eşq dibhêm sed û kêlma wê
Û serxweş dibim bîn û hêlma wê…

Barana ezîz bi eşq tê xarê,
Dinyayê dişo toz û xubarê,
Dinya dikene mîna gula al,
Ji min direvin û xem û xiyal.

Lênîngrad, 1967


Dilê Bengî

Were binhêr, şayîrê kurd ser gozelê bûye bengî,
Ji evînê tabet tune, diqirîne hezar dengî,
Bi çi zarî nizam bide pesnê kawa xwe ye gozel,
Wê bejn-balê, wê tifalê, heyrî maye, maye metel,
Devê mormork dixulxulin lewz şîrintir ji şerbetê, Tarihana çîyaê kurda, bejna nazik bi qametê.
Porê zêrîn pencê roê ji erşê jor hatî xarê,
Çevê belek, dîndara hub, çetir ji ya xezal karê.
Sîng û berê wê ye qerqaş berfa çiyayê Kurdistanê,
Ku nedîtiye evd û îsan di heyamê zivistanê,
Bi huba xwe kewa gozel lê kir kibab dil û ceger, Hişt birîndar, hişt tengezar û tek da wî kul û keser,
Birîna wî, ax, ya dil e, ne ya şûra û xencera, Dermanê wê peyda nabe li tu erda, li tu dera.
Heta kewa gozel neê û dest nede ser birînê,
Birîna wî naaxibe û êşa dil naê birînê.

Lênîngrad, 1963


Ba

Dostê min ba ye,
Li hemû ciya ye,
Ne roj, ne şevê
Nakeve xewê…
Dikeve geliya,
Radibe serê çiya,
Berdide ewra…
Lev dixe bera,
Syar dibe qeya,
Lê dibe peya,
Diçe bajara,
Sûk û bazaar,
Vedike pencera
Li koçik-sera.
Dikute deriya
Mînanî meriya.
Mînanî kunda
Li perê gunda
Wî pûye-pûye,
Bê mal û dû ye.
Dertê gêdûka,
Wek siyarê bûka.
Bi deng, bi hise,
Kesî natirse…
Ew baê dîn e,
Tim difîtîne,
Li çol û besta
Û qe naweste,
Teva radmûse,
Çi bênamûs e…


Tercmeçiya Mem û Zîna Ehmedê Xanî

Sêda Rudenko ra

Te vekiriya Ahmedê me dil û dîwan,
Te hildaye mij-dûmana serê Sîpan,
Te ser “Mem-Zîn” da alîkî xubar û sî,
Ahmed hatiye û sekiniye rex Fîrdûsî.
Zanîna xwe te bona kurd kiriye şemdan,
Ji xizna kurd tu derdixî lal û mircan.
Tenê xêncî şiêr-dîwanê me ye buhuşt,
Li vê dinê te ra tune, tune tu tişt.
Kê wê bêje bi ruhê xwe tu ne kurd î,
Na, tu Zîn î, Zîna teze evîn girtî,
Bi dilê xwey kinêz, şewat, letîf û naz
Bûyî bengî ser cimeta kurd e mêrxas…

Lênîngrad
1964


Mala Bêzar

Mala bê zar û bê tifal
Mîna lempa bê şewq, şemal,
Mîna gûza pûc, bê kakil,
Mîna serê bêhiş-aqil,
Mîna baxçê bê gul, bilbil,
Mîna meriyê bê ruh û dil.

Tilbîs, 24/IV-63


Gulnaz û Keleş

Gulnaz bedew bû mînanî royê,
Gerdena tenik, tofila-toyê.

Hingiv û şerbet-ew lêvê narî,
Ji devê sosin, gezo dibarî.

Çev biriyê zeriyê-belekiyê berfa,
Ku xwe didane haf-berojê çiya.

Mewîjeke reş-xala sûretê,
Ew-gula şayê, horiya cinetê.

Xort jî taliyan bû û xort jî bilind,
Degme hebûna xortê usa rind.

Simbêle reş bû, nazik û qeytan,
Ser lêvê kaxet ew bibû kevan.

Boy eniya kever, boy porê kurîşk,
Keser û axîn qîza radihîşt.

Gulnaz û Keleş eynî du gul bûn,
Seva gundê xwe herdu vedibûn

Ew lawkê keleş, qîza rext gulî,
Hevdû hebandin bi hezar dilî…

Ku caba şerê Weteniyê derket,
Domamê xort kir temî û şîret:

“Gava ku derî te bigre dijmin,
Yan dijmin bikuj, yan were kuştin.

Boy namûsa xwe dimre mêrê çê,
Lê mêrê kotî-miriyê rû dinê.”

Keleş û Gulnaz wê şevê geryan,
Steyrk temirîn, hîv bû şedê wan.

Wek huba bê hed, wan dirêj bû rê,
Ew-eynî çawa maşoqê surê,

Gava kew kete qere berbangê,
Ser çiya da xar bû zêrdesa mangê,

Hub û ramûsan wan dane hevdû
Û mina vebûn çawa qeretû,

Li roja qaymê xort ber enya şêr
Usa şer dikir, eynî çawa şêr.

Berjêr û hevraz dibarî agir,
Û beyraqa sor wî pêş da dibir.

Ser milê çepê bû şerê giran,
Hezar ceyran top carekê oriyan.

Bomb hatine xarê mîna zîpikê,
Û tank vereşiyan serê topikê.

Ku şîrqîn kete Katyûşa meda,
Te tirê ewra, va birûsk veda.

Ji zerpêd mînê û sewta topê
Erd hev qelişî mînanî şepê.

Usa ser hev da dijmin nixilî,
Mînanî çawa pezê mexelî.

Ser bilindayê, li serê topik
Beyraqa Sor, ku Keleş kire nik.

Keleş erdê ket çawa sipindar,
Û ji devê wî kişiya xûna al.

Eskerekî Sor, qam-qedemê wî,
Beyraq girte xwe û pêş da revî.

Û esker pêl da mînanî berê,
Wî alî topik da jorda çû xarê.

Wexta ku Keleş ezmên nihêrî,
Wî tirê ro jî vêsiya, temirî…

Heval û hogir, cînar û gundî
Tev bi carekê ketin bîra wî.

Gulnaza bedew tevî pîredê
Hate ber çeva, wek xewna şevê.

“Gulnaz…hey, Gulnaz… Gulnaz, malxirav
Ez tîna mirim… kanê qulte av…”

Wa gazî dikir xortê birîndar,
Ku tê da diçûn tevîzekê sar.

Qîzek wa hat, çawa Ezrahîl,
Ew qîz Gulnaz bû, Gulnaza Cemîl…

Li milê wê da torpê hekîmiyê,
Xaçekî sor jî li ser kumê wê.

Li meydana şêr, wexta xort dimir
Gulnaz wî ra bû berpal û hogir.

Da ber serê wî zenda xwe ye zer
Û ramûsan da eniya wî ye kever.

Hêsir barandin li ser dêman da,
Û mêrê mêrxas wê lezê can da…

Ew lawkê xîret, ew lawkê namûs,
Egîta veşart li ber dara tûz…

“Bira sed qirar, bira sed ad be…
Ezê heyfa te hildim destê xwe,

Hetanî herim ez tevr û bêra,
Ez naynim ser xwe navê tu mêra…”

Çek û sîlihê egîtiyê milda
Canikê heyfa lawkê xwe hilda.

Tev Eskerê Sor kete Bêrlînê
Dijmin hincirand li ser hêlînê.

Wexta şer vêsiya û şer temirî,
Kewa edlayê bask vekir, firî,

Û altindarî çawa keskesor.
Bû xemla sîngê wetenê me zor,

Xebata şîrin jê ra bû melhem,
Birînê xeder qenc bûn, ketine hev.

Gulnaz Ii tirba Keleş bû mêvan…
Ber çevê belek bû mij û dûman…

Dilê wê yî nazik dax bû, kizirî,
Nolî tendûrê xwe da sincirî,

Û ji çavê reş hêsir xulxulîn,
Ser sûretê sor bûn şirkê zêrîn.

Û bi edetê kal-bavay berê,
Ku mêrxasa ra derd neçe gorê,

Bi kêlma şîrin û bi dengê zîz,
Gulnazê wa got ser tirba ezîz:

-Keleş, alt kiriye Wetenê tey zor,
Û altindarî bûye keskesor…

Bona efatî, mêraniya Keleş
Wetenê ezîz hêkel kire rewş.

Ser hêkelê wî bi herfê zêrîn
Ji navê Weten aha nivîsîn:

“Keleşê mêrxas, ewledê kurda,
Boy Weten şer kir û serê xwe da…”


Ez Şa Me

Min go: “Ez kal bûm”-
Û dem li min keniya,
Weke heyştê sal bûm
Bext min hate meniya.
Min ar-arvan hêra
Û rêç kir berf bêra,
Zivistana seqem
Neda mecal û çem
Ro li bin ewrê reş,
Qulibiye emrê geş…
Tune talaş û minet,
Min dinya kir cinet,
Lê kir xemla teze
Ez şa me, şa ese…

Yêrêvan, 1965


Dest

Desta bipesin… Desta bipesin,
Ewe ziyaretin, jîyîn, nifûsin.
Tim zarê ji dê ew dikin xilaz,
Ew dikin temiz dergûşa bi naz.
Dest in, wek pencê tava pirşemal,
Ber û bedena vedikin kemal.
Didine zarê bistanê sergul,
Didin bêşîkê hin hejê, hin kil.
Û şev û rojê dirêj, kîr û bîr
Didin dergûşê ew qewat û şîr.
Dest in, wekî tim dişon rehmetîya,
Qebre dikolin tim bona benîya,
Dest in, wekî tim mirî dikin rê,
Dest in, wekî tim dadixin qebrê,
Xweliya ziyaretî dikin ser mirî
Û temiz dikin çavê bi girî…
Û roja şînê, roja şipûkê
Qirçînê tînin serçav û çokê.
Û roja qayimê, roja şer û ceng
Çeka hiltînin çapik û çeleng.
T….. , qewat û zora desta
Serî dipekin meydan û besta…
Berdidin dizgîn-gemê menekîya,
Dişîqin mîna ewrê belekîya.
Kubar ew digirin beyraq û alê,
Bi altindarî vedigerin malê.
Û desta kevir kirin çek, çagûç
Û qîza kolan mîna gûza pûç.
Birin ber-kevirê pir girnûz û pût,
Telî-tengasî hûf kirin wek hût…
Bende bi desta dar li darê sû,
Jê pirîsk pekiyan, vêket agirê sût…
Wî goştê rawê kir nava êgir,
Ac-ac merisand mînanî şekir.
Û bûne hogir bende û agir,
Sur û seqama mixara da mir…
Tîr-kevan çê kir bende bi desta,
Û tebiyeta zor jê ra bû destda,
Û desta bend kir gayê beyanî,
Desta xuluqand nîr û bensamî:
Û desta çe kir hin kotan, hin cot,
Û bende kubar kumê xwe kir qot.
Li bestê batin kir cot û cobar
Û dinya rengîn xwe ra kire war.
Û desta reşand toximê şayê,
Û berda birî serê xelayê…
Û desta danî hîmê tam û taş,
Çêkirin çeqçeq û aş û beraş…
Desta ava kir bircê nexş, belek,
Lê hatin sêrê horî û melek.
Bûka ra hûnan xêlî û perde,
Mînanî tava îşiqê berde.
Û kincê zava û xemlê bûka
Bûne nexş, rewşa bazar û sûka.
Ser çemê qudret çêkirin pira,
Bende bende ra hat û bû bira.
Desta çêkirin hin def, hin zurne,
Mînanî xewna buhurîn qurne.
Û huba dilê bende bû wek ber,
Û eşq û şayê dinê kir sefer…
Û bûne qeyinter pey hevdu dewran,
Zeman xericîn mînanî ewran.
Bendek ma kesîv, bendek dewletî,
Hatin hêsîrî, zulm, dutîretî.
Û boy kurtole nanê reş, tisî
Bende bende ra bû dijmin, qomsî.
Û bendek zêrîya kire nelenel,
Û emir jê ra bû jehrake tel.
Tamarê desta rabûn, bûne şiv,
Bilûra zulmê kire guveguv.
Û mînanî ziya dinê kişiya zulm,
Destê hêsîra rabûn bûne kulm.
Û sal û zeman, û rojê û şev
Hevdu ra rabûn û kulm bûn mêşe,
Li ustiyê zulmê ew dest bûne şe
Û xeniqandin zulma arîşe.
Desta hûr xweş kir hin text û hin tac
Û azayê ra bûn çar û îlac…
Û ew destê zor, kutayî, mazol
Dinê ra bûne hin îman, hin yol…
Tek bi zora dest, bi zora kulmê
Dinê diqetin zincîrê zulmê…


Ji Min Pirsîn

Ji min pirsîn: “Çi hiz dikî
Li vê dinya kaw, nazikî?”
Min go: “Zarê me yî kurdî,
Ku miletê pirtî-pirtî
Dicivîne û dike yek,
Çiqas pir bin qezya û şek,
Çiqas bibe ceng, terîstan,
Ewe şemsê kurd, Kurdistan.
Herke vêse şemsê nedîr,
Bira pêşiyê bidim texdîr…”

Ji min pirsîn: “Çi hiz dikî
Li vê dinya kaw, nazikî?”
Min go: “Zerîa naz û bedew,
Ku bêy wê ya tune emir,
Ewe min ra çar û sebir,
Bêy wê tune kilam û saz,
Bêy wê tune, merem, miraz…
Kaw zerya min Kurdistan e,
Dilî bi wê baristan e…
Ez im Siyabend, Memê evîn,
Kaw Kurdistan Xecê û Zîn.
Ezê bidmê emrê xwe jî,
Ku Kurdistan tenê bijî,
Tenê bijî, bibe aza,
Bibe kana bext, miraza…


Jiyana Şikoyê Hesen

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın