"Enter"a basıp içeriğe geçin

Ceriboka Şevê – Mervan Serhildan

 

Şevin hene nig didin erdê, nameşin; di cî de dijmêrin. Şevin hene ji destpêkeke tarî derdikevin, şeveqan derbas nakin; di zilomateke reştir de noq dibin. Şevin hene asîmanan dagir dikin û li ser devê şênî û maliyan wekî hûtên heftserî rûdinin. Şevin hene nabihurin, naterqizin; xatirxwestinê nizanin. Şevin hene ji rojê jî ronîtir nîşan didin ku ji şikestinan pê ve tiştekî naynin. Şevin hene di navbera heskiriyan de teşiya nexêrê dirisin; lehengan wê de didin, awiran girêdidin, ramûsanan dixerpişînin, baskên hemêzan dipejikînin; dildaran dîl digirin. Şevin hene heta ber nigên şeveqê diçin, di wê tarîçirkê de wekî citan vediguherin û di ser dilê bendewariyan de diçikin. Şevin hene req in, çort in, hişk in; ne bi pêşve diçin, ne li şopa xwe vedigerin û ne jî li şêwirmendan guhdarî dikin, serhişk in.

Şevin hene hew carekê dertên, li qadên bêxwedî dinêrin û tavilê ‘bidawîbûnê’ ji çarenûsa xwe dibin, li ser dika bêristiyê halanan hildidin û bi deziyên qîrîtarî tevn û toran datînin; bi sewteke fermanî bêdawîbûna tarîtiyê radigihînin. Şevin hene bêserî dibezin ser şûnwarên qedîm, xanî û baniyan di bin sî û pêjnên qîrîqirêjî de dihêlin, navên canik û camêran li çîrokên wendayan dinivîsin; nirxan wêran dikin, hestan talan dikin, refan belawela dikin, welatê xwedawendan dagir dikin û zulmeteke reş serwer dikin. Şevin hene ji êş û elemê diafirin, xweşbîniyê nizanin; ji kana binikiyê dertên û li ser gul û sosinan binikiyeke xerabtir a bêkesayet ferz dikin. Şevin hene ji ebr û eyarê bêpar in, rû û rûmetê nizanin, ji ronahiyê direvin; jiyanê li edmê dixin. Şevin hene wateya ‘şîr di eyarê şêr de’ çi ye, fêhm nakin; riyên wan di navendên eşq û evînê re derbas nabin, ji text pê ve tiştekî û tu kesî nasnakin; hêzkar in, dadmendiyê nahebînin, her li şeveqên tarîtir digerin; li etîk, exlaq û wijdanê civakî ho ve nadin.

Şevin hene çol û çiyayan ji hev diqetînin, rûbaran dimiçiqînin, dar û beran dişewibînin, gewmavan diteqînin. Şevin hene deşt û beriyan di bin sêlikên çiravê de dihêlin, gundan xan û xerabe dikin, navçe û bajaran dixeniqînin. Şevin hene bîr û baweriyan diderizînin, îradeya civakî û neteweyî niqir bi niqir dişkînin; qir û qiyaman dihûnin. Şevin hene bi reng û rîp in, dek û dolavan digerînin; her li dû zexelî û qûrnaziyan digerin; ji ber sosretên wan rovî û wawîk jî şaşwaz dimînin. Şevin hene kirasên reş ji xwe nakin, darikê gotegot û fesadiyê danaynin, pirengiyê qebûl nakin. Şevin hene li dawiya temenê xwe diasirin; rûdinin, çirk û deqe û saet diçin; radibin, bêyî pal û gopalan li ser nigan naedilin; vedigerin, li roja berê diqewimin; bi pêş ve dimeşin tûşî roniya sibehê dibin; çi dikin û çi nakin, lê bêkeys in, nadebirin; di nav tarîtiya xwe re, bi remzên cîhana bêdeng girîngî û pîroziya roniyê dikirpînin…

Şevin hene sosretan dicarînin, êşan li hev diqewimînin; şevin hene kêf, kenîn û şahiyê ji jiyanê derdixin, mirov ji dest û nigekî dixin, kêmekan bi ser civakan de dirijînin; şevin hene ber û berheman, nirx û norman yek bi yek diparînin û ji ber hev de dixin; şevin hene her û her erêniya neyêniyan diafirînin, kêmekan didin ser hev, birînan tînin cem hev, têkçûnên hetikber li hev dirisin û li stûyê gel û baweriyan digerînin.

Şevin hene mirov bi ber çarenûseke ji çarenûsa karesatê ve didahfînin, di neqebên herî dijwar de deq û dexmeyên ji qîrê li perdeya çavên rêwiyan dipelqînin; hem mirovên çak dîl digirin, hem jî bi riyên xerabtirîn tarî ve beralî dikin; şevin hene mazlûman bi ber feraseta serwerên xwe ve didelkînin, serhildêran di dawa desthilatdaran de rûdinînin. Şevin hene reşqîreke ji toz û telaza komirê li ser giha û giyanweran dibarînin, dar û beran di tarîtiyê de dişewibînin. Şevin hene vediguherin gend û gemareke reş û li ser av û delavan datînin, pîroziyên siruşt û gerdûnê di bin gewmeke şolî, hilorî û gemorî de dixeniqînin.

Şevin hene ji erz û eyaran derdikevin, rêgezan li oxira elîtan serjêdikin; li heyî û hêjayiyan nasekinin, bi ber kolaneke kor ve çargav dibezin; şevin hene di bin dubarekirina nav û şîarên serok û rêbaran de, tirba bîrdoziya azayî û edlayiya civakê dikolin, feraseta rêber û pêşengan înfaz dikin; şevin hene li wijdan û dadmendiya avaker, li qeyd û bendên etîk û exlaqê jiyana komî û li rawestgehên hiqûqa bingehîn nasekinin. Şevin hene ji ewil û heta axir rol û risteke xayîn û xeraker dilîzin, ji hevpariyên çanda komî, civakî û kollektîfî kevir li ser kevir nahêlin. Şevin hene ji kabûsan girantir û dijwartir in; lê nizanin debar û dijwariya wan bi qeysa çirûskeke îtiraza mazlûman e ku em baş pê dizanin. Şevin hene pîrikiya zayîna dijberên xwe dikin. Şevin hene di her warî de ji xwe ne, ji xwe re ne; lê ne bi xwe ne, xwendina terqîna xwe vedixwînin. Şevin hene belkî qup in û qure ne, lê ne serbixwe ne; di bin giraniya bêgaviyê de diqirqilin. Şevin hene; herkes dibîne ku serxwirên xwe ne, xwe jî û heqîqetê jî diqirijînin. Şevin hene li hemberî xweza, civak û geşedanên giyanwerî cinawir in, li ser dika dîrokê qetek ji temenê kurt in ku di nav çirka hebûn û nebûnê de dimînin; şevin hene li ser devê hezaza kujeran direqisin; xwekuj in!..

25.05.2020  –  Mervan Serhildan

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın