"Enter"a basıp içeriğe geçin

MEMIK DI FOLKILORA KURDÊN EFRÎNÊ DE – MIHEMED HEMKOÇER

loading...

Memik Lêkolînek piçûk li ser babetek mezin

Bê gûman gotina memik, sîng, pêsîr, textê nîvgolî, qarat (çiçik) an jî gihan ji bo ajalan, gotinek e zelal e li her deverekê, weku ez têdighînim.
Bi rastî min ji sala 1998ê di gel biraderê hêja, Hunermendê koçkirî Bavê Seleh, ev babeta min amide kiribû ku ez li ser baş rawestim û lêkolînek hêjayî babetê derxînim holê, lê jiber pir sedemên ku niha pêdivî nîn e ez bînim ziman, ew hêvî pêknehat!
Dema min kilam û stiran û dastan û çêrokên gelêrî didan hev, bala min pir kişand ku di hemîyan de memik derbas dibin û beşekî baş ji dastan û stiranan birine. Hînge min ji piran pirs dikir û nemaze ji Bavê Seleh, gelo çima evqasî tête ziman!?
Û piştî dansitandinek berfireh, ez gihan baweriyekê ku hêşt ez têxim rêza nivîsînekê, di pêşerojê de, lê jiber sedemên pir wek min gotiye, nepêkan bû ku ew babet bibe pirtûkek lêkolînî û bi fêrmî bête weşandin- ji nerazîbûna çapxaneyan ji berhemên min- min xwest ez bi awayekî kurt derxînim hole û bi rêya rûpela xwe ya FÊS ez diyarî we bikim.
Memik: Dayîna xuberî ji xwedê de bi jinan ve ne, ji hemî gewdeyê jinan tenê memik ji bo zarokan jêdera xwarin û vexwarina wan e, ta ku zarokek dibe du an sê salî, di saya memikên diya xwe de ew mezin dibe û hem av û hem nan û her tişt e ji bo xwarin vexwarina zarok, û her wiha ji bo ajalan jî dema ajalek dize çêlikê xwe li ser gihanê diya wî an wê ye.
Helbet bi memikan jî temtêla jinan xweşik xûya dike û ji bo mêran jî girîngtirîn tiştê ku mirov hê bike ye û bala wî bikşîne ser jinikê ye, bi ser de jî jin ji aliyekî din ve (dervayî şermiyê) jin pirtirîn ji pêlîstina mêrê wê bi memikan bilîze ar (germ) dibe û kela dilê wê radibe ji bo yekbûna wê bi mêrê xwe re, û helbet ew yeka jî kêfê herduwan tîne.
Tiştê balkêş di vê rewşê de ew e ku dema zarokek ji memikên diya xwe şîr dimêje, hîngê li heza dayikê tê û dema mêrê wê memikan dixe devê xwe û pê dilîze li heza wê tê, lê helbet ew cudatiyekê dibîne di navbera mêtina mêr û zarok de! Ew jî nayê şîrovekirinê bêtirî hêskirinek dilovanî û xwedêtiyê!
Ji bilî van tiştên me gotine bi nav û pergal û dîtina xwe dihêlin ku dahîner li ser wan helbestan çêke, dengbêj kilaman çêke, şîkar û şêwekar wêne û dîmenan çêke, nivîskar pirtûk û berheman çêke û her yek jî helbet bi şêweyekî.
Di vir de jî min çend nimûne ji folklor û stiranên gelêrî hin kîteyên balkêş li ser memikan komkirine bi hêviya ku li heza we bê.

MEMIK DI FOLKILORA  KURDÊN EFRÎNÊ DE

DASTANA GÊNC OSMAN Û NAZA MENÊN

Law Gêncê mino were mere Şamê
law xerîbê mino were mere Şamê, Şam dûr e ne nêzîk e
law Gêncê mino mere Şamê, Şam dûr e ne nêzîk e
Bajarê Şamê ji berê paşê de bajarekî pir gedûk e
Ji serê mêran û mêrxwazên wekê te re çarşî mazat e him jî sûk e

erê tu mekeve bajarê Şamê, li bajarê Şamê eskerê Gêncê min tabûr e nizanim urdîk e
tu hatî welat û memleketê xerîba serê min bi qurbano ji xerîba re tu kê qorîke
tu were hêteka çayê Kurmênc taxim û sîng û berê Naza Menên ji te re buharek ji buhara rengîn e him bi gul û him kulîk e
him ade ye him çeltîk e
heta çerxa felekê heye xelkê narîn ê te xudîke
law law law law…
de bajo, de bajo Gêncê min bajo bajo
Lê anê…………
Min dî xelkê narîn bang kir go: law law Nazê bang kir go: mere Gêncê min mere
rêdûrê mino were mere
taxim û sîng û berê min karê xezalê ji te re kaxez e, rûpel e, him defter e
law mere Gêncê min mere
taxim û sîngê min karê xezalê ji te re text e. rewal e, doşek e, doşeme ye… Gêncê mino him mermer e
law mere Gêncê min mere
taxim û sîng û berê min rebenê ji te re cilek ji cilên Kurmancî ye mitêlek ji mitêlê herîrî serê min bi qurbano him jî ber e
law mere Gêncê min mere
taxim û sîng û berê min karê xezalê ez bi qurbano ji te re buharek ji buhara rengîn e, gul û gupik ê lê têne der e
law mere Gêncê min mere
di taxim û sîng û berê min de zoyê memika mîna çayê Xelat û Sîpanê xwe dane ser e
law memikê min rebenê mîna çayê Xelat û Sîpanê xwe dane ser e …
law law law law…
law mere Gêncê min mere
taxim û sîng û berê min karê xezalê ji te re ne bûye helbek ji helbê mastê koçerlera li pozê yayla û zozana di ser re qeymaq e di bin re hîn î ter e
law mere Gêncê min mere
taxim û sîng û berê min karê min xezalê ji te re ne bûye penêrê koçerê Dumilya li pozê qerma Qereşdaxê li binê selek û sepeta heta bi xunavê sibê avê ji bin der e
ava memikêd min rebenê ji te re ne bûye ava Eboheyatê, yanîk ferat e, yek kewser e
law law law law…
de bajo Gêncê min bajo xerîbê min bajo.

DASTANA HEYCANÊ

loading...

Lê lê nemayê min got, Mist Qeyder bişewite xweş Mist Qeyder e
karxezala minê Mist Qeyder bişewite xweş Mist Qeyder e
Sermûsaxa jorî, Sermûsaxa jêrî bişewitê li hember e
pêra, pêra Firatê Bîrecika şewitî, çiya xwe dayî ber e
Firatê me rabûye pêl bi pêl e, duwanzdeh kelek û qeyêqan xwe dane ser e
law sîngê Heycana min defter e
zimanê min qelem e, li serê siba îda qurbanê, li camiya bajarê Diyarbekira şewitî, ezî ji xwe re dixwînim li ezber e
ez li vî yalî li wî yalî diqulibim, taqim, sîng û berê vê karxezalê pel bi pel e, de minê bala xwe dayê deqa nava cotê du memikan, nivîsandine navê xwedê û pêximber li ser e
Lê lê nemayê ez ê digeriyam çiyan bi çiya sebir û dîşliqa mi nehat, min ê pêra, pêra xwe berda bajarê Diyarbekira şewitî, ciyê şêxan û ewliya

pêra, pêra min ê xwe berda Avasxana jêrî mexela kewranciyan
min ê derbas kir bedena Diyarbekira şewitî, ketim devê gedûkan, sûkan û çarşiya
pêra, pêra mi derbas kir hareta Elîpaliya
min derbas kir ciyê fistiq û sinciqên çayê Reşan û ciyên Elbikciyê Entabliya
pêra, pêra min derbas kir taxa altûnciya
min derbas kir ciyê, bilmezan, dîlberan, esmeran, zeriyan û kafirên bêşinciya
pêra, pêra min derbas kir çarşiya mîr Ehmedê di navbera nîvro û taştiya
li pîşa mala Elî şêrê kal, dîlaneka bi sê qoran di nav hev ra digeriya
dîlana esmeran, zeriyan û horiya
dîsa ez lawikê xelkê ketim bela sisiya
hey lê, lê, lê, lê, lê …
kar xezala min de rabe lê lê…
hey lê, lê, lê, lê, lê…
Ne mi bala xwe dayê yeka kinik e, li serî govendê rakirî desmalek ji desmalên herîrî, bi
dest da diheziya diçelqiya
mîna konçekek ji konçekên Dêli Eliya
qundirikê landilînê Diyarbekirê di lingan da, kerikî xwe yî bilind e ji bostikê û çar tiliya
ê mala bavê vê zalimê bişewitê, ez xwarim bi
çavan, bi biriya

bi min lawikê xelkê re dikeniya
min got: Ez bi vê zalimê nikanim, bi henekan, mesqeriya û laqirdiya
de mila bimînê ji bo xatirê şamborên Mêrdînliya
hey lê lê, lê lê, lê lê…
a dudiyê mi bala xwe dayê, bi çekedûzanek bajariya
kila sibhanê ji çavêd vê xezalê da diweşiya
ez li kêlekê sekinîm, nedigîştim gurmikêd piya
mîna kevanek ji kevanê hesinî, bi ser min lawikê xelkê da we tewiya
mi bala xwe dayê, mala bavê vê zalimê, di taqim û sîng û berê vê kafirê, di şîngeşînga zêran û mehmûdiya
li xîngexînga giharan û pendiya
kirasekî melesî tenik li xwe kiribû, heta qarata memikan dibû xûya
ê memikên vê zalimê mîna xozikên pembiya
min got: Ji berê paşê da ti jin nabin kêlêd mihneciya
feqîrên wekê min jî bêline, ê kê ji ku hûnê xwestekên zalimên modeliya
erê mi go, Mila ev jî bimbarekî bê li heftê û heft xudiya
hey lê lê, lê lê, lê lê…
kar xezala mi de rabe lê lê…

a sisiyê mi bala xwe dayê mîna qîzên şivan û ciwêlekên van gundiya

sîng û berê vê zalimê sipî ye, mîna berfa li serê çiya

tê bê germaya sibê lêxistî, mîna helawa Entabê hişk e, erê ne bi çakûçî belengaza, ne bi kêserî necara, ne bi toqmaqî helwciya

sîng û berê vê kafirê bi min ra nedişkiya

pêra, pêra ez gîştim xumxuma gewriyê, min derbas kir henarî rûya

de ramûsanên vê zalimê bi min şêrîn bûn, mîna şekirê Şamê, milebesê qoci Helebê, dimsê çayê Şengalê, hungivê çayê Xwastiya

di devê min lawikê xelkê da diheliya

ê ji kerba ramûsanên vê zalimê sîh û sê diranên min neman weşiyan ji pidiya

hey lê lê hey lê lê…
hey lê lê hey lê lê…

Hey lê canê mi go: Li vî çelî zivistanê

li barîna pişrînekê, li guşeguşa baranê

belê ji çayê gewr da, ji pozê bêlanko bi ser çayê meyî Kurmênc da dibariya berfeka tev li baranê

sîng û berê te ji min ra dibû goşiyek ji tiriyê divêranê

ji êvara xwedê da heya birbanga sibê, li beyanê

heyanî xocê gundê me derdikevê ser minar û menberê dixwînê tecwîda qiranê

heyanî kebaniyên çê şivan û gavanên xwe bi rê kin û di pê re dibe xultexulta dewkutanê

ji êvara mîrê mezin da, piştî ayetikê dixwînim ji qiranê

heyanî gêj û mest dibim ez ê memikên Heycana xwe bidim ber misdanê.

DASTANA TAWÎR BEGÊ LAWÎN Û LEWENDÊ

De were Lawend paşa
xelkê minî nazikî
narîn e

wê çaxê, dikê û dilezîne
derê pi‏ş çît û perda û koza
cil û mitêle mîra
Ji bejn û balavê datîne

Kirasekî, herîrî, tenik
bi ser bejn û balavê
dixîne

kirasê Lewendê rengîn e

çiqas gul û çîçek û kulîk
li darî dinyayê hene
bi rengê xwe tê de
vebûne

bejn û balava wê
dikenîne

ev kirasa
bi destî teraşa
ne hatî birîne!
û bi destî terziya
ne hatî dirûne!
daneketî devî
çarşimazata!
ne hatî firotan û ne hatî
kirîne!

hîn tu xatûn û xanima
esmer û zeriya
li bejn û balavê xwe
ne dîne!
Kirasekî prrî tenikî
navbera çiftê zuyê memika
û sîngê kalîgewr ve
ji dûr ve ji dûr ve
dixewîne
Law law law law..dixewîne
Law law law law..dixewîne

Ji wê de tê Lewend e
xelkê nazik û narîn e

li ser pozî qundirak
landilîn e

mêx û kerik û gupik zêrîn e

loading...

êlkan û firqata bayê xerbî
li serê kela Mêrdînê
li bejn û balava wê
dixîne

bejn û balava Lewendê
mîna qamîşekî şekirî
ji ser û pê de
diçelqîne

eniya kal û gewr e
wek sitêrka
perwîn e

û bi dîmê xwe yî
gulîn e

pelê dîmê Lewendê wek çîçeka
em Kurmanc vê re dibên yasema
xelkî me yî Soran
dibên yasemîn e

û lêvêd xwe tenik in
gangulîn e

diranê xwe hûr in
wek tolî û zîpikê
li ser çiya barîne

qirika xwe weke qirika
ordek û qaza
bostik û çar tilîn e

çavêd reş‏ û belek
hîn qelemî kilê û kildanê
nedîne

bi gotinê dengbêj
û kilamciya bê
Xwedê bi xwe
daket bajarê Mêrdînê
li siya zinarê
bi qelemê lewhê mehfoz
xet û xêz, jê re çêkrine
bi wî qelemî
biri û bijang
kişîne
Law law law law .. kişîne
Law law law law .. kişîne

Eger yarê me re ne hana bin
Bila me re kûr bibê û nemînê

Lê.. lê.. lê..lê

Lê yarê ..
ez nemînim vê carê

Xatûnê..
Sermestê..
yarê te mey vexwerê
vere‏şîne biskê xwe yên binşarê
têr nebûm ez ji balav û dîndarê
hele yarê bide bayê êvarê

***

Wê çaxê, Lawend paşa
dikê û dilezîne

biskê xwe vedikê û
vedirşîne

biskê Lewendê, bi rengê xwe
sorî, sosinî ne

di nav berê mil û pêsîra re
daketine
derbaz kirine nav kêla kilît
û kembera li bejn û balavê
hêwirîne

û du zulfê jê veqetîne
li gerden û gihara alîne
sî û sê pi‏şkova
ji sîngê kalîgewr
vedikê û vedijîne

sîngê Lewendê
sîngikî sipî ye, nazikî
nazenîn e

weke berfa li serê çiya
ji salê heya dawiya salê
dimîne

pelê sîngê Lewendê hîn
negopilî ne
hîn tu xoca, tu caziya
tu cadîbaza
kaxet û wereq û hicêb
û pezwende
jê re nekirine
qelem û divîtê xwe li ser
danenîne

di sîngê kalîgewr de
zuyê memika weke sêva
so rin û him sipî ne
memikê lewendê
bê agirê sewdê zengirîne

serî memika wekî
çîçekê henêr û tenê tirî ne

memikê Lewendê
ter û tirfende ne
hîn tilî û pêçî bi memikê
xelkê narîn nebûne
Law law law law .. nebûne
Law law law law .. nebûne

Tawîr begê lawîn
li hembera Lewendê
maliq dimîne

hi‏ş û aqil di sêrî de
namîne

nikanê vê re bidê
û bîstîne

heya dawiya ş‏evê
bi lewendê re dimîne

Tawîr begê
bi dengikî bankir go:

lê yarê tu yarka min a
li kursî

tu dosta min a
li kursî

tu ji Xwedê rebî alemê
na tirsî

ji yekê bi tenê
na tirsî
di navberê herdu memikên gulî de
te berdayî gerdenê zêrê
xursî

lê yarê ji xursî

çiqas rojê Xwedê hene
te xwe berdida
serê govend û dîlanê
bi du desmala
direqsî

Tu xêre
li halê
Tawîr begê lawkê lawîn
sîwarê çapqinê çolî beşî
napirsî.

DASTANA DÊMEZ OXLÎ

Hesen begê got: law law keko derdî min derdekî giran

loading...

ti derman li derdê min netê dîne

go: Hele bêje, xwedê derd dane derman jî dayî, belkî ez li derdê te bikim şifa û derman e

Hesen begê got: Ê law paşawo tu ji min nagerê derdê min derdekî yaxîn î giran e

ti ilac û derman li derdê min netê dîne

go: Hele bêje derdê te ciye omidiya xwe qut make ji heyata dewra dinê ji xwedayê ezman e

Hesen begê got: Law law paşawo derdê min zebeşekî ji zebeşên bajarê Diyarbekirê ye, tu ji tûlê biqtînê hûnê li ber serê mi dîne

Têlieyşana narîn keça Ehmed begê kal werê li ber serê min rûnê kêra qelemteraşê bikşîne

pê zebeşê Diyarbekrê perçekê, dirûmê ortê jê bi derîne
sîh û sê pişkovên enterî Şamê li sîngê xwe vekê û wî dirûmî zêbeş têxê nav çiftê zoyê memikan û di nav da bigevizîne

kef kupikê lê bimeyîne
hûnê li ser lêvên min tenik dîne

belkîm xwedê rebî alemê ji nih va rih û cên bi min da bîne.

STRANA ANÊ EZA NEXWAŞ IM

Cemîl Horo

Erê go: Aman e di bextê we de me, di bextê we de me di bextê we de me….oyî

dijmin û neyarên mi pir in, tirsa mi werin ber serê mim gul û rihanan hilkin

wînê dilê mi ji qefesa sîngê mi biderxin bi agirê dara bişewtînin

Ji teqilêd çavê reş û belek re, ji xelkê kîbar re di şîşa kil kin

aman, e di bextê we de me ji wê kilê nedin tu keça û bûka, tevda bi nesîb û qismetê xelkê kîbarî fodil kin..oyî

erê serê mi bi qurbano tevda bi nesîb û qismetê
xelkê minî nazikî kîbarî fodil kin…oyî

belkî di dû mi re xelkê nazikî kîbar bimirê wînê tirbê di kêleka mi de bikolin

tirba me her du aşiq û bîlmeza ez di bextê we de me, di hev re qulkin

destê min î çepê derbas cem xelikê kîbar kin di mabêna kerês û dil kin

wînê destê min î rastê bavên arleqa zûyê memika di mabêna sîngê kalîgewr û kefenê şil kin

oyî oyî oyî nemîn çav reşê…

DASTANA CEBELÎ

Erê go: Law şivano, law şivano serê min bi qurbano law law
ê law şivano navê min gul e, gulsîsin e
mîmanî takî rihanê î şitilandine
xerbî, xunav li ser e, av li bin e
ê law kulîkorbû hele balê xwe pêde memikên mim mîmanî gulên salê dipeqine
li deşta Helerewanê kes nemayî ji şivan û bêrîvanan giştika yar û dost girtine
law korbû ên ku bê yar mane bes ez û tu ne
ê law şivano mila xela bimîne bişewitê deşta Helerewanê binê beriyê Curnê Sor bi darqebe ne
law korbû sîngê min ji te re bûye xalîk ji xaliyê Êcem, dor bi nexş e, ortê gobek e, bin xurme ne
memikêd min ji te re mîna fîncanêd ferfûrî ne, serî zêr in, dor bi sîm in, kok meden e
ê de rabe vê sibê li deşta Helerewanê, li Curnê Sor ramûsanên mi keçikê li ber helba kinêrî rast germ in e
de rabe ji xwe re binir li deşta Helerewanê çiqas jivan û bêrîvan hene di ser min û te ra yar û dost girtine
ên bêçare mane li dawiyê, law şivano ez û tu ne
de lore, lore,lore,lore…
Lê anê ez ê bejin, balava xwe bidim ber çekedûzanê, xemlê û xêzê ye
ne mila, li hêlekê werê firefira mûm û şemedana, li hêlekê werê kutekuta dîbekê qehwê ye
ez ê bi şivanê xwe re rûnim û têkevim hal û hewadîsên dinê ye
lê anê ez ê li ser textê Dewrêşê axê, mîrê êlê heta bi dengê xocan û dîkên sibê Cebelî têkim kêfê ye
lê anê ji wê bi şûnda ez ê şivanê xwe li ser sîngê kalîgewr û zoyê memikan têxim xewa sibê ye
law, law, law, law, law.

DASTANA DILÎ

Xanima Omerîkê Hecî
dike û dilezîne

kaxetekê ji mîrê Beraza re dinivsîne

di nav hilma sîngê kalîgewr, zoyê memikan de digopilîne

dibê law mîro
te li alîkî
mi li alîkî

ez û te ve têketana hindirkî û xanîkî

me bi hev re serê xwe daniya ser balgîkî

em ê têketana meraqa dila, anca salekê û şeş meha, me xwe ji alîkî de bavêta alîkî

heta çerx û felek şên e xelkê narîn wê te bi cotê memika xwedîkî.

STRANA NOFÊ

Nofê hat û xwe li ba kir

guçilê şarê çar ta kir

orta memka xuya kir

heşê serê mi rakir

mala xorta xera kir

malam lawkî ava kir.

STRANA GULA ZER

Gula zer gerdenê zer

çi îş kir û ji heq hat der

sîngê te yî kalîgewr

qorê zêra berda ser

sîng wek berfa çayê gewir

siya zinêr yan da ser

Gulê here û gulê wer

ji dîlanê metê der

sîngê gulê buhar e

gul û gupik lê tên der

bûm perwane ez çûn ser

gavam gula xwe bîn kir

hilma memika hate der

ne tî ye misk û ember

ne miska Rom û Teter

li dinyayê seranser

qurban memkêd gilover

seri sor û bini zer

ji mi re bûn derd û keser

çûm tewafa sîngê wê, mi ji bîr dikir pêxember.

Gulê wele tu zanî

tu bi fîstanê becanî

te li xwe kir û dananî

çi digerê ser wî xanî

çiva dikî wî canî

destê xwe l min hilhanî

qurban biriyên kevanî

min dest avêt wî miltanî

di bin de memkêd mircanî

memikan mala mi danî

leylê leylê leylê wer.

DASTANA XANÊ

Lê lê xanê çemê Efrîn hat û bi qamûş û berdî

lê lê Xanê bi lûl û berdî

lê lê Xanê bi saz û berdî

ew sibe bû bide zû bû, mi tu li ber dî

erê êlkan û firqat rabû, ji kûraniya deşta Cûmê, ji Hemqê de, ji Bêlanko, ji çayê Gewr de bayê xerbî

ba û bahoz li taxim û sîng û berê te xist, pêre sîh û sê pişkovên sîngê te vebûn, min sîngê te yî kalîgewr dî

sîngê te bi sewdê xistim, mi bela xwe dî

lê bigir bigir, te pir can û camêr kuştin bi wî derdî.

KILAMA ZÎZÊ

Eba zîzê ji rês e

berdayî ser kirês e

qurban kirasê zîzê, cotê memika dalêse.

SITRANA FÊRO

De dem e de dem e Fêro dem e

kaniya Berkaşê rê di ber re derê bi kelem e

li navbera rohilhat û roava, ez bi kul û kedera canê te me

mi berê xwe da welatê xerîba, li mala bavê xwe te ne xem e

li, roja îdan û erefata ez î li cem te me

li germa havînê li çîreçîra kurmê temûzê, ez ê birîndar im xuya go ji memikê te diherikê, ji canî min re melhem e

Te li êtekê mi l êtekê
gavê mi berê xwe da welatê xerîba, tu yê zoyê memika mehfezekê

tu yê guliyan badê, di pê mi re biska şekê

gavê ez hatim tu yê bişkovê sîngê kalîgewr ji min re vekê

sîngê xwe ji mi re bi mase kê

alîkî ji mi re bi xewre kê

alîkî bi kufte kê

ji mi re di ber avê tirî re bi mize kê

Fêro go: De berde lawiko berde

havîn e bi kul û derd e

sîng û berê mi ji te re bûye tembûrek ji tembûrên Şêxê Kûrxelo bi, çardeh perd e

xwazî te perdek tenê ji sîng û berê mi zanîba
ji berê paşê de dibên jina çê ji mêrê xerap re
merez û kul û derd e.

DASTANA DEWRÊŞÊ EVDÎ

Payîz e xweş payîz e

bayê payîzê li nav biskên min dixê û vîzevîze

deşta Mêrdînê deştika dûz e

çayê Qereşdaxê çiyakî bilind e, xar û xûz e

tu êvarikê were mala bavê min karê min xezalê, bila ji eşîrên kîkan û mila, li ser bavê min nebin guman û ne îz e

sîng û berê Edûlê ji te re nebûye birinca Olexana Diyarbekirê, mi çêkiriye bi rûnê hîz e

ji êvara xwedê de heya beyana sibê, tu were bi cotê memikêd min bilîze

Ez ê Dewrêşê Ebdî lawikê Êzdî bi rêkim

ez ê berxê berî kozê dolê beranê Kosedaxê
jê re serî jêkim

rûnê Koçeran ez ê jê re lêkim

ji êvara xwedê de dewrêşê Ebdî, li ser destê xwe di xewê kim

lê rêketina sibê, eger mi dît mirûz î talî tirş e
ez ê cotê memika jê re pêşkêş kim

ey lo lo Delal…

Delalo were mala bavê min bi mêvanî

ez ê jerjê bikim berxê berê kozê kurê wî beranî

eger bavê min bibê kanî berxê berî kozê
ez ê bibêm şeva me reş bû, buhara me buhar bû, li dawiyê sibatê dinya sar bû, şivanê me xewar bû, gur î xedar bû, talozê şivên bi xwe re nanî

eger mi dî mirûzî talî tirû e
ez ê cotê memika ji Dewrêşê Ebdî re bikim beryanî.

DELAL

Ez ê delalî malê bi delal kim
dibêjin delalî xerîb e
ez ê Delêl ji xwe re bi malxwe û bi xwemal kim
ez ê lêvê xwe şekirî ji Delêl re bi cam û bi peyal kim
ez ê sîngê û bergê xwe î tiştîrî ji Delêl re bi text û bi rewal kim
ez ê biskê xwe ji Delêl re bi du yal kim
ez ê sê guliyan bi serê ruma Delêl xînim
ruma Delêl bi bisk û guliyên xwe bixemlînim
sê hevdan jê re di şapika meşleha zelal kim
bi Delalî xwe re siwar bim li Dêliholikî girgîn
bila di pîşa Delêl de ez bimirim
li hembera siwarê Ereb û Tirka, ez ê li kêlika kevirî xwe bi Delêl re bi hogir û heval kim
Delal dilê mi din e, sed carî sin e
ne polat e, ne jî kevanekî ji hêsin e
derdê mi yaxin e
mi dî sê konê li qerma Qereşdaxê vegirtine
yek jê konê Nayib axa yê zengî zêrî ye
yek jê konê bavê min e
yek jê konê Dewrêşê Ebdî, xwastekê canê min e
bila rojekê Dewrêşê Ebdî
daketa ser herdu memikêd min e
ne dibû hekîmek ji hekîmê luqman
dibû îlac û dermanê canê min e.

SITRANA ZEKIYÊ

Îşev berfê bariye
li ser memikêd farî ye
heyfa xeml û xêzê, kila li çava heliye.

PEYZOK YARÎ XEMÛŞÊ

Ey yar, yarî Xemê, yarî Xemûşê
li êteka çayê Kurmênc li ber geliya van newalan
bi ser mi da dihat şîneşînga zext bi xilxalan
gerden şemalan
dîm bi xalan
ez nikarim herim pîşê
law pîşa vê serbazê vê bagîrê vê çawîşê
tu ji mi ra dibû marîkî ji mariyê çayê Lêlûn vê sibê dixwînî li pilindirê rîşê
tu ji mi re dibû xezalek ji xezalan
derketî ji ber bûçaqê çemê Efrîn
ez li şopê digerim li nav hoşebê, qeram, lûlê û karûşê
tu ji mi ra bûye bêriyek ji bêriyên gundê Mabeta
gava keç û bûkên gundê Mabeta xwe didin ber xeml û xêzê, çekedûzanê
radikin helba kinêrî li danê sibê dadikevin ber kaniya Berbewîşê
erê sîng û berê te sipî ye mîna berfa çayê Feraşînê, Melezgirê û zozana Erdîşê
te lêvşekirê ji şekirê qemîşê, gerden ji şûşê
salî çûnî vê çaxî tu di mala bavê xwe de pedîperde bû, bi sîng û berê tiştîrî, îsal li ber serê te, tê teqîn û reqînê darê dergûşê.

KILAMA TOSIN

Serê mala bi bî ye
û xerbî bê bi kanî ye
Litfî ji wê de hatiye
bi fîstanê modelî ye
bi kemberê eynelî ye
bi tekdiranê zêrî ye
û sîng erdekî avî
min çand û kir pembî ye
pembû li xet ketiye
mi bir bajarê Helebê
ton bi hezar sedî ye
ristin kirin dezî ye
mi hanî çayê Kurmênc
û kir tentenê balgî ye.

KILAMA XECO

Yar Xeco mehrûm Xeco
sîngê Xeco bi dereco
ka dest mi de, em herin Reco
sîngê te bikime heco yar Xeco.

KILAMA DÎNÊ ZEKO

Zerka avê bi mene ke
di ser xwe re li xwedê seke
dergûşê li mi bi talde ke
devê min di memikêd xwe ke
vêdiliya li min meke.

DASTANA LAWKÊ XURISYANÎ

Lo lawiko
mila min tu bidiya li nav baxê Urmiyê
li nav gula û gupika
mi tu bidiya li dîlanên esmeran, zeriyan, û keçika
xwazî min tu nediya bi cilê eskerê
mi tu bidiya bi şal û şapika
tu ji mi re biba şitî û zebeşê deşta Diyarbekrê vê dendika
ez ê te dînim ser sîngê kalîgewr û ser memika
te dilê mi hênik bika
de pêda lawiko pêda
Lawikê Xurêsanî salik û şeş mehe ne, min wenda kirî çavêd mi mane di rê de
mi rakir teşiya Mûşê, mi dirêst û ez diçûm pê de
mi pirsa lawikê Xurêsanî kir go: lawikê Xurêsanê hezar û heftsed leşkerê xwe bela kirî di ferqê de
wê kê berê xwe bidê bi bajarê Misrê de
weke xewna mi dî lawikê Xurêsanê bi hezar û heftsed siwar hate bi ser obê de
istiyê mi bişkê pişkovê sîngê mi vebûn, çavê lawikê Xurêsanê li sîng û berê mi ket, wê çaxê kete ji ser espê de.

KILAMA DE DURME

De durme durme durme lê êmo
şala serê te bi surm e
rêşiyan gurm e, gurm e
bi ser mi de terx û cirm e
sîng sedef memik hulm e.

SITRANA GULÊ WEY NARÊ

Gul wey narê
Gulê wey narê
Gulê mi çavê belek xwarê
Gulê memkêd sêv û savarê
Gulê ava çeman şêrîn e
Gulê pelê dara hişîn e
Gulê memkêd qîza Cindî ne.

DASTANA MEYREMA MIHO BEGÊ

Lê de yar… yar …yar
yarî Meyro mi go te li girî tê û mi li girî tê…

rojikê ezî rûniştî bûm mi bala xwe da vê zîrkizîrka, darê me yê xênî tê

mi go hebe bayê berî baranê, rabûye tavek ji tavê pozê biharê hêdî tê…

ya mi go hebe ewîl û maxûlên Şerqiyan û Beraza
daketine deşta Sirûcê ji xwe re dilîzin bi cirîtê

ya mi go hebe berfa kubêsê li serî çiya diwerive dengê Feratê me yî jêrî tê

Feratê me rabûye li hêlîtê

di ortê re avê meyî tê

di ser re kef û kopikê sipî tê

di deştê re avê zelal lê bela dibê wek çigîtê…

wê çaxê ez derketim derve, min balê xwe da yê Meyrema Miho Beg, li ser zîrkezîrka qundira ji mihela me jêrî tê…

mi nizanî ji mala qêdî tê

nizanî ji mala miftî tê

nizanî ji mala bavê xwe yî gidî tê…

di linga de dengê kerîkê qundira zîvî tê

di dest de vê çeqepeqa gumpalekî(kinêrî) tê

sîng û berê Meyremê mîna textê kerewîtê

memikê vê zalimê weke tenê ermûtê…

law bi kirasekî melezî tê…

bi gerdenê xelawî tê

lêvê dilivîne, mîna qelemê derê ser divîtê…
wey de yar yar yar Meyro……..

Lê de yar…

lê lê Meyremê, mi go bak rabû ji serê çiyayê Gewr de

daketim deşta Sirûcê, lê Meyrema minê vinge vinge…

erê konê Meyremê dihejiya, wê çaxê Meyrema Miho Begê, radikir tomaqekî kinêrî, lêdixist nav çavê sing e

erê wê toqmaqê kinêrî, lêdikket li canga û ling e

De mi go : Ev roja sêşemê…

hêvarek ji hêvara çarşemê

ez ê bibim hekîmê vê Meyremê

Ebê li min bike, çi dermanî ez ê lê bikim çi melhemê

wê çaxê mi xwe da benda vê serxoş û sersemê

belê biskên xwe verişandin, ji bin şalê û ji bin herdemê…

law bisk û guliyên Meyrema Miho Begê erê ez nemînim, mîna mara şêx Mendel, li pêşa deriyê kela Helebê, erê wê çaxê mi balê xwe dayê, birî bijangên xwe kevanî ne

lê de yar… yar yar

Wê çaxê mi balê xwe danê
çavê reş û belek in mînanî morîk û mircanê
li nav pêlê qelzemê

qirika xwe mîna şîşî lewendê, erê xal û nîşanê lê hene, çênabin ne bi xam law ne bi qelemê

sîng û berê Meyrema Miho Begê, mîna xezîna Siltan Silêman e

ez neyî xoce me neyî imamî camiya me, neyî mile me ne cadûbaz im, law ez ê çû vekim bend û girikê kela Semê

erê tu jana birînê xwe didî, law xwêdana ser memikê vê zalimê…

de mîna bişrîneka berî berfê hûr e, weke xunavê sibê li ser pelê gulê, erê jan û xunava ser memikê Meyrema Miho Begê, hezar û heftsed car xweştir e. ji ava Zemzemê
ax de yar…yar yar
Meyro.

KILAMA MEDED EYŞÊ

Eyş xezalek ji beriyê rabû
siwar û sekman li pê belabû
Eyş girt û bi memika şabû
ax lê Eyşê meded Eyşê.

KILAMA  SENCA GULA

Erê yaman yaman yaman…
lê lê sanca gula
erê tu ji min re nedibû aşil û ordek û tu danişta, li ser bedena kela diyarbekrê û di sîngê te de zok sêvî heyamê
li gupika li şitila, mi go : Ez ê serê xwe dînim kêla kevirî, ne xelk û alemê kefenê xwe dişon bi ava zemzemê
tê kefenî min dînê ser sîngê kalîgewr û wan paşila
eger ez mirin tê di min werde kefenê şila

KILAMA TE LI BER ÇAYÊ

Kaniya çayê dixulxulê
li ser bû bejna aşilê
pir oflazê fodilê
nazikê çav bi kilê
qurban memikêd paşilê.

Zembîlfiroş

Zembîlfiroş lawkê gundiya
delalo tu lawkê gundiya
ez bi te dim cilêd cindiya
li te kim cilêd cindiya
wer misde memikêd hurmiya
xatûnê ez tobedar im
delalê ez tobedar im.

ÇERKEZÊ

Ax lê dînê Çerkezê
çiqas bi eşq û lezê
ber min tê û dibezê
cotê memika dihezê
ez xistime bi merezê.

GOVENDA KEÇIKAN

Çûm govenda keçika
li sîng û berê bêbava
bû xurxura morika
herku gopal lêdiket
memkan dida lotika.

SÎNEMÊ

Mi sînem dî li ber berxika
mi destik da ser gurmika
mi destik da nav memika
kela gul û gupika
xurinî ket morika
ez kuştim ji nav lawika
Sînemê lê Sînemê
delalê di bextî temê
şal berda ser herdemê
qurban bisk û pêrçemê

Di şevê nîvî şev de
ez geriyam dinya tevda
min Sînem dî di xew de
min sîng û berê wê tevda
bûm kabciyê Urfayê
hezar dirav mi bider da
derdê mi besê min bû
derdê yarê da bi ser da.

DELALÊ QÎZIKAN

Wey lo delal wey delal
mi delal kiro
lo mi tu bi şekirê Şamê, milebesê Helebê, bi sêvê heyamê, di taxim û sîng û berê xwe de law tu mezin kiro
li taliya umir te çû destê min berda, lo ji bîr kiro.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın