"Enter"a basıp içeriğe geçin

Destana Ûs û Ezîz – Mihemed Hemkoçer

loading...

Ji serpêhatiyên bajarê Kela Botanê Ji dengê hunermendê koçkirî ji Efrînê Ji kasêta Reşîdê Mem Çûçanê Serpêhatiyek ji civakê, ji hundirê malê û nakokiya jiyanê.. Ev babetek bi tevayî di şermiyê de qewimiye, di şaştiya mirovê ku bi teraz û mêzîna xwe û mirovantiyê nizane. Babetek ji babetên herî girîng û giran û bi şewat e… Beriya ez bidim hev, min pir liber xwe de ku ez pê rabim lê na! Di serê min de hin tişt in neqenc dihatin ser hev! Ew jî wek riswabnek ji bo dîrokê û serdarên me yên demekê li deverekê bûye, min pir da serhev û li xwe mat mam û ponjiyam, li dawiyê min dahev û paşê jî li lêkolînan dimîne, ca ya me baş kiriye an me şaş kiriye!

Ev jî eger şaş be ne şaştiya min e, û ger baş bû ji hemiyan re ye. Bi rastî jî li dawiyê dema min nivisand, ez pir pê êşiyam, jiber ku di rewşek pir bi jan de derbas dibe û astengiyek mezin bi serê du birakan tê ji sedema çewtiya Am û diya wan bi hev re û şikandina namûsa wan û kuştina Begê bêjêr û mêrê xatûnê û bavê du zarokên piçûk. Ev jî tevî ku babetek bi şerm e, ewqasî girîng û rast e jî, anku di jiyanê de piraniya dijmantiya mirov û xisimên hev ji hin çewtiyên wek vê tên û alozî mezin dibe û pirsgirêk dkevin malbetan û herwiha rik û kîn û şer jê peyda dibin û dirêj dike. Pir caran gelek tişt di dîrokê de qewimîne lê em nizanin! Dêmek rastiya wê negihîştiye me! An ji tirsan re, an ji şerman re yan jî ji feya ku mirov naxwaze qala wê bikê re! Helbet ev hemî jî di jiyana mirov de heye.

Di vê babetê de barekî namûs û rûmetê tê ser mila du zarokên piçûk û ta ew mezin dibin, li ber destê xelkê û hişyar dibin, radibin derin tola bavê xwe ji dêya xwe û apê xwe û xalê xwe vedidin! Heyf û mixabin wiha derbas dibe ev serpêhatî û weku di kilamê de diyar dibe gotina Bajarê kelê ye Kela Botanê, lê teqzkirina wê û bûyer û nav û dem û dîrokê ne diyar e ku min hinekî bi fehes qalê bikira! Ya baş em dikarin aqilekî xwe jê bigrin. Eger çi di warê civakî de, çi di warê zimên de û çi jî xwenasîna mirovantiya şaş û qencî û neqenciyê dawiya wan çi ye.

Ûs û Ezîz
Jêder: Reşîd Mem Çûçan
Danhev û lêkdan: Hemkoçer
Destpêk çêrok e..

Dibêjin: Li bajarê Kelê du birak hebûn, navê yekî ji wan Xalid Beg bû û yê din jî Îskan beg bû, Xalid beg serokê bajêr bûye, girêdan û berdana bajarê Kelê bi dest wî bûye, û Îskan beg jî di bin destê wî de bûye.

Ezîre xatûn jina Xalid begê bûye, lê şora xwe bi Îskan Begê re hebû û bi dizî bi Îskan begê re qul bû!
Rojekê bi dizî yî Xalid begê, Ezîre xatûn û Îskan begê ve, bi hev re ketin aliyê heramiyê, mûm û fener vêxistin, û bi hev re bûn yek!
Li hember qesra Xalid begê, mala Qudret xatûnê ye, Qudret xatûn jî keça Xalid beg ye lê ji jinek din bûye, Qudret xatûn, di meqamê nîvê şevê de dibîne li periya odê mûm û fener ê vêketî ne û bi xwe re dibêje: ma gelo çi kêf hatiye bav min, ta niha xewnekirine!?
Dilê wê jî şa dibe û radibe dere mala bavê xwe, dibêje: ez ê jî herim bi bavê xwe re şa bibim, min bîra wî kiriye û ji zûde neçûme.
Ca Qudret dema tê dighîne wir, wiha dibê (bi kilamê ).
Dibê: nema dilê mi dibê û dil dibê
Xwedê dînê dînenê mala Qudretê
Erê, şeva li nîvê şevê bal û zêna xwe didê

Qesra rengîn, aliyê heramiyê, meqamê bavê û dê
Dibîne mûm û fener ê perem perem derê û roniyê didê

loading...

Wextanî Qudreta narîn xwe di derec û nêrdewanan re berdidê
Xwe digîne ber qesra rengîn cem oda bavê

Hildikşe derê meqamê bavê û dê

Digîne ber deriyê odê

Derbas dike aliyê heramiyê

Wey mala bavê Îskan begê bişewitê, kes nebînê vê yekê!

Qudret xatûn bi çavêd xwe dibîne apê xwe yî bi jina bavê wê re dibîne kêf û zewqê
Wê çaxê Qudret çavê xwe diçêwirînê û rûyê xwe badidê

Dibê: xwedê tu vê zulmiyê gotir nekê

Diftilê derê û li zora wê pir tê

Ca were kînga sibekê bibe û ro kê li qudretê hilê?!

Heta here xeberê bidê bavê

Ne wê çaxê Ezîre xatûn bi Îskan begê re dibê

Hey mala te neketo Qudret xatûn keçeka bi namûs e, nikanê hilgirê vê yekê li dinê

Eger sibe veyê û rok derkeve ji mala xwedê

Ê herê xeberê bidê bavê

Û ê aşkere bibê ev yeka tu dikê

Wê çaxê Xalid beg ê min û teva bavê darê îdam û têlê, li bajarê Kelê

De rabe Îskan bego tu kê çawa bibîne rê û çarê?!

Rabe çêtirî bigrî diya me, mila bigrî diya xelkê

De rabe devê xwe bide tek ziqaq û çarşiyê!

Here veke dîkana Yawdiyê xeyberî ji min re bûne şeş giram ji axiyê

Ez ê bedena bûkinî bidim ber darê beden eynê

Ez ê qehweyê çêkim, dînim ser tepsiyê

Li berî limiya sibê ez ê rakim misînê avdasê

Ez ê herim bisekinim wê çaxê li benda Xalid begê

Ez ê bi dengekê ban Xalid begê bikim û bêjim: de rabe rabe Xaid begê mino, ez bi qurbano vê sibê serê xwe rake ji xewê

Hele bala xwe pêde ditê dengê xocan û feqiyan bi ser bajarê Kelê de tê

Nema ji te ra wext û mideta limiya sibê!

Wexta gi Xalid beg rabû ji tîr û tamarên xewê

Ez ê bervê herim û bêjimê: bûrin bûrin begê mino ji te re vê sibê, vê qehwê

Wextê gi fîncan rakir û bir ser lêvê

Û piştî ji dest min bibê û bi ser xwe dakê

Wê çaxê Erzayîlê Mewtê ê were canê wî bibê

Nesîbê Xalid begê wê çaxê ê here têkevê axa gornê

loading...

Law Îskan bego wê çaxê emr û fermanê bajarê Kelê ê têkeve bin destê min û te li darî dinê

Îskan begê ban kir û got:

Lê nabê nabê nabê êêêêê

Ezîre xatûn wena nabê

Mala te neketê ez nikanim bidim ti cabê!

Ez nikanim ji te re bînim şeş diram ji axiyê

Û tu têkê fîncana qehwê û bidî birayê min Xalid begê

Tema bajarê Kelê ê ji binda xerabibê û herê

Wey hawara xwada bê ez nikanim qutkim lingên xwe ji hestiyên kabê

Malê te xerabê dayîna biraka çetine ji bîr nabê

Ezîrê bang kir..

Law Îskan bego ez a baqil im, na ya dîn im

Law Îskano ez baqil im na ya dîn im

Bi bext û qirara xwedê be, ez nikanim dayêkên xelkê bikenînim

Û diya xwe jî bi ser xwe de bigrînim

Ez ê niha Xalid begê rakim ji xewa şêrîn û cil û kirasê xwe ji xwe dînim

Law law Îskan ez ê kinc û kiras û kiswetê xwe bidirînim

Ez ê te bikim riswayî alemê û bicerisînim

Ez ê bi Xalid begê re bêjim: û ilem bi destê xwe ez ê te bidarxînim

Û paşê ez ê herim li kêlek û bogira Xalid begê rûnim

De werin min û îskan beg û vê cersiyê..

Wê çaxê Îskan beg yanxar yanxar derê û dimeşê li çarşiyê

Disekinê li cem dîkan û mexez û cobelê

Ji xewê radikê Yawdiyê Xeyberî û şeş diram axî jê distînê û tînê

Didê Ezrîre xatûnê

Ezîre xatûn derê ber darê beden eynesê

Xwe dide ber xeml û xêza bûkinî û qehwê çêdikê û tînê

Dikê fîncana qehwê şeş diramên axiyê

Fîncanê radikê dîdinê ser tepsiyê

Ban Xalid begê dikê

Belê heta wê çaxê xulexila dengê xoce û feqiyan ê tê

Derê ber serê Xalid begê û dibê: de rabe law law Xalid Begê mino helalê canê mino rabe vê sibê, Xalid begê radike ji xewê

Ê de nema dilê min î dibê û dil dibê

Mala te ava bû hele bibîse dengê xoce û feqiyan î tê

Wextanî Xalid beg ji xewê radibê

Bal û zêna xwe didê Ezîre xatûnê ê xwe dayî ber xemlê

Bi bejna bûkinî ji lingan de heyanî bi porê serê wê

La la dibîne ê ê mîmanî çire û qendîlan di şeva reş da hiltê

Mîmanî mûm û şemedana devê camê û hicrê

Wê çaxê dilê Xalid begê radibê mîna pêla deriyê û dengizê

loading...

Delxak lê dixe yek ê derê yek ê tê

Xalid beg bal û zêna xwe didê

Dibê: lê hela minê lê lê helalê

Nema dilê min î li kulê û likule lê

Çima li morantiya sibê tu canê xwe yê şêrîn ezablemîş dikê?

Mala te neketê, tu çima li xwe diherimînê xewa sibê?!

Ma qeyne azaep û cariyan çibûne ji min re hûnin qehwa sibê û misînê avdasê

Wê çaxê Ezîre xatûnê go:

Law law law law law helalê min î li vê dinê

Ne mi bala xwe dayê xoce hikişiye ser minarê

Bandikê bi nvê xwedê û Mohemmed, dest bi selawata dikê

Ne mi bala xwe dayê bi zelaliya dengê xwe dest pê dike bi Hedîsê

Min bihîst î dibê: eger jinek li vê dinê xizmeta mêrê xwe bikê

Ê li wê dinê jî bibe helala mêrê xwe li cinnnetê

Loma ez ê tim li xwe biherimînim xewa limiya sibê

Ez ê ji helalî xwe re tim bikim hurmetê

Wê çaxê fîncanê dide dest Xalid begê

Dibê de bûrin de bûrin nema wext û mideta limiya sibê

Ezîre xatûn wê çaxê di ber dilê mêrê xwe re derê û tê

Dibê: Xalid begê mino, eger ecelê mera werê netê li vê dinê

Mila ceenim û cinneta jinan di bin lingên mêran da bê

Law begê mino, tu yê qûsûra min bidî bin lingan û li min biborê, min ji te re qehwa sibê çêkiriye di morantiyê

Min go: belkîm em wek berê hîn bûk û zave ne, ez herim bi Xalid begê xwe re tşkevim kêf û henek û mesgeriyê

Ji min e em di şeva yêmekê da ne, min got: ez herim tşkevim paş perdê!

Bi wan gotinan wextê bi Xêlid begê re derbas dikê û di ber dilê wî re derê û tê

Û dibê de bûrin bûrin ji dest min vexwe vê qehwê vê sibê

Serê min bi qurbano, tu yê qusûra min bidî binê cûzmê û qundirê

Ma qeyne derd vêketiye bi xizmeciyê! Bes min got: bes min xwe ji mêrê xwe re çêkim qehwê vê sibê

Belkîm li Heşer û Mehşerê ez û te ve têkevin qesr û qonaxa cinnetê!

Ne wê çaxê bi kefşn bihene, pêçiyên balîmanî, bi destê rastê fîncanê radikê û ber bi Xalid begê dibê

Erê wê çaxê taqim û sîng û berê gewr û beyaz ji Xalid begê vê xûya tê

Ji dest Ezîre xatûnê digre fîncana qehwê

Radike û dide ser dev û lêvê

Keso tu nebînî,Ezîre xatûn ji mêrê xwe re vediê rêya tirbê

Ne wê çaxa Xalid beg fîncana qehwê veduxwe û qehwe digîne gewriyê

Derbikê da duniya lê pîşa Xalid begê reş dibê

Ezîre xatûn di dilê xwe de dibê: de here de hereji te re vekiriye rê û yolaqa tirbê

Hawara xwedê bê Xalid beg li erdê top dibê û dirêj dibê wek topacê berfê

Çiqas di ser hev re diqulibê, tol dibê, derê û tê û li ber xwe didê û dêşê

Der werin min û Ezîre xatûnê..

Wê çaxê Ezîre xatûn digre bi çeplê Ûsê
Dibê: Ûsê mino de rabe, de rabe ji xewê, here bibîne bavê te xwe vir de wir da badide û diqulibînê û derê û tê!

Ez nizanim çi sanicî ketiye zikê wî û haqasa pê dêşê!

Rabe Ûsê minû bavê te î di sanciya mirinê de xwe virde wîda badidê

De here şalê li te helalkê êmekê heft sala li vê dinê

Wê çaxê Ûs ji ciyê xwe radibê û derê

Bal û zêna xwe dibê halê bavê

Di ser hevdu re duqulibê, top dibê û derê û tê

Dike weerweer û wîlwîl, axîn û qêrîn vêdikevê

Ûs disekinê li benda bavê

Dibê law bavo dilê min liyan e, dilê min î liyan e

Xêre di devê te de nagere dîl û ziman e?!

Bavo tu çima kût bûye ji kaban e?!

Serê min bi qurbano ji min re bike açiq û beyan e

Law law bavo ez dixwazim tu li min helal bikê êmekê te bi min re diye heft saln e

Wê çaxê Xalid begê go: Ûsê mino dilê min dibê û dil dibê

Ûsê mino binir li morantiya vê sibê

Dengê xoca dixulxulê yek î derê û yek î tê

Ûsê min temiya min li canê te bê

Eger tu dixwazê ez li te helal kim êmekê heft salan li vê dinê

Eger, Ûsê mino tu wek ewladekê çê bê û ji pişta bavê xwe bê

Tu yê di pê min re rakê hêfa bavê

Li wê dunyê li Heşer û Mehşerê

Li rowa Qiyametê

Serê min bi qurbano li ser pîvna teraz û mîzînê

Xwedê ê guneyê te af bikê li vê dinê û wê dinê

Wê çaxê Ezîre çûbû rake birayê Ûso, Ezîz ê êncsalî rake ji xewê

Bi çepilê wî jî digre radike û tînê

Dibê: Ezîzê mino rabe here bisekine li benda bavê

Mila li te helalkê êmekê te yê pêncsaliyê li vê dinê

Wexta Ezîz ji wêda va ditê

Dîl û ziman di devê Xalid begê de dişkê û nema digerrê

Ezîz got..

Bavo dilî mi liyan e, bavo dilê mi liyan e

Dayîna bavan giran û pir giran e

Bavo xêre di devê te da nagre dîl û ziman e?

Bavo çima tu kût bûye ji kab û ji kuliyan e?

Bavo ji min re bike açiq û beyan e

Tu kê li min helal kê êmekê xwe yê pênc salan e

Ne wê çaxa Ezîz dikê wê şorêXalid beg top dibe dirêj dibe li erdê

Destê xwe dikşîne ji qulp û dîrekê dinê

Serê xwe dîdinê û bêliv disekinê

Li pêşa herdu kurên xwe xatirê xwe dixwaze ji vê dinê

Bar dike û derê axa gornê û kêla kevirî, rê û yataqa mirinê

Law law law law law law law law

Erê dilê min liyan ye liyan liyan e

Sibe dibê li xelkê ummetê giştan e

Ro hiltê li ezman e

Şewqê dide serê sirtan û ser çiyan e

Wê çaxê mirina Xalid begê açiq dibe beyan e

Kesek di bajarê kelê de neman e

Hemî li ser Xalid begê kom bûne û civiyan e

Dibû xulexula xoce, feqî û aliman e

Li ser Xalid begê telqînê dikin û dixwînin ayet û hedîs û quran e

Belê çiqas xêrnexwaz hene weqa xêrxwaz jî hene li her deran e

Xelkê xêrxwaz radike tevir û bêran e

Devê xwe didin ser mezel û ser tirban e

Ji Xalid begê re tirbakê çêdikin, dikolin û didin dûzan e

Li ser Xalid begê xelk kom bûye û civiyan e

Ji pîşê Îskan begê û Ezîre xatûnê radikin leşê miriyan e

Li pêşa Ûs û Ezîz û Qudretê derin dibin ser tirban e

Erê canê Xalid begê dikin bin axa gornan e

Bi ser dikin axa sar bi bostikê, du sê bostan e!

Der werin binirin birano.. li halê Îskan begê û Ezîre xatûnê û Qudretê û herdo biran e..

Wê çaxê xelk î kom bûye li pîşa wan e

Êkê xweş bikin serê wan tevan e

Ne hawara xweê bê, xelk î dinirê li meclîsa giran e

Xûya nabin ji îavên cimetê ji ti kesan ve Ezîre xatûn û Îskan beg apê herdû biran e!

Wê çaxê xelk û alem vedigerin malan e

Îskan begû Ezîrê jî derin dikevin paş koz û perdan e

Dikin henek û mesqeriyê bûk û zavan e

Ne wê çaxê dibe açiq û beyan e

Xelkê got: mirina Xalid begê bi destê wan herduwan e

Î ne perda xwedê vekiriye li ban e

Her kes di dilê xwe de ji Îskan begê radike qehrek giran e

De werin min û Îskan begê, radibe hukum dike li bajarê Kela Botan e

Li îûna birayê xwe Xalid begê rûdine, dibe mîr û sultan e

Berdan û girêdana bajarê Kelê ket bin destê Îskan begê û bi destê wî ferman e

Erê mala bavê Îskan begê bişewite çi anî serê herdu şêran e

Ûs û Ezîz dibin sêwiyên ber destê Îskan begê û ezîre xatûnê ne bi rojan û ne bi hehan û salan e!

Ezîre xatûnê got:

Law law Îskan bego dilê min dibê û dil dibê

Kuleka ji kula leklekê li dilî min tê

Xwedêyo (Ellah) tu were min û Ûs û Eîzê biçûk, ê elimîne bi mirina bavê û qet jibîr nakin wê yekê

Kîjan ra bê ê rabin min û te va bidin darê îdam û têlê

Ê li me rakin hêfa bavê

Law Îskan bego tu bibîn li serê vana rê û çarê

Ne wê çaxê Îskan begê gotina Ezîrê bîst û hiş û aqil di serê wî da neman e

Radibê dielimînê xizmeciyan e

Erê xizmecî li bin kerkê Ezîz û Ûsê dixînin bi sîlan e

Her gi sşlakê lêdixin, li ser rûyên wan bêli dikê şûna pênc pîçan e

Dibê wîrewîra Ezîz û Ûsê li pîşa xizmecî û bêsleman e

Dadikevin, devê xwe didin devê (tewrîdê) çatan û ziqaqan e

Ne herdu çêlikên şêran rê li pêşa wana winda ne

Erê Ezîz î xeşîm e lê Ûs î bilyan e

Ûsê bankir go: law keko Ezîz dilî mi dibê û dil dibê ê ê ê ê

Serî mi bi qurbano keko ez nianim bibim rê

De were em herin cem xûşka xwe Qudretê

Qudreta narîn dibîne bala xwe didê rê

Dibîne herdu birayên wê daketin digerin li rê

Wê çaxê Qudreta narîn xwe berdide di nêrdewan û derecê

Bi lez û bez ber herdu birayên xwe tê

Digrê bi destê Ezîz û Ûsê

Hildikşin li qesra rengîn û rûdinin li periya odê

Xizmetê wana dikê wekê bavê

Erê çêlkên şêran yaşemîş dibin li cem Qudretê

Erê wext û zeman, dem û dewran diqulibin zemanek derê yek î tê

Ne rojkê çavê Ezîrê lêdikevê li Ezîz û Ûsê

Derê cem Îskan begê û dibê law bego dilî mi liyan hiş û aqil di serê min da neman e

Hey malxerabo, bedenşewitiyo bû li nav bajarê Kelê bûye beyan e

Rast e Ezîz î piçûk e lê Ûs î bilyan e

Tu nizanê Ûs û Ezîz ê li cem Qudreta narîn dijiyan e!

Çêrok..

De piştî Îskan begê Ûs û Ezîz êşandin û li ber destê xizmeciyan dikulandin û rezîl dikirin, rabûn ji mal qewitandin û derketi çûn cem xaka xwe Qudret xatûnê.

Qudretê jî xizmetekî rind li wan dikir û lê dinirî, de ji nişkava Ezîrê dîn û bi Îskan begê re got: hey mal neketo, min bi te re negot: çareyekê ji van ra bibîn, te çû ew qewitandin û ew jî çûne cem Qudretê, ma tu nizanê Qudretê wan li me bilelimîne û ê şoran li pîşê bikê û meselê mezin bikê û serê wan tiji bikê, tema bi ser me de hat û bi îavên xwe em dîtin, rab e rabe, tu kê çi çarê ji van re bibîne rab naka bibîn, ev jibîr nakin û roj b roj mezin dibin û dielimin dersan û helbet wek e zanim ev xwîna bavê xwe li erdê nêlin û jibîr nakin, (çêlkên şêran nabin ên roviyan), tu nizanê siba gi mezin bûn ê hêfa bavê xwe li me vedin.

Îskan begê rabû ew ji niva vegerandin cem xwe mal û ji niva xizmecî û bêsleman lê elimandin û bi sîla bi van ketin û didin azara wek êsîran.

Vêca dîsa Ûs û Ezîz bi devê tewrîd û ziqaqên çarşiya bajarê Kela Botanê ketin, pêxas û sîfî, dîl û perîşan, lê cara bi xwas li mal pêl hundir nenabûn!

Piştî bi devê tecwîd û ziqaqa ketin û sêwî man, xelkê ji bo xatirê bavê wan Xalid begê qêmetek didan wan û lê diniriyan, heta tu dibê, her yekî bi tiştekî vê re hari dikir, yekî nan dida, yekî av dida yekî bi kinc dikirin, daqim lê dikirin, yekî cûzme jş re dikiriyan, bi wî tonî nehêştin mihtacî tiştekî bibin.

De rokê, Ezîrê xizmecî kom kirin û şkê herin hemamê, bi derketin û bi rê ve derin hemamê, bi rêve li çarşiyê, ji nişkava çavên wan û Ezîrê li Ezîz û Ûsê ketin, bala xwe dani, sekirin Ûs û Ezîz ê di kêfa xwedê dane!

Bi xwe re dibê: wex hev çi ye?! Rûê van î geş, beden pak, hîn ji cem me bi qêmettirin!

Wê çaxê Ezîre li rê filtilî û vegeriya cem îskan begê, bi Îskan begê re got: hey malşewitiyo, ti nizanê tu çi dikî!? Tu ji yekê dikî dudu û ji dudiyan dikî sisê, hele here binir li kurêd Xalid begê, li nav bajarê Kelê, xelk î xizmetekî li wan dikê û ji min û te bi kêftirine.

Îskan begê got: ma Ez ço ikim tu dibê?

Ez nizanim, min bi te re got: çarakê li van bike û me vehesîne!

Îskan begê fermanek bi derxist û li nav bajarê Kelê bela kir û tê de gotiye: Eger yek nanekê bide Ûs û Ezîz, yan qundirakê ji wan yekî re bikire, ya avekê bi wan de, yan bihewîne û qêmetekê bi yekî de, dara xaçê li wan sekiniye û ez ê wan bidim darê îdamê.

Piştî ew fermana ji Îskan begê de derket, Ûs û Ezîz ber kê diçûn bi sîlan diçerpandin wan, çêlkên şêran li çarşiya bajarê Kelê tî û birçî, pêxwas û tazî diman, ne kes wan dihewîne û ne jîti kes wîre tiştekî bide wan.

Di rojek ji rokên çêlê zivisatanê, miha zemherîrê, barab û berf û ba ye, di serma di sê roj û sê şevan da, Ûs û Ezîz çêlkên şêran, tî birçî mane, xwe dan e quncekî û bi ser hev da isti xar kirine.

Heta wê çacê Ûs î heft salî bûye û Ezîz jî ketiye pîyêncan.

Şev qulibî bû nîvê şevê, bakî kur rabûye, sermak tê, dunya zivistan e, Ûs û Ezîz ji serma ra ê xwe di quncikekî de qufilndine hev û melûl, ji nêza ra, ji tirsa ra, ji serma ra, ji qeher û şewitiyan ra û ji sêwîtiyê re bêşare mane, ji serma zivistanê û şeva dirêj û ji biçiyan ne xew tê ne sebir, de Ezîz î bi erdê ve zeliqiye û bi ban Ûsê dikê..

Dibê dilî mi liyan e liyan e

Ezîz go: Ûso keko dilê min î liyan e liyan e li yan e

Kula min kuleka giran e

Di hundirê zikê min da şax bi xwe da berdan e

Law keko hêl û hundira min neman e

Kab û kuliyên min li min şikiyan e

Erê Ezîz ban dikê dibê: keko naaaaaan

Keko nan, hêl û hundira min neman

Keko kab û kulî li min şikiyan

Wê çaxê Ezîz derê erdê bi gez û rûyan, bi dev û rûyan

Ne Ûsê got: keko serî mi bi qurban

Law Ezîz bisebir li ber sebra xwedê rebê alemê

Law Ezîz keko hindik ma xoce derkevin serê minar û Feqî bixwînin Qiranê

Tu bisebir xulexula dengê xoce û azanê

Keko bisebir, mila ro hilê li ezmana û bidê serê çiyan e

Bila bajarî Kelê vebê, em dakevin çarşiyan û sûkane

Em ê herin mala teresê xalê

Şalê ez ji te re ji wî bistînim pariyê nanê

Erê nema dilî mi li kul e û li kule lêyî

Wê çaxê sebr û dîşliq li ser Ezîz namînêyî

Qiçikekî pêncsalî ye sebir nêyî

Berbera Ezîz tê di ber ra hêstirên xwînî tolî tolî berdidê yî

Ne wê çaxê agir bi dilê Ûsê dikevê yî

Wê çaxê Ûs bi pêşa Ezîz dikevê û derê yî

Wexta gi bîstin xulexula dengê xocan li camiyê yî

Dixwînin Tecwîda quranê li miya sibê yî

Dikşînin ismê xwedê û dikin selewat û selê yî

Wext ketiye li mideta limiya sibê yî

Roniya rojê hîn tîrêjên xwe venedane dinê yî

Wê çaxê Ûs bala xwe didê teresê xalê yî

Rakiriye misînê avdasê li pîşa malê yî

Ne gi çaxa çavên teresê xalê li Ûsê dikevê yî

Bi şûn da vedigerê û derê yî

Zanê gi birçî ye hawara xwedê yî

Derê radikê selek û sepetê yî

Dibînê nanek hişk ê tê da ji heft rojan de mayî jê re tînê û tê yî

Dibê: herin ji vir mila kes we nebînê li pîşê îşkê dibistanê û qapiyê odê yî

Wê çaxê Ezîz dibînê gi Ûs bi dest xwe dikê wê nanê yî

Nên dike nav dirana nikanê ges bikê wê nanê yî

Wê çaxê Ûs dibêje: ev jî birakê wê Tolê yî, diya me Ezîre xatûnê yî

Wîjdan vê re tune ye zzikê wî nizanê rihma xwedê yî

Wê çaxê digre bi wê nanê yî

Di ser devê xalê de lêdixê yî

Dibê mi di tirba bavê teno ma qey ne tu jî birayê wê tala me ya dê yî

De werin bibînin zalimê xalê yî

Bi yaq û pêsîa Ûsê digrê yî

Gêr dikê erdê û bi cûzmê qundirê lêdixê yî

Ne wê çaxê dengê Ûsê bi dest zalimê xalê de tê yî

Erê lêdixê û derek sax li canê Ûsê sax nêlê yî

Li devê sûk badistanê berbera Ûs û Ezîz va tê yî

Wê çaxê Ûs bi Ezîz re dibê keko rizqê me nama li bajarê Kelê

Hele bisebir li ber sebra rebê alemê mila hile periya royê ji mala xwedê yî

Mila tîrêjên rowê vedin li ser bajarê Kelê

Em ê devê xwe bidin qapiyê Kelê yî

Em ê ji Kelê derkevin devê xwe bidin çol û kêrbelê yî

Erê çiqasî li ber Ezîz digerê û wî hêdî dikê

Ezîz î biçûk e sebr û dîşliqa wî nê

Wê çaxê bang Ûsê dikê û dibê:

Ûso keko dilî mi liyan e

Law keko dilê mi liyan e

Ûso bira hal û miqdera mi nemane

Tu dibînî kab û kuliyên mi şikiyan e

Dîsa dibê: Ûso keko naaaaaaaan law keko nan

Îro kurên Xalid begê çêlkên şêran e

Bûne sazbend û filtîne nav bajarê Kela Botan e

Ji wan re nan û neemet nemane

Wê çaxê devê xwe dan ber deriyê Kela Botan e

 

Sekinîne, kîçaq dergeh vebe, êkê derkevin herin çol û kêrbelan e

Ûs û Ezîz bi wî awayî, heta bi şifaqa xwedê li ber dergehê Kelê sekinîn, li benda Asto ne ku rabe û dergeh li wan veke ta ku derkevin û herin.

Rowê da ser bajarê Kelê û Asto ji xew rabû û dergeh vekir û Ûs û Ezîz ji Kelê biderketin çûn, li vir li wir bi çol û bêlan û kêrbelê diketin, pir neçû ê li çolê dor xwe dinirin, dîtin şivanek, î pezekî ew dikê û xwe lêgirtin û çûn ba wî şivanî.

Gihîştin cem şivên, silav danê, silav lê vegerand û di ci de ji wan pirsiya.. hûn kî ne, çi kes in, kurên kê ne, ji kuderê ne, êla we kiye, li vi çi digerin!? Şivan mat ma û ji wan pirs dike

Ûsê got: Berî her tiştî eger pariyek nan, an qatiq in di seena te da heye, xêra xwe em ê ji nêzan ra dimirin!

Di ci de, şivan li ber wan ket, rihmek ket zik û bezî çiqina xwe ya tay,nê anî hat dîna pîşê û bi hev re xwarin. Piştî rûvikên xwe nerm bûn, hinekî aqil bi sêri hatin, şivên dîse pirs kir..
Ûsê got: em nizanin em kî ne, ji ku ne, bavê me kî ye, ji çi êlê ne, û kuva diçin! Em winda ne û nizanin çi hatiye serê, ti kesî me tune ye!.

Îivên got: nexwe eger hûn sêwî ne, ez ê we bibim cem mîrê xwe, xudayê vî keriyê pêz, ew jî bêzarok e û ger hûn razî ne ez ê we bibim cem bila li we binire?!
gotinek ji vir yek ji wir, şivên ew mijûl kirin û bi xwe jî mijûl dibû lê belê pir liber wan ket û ta êvarî wexta çûndina şivên a malê temam bû, şivên ew bi xwe re birin.

Dema gîşt mal, yekser çû pez kiri mexelê û teslîm bêrîvanan kir û bi destê Ûs û Ezîz girt û birin cem mîrê xwe û mesela wan ji mîr re xeber da ( dibên Mîr î Ereb bûye)!

Dema mîr ji şivên çêroka wan bihîst û li wan nirî, dît ku tu xof nakê du caran li wan binirê, çendî şêrîn û camêr in, tu kê bê du perçe rowê li erdê ketine û ji ezmên de li bin konê wî sekinî ne!

Du qiçik delal û cemêr, rûgeş û biedem û terbiya ne her ne weri.

Di eynî wextê de jî Mîr bi xwe fikiriya û li ber xwe ket! Jiber ku tim dixwast xwedê lawekî bide wî û nedayê, tim dixwast lawekî xwe hebe û di pê re dest û nav û milkê wî rake lê nebûye nesîb.

Mîr dîsa ji şivên pirs kir, ev kî ne?
şivên got: nizam mîrê min, min çi ji wan pirsî, tim gotin em nizanin!

Mîr li zarokan vegerand û got: binêrin zarokino, ez xudanê pênc hear mal im û zarokên min tune ne, eger hûn hez dikin li ba min bin wek du law min bêjin erê yan na, ez ê derdê we bikşînim?
Ûsê got: Belê ezbenî çima na, eger tu me qebûl dikî wek du law xwe em jî razî ne helbet.

Vêca bi wexta dûr e û nêzîk e bi gotinan, Ûs û Ezîz li cem mîrê ereba mezin dibin û wek du lawik wî, bi qedr qêmet pak delal, ne here ne weri.

Demek derê yek tê û mîr dibe mîrekî din, pir bi kêf dibe û şa dibe ku du lawik xwe hene û hêdî hêdî ê mezin dibin û baqil û jîr û zana, wext zemnek derê û Ûs û Ezîz dibin hefdehsalî û panizdehsalî.

Mîr radibe peyakî bi pîşa wan dixe û dibê: here taqim û hidûdê min li qiçkên min mîne, bila her tiştê min baş bizanibin, çûnkê divê di pê min re ew serdariya vê êlê bikin kurên min in û wexta wan e.

Vêca piştî her tiştê mîr zanîn û li êlê û mal û milkê mîr miqate bûn ji mîr rindtir, mîr jî qem û qisaweta wî nema û dilê xwe rihet kir ku kurên wî hene şûna wî bigirin.

Rojekê Ûs û Ezîz bi hev re derketin ser mal û milkê bavê xwe, ê li wir di nav re li ser sînorên wî digerin, dîtin ji dûr ve kewranekî dere, û rabûn xwe berdan pîşa kewranciyan.

Dema kewrancî gîştin cem Ûsê û Ezîzî ji wan pirs kir, hûn kuva derin?
Kewraanciyan gotin: Em derin bajarê Kelê

Gava Ûsê ew şora bîst, tamar li sêri rabûn, û li Ezîz nirî û got: rê li pîşa me tune ye ji bilî em bi van kewranciyanaan re herin Kelê.

Rabûn vegeriyan hatin mal, bezîn destê bav û diya xwe û li ber wan geriyan, aman xwe kirinê, aman bavo, eman dayê ji kerema xwe me af bikin, êmakê xwe li me helal bikin, em tên dest lingên we qusûra me af bikin, em kê ji vir herin.

Mîr li wan ecêb ma û jina mîr li ber geriyan, we xêre kurên min, ma çi bû, çi nebû, hûn kî ne, ji ku ne, me hûn mezin kirine hûn lawikên me ne, ma me ti kêmasî bi we re kirine, hûn ji çi qehriyane !?!?

Ji me re bêjin: çima hûnê me berdin herin?!

Ûsê got: qusûrek çi ye, we bi me nekiriye. Bes êmakê xwe li me helal bikin, merem hûn dibêjin: zarok şêrîn in, her wiha dê bavê jî şîrîn in, em jî bi dê bav û xudan in, em kê herin welatê xwe, me rê yolaq windakiribûn û bi serê me hat em di cem te re bi derketin û em êmakê te bi me kiriye ji bîr nakin.

Mîr got: Hûn kî ne?
Ûsê got: Em kurên Xalid begê xudanê bajarê Kelê ne, bavê me hat kuştin û em sêwî man, niha jî wext hat em herin hêfa bavê xwe rakin.

Mîr got: Ê baş e hûn çiqas zexêre quwat sîleh peya diwazin bibin
Ûsê got: em tiştekî nabin, em ê bi xwe ji heq derkevin ê te bi me kiriye bes e te em mezn kirin.

Mîr rê li wan nedî,  êmakê xwe lê helal kir û xecliq in da wan û got: xwedê bi we re be.

Ûs û Ezîz çûn destên bav û diya xwe û xatirê xwe xweston » derketin, çûn ketin pey şopa kewranciyan û çûn.

Li vir li wir, dûr nêzîk, kewrancû nêzîkiyê li hindûdê Kelê dikin û Ûs û Ezîz jî ji dûr ve wan dipên, bê yî ku haya wan jê hebe, êvar li wan datê û kewranciyan barê xwe dînan, dewarê xwe êm kirin û avdan, kirin mexel û vehesê û nanî xwe xwarin û ketin xewê.

Ûsê got: Ezîz li vir be, ez herim bi dizîka daqimek kinc ji te re ji wan bidizim, Ûs çû bi dizîka daqimek ji xwe re yek ji wî re û her yekî çi pê gerek bû rakir û hanî hat.

Dêmek Ûs û Ezîz herdik bi hesp û şûr bûn û lê siwar bûn û ji wan qetiyan çûn bi hafa bajarê Kelê ketin, li wir li ber destê sibê, li derî bajarê Kelê, li nav hirş û daristanê rastî kalekî navsal î ketî hatin, kab û kulî ê lêşikî ne, mirûzî miriya bi ser ketiye, jê pirsiyan tu kî yî?
li vir çi dikî bi tena xwe, çima tu wiha bûyî cilên te qetyay halê te ne ti hal e!?
Kalê lê vegernd û got:amaaan kurên min, ez çi bêjim we! Ez azepê Xalid begê bûm, Îskan begê birayê wî û Ezîre xatûnê jina wî Xalid beg kuştin û du lawik wî hebûn Ûsib û Ezîz ji vir sêser kirin û kes nizane ew kuva qeyb kirin û çi anîn serê wan! Ca piştî kurên Xalid begê binfîs kirin, ma ne rind e gi halê min hana maye ez hîne heme!

Ûs û Ezîz li ber kalê ketin û bi gotinên wî êşiyan û anîn bîra xwe.

Ûsê got: de baş e, ew herdu kurên tu li ser wan ding dikî em in, ez Ûsib im û ev jî birayê min Ezîz e

Kal di wan fikiriya û dît rast benzê Xalid begê li wan heye, xwe çekir ser wan û bi ser hev dan girî.

Piştî li hal demê hevdu pirsiyan û ji hevdu baş fehmkirin, Ûsê got: tu here bajêr silav û saxiya me bighîne xûşka me Qudret narînê û bêje bila ew qêmeta te zanibe û te bi cil û kinc û xwarin bike û ji me re jî eger me tiştek xwest xeberekê bîne
Kalê got: çi ye?
Ûsê got: tu yê hereê werê ji me ra rêka têketina bajarê Kelê hewaldê bi çi tonî em ê têkevin.

Kalê got: ketina bajêr pir zehmet e, her kesek nikanê rê li Estoyê zalim bibîne gi vê ê wî têkevê Kelê

Ûsê got: Tu here vê xeberê bibe ji Qudret xatûnê re û tu û wê vê meselê ji me re çareser bikin.

Kal rabû û bi kêf û eşiq xwe hilgirt çû mala Qudret xatûnê, wexta gîşt ber nêrdewanên mala Qudret xatûnê bi dengekî bang kir, lê belê Qudret narîn jî hal nemaye, çav rind nabînîn qasî dagiriye, bi şev û roj li ser Ûsê û Ezîz va distirê û dilorîne û pir bîriya wan kiriye û omidiya xwe kok ji herdu birayan birrî ye!

Dema kalê bi dengekî bng kiriye: Qudretê got: te xêre kiye?

Kalê got: lê hele were were min î mizgînek ji te re haniye

Qudretç got: ma çi mizgîn e! Ma qey tu yê mizgîna xwebûn û hatina Ûs û Ezîz bidî min!?
Kalê got: Yanê gi min mizgîna Ûs û Ezîz haniye ji te re pir e!!!

Qudret narîn veciniqiya û bi xwe re got: wellehî şorek ê di bin zimanê vî de heye! cara nehatiye!

Rabû ber kalê ecele hat û got: te go: çi?

Kalê got: Min Ûs û Ezîz dîtin. Silavên xwe ji te re hene û gotin: bila xizmet te bike, te bi cil û xwarin bike û rêka ketina bajêr bi wan gerek e gi ço têkevin

Qudretê kal bi cil kirin, xercliq dayê, pak delal û got: Tu ê here bi birayên min re bibêje: Ne siba du siba, lawê Îskan begê, êkê ji Kelê derkevê here ji xwe re xwazgênciyekê, eger di wê şevê de çare li Estoyê dergevan dîtin ê têkevin, na na gi nikanîn wê şevê çetin dibê.

Kalê xwe hilgirt û darêkir û çû cem Ûs û Ezîz û got: silavê Qudret narînê ji we re hene û dibê: ne siba du siba Oso lawê Îskan begê êkê derkevê dervayî bajarî Kelê ji xwe re yek ê dîye, êkê here xwazgêncî, bila werin li ber dergeh li ber Esto bigerin û bêjin: Em kes in fiqare ne, em ê hatinê ji xwa re xercliqikî ji zêve bixwazin, ji bilî vê rê tune ne gi Esto dergehê Kelê li kesî vekê.

 

Û li vir Ûs kê li ber dergehê kelê, li ber Esto bigere gi derî veke..

Stiran..

 

De were min û herdû çêlikên şêran e

Siwarbûne li pişta hesp û nejdan e

Bi dest wan da şûr û qelqan û darên ruman e

Du qekê derin ji malên mêran e

Daketine ber qapiyê Kela Botan e

Ûsê bang kir û go:

Esto dilî mi liyan e

Esto serê mi bi qurbano, dilî mi liyan e

De tu serê xwe rake ji yataq û nivîn û ciyan e

De veke deriyê Kelê bi şîş û mendelan e

Law Esto em in siwar in, siwarên Reşiyan e

Rabe li me veke deriyê Kela Botan e

Law Esto em ê têne ji qelengê Oso kurê Îskan e

Tu rabe bişkîne şîş û mendelan e

Em ê hatine cem kurê Îskan begê

Mala te neketo em kê herin ji wî bixwazin baxşîşê

Belkî baxşîşekê bi medê, xêr û sewaba te jî têkevê

Wê çaxê Esto serê xwe radikê ji nivîn û ciyan e

Go: law mala we neketo hûn dibêjin: em siwarên Reşiyan e

Ez çiqas gul we dinim, ez dengê we nas nakim, hûn ne siwarên Reşiyan e!

De bisekinin li ber qapiyê Kelê

Heyanî ro hiltê li mala xwedê

Û xûya dke belekê berfê

Ez serê xwe ranakim ji nivîn û yataq û ciyan û ez venakim şîş û mendelê

Wexta ku periya rowê hilê ji mala xwedê

Ez ê bişkînim şî û mendelê

Li we vekim qapiyê Kelê

Wê çaxê hûnê têkevin û herin cem kurê Îskan begê

Erê çiqas Ûs li ber xwe didê, Esto yê zalim nayê rê

Dibê Esto qurban dilî min liyan e liyan e

Law Esto qurban kirin a biçûkan ne a mezinan e

Tu rabe qusûra me bide bin cûzmê û qundiran e

Law Esto em siwar in siwarên Reşiyan e

Li pîşa heval û dostan tu me neke xicil û poşman e

Law law Esto tu bitirs ji xwedayê ezman e

Law Esto em siwarên Reşiyan e

Law Esto kesek nizane!

Wextanî periyê rowê hilê em ê têkevin Kelê û herin qesra giran e

Hey malneketo biskin li qirrê rebî alemê û li sûsê cûz qiran e

Em ê herin ji Osê bistînin xercliqekî û bi tedin perekî dudiyan e

Esto got: ez nakim û nalezînim

Ez serê xwe ji yataq û nivînan hilnînim

Omîd mekin ez şîş û mendelan bişkînim

Ez rêya dara xaçê bi destê xwe ji xwe re çênakim û tirba xwe bi xwe nakolim û xwe bi darnaxînim

Ûsê go:

Law Esto dem e de dem e

Te di dilê min de hişk kir gulerdem e

Hele balê xwe pêde gurz bi gurz gul û sîsinan xwe dane cem e

Serê min bi qurbano dergeh veke ez  im toza bin lingên te me

Tu rabe bişkîn şîş û mendelê

Li me veke deriyê bajarê Kelê

Bi sûnd û qirra rebê alemê

Eger tu veke û em herin periya odê

Û Os bidê me xercliqê

Wê çaxê mila nîv ê me be û nîv jî yê te bê

Li heşer û mehşerê li wê dinê mila xêr guniyê te jî li istê me bê

Bes mila hatina me li heval û dostan beyan nebê

Malê te neketo tu îro li me veke û mila carek din jî li me tobe heram bê

Esto got: ez baqil im ez ne dîn im

Omîd mekin ez serê xwe ji yataq û ciyan rakim û hilînim

Ez ji we re şîş û mendelan naşkînim

Ez venakim ji we re deriyê kelê gergerokê mizgînê bi begê gînim

Mila sibe veyê ez ê ji we ra vekim deriyê Kelê

Ez ê we naskim gi hûn siwarê Reşiyan e û herin cem begê

Hûnê peşê baxşîşa xwe bistînin ji Oso li rûyê dinê

Wê çaxê Ûsê got: esto dilê mi liyan liyan e

Hele balê xwe pêde derw ê digerê û dewran e

Malê xwe neketo çerxa felekê digerê û dewr ê tê ser me hemiyan e

Esto kesek bi me nahese û kes nizane

Malê te neketo mal û mewalê dinê fodil e li derê han e

Dunya ji kesan re namîne di vê dem û dewran e

Kesek bi xwe ra nabê kêla kevirî û axa gurnan e

Law esto li pêşa siwarên reşiyan min meke xicil û poşman e

Mila em li pîşa heval û hogiran nebin xicil û poşman e

Law Esto serê min bi qurban serê te bê

Bi sûnd û qirara rebê alemê

Tu rabe veke qapiyê Kelê

Dandina mizgînê mila li me heram û tobe bê

Eger oso çi da me mila li me heram bê ew giştik ê te bê

Erê dilî mi dibê û dil dibê

Wextanî gi Ûs dikê wê şorê

Wê çaxê Estoyê gawir hêdî hêdî tê rê

Radibê û tê disekinê li ber qapiyê Kelê

Destê xwe davê şîş û mendelê

Dikşîne û vedikê qapiê Kelê

Qirara gi qirar kiriye Ûsê go: Esto mila webê mila webê

Omid meke gi Ûsib li gotina xwe poşman bibê

Qirara min bi te ra qirar kiriye mila webê

Derdixê şilfê darê rumê ji qinê

Dibê xwedê rebê alamê xudanê erd û ezmên û vê dinê

Dibê de di ber ra Esto de di ber ra

Qirara min qirar kiriye bi te ra

Ha ha bigir vê rumê Esto di canê te ra

Wê çaxê Ûs li ber xwedê digerê

Dibê xwedê tu qusûra min biborê

Radikê darê rumê û di serê esto da datînê

Û ber bi axreta kera va Esto dişînê

Ezîz wê çaxê şîş û mendelan lê qapiyê Kelê dixînê

Çêrok..
Piştî Ûsê Esto kuşt, bi birayê xwe re got: tu li vir dergehê Kelê bipê, ez ê jî herim mala xalo, xatirê wî rakim.

Di eynî dema zemanekî gi ew ji mal qewtandiye, di bibanga sibê de, Ûs gîşt cem mala xalê, dît gi xalê xwe î di nêrdewanan re xwe berdide, misînê avdasê rakiriye, dema jê nêzîk bû û çavê xalê li wî ketin, di ci de ber wî hat û got:

 

Dilî mi liyan e Ûso dilî mi liyan e

Serê mi bi qurbano tu hatî li ser herdu çavan e

Were mala xalê xwe bi mêvan e

Ûsê mino tu were li ser ser û çavan e

Min pir bîra te kiriye, ev sal ê ketine hefdehsalan e

Ji hefdehsalan de çavên xalê te li nav bajarê Kelê û li kolan e

Tu rokê nedît û ne birayê te Ezîz bi çavan e

Kanî Ezîz birayê te te li ku hêştiye ew çima nexûyan e?

Wê çaxê Ûsê go:

Law xalo law xalo

Xalo nema dilê mi dibê û dil dibê

E zanim ku sal ê ketine hefdehsaln e

Çavên te kor bûne li rê û dirban e

Xalo ji bîr nabe hetanî geya li ser tirba min hişîn dide û rabe bi bostekê bi dudiyan e

Ew kakilê nanê xalo dida min û naçe ji bîran e

Xalo dilî mi liyan e li yan e

Tu îro bi min re dibê were mala xalo bi mêvan e

Ez nizanim çawa di devê te de digere dîl û ziman e

Hele were seke hîn bêsmîş nebûye şûna mêxên qundran e

Hele binire xalo hîn li ser rûyê min şûna wan xûyan e

Şûna kotekên te li min xistine û şûna sşle û pêçan e

Hele ka tu kê îro bi min dê çi cabê

Ûs wê demê şûr derdixê ji qinê

Hêdî hêdî ber zalimê xalê derê

Bi darî rumê di gelçimê isti da lêdixê

Li xalê nayê rihmetê û wî dikujê

Paşê devê xwe ber bi qesra rengîn da digerînê û derê

Piştî xalê xwe dikuje, derê qesra bavê, bi dizîka derê dikevê qesrê û bi aliyê heramiyê dikevê, dibîne diya xwe ê xwe dide ber darî bedeneynesê, piştê ji Osê xwe re diştîne û kembera surme didê navê, dema Ûs bi derî dikeve, di eynê re çav lê dikevin, li paş xwe dinirin, Ezîre bi dev geza ji tirsan re derê erdê û ji Ûsê re zirqitiyan lêdidê û êkê li vir ban wî kê..

Dibê.. dilê mi liyan e dilê mi liyan e

Wextanî Ezîre xatûn çalmîş dikê pişta Tereblusê di dor Osê re diftilê mîmanî konçekên dêlibegiyan e

Bala xwe didê Ûs bi derî dikevê bi kincên leşgeran e

Di darî bedeneynesê re dibê xûyan e

Ji tirsan re derê erdê bi dev û bi rûyan e

Dibê Ûsê mino dilê mi liyan e liyan e

Erê mi bi qurbano dilê mi ji te re leyan e

Serê min qurbano sal ê ketine hefdeh heyşdeh salan e

Yarim kab û kuliyên diya te şikiyan e

Çav û betarên diya te ya pîr ê rijiyan e

Çiqasî çavên min li rşyan û li dirban e

Hûn kuva çûbûn li nava bajarê Kelê debn xûyan e!?

Were Ûsê mino derbas bibe li ser serê min û herdu çavan e

Wê çaxê ber bi Ûsê derê bi temenûnê

Ûsê bang kir..

Anê ez zanim ku sal ketine hefdeh salan e

Em li nav bajarê Kelê qeybat bûn û winda ne

Zanim çavên te çûne li rê û dirban e

Zanim hşl û miqdêra te neman e

Û kab û kuliyên te qartaq ê şikiyan e

Anê tema bi te re tune ye ne dîn û ne îman e

Hey mal îewitiyê hele binire li siwiyên xwe û herdu biran e

Li ser rûyên me herduwan hîne hene şûna sîln bêsleman e

Anê dilê mi dibê û dil dibê

Hey beden şewitiyê wext û midet nemaye, anê tu zaanê bavê min Xalid beg sebra xwe pir nê

Tema na niha bavê min birçiye, here zû bigîne wî vê sibê taştiya sibê

Ûs çalmîş dikê bi darê rumê

Ber bi ceeziya dêkê derê

Li gelçimê isti dixê dikê sedeqa miletê dinê

Dibe wîrewîra wê li ber digerê

Jê xelas dibê ber bi Oso derê

Îskan begê dide ser û xwîn jê derê

Jê xelas dibê derê ber bi bêsleman û yek bi yek wana dibirê

Wê çaxê bêsleme li ber digerin dibên:
Ûsê dilê me liyan e liyn e

Ma qey niha sûcê me çi ye em merinî imirxarî ne

Em ji berê paşê de kole û xizmecî ye

Ma qey tu nizanê sûcê me nîn e

Ûsê got: dilê mi dîn e sed carî dîn e

Zanim ji berê paşê de hûn qizmecî ne

Hûn kes in imirxarî ne

Mala we neketo hele binir li erdê tema yek beg û yek a xatûn e

Ma kiyê li wê dinê ê qizmetê wana bibîne

Ûs dikê û dilezîne

Dem ê ketiye buhara rengîn e

Çîçekê sor û zer li hev civî ne

Nêrgiz û rihana lihev şidî ne

Hey malê we neketo ji berê paşê de hûn ji van re teştîcî ne

La la la la la la

Wê çaxê berbera bêslema li pîşa Ûsê tê

Wan jî dikê sedeqa serê cimetê

Dibê herin bikin xezmetê beg û xatûnê

Taştiya wan çêkin jê re li axretê

Pêştî wan dikuje, dadikeve derê cem xoşka xwe Qudreta narîn, dema digîne ber mala xakê û Qudret wî dibîne, dibezê xwe li ber lingan tol dikê  dibê: keko kanî Ezîz?

Dest kirin destên hev û bi ken û şahî ber bi dergehê Kelê çûn Ezîz anîn û hatin li qesra xwe rûniştin, Ezîz serê xwe dîna ser pîkî Qudretê û Ûsê serê xwe dîna ser piyê wê yê din, qasî ku keser vê re mane û ji hev dûr ketine bîriya hev kirine.

(dibe ku dawî nehatiye li vir, lê li gorî kilmê tiştekî hindik maye anku hokek dudu)!.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın