"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Cegerxwîn

loading...

 

Jîn û Hebûn

Ez xumxuma ava çeman,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.

Bayê siba tê xweş ez im,
Berfa sibatê xweş ez im,
Xurtî di latê xweş ez im,
Hişk û ziwa bin, ez ter im

Giranbiha me, zêr û dur
Ez tim hebûn im, xurt û gur,
Yaqût û lal û gewher im.

Pêşve diçim kar û xebat,
Di nav çiyan de hîm û lat,
Pêlan didim Zab û Ferat,
Çelq û xumîn û gur-gur im.

loading...

Pir xurt û hêz im ez hebûn,
Ez pêşveçûn û serxwebûn,
Herdem di nav damar û xûn,
Ez her heme, qet namir im.

Bihişt ez im, agir ez im,
Bakir ez im, rakir ez im,
Xemgîn kir û şa kir ez im,
Herdem didim, ez na kirim.

Jîn im, bihar im har û dîn,
Candar bi min herdem bi tîn,
Min dane wan ev hilm û bîn,
Dinêv hebûnê cîgir im.

Ev ax û ba û av im ez,
Ev pêtî û alav im ez,
Xweş ronî û pertav im ez,
Xurtî di zendên karker im.

Herdem heme, peyda me ez,
Tava riwê xeyda me ez,
Cama bi dest Seyda me ez,
Ez ol û vîn û bawer im.

Jîna Cegerxwîn im ji dil,
Ez xurtî û tîn im di dil,
Ez hêz û xurtî me di mil,
Karim vî laşî ragirim.


Di Bîr Anîn

Ey dilo jaro li kûne,
Deşt û zozanê dimin ?
Kanî ew cejn û sema û
Geşt û seyranê dimin ?
Guh bide ber qîr
Û nal û ah û wvxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim
Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî ?
Kanî bostanê dimin ?
Şahî û nûroze îro
Tên semayê kesk û sor
Têne ber çavên me gav û
Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme
Ser bi zêrin cerg û bez
Ka li kûne: dehrî û
Xeftan û mîtanê dimin ?
Ah di bîra minde mane
Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzên bi lotik
Dengû xoşxwanê dimin
Min di nav bax û rezande
Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê dimin ?
Serxweşê dengê bilûra
Wî şiwanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê dimin ?
Tev di bin lingên neyaran
Tên pelaxtin yek bi yek
Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje
Pir dirêje ev deram
Maçê lêvê erxewanî
Derd û dermanê dimin.


Dayê Tu Megrî

Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
çira û rewşen li me vemirtin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Xwendin nehiştin li nav me kurdan
Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

şêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin
Azadîxwazên cîhan dibînin
Divê ku dijmin bi zor derênin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Va em şiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Dijmin du nifşin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Divê ji bo te em rast bibêjin
Bindest û kola tim jîndirêjin
Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Em tev diçin tên, dolab û çerxin
Mebîne ko em ciwan û ferxin
Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Divêt bi leşker herin zinaran
Konê xwe vegrin li pêş neyaran
Êrîş bikin em bi gullebaran
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe
Kelaşînkofê bavêj milên xwe
Xeman em derxin ji nav dilên xwe
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Sûndê dixun em bi pût û late
Heta ku negrin Zab û Ferate
Serbest nekarin em bêne ba te
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Rabe bi hev re em herne şaxan
Derman bikin jin: laş û kelaxan
Ronî bidin xweş rengê çiraxan
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Milên xwe bidne milên me şêran
Di şevreşan bin rengê sitêran
şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Dayê em xortin xwîna me germ e
Bindest bimênin ji bo me şerm e
Ta kengî dijmin paşa li ser me ?
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

îdî me nabên ev reng û ev jîn
Em tev şiyarbûn Ferhad û şêrîn
Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !


Azadîxwaz im

Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîşdibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

şev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew – rew
Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bavê te çû şer, şêr e li meydan
Êrîş dibin ser îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Kengî mezin bû, divêm bixwênî
Rewşa cîhanê tu xweş bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Keç û kurên kurd hemî şîyar bin
Ji bo serbestî hemî li kar bin
Ji hev re dost bin, dijê neyar bin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijware dijmin, Tûran û Firs e
Gernas û mêr be, ji wan metirse
Sibê şiyarbû, li min mepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Ji bo xweş bin dem û gevên te
Ezê sipîdê bighê bavê te
Bere ziwabin herdu çavên te
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Milên xwe bidme milên berane
Di şer da en tev xûşk û birane
Êrîş bikin em, lê şer girane
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

loading...

Bizane, xwendin ji bo we derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji dil em van tirs û şerman
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Destên xwe bidne destên çepên rom
Bibin partîzan bi leshker û kom
Carek metirsin ji `hok` û `fantom`
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dibî bavê te di şer de bimrî
Zinhar kurê min nebî tu bigrî
Em têne kuştin ji bo tu nemrî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî naghê daxwazê
Siba diçim şer divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

şêx û melan em tev kirne derwêş
Ev bû du sed sal, em bûne berbêş
Ba bêne kuştin, nemêni ev êş
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

şîn tê bi xwînê dara serbestî
îdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Mirovperestim mîna Cigerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek `Mem` û `Zîn`
Jîna serbestî, divê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe!


Bextreşiya Kurd

Ho ho!
Hey bêbext!
çavên we birjin
Bes e win şaş in
Rêçika we da ser
Tev rêl û kelem
şaxur û kaş in
Hawîr digerin
Xwe didin kuştin
Ji bo kê ye ev?
Dijminê millet
Kolê Emmaş in
Ji bo welêt em xwe didin kuştin
Gernas û mêrxas
Em ne rencberê dijminê Kurd in
Mêr û qelaş in
Pêşmerge baş in yan dijminê Kurd?
De bêje rûreş
Heta dijminê Kurd jî dizanî
Pêşmerge baş in
Ma qey çavên te
Kor in nabênin
Dijmin dibê çi?
Bo çi ew ceyş in
Ma win nizanin
Bo çi ew ceyş in?
Dijmin zane ye
Ev hezar sal in
Kurd didî kuştin
Ew tim li pêş in
Lê em nezan in
Her dem li paş in
Her çi qas baz din
Naçare rojek
Tên gewriya êş
Wek ceh û garis
Lê win dizanin
Tenê em aş in
Tifû sed tifû
Li çerxa felek
Win jî kirin Kurd
Em kurên millet
Rencberê welêt
Bê mal û maş in
Em serê dijmin
Dikin tenê win
Xwe dikin qurban
Dijmin dikujin
Tenê di nav de
Win jî manaş in
Win jî wekî me
Kurd in pismam in
Dost in oldaş in
Ho ho hey bêbext
Bes bibin mertal
Ji bona dijmin
Carek meyze kin
Ev kuştî kî ne?
çi term û laş in?
Ji sedî not jê
Kurd in bira ne
Bes xwe bidin pêş
Win tev nezan in
Bê hiş bê mejî
çewal in xaş in
Ev şoreş aş e
Aşê milet e
Ê miletê Kurd
Tenê win aşê
Dijmin digêrin
Hoveqeraş in.


Ava Heyatê

Meygera ava heyatê, mest û dîwanê te me,
Sorgula baxê xelatê murxê bistanê te me.

Sosin î, yan çîçek î, yan reyhan î, yan yasemn,
Bilbilê mest û hezîn im, der gulistanê te me.

Horiya reşkakil î, ebr û kevan û rojerû,
Xoş perîşan î welê ez tim perîşanê te me.

Ger tu Zîn û şahê xoban, text û bextê eşq û dıl,
Ger şêrîna şahê kurd î, milkê îranê te me.

Ristemê îranê eşq î, Xusrowê zêrinkulah,
Keyqubadê milkê Furs î, kurdê bê canê te me.

Der dil û canê Cegerxwîn şah Selahedinê kurd,
Ger tu Betlîsa welat î, ez şerefxanê te me.


Bêriya Welat

Ka Ferîdûn , ka Direfş , taca Keyan li ku ye ,
Ka Guhderz û ka Ristem , ka ew meydan li ku ye ?

Ka padîşahê Elwend , ka siltanê li Deynûr ,
Ka Eyûbî , ka Dêsem , kanî Merwan li ku ye?

Ka mîrekên li Baban , ka paşayê Rewandiz,
Ka Cizîr û kanî Mîr, ka Bedirxan li ku ye ?

Kanî mîrê Behdînan , kanî mîrê Hekaran ,
Ka mîrekên li Zazan , mîrê Xerzan li ku ye ?

Kanî mîrê Hesenkêf , kanî mîrê li Sasûn ,
Ka mîrekên Mecenkurd ,mîrê Şêrwan li ku ye ?

Ka Meletya , ka Xerpût ,ka Çermûk û Sîwerek ,
Kanî Ûrfa , ka Sirûç , mîrê Milan li ku ye ?

Ka Wêranşar , ka Dêrik , ka Mêrdîn û Nisêbîn ?
Kanî Amed , ka Hezro, mîrê Hîzan li ku ye ?

Kanî Stewr , ka Mîdyat, ka Erzen û Bişêrî ,
Ka Aşît û ka Hêtem, ka Gurdilan li ku ye ?

Ka Bedlîs û ka Sêrt, kanî Mûş û Erzerom,
Kanî Qers û Bayezîd, ka mîrê Wan li ku ye?

Kanî Miks û ka Xesxêr, kanî sera Mexînan,
Kanî deşta Colemêrg, kanî Westan li ku ye?

Ka Şengal û ka Mûsil, kanî Zaxo, ka Dihok,
Kanî Akre Amedî, kanî Barzan li ku ye ?

Ka Urmiye û Şino, ka Seblax û ka Nehrî ,
Ka Selmas û kanî Xoy, ka Erdelan li ku ye?

Ka Hewlêr û kanî Koy, ka Herîr û Rewandiz,
Ka Şeqlawe, ka Derteng, mîrê Soran li ku ye ?

Ka Kerkûk û Şehrezor, ka Helwan û ka Deynor,
Ka Kelos û ka Neşkas, ka Mehrewan li ku ye ?

Ka Tenûre, ka Zelem, ka Meşîle, kanî Loy
Ka Sirûçik, ka Alan, ka Dumihran li ku ye ?

Ka Loran û ka Goran, ka Hemrîn û ka Sefîn,
Ka ew bajar û ew gund, ka Kurdistan li ku ye ?

Ka ew deşt û ka çiya, ka ew av û ka gîya,
Ka ew kon û ka koçer, ka ew zozan li ku ye?

Ka ew dengê pezê qer, ka ew gulên sor û zer,
Ka benefş û ka rihan, ka gulistan li ku ye ?

Ka kovî û ka evor, ka ew deng û qoreqor,
Ka şêrîn kewê nêr, ka nêçîrvan li ku ye ?

Ka ew cot û ew cotar, ka ew pez û ka dewar,
Kanî berx û kanî kar, ka bêrîvan li ku ye ?

Ka ew mêrg û kanî deşt, ka ew bax û ka bihuşt,
Kanî seyran, kanî geşt, ka ew dîlan li ku ye?

Ka ew xort û ka kurik, ka ew şal û ka kêrik ,
Ka govend û ka keçik, ka zirnevan li ku ye ?

Ka Dilşad û Gulîzer, ka Şêrîn û kanî Zîn,
Kanî `Eyşê, ka Fatê, ka Perîşan li ku ye ?

loading...

Ka ew mêr û ka ew jin, ka ew kalê rihmezin,
Ka lêlê û ka lolo, ka ew heyran li ku ye ?

Ka ew ken û ka geşî, ka şadî û ka xweşî ,
Ka sersal û ka nûroj, ka mihrecan li ku ye ?

Ka ew ava sar û xweş, ka gundor û ka zebeş ,
Ka birinc û ka genim, ka ew bistan li ku ye ?

Ka hirmê û ka incas, ka bîhok û ka tirî,
Ka ew xox û ka hinar, ka dobelan li ku ye ?

Ka ew zîv û ka ew zêr, ka kaniyên gaz û qîr,
Ka ew terş û ka talan, ka ew dewran li ku ye?

Ka welatê me rengîn, îro jar û birîndar,
Cegerxwîno de bigrî, kanî derman li ku ye ?


 Dengê Perîşanê (Lo Lo Pismamo)

Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra j’hev bela nakî

Lolo Pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Ristem yan Êzdîn şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî

Lolo Pismamo haya te j’te bî
çarika minê reş li serê te bî
Roja lêdanê mêr be l’meydanê
Kuştin tim hebî, reva te nebî

Dotmama te me, min çav kildaye
Derefşa Kawe, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê
îro lêdan e roja Kurda ye

Dengê min zîz e hewar û gazî
Serqot û pêxwas, birçî û tazî
êriş e lêxe pismamo lêxe
şerm û fehêt e îro tu razî

şalê Xerzanî rabe li xwe ke
L’pişta xwe girêde rext û fişek e
Pisamê min î, dotmama te me
Mi j’te re kil dane çavên belek e.


Ez Nexweş Im Îro

Ey zarokên berdîwar
E sêwîyên berzinar
Ey jinbîyên kor bûn ji şer
Wey dayikên sor bûne ser

Ey gernasên birîndara!
Li ber lata ber zinar!
Bê dektor û bê derman in
Ma Kurd bi vî derdî zanin

Dijmin hov e pir dijwar e
Bê ol û dîn, dîn û har e
Bi dilhişkî ew têne ser we
Dozên giran ew tavên ber we:

1.Ji dijmin ra bibin kola
Yan jî bimrin li van çolan

2.çekên xwe deynin ber neyar
Yan bêne we ew dîn û har

3.Bindestê bêolan kevin
Yan jê bi van çolan kevin

4.Win kar bikin lê ew bixwin
Yan jî wê ew tim li wexin

5.Em bidne salyan û bêş
Yan jî bibênin renc û êş

Zor setem hê jî kêm e
Lê zanibin tarîx dem e

Rojek me jî wê bê heval
Ma wek hev in tim mah û sal
Ê tim divê em bibne yek
Tev bêne meydan dest bi çek

Zû derkevin şax û çiya
Li bin kevir şîn tê giya
Rojek heye bişkî qeşem
Êrîş bikin Tirk û Ecem

Destan bidin dest karkera
Da tev bijîn rengê bira
Tev Kurd û Tirk û Farisî
Yên pêşverû, yên Markisî

Bibne heval dost û yar
Pêk ve bikin cenga neyar
Partî û bendên Kurd hemî
Destan bidin hev timî

Pêk ve herin cenga felat
Ji dest dizan derxin welat
Dostaniya Karter mekin
Hevaltiya karker bikin

Divêt ku şer tim sar nebî
Ta ku neyar binbar nebî
Em şer çi qas dirêj bikin
Ew qasî dijmin gêj dikin

Bîna fireh, tim ez benî
Hersim dikî dims û benî
çi qas ku em şer gur bikin
Dost û hevalan pir dikin

Ma kî dibî dostê reben
Tim çav li rê ne dar û ben
Gava ku mêr zana bin
şêrîn li nik bêgane bin

Lê tim divê em bibne yek
Xweş bêne meydan em bi çek
şovîniyan bigrin bi bidest
Ew ser di ber de jar û mest

Ha vê demê, ha wê demê
Wan kengî bidne mehkemê
Milet li wan ferman bikî
Derdê xwe ew derman bikî

Rast e ku şer dirêj bikin
Sofî Xumênî gêj bikin
Dûr xin tim ji xwe ez-ezî
Rabin nebêjin em xwezî

Xwezka çi ye, gaz-gaz û lav
Pêş de herin em gav bi gav

çil sal e ev doza me lê
Lê kî heye bêjî belê

Pir bûne bend hevrikî
Ma kes bi ya kesî dî dikî
Dîwan û rist pir çê kirin
Bahozê lê da tev birin

Ji bo me Kurdan dar divê
Yan zêr yan hefsar divê
Bûme Cegerxwîn hê ji mêj
Paqij nekir min ev qirêj.


Dîwana Min Derdê Millet e

Tu ar î, yan ji te agir dibarî
Tu derdê milletê Kurdê xizan î

Nikarin dest bidin te, tev şewat î
Ne wek rengê meyê xoş û ciwan î

Tu pêkanîn sitemkar û sitembar
Li xwar her dem dibarî, tê ji banî

Belav bûyî li ser millet me da hev
Bi dijwarî di vir de min tu danî

Divê pesnê sitemkar û sitembar
Bidim ku wan ji bona min tu anî

Belê şayestê pesn û fort û şabaş
Xwedî her du ne, ê min bes şivanî

Bibûna mey we yaxud rûyê dilber
Li te her kes dinêrî mihrevanî

Hezar destên began êrîş dibir te
Li ser masê dibû her şev xuyanî

Bi te serxweş dibûn maldar û xwînxwar
Bi dijmin re dinoşîn her zemanî

Begê zana û milletperwerê min
Her ro serxoş e, qedrê te çi zanî

Ne tolaz û ne pûşt î, ku perên xwe
Li ber lingê te bavêjin piranî

Tu zanî beg ne şaş e, lê li paş e
Bi dijmin re dilîzî pehlewanî

Dizanî ku dize ro lê bi derket
Nema fêde dikî jê re giranî

Divê çalak û çapik bighê dijmin
şiyar bûne li her der xwedyê xanî

Bi rev baz daye lê pertal bi destan
Li pey wî tim bi hawar û fixanî

Bi dengê te li wan her kes şiyar bû
Te ew rengê diza zû xweş deranî

Hezar sal e ku ev dêwê mirovxwer
Li ser çavên me danîbûn kitanî

Me tê re ew didîtin rengê insan
Belê îro te ew perde hilanî

Niha her kes bi wan zanî ku Dêw in
Ji dijmin girtine nav û nîşanî

Dikin nakin li wan nayê veşartin
Xelas nabin ji ber millet hesanî

Begê min! Xem bi mey nayên revandin
Li hawîr xem li we der bûne, kanî

Nikarin xweş bikin dil ey gunehkar
Bi maçê lêvê sor û erxewanî

Bibî xwîna dilê Kurdên belengaz
Li ser te pev diçin axa beranî

Dirêjî te dibin destê sitemkar
Bi xwînxwarî dinoşin qehremanî

Bi talan te dibin bedkar û xwînxwar
Nizanin ku çi ne zor û ziyanî

Bibî toz û qerêja destê cotkar
Te balêsin bi şaş û axebanî

Te bistînin bi pars û qullebazî
Qe nanêrin li malxo û kebanî

Diz in, mal û hiş û bîr tev dizîne
Li ber çavên me bûne Macelanî*

Li ber ava ye, roja xwînxwer û diz
Li me der bûye rojek bê nihanî

Ji wan re gorreke pirr teng dikolin
Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî.

*Serdarê deryavanan ê gerrok Macelan.


Ey Welat Dûrim Ji Te

Dîsa ji te dûrim welat
Dil ketye gomanên dikûr

Ger dûr û nêzîk bim ji te
Her dem li ser te kûre-kûr

Gava ji te ez dûr dibim
Ne ko ditirsim ez ji şûr

Divên çarekê bikin
Ji ser te rakin pî stûr

Tim dar bi destê dijmin e
Em têne kuştin rengê mûr

Kurên te ser xistin xewê
Lê ez dinalim wek bilûr

Kengî ji xew rabin gelo
Yan kengî em dadin tenûr

Divêm bi ser çiya kevin
Dîsa bikn tev qûre-qûr

Welat çiqas dûrbî ji min
Di dil dibî pertav û nûr

Ne bes Xumênî dijmine
Dijmin pirin, nêzîk û dûr

Wek baz cihê kurd tim çiya
Dijmin di nav xan û qisûr

Dibin piyên tanga de çûn
Kal û jin û bapîr û hûr

Birçî û tazî û reben
çarox di pê û mil bi tûr

Derd û kulan dil kirye ron
Ta ko Cegerxwîn bûye tûr.


Diyariya Yarê

Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî ?
Diyare yar dixwazî min bi yarî

Dixwazim can û dil jêre bişênim
Tenê şerme,hemî derd û hejarî

Dixwazim herdû çavan jêre rêkim
Bikêr nayên,ji wan her xwîn dibarî

Divêm jêre ziman û dev bişênim
Ne hêjane şev û rojan bi zarî

Nizanim ez,çi hêjaye ku rêkim?
Cihan pêkve bihayê biskê tarî

Serî,naçare min danî li ber pê
Me go: şahim, tu pêlêke siwarî

Tenê xanim,bi nazî hate ser min
Zivistane,li min şîn kir biharî

Bi wan lêvên şirîn go:rabe seyda !
Tu serbestî ji min çibkî,dikarî

Ji rêve ez beîme pê û destan
Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî

Ji bexçê paxilê çûme du sêvan
Ji bistanê riwan dêmên henarî

Ji lêvên erxewanî min du sed cam
şeraba hingivînî nû,vexwarî

Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz
Wekî pola helandim ez bi sarî

Me herdû dest li bejnê bûn hema’îl
Bi ber pêlan ketin reşbisk û çarî

Me talan kir ber û bistan bicarek
Kenî û go:bese rabe Hesarî !

Me go:gorî Cigerxwîn bû divê rê
Bi dest nayê wekî îro tu carî.


Em Ji Rê Dernakevin

Em ji rê dernakevin çendan bibênin zilm û zor
Lewleb û çerxa cîhanê, geh li jêrîn geh li jor

Lê bidin, dora we ye ey koledar û zorkeran
Ev pîkol e em ji hawîr we dikin, çavên we kor

Nîvê karker dar bi dest in, êdî her dem kêferat
Va nêzîk bûye dema me, karê dinya tim bi dor

Win li çîn û rojhilatê meyzekin, xweş meyzekin
Tev di vê rê de dibazin, wek pilingan gore qor

Her çiqa zor e bikin; win me dajon ber bi pêş
Pir nêzîk e sewre rabî, leşgerê Kurdî û sor.


Ey Felek

Ey felek, ka ew sera û
Birc û qûnaxê di min?

Ka rez û bostan û dar û
Kanî ew baxê di min?

çîçek û nêrgiz heriştin
Tev ji bîna sor – gulan

Surperî nayên semayê
Kanî qozaxê di min?

Qeb-qeb û dengê kewan
Nayên li ser lat û çiyan

Kûre – kûre rengê bûman
Nalêya zaxê di min

Ser bi zêr û çox bi surme
Dest li ber, rû nale – nal

Dê bi kê xweş bin di dil de
Ev key û daxê di min?

Bilbilê malik xerab
Herdem bi hewar û girî

Xweş li ser sorgul dinalîn
Bûne ortaxê di min

Qumriyan sed rengê awaz
Wan ji derdê nêrgîzan

Bûm li ser kox û kelat û
Qesr û çardaxê di min

Dijminê zordest û zana
Tev welat girtin bi zor

Erdelan û şehrezûr
û şax û kurd – daxê di min

Kurdê gernas ku şikandin
Tîp û komên Ingilîz

Ketne bindestê neyaran
Bûne Altaxê di min! ?

Diminê milet di îro
Bûne rêber bo welat

Ên bi xapan em dixwarin
Bûne ocaxê di min! ?

Ma gelo kevneperest im?
Na, ne raste ezbenî!

Lê dixwazim zû şiyarbin
Dost û hevçaxê di min

Ez ciger-xwîn im li ser vê
Paşdemeyina welat

Rengê efyon tên firotin
Rist û ev xaxê di min…


Di Vê Rê De Siyamend im

Bes e dîlber heta kengî li şam û geh li Derbend bim
Di benda zulfê me heta kengî di nêv bend bim

Evîna te kirim seyda û Seyda tim bi nalîn e
Gelo dîlber dixwazî ko di vê rê de Siyamend bim

Dilê min xweş dikî nazik li min birhên xwe dişkênî
Dixwazî derkevim şaxan wek û Ihsan û Ferzend bim

Divêm serbest bijîm dîsa li zagrosê xwe wek caran
Bere ez Lor û Gor û Zaza û Kurmanc û Hemawend bim

Xwedîzêr û xwedîmal û xwedîpetrol û têrgund im
çi şerm e ko di bin destê neyaran de bi xerbend bim

Ji pingava Siî heta delavê Hurmizê ê min
çima wer jar û pabend û perîşan û perakend bim

Ji min şêrîn dixwazî ko wekî Ferhad ê aza bim
Bikolim kohê Qendîlî ji xesro re hunermend bim

Ji lêva şerbeta sêva bi min da û dixwazî ez
Di benda zulf û biskên reş û wan lêvên şekerxend bim

Bes e Seyda te mey da lê gelek şerm e li meydanê
Sema û heyhey û çerxe tenê girtî û pabend bim.


Ebrû Şevê

Ebrû şevê
şêrîn devê
Lêv hingivê xanim
Ez nexweş im
Ne serxweş im
Derî veke canim!
Me soz dabû
Bighêne hev
Herdu bi şev şêrîn
Evîndarê çavên belek
Wan diranên zêrîn
Ebrû şevê
şêrîn devê
Lêv hingivê xanim!
Ne serxweş im
Ez nexweş im
Derî veke canim!
Em bi hev re
çûbûn çiyê efendiyê îro
Reqs û sema li ber çema
Mane heta nîro
Ebrû şevê
şêrîn devê
Lêv hingivê xanim!
Ne serxweş im
Ez nexweş im
Derî veke canim
Te go: were
Ez bi te ra
Heta sibê razin
Tu deymeke
Derî veke
Ji bo çi ev gazin!
Ebrû şevê
şêrîn devê
Lêv hingivê xanim!
Ne serxweş im
Ez nexweş im
Derî veke canim!
Ez şewitîm
Dil peritîm
Wer şemitîm hatim
Rob li xwe ke
Derî veke
Tu deymeke satim
Ebrû şevê
Lêv hingivê
şêrîn devê xanim
Ne serxweş im
Ez nexweş im
Derî veke canim
Bi wî serî
Ji ber derî maçek nedî narim
Ji awirên çavên belek
Zanî birîndar im
Ebrû şevê
şêrîn devê
Lêv hingivê xanim
Ji bo Xwedê
Tu guh medê
îşev şeva înê
Xwe dîn meke
Derî veke
Ez hatime dînê
Ebrû şevê şêrîn devê
Lêv hingivê xanim!
Ne serxweş im
Ez nexweş im
Derî veke canim!
Sebra dilê
Rû ji gulê
Dipaxilê sêv in
Mala minê
şêrîn devê
Lêv hingivê xanim!
Ne serxweş im
Ez nexweş im
Derî veke canim
Cejna siba
Bi maçekê
Pîroz bike jîn im
Dilbirînê çavên belek
Ji ber te bê tîn im
Ebrû şevê
şêrîn devê
Lêv hingivê xanim!
Ez nexweş im
Ne serxweş im
Derî veke canim.


 Evîna Dil

Evîna dil, te dil kiriye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar

Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar

Diran û çav dil pêk ve şikestin
û porê min spî bûye bi yek car

Bi her çaran dibî xort û dibî pîr
Ji bona min nema hêja ne her çar

Nezanim ez, digel jînê dibazim
Weke berxê di nav pencên gurê har

Cihan pêk ve di çavê min de xweş bû
Niha, pîr im, di çavên min de bû sar

şeva reş pej vedane, hate ser min
Ku roja min li ber ava ye, êvar

Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm
Ku pîr bûme, hemî kes bûne neyar

Evîna min wekî hespê çeleng e
Revandim ez, ezê çibkim bi hesar?

Ketim heştê û serjêr bûme deştê
Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar…

Berê rengê pilingan ez bi saw bûm
Ji ber xapan, niha bûme keftar

Bi ber pêlan ketim bê dos û daxwaz
Dinalim ez wekî hirçê birîndar

Ceger-xwîn bes bibêje, pir dirêj e
Bes e Kurdo, ji xew rabe tu hişyar! .


Kîme Ez

Kîme ez?
Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêt im
Agir û pet im
Sor im wek etûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîme ez?

Ez im rojhilat
Tev birc û ketat
Tev bajar û gund
Tev zmar û lat
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji rom, ji fireng
Di rojên pir teng
Bi kuştin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez?

Rojhilatê nêzik
Rojhilatê navî
Ev bajar û gund
Ev bej û avî
Ket bin destê min
Pî da ser dijmin
Min bi ceng û şer
Zanîn û hiner
Pişta wî şikand
Serî lê gerand
Ez bûm padîşah
Xurt û serbilînd
Ketm destê min ta sînorê
Hind Kîme ez?
Kîme ez?

Kurdê serf iraz
Dijminê dijmin
Dostê haştîxwaz
Ez xweş mirov im
Ne hirç û hov im
Lê çibkim bê şer
Dijmm naçî der
Bav û kalê mm
Dijîn tev serbest
Naxwazim. bijîm
Te ebed bindest
Kîme ez?

Divê ez derxim
Dijminê xwînxar
şahê efyûnkêş
Jontirkê dijwar
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe
Dilxweş bîxum ez
Rez û baxê xwe
çekan hilgirim derkevim meydan
Rêçek nû çêkim ji boyî însan
Kîme ez?

Ez im ê şikand leşkerê Rêşar
Min bi xwîna xwe parastî ev war
Di sînga dijmin ez bûme kelem
Xwe dan ber siya min Turk û Ecem
Li ser serê min
Sinbil û kulah
Serê hespê min
Digirt Padîşah
Ez im ew gernas
Ew Selahidîn
Bipirs ji dimyat
Bipirs ji Hetîn
Kîme ez?

Ez im Erdeşîr
Ew Noşîrewan
Kesrayê mezin
Bi tac û eywan
Dostê kevnare
Ko bûne dijmin
Ser ditewandin
Ber agirê min
Ez im ew qelaş xurt û pehlewan
Xerac min distan ji Hind û Yewnan
Kîme ez?

Ez im gernas ez im ev mêrxas
Belê ez im Kurd
Yro ez mame
Bindest û zigurd
Ew tac û eywan
Tev çûn û rizîn
Dijmin nav û deng
Tev ji min dizîn
Xistin laşê min mîkrobên teres
Ta bûm perîşan bê nav û nekes
Kîme ez?

Ez im ew kurdê serhişk û hesin
Yro jî dijmin ji min ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra
Bikevin çîya
Naxwazim bimrim
Dixwazim bigrim
Kurdistana xwe
Axa mîdîya
Kîme ez?

Kawey hesinker bav û kalê min
Perçiqand serê Zehakê dijmin
Ji gerdana kurd
Wî şikand zencîr
Serê me parast
Ji birîn û şûr
Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz
Goya dibêjin: – Ew roj e nûroz
Zivistan diçî
Ew rojên ne xweş
Parêz dibî kurd
Ji dêwê zergeş
Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan
Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan
Kîme ez?

Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz
Divê bistênim
Wilo nemênim
Bigrim tol û doz
Fermandar bim ez
Li ser Kurdistan
Bo min bimênin
Ev bax û bustan
Ev şax û ev deşt
Rez û şînahî
Bigrim destê xwe
Dil xoş û şahî
Zana û xwenda
Dezgevanên xurt
Vî warî bigrin
Bikin ronahî
Kîme ez? .

Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar
Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar
Ez im ew Lolo
Kardok – û Kudî
Ez im Mad û Goş
Horî û Gudî
Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor
Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor
çend hezar sal in
Kurdistana min
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin
Kîme ez?

Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Bûne Olperest
Bi tizbî û xişt
Ta dijmin şikand
Li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn
Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn
Ta ko Kurdistan
Ta ko Kurdistan
Jar û perîşan
Kete bin destan
Kîme ez?

Ez im ev milet ez im ejdeha
Ji xewa dîlî şîyar bûm niha
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek şêr
Serê xve hildim
çi ser bilind im
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn
Rêçika Markîs
Rêçika Lenîn
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem
Kurê Salar û şêrgoh û Deysem
Bejin bilind im
Wek Dêw bilind im
Ez dest dirêj im
Serbest dibêjim
Dixwazım bi lez
Gavan bavêjim
Kîme ez?

Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez
Serdarê me ye gernas û nebez
Em şer naxvvazin
Divên wekhevî
Em paşve naçin
Dijmin direvî
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan bimrî koledar
Kîme ez?


Maçek Ji Lêvan

Por zêrîn û çavkesk û rûrojê
Ebrû heyv û stêrik pijkojê

Kufr û îman du ayetên lêvên sor
Ê maçek jê bir bihiştî, ê jê nebir çû dojê

Feleka etles kembera xwe berdaye ser bejnê
Pir naz û delal e, dêm ji gula berrojê

Maçek berî sîh sakî daye min ji lêvan
Ji wê çaxê xewa min nayê, ne bi şev ne bi rojê

îsal min maçek jê xwest, go:Na
Ji dêman?
Min go:Na
Li lêvan?
Min go:Jê

Min maçek jê bir û bi hezaran ketin ber pê wê
Dema hembêz kirim wê agir piling û dilsojê.

Jiyana Cegerxwîn

loading...

Bir Cevap Yazın