"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Osman Sebrî

loading...

Ala Rengîn

Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn kesk û zer
Him xweşî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr nêzîk ezê te hildim
Tu yî xemla banê min
Ger bivê derman mirin bî
Bo te gorî canê min
Sê salan bi te kêfxweş bûm
Agrî, Zîlan, Tendûrek
Li pêş suhna te bûne ax
Leşkerên turk lek bi lek
Dêrsim û Sason û Pijder
Bo te xwînê dirêjin
Herçî xort in, herçî kurd in
Bo te layjan dibêjin
Leşker im bo te ala min
Min divê gurmîn û şer
Duwanzde mîlyon bûne pandî
Bo te kurdên pir huner.


 Çil

Çil sal kuta bûn ku ji axa welêt cuda me
Dûrî heval û hogiran, him dost û bira me,
Welat çi xweşe, bax û bostan, tev çem û rûbar,
Lê ez bi xwe her evîndarê tehtên çiyame
Ew lat û zinar, tim keleha mêrxasên min bûn
çi qas di nava kuntarên wan ez geriyame
Cihek nîne ku wekî çiyan xurtî dide min
Di navçava wan qet venayêm wekî ziya me
û şta rûmeta bav û kalên me ew çiya bûn
Gava digehêm ber siya wan, giranbiha me.
Min hêvî heye, carek din derkevim ser wan
Bo doza welêt tê de bikim, an ne tewa me,
Yezdan! Bide min gorreke çak di ser siya wan,
Nizam çiqasder, bo daxwazek holê hêja me.


Hemreşê Reş

Di rêya jînê xwendine bes çeka di dest me,
Iro bi xweşî dibhîsim ew çek kete dest te,
Hoşeng dibêje: Hemreşî xwendin wa xilas kir,
Ji nameya wî ev mizgînî îro me naskir,
Ji dil dişînim pîroziyan ji bo çavê te,
Dê pirtirî min dilxweş bibin dê û bavê te,
Him dost û heval, yar û hogir hemî dê şa bin,
Em her dixwazin xortên me zana û hêja bin,
Heya bikarin barê li ser pişta me rakin,
Vî gelê sitembarê reben çîçkekî şa kin,
Ji dil dişînim pirr silavên germîn û şîrîn,
Ji bona te û xelkê malê: “ Ancê û Tavîn “.


Heyfa Kalemêr

loading...

Digot yekî kalemêr bi hezrîng û pirrkeser,
Nizam çima xortên me nadin ser şopa rêber,
Vaye pênc sal kuta bûn gihaye sala şeşan,
Doza mafê Kurd dibe ji zorbaz û keleşan,
Li Behdînan û Baban rabû şoreşa rengîn,
Bi lehengî şer dikin di cihanê bû dengîn,


Dîcle û Firat

Nizam bû çiqas bê dilê xwe dûrî welat im,
Ji dil û kezeb evîndarê Dicle û Firatim
Ev çem ji bakur dadikevin wek du rehên jîn
Yek ta Bîrecik, yê dî diçe nav diyarê Zîn
Melê Cezîrî îlhama xwe ji wî çemî distand
Gelek mirarî di peravên Dicle de civand
Ehmedê Xanî jî serekî, ava wî vexwar
Li ser nivîsî serencama Memê birîndar
Feqiyê Teyran, Melê Batê pir şairên çak
Hespên xwe bezandin di saxa vî çemê çalak
Ger Dicle bi xwe kaniya zanîn û evîn bû
Firat pêgera gelek şêrên pence bi xwûn bû
Di qada rûmet û mêranî her bê hempa bûn
Herdem ji bo her pesnekê hêja û seza bûn
Min hêvî heye Dicle-Firat barê me rake
Di warê ziman li rojhilat xelkê me şake
Zimanê me yê paşde mayî çîçkî bide pêş
Va ye ji bo wî sipasên xwe ez dikim pêşkê.


Azadiya Kerê

Nêrîkî kovî hilmeştî û şeng,
Hate wî pêjna zirîna kerê,
Dixwest bizane ka kî dizirî,
Hew dît kerê reş dike qoreqor,
Li ser pişta wî kurtanê kevnar,
Di histû zengil, di serî hefsar,
Hate nik kovî gelek sergiran,
Digote kovî : “ tu çi teba yî ?
Bêkes li çolan wa serberda yî,
Bo çi bernadî van rêl û govan,
Were te bibim nava mirovan,
Ne heyfe holê bê xwedî û yar,
Kovî gote: “ ho birakê ker,
Ev çiya hemî cih û warê min,
çi kesê dilçak dost û yarê min,
Min navê afir ne divê xwedî,
Ji roja bûm min xwe aza dî,
Ev şîreta te bê fesal û şaş,
Têde nabînim ti ya rast û baş,
Gelek xeyîdî kerê guhdirêj,
Got: “ bi ser û ber ne peyivîm hêj ,
Min heye xwedî, ji bo min axur,
Ava kiriye tê hene afir,
Tucar nakêşim xema xwarinê,
Xwarin, vexwarin bê hijmare pir,
Bo sermê negrim da min ev kurtan,
Xiste serê min reşme û sergoş,
Min li mal hene du qeyd û merbend,
Pê têm girêdan bi kapok û zend,
Nabim pelîse ji bo gurê zer “ .
Kovî dikenî digot: “ ne wa ye
Gur jî wekî te gelek tirsok e,
Heye hîn pirtir qels û bizdok e,
Xurt e çi dema qelsan bibîne,
Qels e çi gava xurtan dibîne,
Tirsê di dilê xwe de bi gerde,
Vê ramana pîs bavêje berde “ .
Kerê digot wî: “ ne bê zirav im,
çawan vê kêfê hemî dê berdim,
Kurtan û hefsar, afir bi derd im,
Kêfa xwe dikim wek mîr û paşan,
Kovî di gote: tu guhdirêj î,
şerm e ku wa bi dîlî tu şa bî,
Bavêje hefsar, kurtan û zengil,
Ma qey te nînin mêjî û aqil ?
Kesê bi rûmet qîma xwe nîne,
Vê kêmiya han bi xwe de bîne,
Guh bi xwe de girt pêl bû kerê reş,
Dihat bîra wî tolik û kerbeş,
çawan vê xêrê dikare berde,
Heye ku canê şêrîn bi serde,
Digot :” ez naşêm bijîm bê hefsar,
Bê axur nabim dema bû êvar,
Azadî çi ye? digel tirsa can….
Bê tirs min divê bixum parîk nan!
Gava bihîstin kovî ev xeber,
Digotê: “ rast e, aza nabin ker “ .


Daylan

Hê !! Ji min dil herişandê,
Suhtiyê arê teme,
Hiş û aqil şewişandê,
Sews û bîmarê te me,
Bêt li min binhêr çi roje,
Eşq hinavan pir disoje,
Zar kû neyarê te me,
Her çima ji min bi nazî?
Ji bextê kembax her digazî,
Bes nîne ev xêrnexwazî,
Xweş mîvandarê te me,
Bo çi evqas bê îmanî ?
Ji pirsa halan pir cangiranî!
Hinde salin ku dizanî,
Ketiyê ber barê teme,
Daylanê bi navê Xudakî,
Destê min bigrî û rakî,
Dil xopan bûye avakî,
Gêj û sînjarê teme,
Çer dikim tu nayê rayê,
Can ji bo te kir fedayê,
Bîr bibe roja belayê,
Ez xerîdarê te me,
Min qelen dabû Humayî,
Dil û can bi heftê belayî,
Ger çiqas pirtir hêjayî,
Ma ne xemxwarê te me,
Ji hîngê ve pergende me,
Sosina nava welatî,
Wey li ser çavên me hatî,
Ro li min îro hilatî,
Rûgeş û pir xende me.


Ho Xwendayê Kurd

Ma zanî çiqas gelê te şaş e?
Ji ber şaşiyê gelek li paş e,
Ji hezar salan ew her bindest e,
Ji ber ku bêvac ramanperest e,
Wî ramanek nekir çira derê xwe,
Herwekî hefsar êxist serê xwe,
Holê bi serî dihat girêdan,
Dîl û şerpeze di nava cihan,
Nexwest bi serê xwe ew birame,
Ji lewra heya îro xulame,
Serdarê wî her beg û axa bûn,
Rênasê wî tim şêx û mela bûn,
Ewbûn peyayên di nav me xwenda,
Wana rê li ber me kirne wenda.


 Evîn

Hê warê ku biyan bû yanzde salan ji bo min,
Ne hezkirina delalan ne serdilk ne yar û jin,
Ew pêl ji emrê şîrîn borî di deryayê xem,
Tev diltengî zîvarî bi dijwarî û elem.

Wek rêwiyê pir westî, bêzar bûbûm ji jînê,
Kê bîr dibir binêre li deftera evînê,
Me got qey derd û kulan arê di dil temirand,
çira bihara jînê bi zor bakî vemirand.

Ne dîyar bû ew tê ji min ma bûm di kuncê tarî,
Tim bilêkek bîrekuj bi ser dilda dibarî,
Kurmê wî nav evîn bû di bistanê ciwanî,
Bi derd û kul û hesret ket xew serê xwe danî.

Bihar holê kuta kir çû dawiya havînê,
Hişyar nebû bi carek bê hêvî bû ji jînê,
îsal ku her dû payîz gihane hev bi reşî,
Me dît kapa bextê me dumîr hatin bi xweşî.

Di parîzên welatî me dît ji bo xwe sorgul,
Weke memê Cegerxwûn ji bo wê bûme bilbil,
Demîkî ez vehistim di sîdara gula sor,
Bûm pinpinî û venişt li ser tilan dot bi dor.

Derdên ku yanzde salan me bê awa civandin,
Wê xweşdema li nik wê hemî ji me re revandin,
Erdê ku emwê tê geşt e bo min dêra miqedes,
Hêjayî hind û cîn e di rex wê da yek nefes.

Lêyla çi şermizar e li pêşberê delalê,
Zîn hingî pesnedar e bo periya cemalê,
Me pesna wê ne qesd e nîne şîrînzimanî,
Ew rewşa şeng û oflaz çavmat dihêle xanî.

Heke feqî bidîte dê dest li ber bibesta,
Melê bi sed kul û derd wê lêva xwe bigesta,
Ew jî ji bo me pir dît felekê; kir neyarî,
Rahişt milê me avêt nav girava Sent-Marî.

Lê sed girîn û hesret bilbil wê dem û gavê,
Ne dît ji bo xwe berbang dimk negîhand xûnavê,
Hê pirpirokê sermest çavên belek tu kuştin,
Bigrî û xwûn birêje gelek dûre gihêştin.


Tedbîra Mişkan

Li welatê Mêrdînê,
di nav gundê Cilînê,
pisîkekî xurt û şeng,
bûbû xudan nav û deng.

Mişk nehiştin di malan,
giş revîn qul û çalan.

Kîjanê wan dihat der,
pisîk xwe zû davêt ser.

Welê mabûn mat û gêj.
Yekî wan î boçdirêj,
digot: Gelê hevalan,
em girtî man di çalan.

Rêkê bo me çar bikin,
an jî ji vir bar bikin.
Mişk neman tev dicivîn,
bo vê yekê peyivîn.

Her yekî yek digotin,
kezeb ji xwe disotin.

Yekî wan î rîsipî,
digot: Ev e min rê dî.

Du zengilan bibînin,
bidin yekî bişînin.
Heke li ku pisîk dî,
bila têxe situyê wî.

çi gav dengê zengil bê,
wer zanibin ku ew tê.
Bi lez û bez veşirin,
nema hûn kes dimirin.

Gişkan digot: Welê ye!
Teddîreke li rê ye.

Lê di nav xwe kes nedîn,
ku wî karî biqedîn.
Pisîk serbest hiliştin,
wî jî her ew dikuştin.


Şerê Elo

Digot: “ bira tu zanî, min şûr nîne di kalan.
şikestîbû di cejinê, berî vê bi du salan,
Lê naxwazim bê gotin, Elo maye destvala,
Wî ne şûr û ne mertal, di nav koma hevala,
Bi kêr nayê dizanim, bi vî gordî nabe şer,
Lê divê tu bawer bî, pê dixapin gelek ker,
Min navê pê biçim şer, tol û dozan hilînim,
Lê naxwazim tucaran, ji dawetan bimînim,
Goşt û birincê bixwum, têkevim nav şadiyan
Eger em baş binêrin, îro di qada welat,
Gelek Elo tên dîtin, bûne nandozê xebat,
Şûrê wanê piştbiderz, bi yek derban şikiyan
Ji qada şer derketin, li ber dijmin reviyan,
Bi navê gel daxivin, di quncikan sergiran,
Xwe nadin cihê bitirs wek qeşmerê pehlewan
Di çav wan de ku xebat, tenê bikin dirredirr,
Gava hinek têkoşer, di rêya gel biwestin,
Ji bo daxwazên Kurdan li pêş neyar rawestin
Xwedî gordên şikestî, bi bêbavî û derew,
Zû dirêjî wan dikin, pê de dikin rewerew,
Rojê li ber derîkî, dê biçêrin bixwun nan.

loading...

 Menewş

Min navê wê pirsî Menewş
Bi saw û suhn dihat bi meş
Berdane min du çavên reş
Aqil ji min kir tewş û mewş

Ji suhna wê ez tertilîm
Ji hel ketim zû bertilîm
Li ser rêya xwe şerpilîm
Bo nihêrîna wî rûyê geş

Fêrişte bû hat ji buhişt
Wek lehiyê pêş xwe dimişt
Bi awiran her xelk dikuşt
Lê kuştinek şîrîn û xweş

Bejna zirav, dêmên gulîn
Cerg û hinav tev kir birîn
Şêlandim ez ji şîn û vîn
Wek jandiyê ji mêj nexweş

Gerden zirav qefsîng bilind
Memik li ser bûbûne tund
Dihejiyan wek gûzên Hind
Ez şêt kirin hîştim bêheş

Bi lez û bez dilebitîm
Çîçkî di xwe dixebitîm
Wek xortekî ez tewitîm
Got min: Apo roja te xweş

Heywax û sed hawar ji dil
Kalbûn ji bo min bûye kul
Ji min şikandin dest û mil
Kambaxiya ev bextê reş

Min gotê: Ho keça çeleng
Ger tu zerî û şûx û şeng
Kalan hene pirr nav û deng
Pê distînin keçên keleş

Bersiv dida min wê gavê
Got: Nakevim ez vê davê
Min nav û dengê we navê
Xort be bila koley Hebeş.


Xanîmê

Ya reb tu tenê li min bi yarbe,
Ev dinya bila li ser min barbe,
Tu şînê bide min ez nawestim,
Dê hezar salî welê rawestim,
Heşt salin te xistim bin vî barî,
Ez kirim dergehvanê vî arî,
Ne min dikuje ne min dijîne,
Her dem dilê minî bibirîne,
Gava dibare weke xunave,
Dema diêşe jana zirave,
Kela gihanê li min didêre,
Dil û hinavan li min dihêre,
Herçiyên ko weke min bîne dîn,
Her demê dixwazînin cegerxwîn,
Derdê min hemû di dil dimîne,
Li lewre holê timî bi birîne,
Ez kurmê evînê dil sotîme,
Kurdmancekim bendeyê Xanîme,
Min can felata hemû Kurdane,
Li nik şîna te gelek hêsane,
Ez cendekekî bê dest û pême,
Dil ketî û serxwoşê vê rê me,
Yan derdê min bêxe gora şînê,
Ya hin zêdetir bide min vînê,
Da bikaribim liber xwe ragirim,
Dilê xwe yê xêr hedî hê dagrim.


 Li Pêşberê Yarê

Delala min!
Di rûpelên jîna xwe de, ev bû cara duduwan ku bi ber pêlên
hezkirinê dikevim. Bê şivîşk nifşa paşîn, perê tava teyroka te li min da.
Di vê de ez nizanim gelo heqê te û min li ser min e; an heqê min û
gazindan li ser te! Divê ku vê yeka han tu ji hev derxî…
Ya ku ez dizanim, heke ne j ite bûya; bilindî û ziraviya hezkirinê,
min nedizanî, bila ji Melê Cizîrî her bikirana zarîn…
Heke êş bi xwe ne di canê mirov de be, bi zarîna kesan mirov
agahî qasa êşê nabe. Di vê yekê de mineta te li ser min.
Dîsa heke ne ji te bûya, ev derdê malkambax û nuh j imin re ji kû
dihatî? Di vê de jî gazinda min li te.
Erê, ev bû cara duduwan ku pêlên hezkirinê, min davênber xwe û
dibin; lê bi kû de dibin, vê derê ez jî nizanim!…
Hîn ez ji ber pêlên hezkirinekê ( hezkirina welêt) nefilitîbûm ku bi
ber pêlên a din jî ketim. Nizanim ku ev rasthatin ji bextçakiya min e,
an ji bextreliyê? Divê ez vê yekê ji feylesofekî evînî bipirsim.
Bi tenê di dema pirskirinê de min gotinek heye, nizanim ku çiqas
der wê heq bixe destê min! Ew jî kum in hez kiriye; lê ez tê
dernaxînim ka hemberî vê hezkirina xwe hatime hezkirin, an na?
Dalyana min! Ez naxwazim wek evînkerên mayî pesna rûçik û
sinçiyên te bidim. Heke min welê kir, dûr û nêzik, pir û hindik ez
jî dikevim ser şopa wan. Di dinê de ya ku b imin xweş tê, ew e ku:
Riya min ji ya hemî kesan cuda be. Bi tenê, ji bona te min pesnek
heye ku ew jî: Her tu daylana min î.
Zeriya min! Heke di vî zemanî de baweriya min bi rabûna miriyan
tune be jî, ji îro pê ve min bawerî bi wê yekê heye.
Dergehê dilê min ê ku wekî tehtan bi tu tilisman venedibûn,
nêrîneke te ew dergeh bi gengazî vekir. Canê min ê ku her digel
jînê şer bû û ji hev bêzar bûbûn; heyîna te, ew ji hev re kirin yar.
Heke Mesîh miriyên xwahişgerên jînê divejandin, te xweşekî
xwahişgerê mirinê li jînê vegerand. Erê, çiqas ku tu ne Mesîh bî jî,
hemîn tu mesîhî yî.
Ez di çavên te de kaniya jînê dibînim. Heke tu bi xwe ne jîn bî ,teqez tu fehreşteya jînê yî.


Jan

Hela Jan !
Jana kirêt,
Jana zirav ! …
Peritand
Te ji min her,
Cerg û hinav,
Tu ketî,
Nava serê
Miletê min,
Nexweş bûn
Girs û biçûk
Tev mêr û jin,
Te berdan
şaxên di xwe
Heya bi dil
Te gerand
Canê di wan
Tev rîş û kul…
Tu jana giranî
Navê te nezanî,
Bê şik tu neyarî
Bi hogir û yarî
Yarên te neyarin,
Bo min wekî marin,
Milet xwe sipart,
Dost û yarên te,
Nivist kete xwe,
Di nav warên te,
Bindestê neyar,
Melan bi niviştan,
şêxan jî bi xiştan,
Axayên diz,
Begên xiniz,
Bûn bav û diyên te,
Him dest û piyên te,
Bin darê kolîdar
Em hêlane zîvar.


Kerê Dengbêj

Dibêjin li nav şêrwan
hebû yekî bazirgan.

Wî hebûn hêştir û ker,
tev bi hawid û semer.

Ji wan dudo bûbûn jar.
Nema bi wan dibû kar.

Her du berdan dora gund,
da biçêrin bibin rind.

Hêştir rabû gote kêr:
Tu guh bide min camêr,

were ji dest mirovan.
Em birevin nav govan.

Nema baran dikêşin,
ji bona wan diêşin.

çûn cihekî nependî.
Ne bazirgan û gundî.

Serkî tev çêriyan,
di newal û hêriyan.

Dema ku bûn xurt û têr,
bû çirrîna qula kêr.

Digot: birakê hêştir,
ji mêj va min deng nekir.

Dilê min zor şa dibe,
zirrîn li min radibe.

Hêştir got: ho kerê nêr,
bi zor zikê me bû têr.

Tu hevalkî neçak î,
dê xelkê li me rakî.

Wê cihê me fêr bibin,
hêştir tevî kêr bibin.

Dîsa têxin bin baran,
D’pa ra lêxin bi daran…

Kerê nêr got: nizanim,
nema bi xwe dikanim.

Heke niha nezirrim,
dê biteqim biçirrim…

Bû zirrîna kerê reş,
hêştir got: sihet nexweş.

Ker zirrî, bihîst şivên,
zû xeber da bazirgên.

Hatin her du birin çûn,
jê herimîn war û şûn.

Bi rê va ker westiya,
xwêdan giha hestiya.

Bazirganê hîlebaz,
bîr nedibir west û naz.

loading...

Got: ev hevalên hev in,
sûc û gunê wan tev in.

Divê çîçkî biêşin,
ew hev û din bikêşin.

Rabû ker li hêştir kir.
Ji çiyê daxist û bir

Vê car hêştir westiya,
can ji cendek kişiya.

Got: ho kerê guhdirêj,
roja ku tu bûyî dengbêj,

min ev dongî dizanî,
lê te bi xwe nikanî.

Niha jî dor hate min,
dê bidî canê şîrin.

Dikim bavêm tepikan,
çîçkî bidim lotikan.

Kêr wê gavê bîr dibir,
ko b’zirrînê neçê kir.

Digot: hewar û eman,
di min nekî van tiştan.

Tu hevalekî zor î,
di sûcê min biborî…

Bû zarrîna kerê reş,
Lê mixabin diçûn tewş.

Hêştir dida lotikan,
hol bû di ser kortikan.

Bar qulibî hate jêr,
şikest dest û lingê kêr.

Hêştir çû, ker li wir ma.
Bû xwarina gur û sa.

Kesê bêdem bizirre,
an jî bilind bifirre,

bi wê teqez nabe mêr,
wê bighê dongiya kêr.


Newroz

Bi xêr hatî tu Newroz sersala me kurdan î
Dilê min her li gel te hêja û sergiran î.
Ji çavên te xuya ne dibînim rûgirîn î,
Teqez tu jî wekî min pir êş û dilbirîn î.
Em dê kînga xilas bin ji zîneta neyaran?
Newroza xwe vejînin di destpêka baharan
Ma têr nakin ev şaşî?

Divê em jê şiyar bin,
Tev bi ramanek xweser bo şûreşê li kar bin
Wek Kawayê hesinker bervaneke xwe rakin,
Rabin bi şûreşê xurt pergala wan bela kin.
Welatê xwe bistînin tê de bijîn serfiraz,
Hemi aza bextiyar, dewlemend û belengaz.
Hînga hêja ye Newroz bimîn sersala kurdan,
Bi kêf û saz û govend vejînin li Kurdistan.


Ziman

Dil pir dixwaze ku Hêvî hêviya kurdanbe,
Di warê ziman û zanistî her xwedî şanbe,
Zaravayên me bighîne serhev di pêşende,
Kurdan nehêle di nava cihanê şermende,
Heya bi îro em tenê bê zar û ziman bûn,
Di nava gelan pir bi şûnda gelek nezanbûn,
î ro jî dibînim gelek xwendayên me kurdan,
Gelparêzin ew haya wana nîne ji ziman,
çawan bê ziman gel di cîhan tête parastin?
Bi çi lebatî maf û rûmet hatine xwestin…
Tenê bi ziman mirov cuda bûye ji dehban,
Pê xwend zana bû firiya xwe gihande ezman
Lewre divê em ji bo ziman xwe biwestînin,
Heya bikarin kurdan ji tengiye derînin,
Bijîn kesên kû ji bo ziman dikin xebatê,
Ew in berê gel diguhêzin rêya felatê.


Jiyana Osman Sebrî

loading...

Bir Cevap Yazın