"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî (1651-1707) wekî Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e.

Helbestên Ehmedê Xanî

Serwa Me

Serwa me bi sed reng û hezar îşwe û meş hat
Aşiq kirin îhya li reqîban ku nexweş hat

Sunbul kemilandin, Gul û lale xemilandin
Reyhan şetilandin, li gulan taze binefş hat

Ten derve nebû qet, nedida bextê kuşadek
Rû da me şukur! Ke’be yê tali‘ me du şeş hat

Pê dane firengî i nîlo, hatine romî (Peydane)
şukrane, nihane ji ereb hem ji hebeş hat

Reştozê xwe Nûbar e meger koşe dixwazin
Tîra koşeyî da te, hedef girt û bi keş hat

Yan hat bi nava dilê ket, qet nediwesta
Lewra ku ji ber qewsê me dî zêde bi weş hat

Xanî! Bese bê arî, çi ra zêdeyê salan
îsal e ji xwe tali‘ û bextê nebireş hat.


 Neqqaşê Ezel

Neqqaşê ezel roja serlewheyê rengîn da
Pergalê di destan bû, ser sefhe ku tezyîn da
Tezhîbê zerefşan kir serlewhê kitaba îşq
Resma ezelî kêşa, neqşê xwe newalîn da
(nû anîn da)

Dîbace ku înşa kir, fihrîste ku îmla kir
Cildek ji enasir best, nefxek di sufalîn da
Etfalê melek hatin, westane debistanê
„La îlme lena´´gotin, ´´Ebced´´bi xwe telqîn da

Wan sade ruxan mesqê îşqê ku temenna kir
Xettatê ji husnîl-xet sermeşqekî zêrrîn da
Ma secde tenê min bir ber sûretên mehbûban
îblîsê nebir secde, lew maye di nefrîn da

Ez çûme derê dêrê min dîtî ku rûhullah
Tekrarî musewwer bû hetta di nihalîn da
Wan cumle „Enel-heqq“ got, min „Wahidê mutleq“ got
Saqî bi xwe ez girtim camek meyê nosîn da

Herçî ku me ber pê kir, hindî me nezer lê kir
Min seyrek li yêkê kir, lew mame di lewlîn da
(lewra me dil û dîn da)
Min dî heme yek pertew sarî di mezahir da
Mumkin heme jê pirr nûr, emma ne di temkîn da

Ew bû ku Zelîxayê îdînî di Yûsif da
Mecnûnê di Leylayê, Ferhadê di şirîn da
Misbahê ebed min dî îrohe di qendîlê
Genca ezelî merkûz min dî di gil û tîn da

Cana ji cemala Te ez dê çi bibim sabir
şeyxan û ûlul-Ezman canê xwe di kalîn da
Me’zûr e eger sofî bit munkirê mehbûban
Kor dê çi tesewwur ket sirra ku di dûrbîn da

şahid bî tu ey zahid, mehbûbî perestim ez
Bê sahid û mey nabim, şêxê me ew ayîn da
Canî ji te ey Xanî! Cana ku bixwazîtin
Xa noqte li bin danî, fîl-halî di hêlîn da.


Mîrê Meclis

Mîrê meclis ne kenît ,Mutribê goya çi bi ket
Xunçe xendan nebitin,Bulbulê şeyda çi bi ket

Neynika husnê butan, lazime sahib nezerek
Kesê bîna ku nebit, dîlberê zîba çi biket

Bê kerem naçite tîpa edûwan merdê şecî‘
Tîxê ahen çîte, bê destê tewana çi biket

Talibê îlm û kemalê nebitin qabilê feyz
Hîkmeta terbiyeya alimê dana çi biket

Qelbê „Xanî“ sedefa gewherê îrfanê we lê
Metnixwanek ku nebit, sahibê me’na çi biket.


Aferîn Bo Te

îşweyek da me seher wê periya horî sirişt
şefeqê berq û cemalê dil û can suht û perişt (berişt)

Me nizanî ku melek yane beşer yane çi bû (ya perî bû)
Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê vedimişt

Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf
Xeyberî hatine min xal û xet çember û qişt

ilmê esma me jiber kir di debistanê sifat
Talibê Zatê me, lew min şemirand baxê Bihişt

Ademê kamil ezim, bûyî me mescûdê melek
Muddeî ger nebitin secde bi min ha serê xişt

Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf
Aferîn ber te! Ku ev şîwe ji bo kes te nehişt.


Axîret Firoş în

Da zenn ne birîn ku em xemûşîn
Em beste dehan û dil xurûşîn

Genca me di dil, guher tijîne
Her çendî îyan xezef firoşîn

şahîn û bi xef, bi libsî dîba
Zahir ji xwe em pelasî poşîn

Mucmer sifete me cism û can, ûd
Dil ateşe,daîma bi coşîn

Meyxane bihiste, Hûre Saqî
Kewser Mey e,lew Me bade noşîn

Bê hûdene lafê lew ku Xanî
Dunya kirr û axîret firoşî.


Dilê Şeyda

Dîsan dilê şeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir
Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira şehbazî kir

Meyla wî mehza hîkmet e, şeyda wî enqa şîret e
Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir

Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit
Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir

şeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes
Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir

Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de’wetê
Fikrîme şekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir

şeklê mecazî çendek e, şeyda heqîqî werdek e
Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir

Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin
şunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir

şunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil
Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir.


Dila

Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî
Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî

Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e
Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî

Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin
Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket şahî û te’lî

Eger çist e eger Nûr e, eger nêzîk eger dûr e
Birîna aşiqan kûre, ji ser tîra kurrê Zalî

Ji ser tîra mucewher bû, çi awir bû, çi xencer bû
Ji bo min ra muqedder bû, dema puf kirne selsalî

Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim
Di batin şubhê xunkarim, bi zahir ketme vî şalî

Bi zahir şalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba
Gellek sîm û gellek şîba, me havêtin, cîger nalî

Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin
Gello kî bit ku navêt in, hebînek çar û deh salî

Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber
Ji xilxalan dibit ebter, Mela meqsûde xilxalî

Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê
Ne îlm ê qal e, Ê hal e, me hasil kir bi ebdalî

Me hasil kir bi xêzanî, bi muştaqî, bi heyranî
Wekî genca di wêranî, me peyda kir bi remmalî

Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê şa kir
Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî zêrra du sed salî

Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û emr û ferman in
Bi tuxra û bi nîşan in, di dest uşşaqê delalî.


Subhekî Zû

Ez çûme derê meykedeyê subhekî zû, min dî yekî esmer
Qamet bi mesel subhê çinarê bû du keysû, manendê du Ejder

çînçîn dixuşîn zulfê li ser gulşenê ruxsar, reh şubhetê şehmar
Kher – kher dimeşîn biskê li ser qewsê du ebrû, manendê du şehperr

Mayîm mutereqqib, meger ew mezherê î’caz, carek bi dused naz
Halê me tefehhus khet û bêjit ku esîro! Ez bo te me xemxwer

Min got te di wextê seherê ev çiye da min, ey serwîqeda min!
Go ma tu nizanî çiye min da te feqîro! E‘teytûke kewser

Hetta veke lewhê sedef û xameyê yaqût, nêzîkê bi lahût
Min seyrê kirin Sidre û Tûba qedê dil co, nînin çu beraber

Hindî melek û horî, perî bêne temasa, haşa we ku haşa!
Kengê dibin ew, laîqê nezzareyê ebrû, ey dil me ke bawer!

Barî ji derê meykedeyê min me ke bê par, ey seyyîdê mûxtar!
Saqî ku Tû yî „eşhedû bîllahî“di îro, „Xanî“ bûye meyxwer.


Sazê Xweş Awaz

Seydê pencahê serê zulfa şeha şehbazim ez
Mestê cama îşweya şehnazê nazik nazim ez

Remz û î’cazê di xûban bê îbaret medh dikem
Murşidê kamil Ez im îrohe, sahib raz im ez

Vê heyata heyretê çi bikem beqa nîne ji bo
Lew şehîdê xemzeya wê dîlbera tennaz im ez

Derdimendek min divêtin, hem nefes bit Xanî ya!
Ger me hemdestek hebitin, sazê xweşawaz im ez.


 Textê Dîlberê

Îro li textê dîlberî, ya Rebb! çi şîrîn esmer e
Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e
Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev
Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere
Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der
Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e
Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt şefeq
Ya belg û netrik, ya wereq, ya qişt e,yana çenbere
Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew
şutrî ne, ya şeb‘bo ne ew, ya toxê şahê sencer e
Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîşan û xal
Keysû ne yan Hezret Bîlal, meşxûlê Ellah ekber e
çav in gello? Ya serxweş in, ya kafir in ya dilreş in
Bêmar in ew ya nexweş in, yan nêrgiz û cadûkher e
Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher
Ew qend e ya Rebb! Ya şeker,ew suhd e yane xebere
Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal
Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e
Dêm, şûşe nûra heqq di nav, dev xunçe ya şirîn gulav
Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîşan Anber e
Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan
Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e
Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye
Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e
Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in
Em aşiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e
Ew gerdena şubhê şemal, ser çesmeya ava zelal
Qarûreya xemra helal, ya şîse ye, yan mermer e
Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya îsa ye ev
Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e
Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye
Yan bulbulê wêrane ye, yan ûd e,yana mîcmer e
Ew Xanî yê dildade ye, meşreb ji rengê bade ye
Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.


Hero Sedcar

Hero sedcar ji îlfa wê, di bim keyfê li meyxanê
Vebir min têt ku zulfa wê, dinalim Ez ji hicranê
Di nalim lew gelî yaran ji çehvan xûn diçit baran
Ji sehma eqreb û maran wekî ew têne lêkdanê
Wekî ew têne ser balan bibînin nuqte û xalan
Bi nefş û xunçe û alan, di ser da mahê tabanê
Di ser da ew meha enwer, ji reyhan sunbulan da ser
Kirim sewda û hem ebter, ji min dil bir bi talanê
Ji min dil bir evê carê, ku min dî qameta yarê
Wekî selwê li cobarê, vemesya hate eywanê
Vemeşya ya ew sifet horî, ji rengê sorgula jorî
Ruhê şirîn dikim gorî, ji bo xalê û nîşanê
Nîsan û sûretê re´na, didin ku li miskê sed te´na
Ji Xanî lêne pirr me´na, wekî Ayatê Qur´anê.


Ey Mutribê Demsaz

Hêdî li brîşim bide ey mutribê demsaz
Sed dil bi devin, beste û her yek bi dused naz

Ey badê seba pirr nehejîn turreyê dildar
ûşşaqê bi nalîne ji murxûleyê şehnaz

Saqî! Bi gerrîn badeyê engûrê bi tenbûr
Cana! Bide min boseyekî her we bi dil xwaz

Rûhê min û sirra di ruxê yarê bi yek ra
Roja ezelî bûne bi dil hemdem û hemraz

Xanî te xelet zanî ku ew her ji xwe yek bûn
Xellaqê teeddud bi mezahir kire î`caz.


Ey Dirîxa!

Ey dirîxa! Ma me tenha ez ji şemsa xawerê
Xan û man têk bûne zulmet, paşî wê dêm enwerê

Paşî lêvên wê venaxum mutleq ava Kewserê
Min nevê dunya bi carek, piştî wê sîmîn berê

Ger bizanim ez di hesrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê pê çi kem! Pê wer bi kem xakisterê

Sed texabun! çu ji bal min ew hebîna çav belek
Ah û efxanê ji min daîm di çûn çerxa felek

Hem ji ber feryadê min aciz dibûn îns û melek
Mam di qeyda dax û derdan pasî wî zulfên xelek

Hîcreta yarê bihatim subhê findê şu’ledar
Ketme sêla îştîyaqê, ji-htiraqê bûme nar

Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim têkve bûm xubar
Min nevê dunya bi carek piştî wê çavî xummar

Ger di hîna ez wefat kim, bête ser min Ezraîl
Mujdeya xuldê bidet min hem di wê geh Cibraîl

Xidr û îlyas hem bibîtin her ji boy min re delîl
Dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser, Selsebîl

çerxê kec reftarî waweyla! Ku ez talan kirim
Ser bi gerdan bûm û lêkin zêde sergerdan kirim

Bê dil û şuxl û hewes, carek ku bê iz’an kirin
Zêde wê bê murwetê ev reng ku ez talan kirim

Zînîhar! Ey dosîtan wextê dikim ez hîcretê
Wan du mîsraan kîtabet kin li belgê kaxetê

Da di dest min da senet bit ew di hîyna hezretê
Wesfê halê min bibêjin ew di wextê wesletê

Xanîya ta key bibêjî ev sual û ev cewab!
Ew ji wî sadir bûye ey bê edeb, ey bê hîcab!

Ew qedaya barîye, razî bibe ey mal xirab!
Belkî bîtin mûcibê narê ji bo te ew xitab.


Enqayê Beqa

Beydayê fena gerçi benim rehguzerimdir
Enqayê beqa hîmmetê hemrahê perimdir

Wehm eylemezem sehmê bela,qewsê felekden
Atilsa, çu destimde tewekkul sîperimdir

Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê belayem
Başimda bela berg û meşeqqet semerimdir

Saqî bana îmdadi kilip, fatihê bab ol
Meyxane terîqimde kim evvel seferimdir.

Ben aşiqê dîdarê ne hacet xemê diwar
Cennet dexi ber perde ê qet’ê nezerimdir

Perwane ê perr soxîte ê şem’ê qedîmim
Nîranê cehennem şererê bal û perrimdir

Alam û cefasîle xweşim ben rehê îşkin
Xanî! Bana bu yolde, qedem çeşmê serimdir.

 

Jiyana Ehmedê Xanî

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın