"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Egîtê Şemsî (Egîtê Hesenê Şemo)

Semsî (Egîtê Hesenê Şemo) (*1933 -2002) helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Şaîrê kurd ê bi nav û deng Egîtê Hesenê Şemo, ku weke şaîr deng daye bi navê lîteratûrî yê Semsî, di sala 1933an de li zozanekî çiyayê Elegezê (Ermenistanê) hatiye dinyayê.

Zivistan

Mija devgewr, ezman û ewr,
Mêşê mezî, rût û tezî,
Qiravî xwar, seqem û sar,
Ber-avê dûz, hesin û bûz,
Hêlma cabbir, kulî gir-gir,
Ba pê pê ser, çîk-çîk bager,
Kesê hêwî nabe rêwî…
Rûvîyê hêşîn dike weqîn,
Dirb, der û dûz sipî û pûz,
Derî û bac bin berfa eyac
Bendeê zar zaçê cînar,
Sayîa bi roj ce’hnmê û doj…
Pîrê piştxwar – dest bi têwar,
Kalê incûz – mehde mirûz,
Rojê giran û tiştê han
Eva te ra ay zivistan.


Ravin Şaîr

Ravin, şaîr, herne Şamê-Kurdistanê silavê,
Xwe ra bivin dilê min î mîna agir-alavê…

Ravin erşê jor, meydanê bilind bidin perwaza,
Bistrên, bistrên canpolata, bo azayê-miraza.

Wexte îro, li E’ntavê hatye qam û mecale
Bi qîrîne, bi qûrtîne, bi qale, bi hewale..

Li aranê te’rîstane, mijê daye rû ezman,
Xan û Elîyê li zemana rabûn serî pê hildan.

Weke kevrê kelebesta cimhûreta zêrandî
Rabûne ber kêr û xûnê ber û pişt xwe şidandî…

Gelo zanin herdu teyrê bilind bûbûn wek ezman
Xwe avîtine ser mirinê, bo azayê e’mir dan?

Qe we stira erzê tûnis, wekî hildan şûr, mertal,
Wekî xûnxur destê wan da bûne hêsîr û evdal.

Lê kilhanê zincîrkirî, ku hevsa da dirizîn,
Îro rabûn lel qetandin, li dinyayê bû mizgîn.

Pir efata oxir xwestin û.. .dinya ron hiştin çûn,
Gele şaîr li ber pate— dilê wana bûne xûn.

Ahmedê Xan kerba rabû, kire gazî go:

«Feqîr, Rave, rave, kurd hewale kilama xwe bîne bîr»…

Rabin, şaîr, herne Şamê-Kurdistanê silavê,
Dilê min î şaîr bibin, eşqa bidne alavê.


Kurdistan

Mîna teyrê heftser, sîmir,
Mîna lokê box-berî fir,
Mîna Xano – eynat, avir,
Ezê ser Sîpanê daynim,
Hemd û hedam biqûrim hur…
-Hey, hey kurdno, ka Kurdistan!
Rabin, rakin nas û dostan,
Hûn hene wek ber-berîstan
Û wan ax û warê keser
Bikin dewlet, gul-gulistan

Bêjin îdî çûye dewra kulik,
Tivingêd xwe nebine milik…
Em sond dixun bi xwe û kulik,
Wekî kurd hedamê çiyan e,
Hûn li ber me weke dilik…
Wekî cotkarê te xwey ax be…
Xwendkarê te her babax be,
Bira dilê xayîn dax be,
Lê tu hebî, hebî ezîz,
Kurdistanam sax be, sax be.


Vê Êvarê

Vê evarê ez çûme bal yara xwe,
Wekî bînim h’inarê wê
Bo h’ewasa dara xwe…
Min dest kire nav h’inara,
Xeriqîm ser h’ara xwe,
Şev wecirîm—tire xewne…
Rabûm revîm ç’ara xwe,
Ax yar tirsîya, kire qîrîn,
Go wî bigrin, dîn bû revî…
Hê min tirê gendî xewne,
Dîntî kire qara xwe.


Melle û Nimêj

Mellê rûdirêj,
Kûzikê kûrnimêj,
Ser çoka melle,
Melle ditele
Çoke li ser erd,
Bi duake merd
Dev dike li kûz,
Dike kûze-kûz…
Û dibê, Xwedê
Tu li ezmana,
Ezî arana,
Bêje barana,
Bira ew her car
Li zevîyê cînar
Bikin qulixayî,
Bibe çîk-sayî
Lê ser ya min herdem
Bira bibin çem,
Bikine leme-lem,
Zevîya mine hişk,
Tijî mar û mişk,
Bira bibe rim,
Bide min genim,
Rûnêm ber sêlê,
Badim simêlê,
Bixum hevrûşka
Qaz û mirîşka,
Bira cînar, gund
Bêjin mellê rind
Bûye qûl welle dûz
Û bawer kin… kûz
Û rojke nav-deng
Ewra girt govend,
Lêmişta pêlgir
Zevî şûşt û bir
Melle kerba, qest
Kûzik jinê xwest,
Wekî bike “nimêjê”,
Lê avît nav qirêjê
Dîsa hêrsê danenî,
Rabû jorê-ser banî,
Kûzik jorda erdê xist,
Bû hezar kûz, hezar mist
Melle tevizî cî da,
Xeberek got nîvî da:
-Xwedê, te baran dişand,
Hema zeviya min barand?
Yan lêmişta te rakir,
Hema zeviya min tenê bir.


Kurd Çiya Li Xwe Yar Kiriye

Kurd çiya li xwe yar kiriye,
Sura xwe li wan dîhar kiriye
Û ku dibe qûrîn-qûrtîn,
Ew kurdê welête bi kîn
Jorda li çiya dibin dêrî,
Şivan jî namîne ber kêrî…
Ha tên, ha tên, dibin heşêmet,
We dîtîye qet?
Ku bo rastîyê ça mil didin mil,
Kuştin hebe, rev nayê dil,
Çimku reva çiya jî tune,
Reva çiya dewr in, mirin e…
Û kurdê bendehiz, dilfire
Her dikare bo azaya xwe bimre.


Dibe Razaye

Min xezalek dît li nav mêşê kûr bêxem paldayî,
Bisk û temorî bi kaw û kubar ber ra berdayî..

Sam û sawa wê dide li ser min û fenî qewal
Ça ber ziyaretê, o…, ber çok didim lê dibim hewal.

Alav û gulav daye li ser dêm, daye li ser rû,
Gelo raza ye, gelo çi derde dilê wê vedirû?

Destê min hêdî leriz û ricaf gerdenê li xwar,
Dibe raza ye, ew berda nagire zenda min e sar?

Dilkê min bi deng dike hîve-hîv, dike ringe-ring,
Wek salê zeman bi xof û ricaf dikşînim hezing.

Û tiliyê min ça devê dilê min girtin ew hinar,
Mêşe min hejî, li rûye min kişî pir selafa sar.

Dibe xirmaş e, yanê raza ye xwe xewê danî,
Wekî ranebe, bo nedime ber xwe ev deşt û banî…

Yan dibe gelo xew û xewnê da cem yarkî din e,
Heta mirinê pê ra stuxwar e, pê ra amin e.

Ax, na, derew e…bin destê min da şehdeye gendî,
Dilkê te yî har, ça teyra hevsar..wê diricife çendik bi çendî


Lo Kurdo

Lo kurdo, te hezar celeb xwe xem kirîye,
Hêsir û girîyê dayîkêd bêax li cem kirîye…
Hê hîvîyê me… de bihejîn Sîpanê,
Zûda zanim derd û keser te dem kirîye
Ez û tu va pir hatine rastî hev,
Tu mêrxasî, kuştin hebe, tune rev,
Rast e, şa me, ku te devê xûnê girt,
Axir, axir zef hindik e, çiqas xûn rêt te ro-şev…
Û guman im, hê mecal jî pir heye…
Şûrê rastîyê bive-neve eseye…
Mirin-jîyîn mêrê çê ra tu çi xem,
Çevê kurd û Kurdistanê li te ye.


 Şerav û Yar

Şeravê tême tasekê,
Bidime rex xwe nasekê,
Vexum bo hewasekê,
Can pê şa be qasekê

Bira îşev serxweş bim,
Alîyê te da ez yan bim,
Ne ser nêta durûya bim,
Weke merî bê ziyan bim

Paşê dinê tev razê,
Lê bedewê, lê nazê,
Hizkim te gerdengazê,
Lê şîrinê, mirazê

Şeva nûrîn, şeva gul,
Ez û tu wa qerewil,
Kanî bikine xulexul,
Em sohbet kin xewnêd dil

Şeravê tême tasekê,
Bidime rex xwe nasekê.


Jiyana Egîtê Şemsî (Egîtê Hesenê Şemo)

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın