"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Mîkaîlê Reşîd

loading...

Dar

Ez destê xwe didim
Ser bedena darê,
Û destê min hêdî
Ricafa wê dibhê.

Û dar dijî, dijî
Ne ku tenê boy xwe,
Lê bona min, boy te
Û bona wî dijî.

Ba belgê darêda
Xwera nerm distirê,
Kilama wê xweşe,
Ça berbanga sibê.

Û dinê bona min
Dîsa xweşe, teze
Çawa teze bû, ew,
Wexta ku zar bûm ez.

Dar bi ricafa xwe
Bin destê min vira
Kilama zarotya
Merivaê distire.


Tamarê Minda

loading...

Tamarê minda
Roye dikişe
Û bada nîne,
Wekî rengê sor,
Rengê xûna min
Rengekî germe.
Tamarê minda

Emir dikişe.
Ez zanim, zanim,
Çima pêşîê min
Ro hebandine,
Çima dayka min,
Wexta sond dixwe,
Navê şems dide,
Û çima, wexta
Ji me dipirsin,
Wekî em kêne,
Em cabê didin:
Ewladê şems in.


Dayê

Dayê, niha kê wê minra bêje: – Lao,
Û pey mirina tera zarotya min jî mir.
Merîvê başqe- başqe wê navê min hildin,
Zarê mine bêxem minra bêjin:- Bavo.
Û gotinê wanda dibe ku ez bibhêm
Huba temiz, mezin, hisreta dilê wan.
Her kesîra nîne, ku navê wan dibên
Usa bi dil û can.
Lê tu kes mîna te îdî nabê: – Lao,
Çimkî wexta xatirê xwe te ji emir xwest,
Te bê vegerandin zarotya min jî bir.


Ez Tercimeçî Me

Ez tercimeçî me,
Ez tercime dikim be’sê dinyaê.
Halê min çîye?
Carna ji be’sa xewa min naê.
Ez çawa razêm,
Wexta li dinê hê xûn dirije,
Ez çawa razêm
Zar şîrê dayka kuştî dimije.
Lê be’s jî hene,
Wekî dixwezî dinê hemêzkî,
Sifet bi kene,
Û tu dixwezî hemûşka hizkî.
Ez tercime dikim
Deng-be’sê teze ji hemû erda,
Ez tercime dikim
Be’sê derheqa cimaeta kurda.
Kurdistanêda
Ser ç’ya top bûne ewrê reşî reş,
Kurdistanêda
Xûnê sor bûne kirasê qerqaş,
Kurd
Dîsa şer diçe, şerekî giran,
Dijmina lêda
Û se jî neman li gundê wêran.
Dewet bûye şîn,
Ken bûye nelîn, deşt bûne megber,
Cew dike xuşîn,
Yanê digirî, ku bag man bê ber?
Cimaetê çêkir,
Cimaetê şênkir erdê kal-bava,
Dijmin wêrankir,
Û xirabe man ji gundê ava.

Ez tercime dikim,
Xûn dimewice nava temara,
Kurd hê şer’dikin,
Bila şa nebe dilê neyara,
Wê rojeke bê,
Ça nûra sibê,
Ezê tercimekim be’seke xêrê-
Kurdistan dijî,
Neyar çû gorê.


Hisret

Tu xanima min,
Porzêrîna min û delala min,
Tu hîna dûrî,
Gelekî dûrî.
Tenê bim, yanê nava meriva,
Malê bim, yanê cîkî din, derva,
Tu merkeza dil û fikarê min,
Bêy te ez melûl, feqîrim, hemin.

Êvara dertêm tenê digerim,
Kuda jî herim,
Dîna xwe didim li erşê ezmîn,
Çawa yekî dîn
Dixwezim steyrê dûrva qisekim,
Dilê xwe vekim
Û hisreta xwe wanara bêjim,
Ku bêy te gêjim.
Axir steyrê geş ji ezmanê dûr,
Ze’f zelal û kûr,
Him min dibînin vir, Ûrisêtê-

Nav berfa bestê,
Him te dibînin li cenûba geş,
War û miskenê kulîlkê bînxweş,
Dikarin cabê bidine dilê min,
Ka tu çi dikî vê demê bêy min,

Dîsa dixwezim xeberdim, bêjim,
Lê tişt nabêjim.
Ewra girtîye wa r’yê ezmîn
Û ez nabînim ne steyr û ne hîv.

Û tenê wexta ez xewra diçim,
Nava xewneda ez te dibînim,
Te, xanima min,
Porzêrîna min,
Heval, dosta min,
Kulfet, çara min,
Pişt-stara min,
Dinya dilê min,
Û dayka herdu şemal zarê min.


Pencera Dê

Her pencerek
We’de xweda xewra diçe,
Her pencerek
We’de xweda hişyar dibe,
Lê pencera dayka reben,
Ku tek kurekî wê hebû,
Lê ew jî çû şêr’da canda,
Gelek şeva qe ranazê.


 Ezê Dua kim

Porê te şevê ra ketine lecê,
Çevê te şevê ra ketine lecê,
Porê te alav û agirê reşin,
Çevê te alav û agirê reşin.

Siba xweş mîna gula vedibe,
Sibe qemera dîndara teda
Te’m-ramûsana roê dibîne
Ber xwe dikeve,
Ku ro berî wê
Tu ramûsayî.

Ezê şev û roj derê xwe vekim,
Ku alava te bikeve malê,
Mala dilê min.

Ezê ji royê herro dua’kim,
Wekî kêm neke alava çeva,
Germa dilê te
Şevê terîda.


Kîderê, Çiçax

Tu destpê dikî şêrê dinivîsî,
Hezar dinya tê dikeve nav dil,
Hezar birûskin mejyê teda.
Tu diçerçirî, tu diperitî,
Lê tu nizanî
Kîderê, çiçax û çi teherî
Tê vê şêra xwe ta’mkî, xilazkî.
Usa jî emin
Benî ademin,
Tucar nizanin
Kîderê, çiçax û çi teherî
Rênga emirê xwe emê xilazkin.


Peyzaj

Hîv birîndar e,
Alîk birîn e.
Her alîk maye.

Xwe avît avê,
Xwest bixeniqe,
Lê qe nikare.

Hîva birîndar.
Îşev ser avê
Lal diperite.


Dilê Min Wire

Dilêm wire, li wan ç’ya,
Li wan ciya,
Kîderê ku zeng û zinar
Bona kurda bûne sitar,
Kîderê çem dikewgirîn,
Wexta dişon hezar birîn,
Birînê wan lawê efat,
Ku hiştine mal û xebat,
Rabûne şer’ bi sîng-beden,
Wekî nebin feqîr, reben,
T’ucar nebin qûlê neyar
Û nemînin bê mal û war.

Dilêm wire, li wan ç’ya,
Li wan ciya,
Kîderê, ku teyrê kubar
Hêlan xwera kirine war
Û kurdara bûne heval,
Ber çeva tim ç’ya û newal,
Kîderê ku kulîlkê al
Bîrnakin wan mêrê helal,
Ku boy weten şêr’da can dan,
Û xûna wan
Boy kulîlkê li wan deran
Bûye rengê şîna giran.

Ez dixwezim li wan ç’ya,
Li wan ciya
Rokê rabim û bigerim,
Kîderê ku xûn bû, mirin,
Û ramûsim mezelê wan,
Ê ku candan,
Wekî timê bijî weten,
Navê me kurd û Kurdistan.


Meha Yanvarê

Roj dirêj dibin,
Rast e bi deqa, lê dirêj dibin.
Û ev zivistan û ev berfa çîya
Ev bûza şimşat, ku gol kirye dîl,
Ser lêvê xwe, ku ii sermê şîn in,
Bîna biharê bona min tînin,
Çimkî şevê sar, rast e bi deqa
Îdî kin dibin,
Roj dirêj dibin.

Te’vê can, te’vê,
Zûtirê emê
Bag û bagçada
Çol û bestada
Mînanî berê hevra bin, şa bin,
Binhêrin çawa kulîlk vedibin.
Û tê sura xwe mîna par, pêrat
Ber min ha vekî, ez jî çawa zar
Zende bimînim ber ecêbê te,
Lê berî gişka, hema serî da,
Ez ê hêdîka, ku tu kes nebhê,
Bi dil-can bêjim:
-Bîra te kirye, te’vê can, te’vê.

loading...

Çi baş e, wekî roj dirêj dibin.


Şer

Eva du roj e ezman digirî.
Eva du roj e
Roja havînê melûl û sar e,
Jêr şîn, jor gewr e,
Eva du roje serê min şil e,
Eva du roje dilî ne dil e,
Eva du roje, ku hevalê min
Dibê:- Birînê min dîsa dêşin,
Ku ji şêr’ mane.

Eva sî sal e,
Birînê wîda hela hê şer’e.


Jiyana Mîkaîlê Reşîd

loading...