"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî (b. 1850 Çinar – m. 1905 Amed) felsefevan, astronom û alimekî kurd yê sedsala 19’an e.

Aferîn

Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner
Welê da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
“Nehin Kurdî şa‘ir di misra‘ekê“
Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene
Ji ‘uşşaqê Turk û Ecem zêde ne
Binêrin li şi‘ran heçî zaniye
çi terkîbekî serfê kurmancî ye
Ji kurmanciya xwe me anî nîzam
Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam
Ji tenzîmê kurdî sual û cewab
Me bînane nezmê hezaran kîtab
Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn
çiku kes nehin bêje min “aferîn“

Mehmet Afşar – Erşên Evînê
“teyroka payizan li zemîna evîna me daye
evîna me xesandî ye
hêviyên me li baskên çiya mane pêçayî
qêrîna me bager e
bihêz û wek pola ye
dihele kûrahiyan
xwe li rayên azadiyê dipêçe
serbilind û bask li ba ye
dileyîze di cengên giran de
xwe digihîne bilindahiya erşên evînê”


Hey Werin Yar û Bira

Hey werin yar û bira carek ji min kin yek sual
Da ji bo we bêjim ez asarê te’b û suê hal

Halekî şiddet-qewî tê da me roz û şeb muqîm
Ta bi wextê fecri sadiq min fîxan û nalenal

Narê hicra te li ser min zêde xurbet ah û ah
Çendî zehmetkêş im ez firqet li min bûyê kemal

Îxtiyare piştî kûz bûme ji hicra dilberê
Sed hezar sal e bi çavan nediye min parê şepal

De çesan nalîn nekim ahan nekêşim roz û şeb?
Nemîeî ed’ef çewan erd û sema ket îhlîmal

Jan didit dil ba cîger sota li min sînc hunav
Cumle e’da derdîdar in têk kebab in ey heval

Şubhê Yûsuf zîrê zîndan mame mehbûs û hezîn
Qet nego carek Zuleyxaê çi hal e bêmecal?

Çend hezar fikrî tên qelbê melûl ê xem zêde
Xurbet û rahê beîd û hicrî mehbûba ddlal

Narê Mûsa min ledun Îsa ji şewqa dilberê
Nûra Wadî Eymenê bû der cîger min iştîal

Dilberi bala qiyamet ger nebînim der buhişt
Yek qedem ger deynim ez ey dil mehal e, sed mehal

Mubtela Eyyûbiweş bûme di hicra dilberê
Erq û asab im ji hev weryane nabin întîqal

Çendî caran bê’eded der bûteyê hîcranî te
Wek zêrê xalis’eyar î ser mehek ez bûme qal

Qalî bûm bê gaz û çakûç û nefax û kûre-nar
Yek nezer wextê ku da min şeng û şoxa çavxezal

Şu’ledar im serteser ateş dibarit min ji ah
Bê du ebrûyê hîlal im dil me bû koyê zîxal

Nagihê Selma xwo ey dil, reş bipoşe matemê
Hêstirê xwûn ên dibarîn dûr ketî wextê wîsal

Arezûmendê te me, ey şahê textê dilberê
Zêde sewdadar im ez wck teşneyê abê zelal

Yek gedayê dergehê ‘alî me ey canê cîhan
Sal û meh gerden-kec im bo şewqa dîdara cemal

Xerqeyê girdaba hîrman im Xuda rê hîmmetê
Ah û feryadê me da xelqê cîhan yekser melal

`Wed-duha Wel-eylî` werd e, ser zebanê min muqîm
Çûn ji ewwel wechê te sanî dizanim zulf û xal

Çendî bê însaf û rehm î, şefqetek nakî li min
Bexşî yek dîdarê te, can û dil sed milk û mal

Yarê min girtî xezeb avêtime paş kohê Qaf
Bîm û ummîd e tecellî ser me ez perda Celal

Ahuyê wehşî medam lê da ji nîva qelb û dil
Min nizanî murxê canê min bi kakil bit ‘îqal

Xusrewê xûban kirim yexsîrê çeşmê reşbelek
‘Uşrê mi’şarê beyan nakin hezaran qîl û qal

Wesfê derdê ‘eşqê dilber çûn mûfessel nabîtin
“Rûhî”ya mucmel te got, lakin bike teyyê meqal.


Kesk û Sor û Şîn û Zer

Kesk û sor û şîn û zer, narencî û mawî û reş
Sef bi sef seyran konan, tên dilberanê mahîweş

Wek di nîsan rengereng, çîçek vebin der murxîzar
Muxtelit bûn têk di çîmen leşkerê Rom û Hebeş

Sed hezar Leyla û Şêrîn û Zuleyxa der xiram
Çeşmê şehla, serwî-bala, xunce-dêm elfazê xweş

Dîn û dil yekser ji min bir van şêrînan bê futûr
Ey gelo qat’i terîqen ev perî rûyan guleş

Dil yek e, dilber hezar in mam teheyyur el eman
Bidme kê meyla evî qelbê birîndar î nexweş?

Mislê perwîn e sema cem in di çîmen lale-rû
Fewcefewc in der temaşa heft û heyşt û pênc û şeş

Çunkî ev dilber gulê cûr in di gulzarê cemal
“Rûhî”ya wek bilbilan her dem bibe efxanî geş.


 Levzê Şêrîn

Me ev çendî levzê şêrîn çêkirin
Zebanê tirkan me pê jê kirin.

Me hêvî ji nezarekanê ezîz
Ku çavan bidin ser vî nezmê temîz

Nebin herîfgîrî li min şaîrî
çi ku pare me batin û zahirî

Ji hicrê tijî qelbê min rexne ye
Elametê işqê eser lê heye.


Qubbeê Neh Taqi Mîna Ye

Qubbeê neh taqi mîna ye li min tarîk û teng
Pey bi pey ez çeşmê dilber tên cîger tîr û xedeng

Her zeman ber qel’eya dil muttesil, top û tufeng
Sedmeta ‘eşqa nîgarê da me nêv pença puleng

Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng

Dûr e ez* dîdarê min ew şahê textê dilberî
Muxtefî ez çeşmê min teşbîhê ecsamê perî

Ledxe kir qelbê me ejderhayê zulfê ‘enberî
Min nevê xûbanê alem xeyrî yarê enwerî

Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng

Mam qewî dermande sergeştî di sehrayê fîraq
Şiddetê hicran li min teklîfi kir ma la yûtaq

Xulxulî ‘eşqa me pur kir, xetteê Şam û Iraq
Serteser exker weşim ez narê bu’dê îhtîraq

Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng

Şaş kirim cewra hebîbê der ‘ezabê roj û şeb
Kes li min lewman nekin ey zahidanê bêedep!

Can ji min bir yarê ez xûbanê alem muntexeb
Bêûmîd im, dilşikest im, can û dil ender te’eb

Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng

Qet neda ahê sehergahan ji bo min hîçî sûd
Bexşê dîdarek me kir bo şaha xûban her çî bûd

Tê ji nalînê me her dem nefxeê qanûn û ûd
Ta’inanê asîman çû ez dilê min nar û dûd

Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng

Sed meazellah ji min dûr e, hebîba pur ezîz Wek meter her dem dibarînim evan eşkê xerîz

Lew dibêjim muntezem van gotin û ş’irê temîz Dil ji ber narê mehebbet hem çû mencelpur ezîz

Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng

Fikr û efkar im nehim xeyrî şahê nazikbeşer
Weqfê dîdarê cemalê dilber im her du beser

Mehwî bûn xubanê alem nezdî yarê çûn qemer
Dûr ji dîdarê hebîbê ketme deryayê keder

Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng

Qût û rûh û quwwetê dil wesletê dildarê min
Sotin û ala muhebbet teb’e min, efkarê min

Qubbeê eflakê sota ahê ateşbarê min
Zariyê min, nalayê min tên ji derdê yarê min

Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng

Bê ûmîd im, qelbî naçar im di narê firqetê
Roj û şeb ez destê dilber lew dikêşim hirqetê

Nazika şêrîn, kirim mehrûm ji baxê wesletê
Eşkê germ û ahê serdem nade min qet muhletê

Ah û sed fîxan ji hicra dilbera ala Fireng

Leşkerê siltanê xem westan li ser dil sef bi sef
Yafet im ez yumna ‘eşqa saha xuban sed şeref

Eşkê xwûn im şubhê Dicle çû heta milkê Necef
Emrê bêyar bûye zayî, canê şêrîn bû telef

Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng

Sed hezar enwayê xem der dil ji firqet bêhîsab
Cismê bêtaqet di narê ‘eşqê dilber bû kebab

Çeşmê pur nem, sîne pur ateş, cîger pur îltîhab
“Rûhî”ya erz ke li dergahê hebîbê ev xîtap

Ah û sed efxan ji hicra dilbera ala Fireng.


Pur Hezîn im (Dûr û Mehcûr im)

Pur hezîn im dûrîdest im xurbetê dil kir kebab
Dûr û mehcûr im ji yara nazika alîcenab

Berf û bapûkê tijî kir, dûr bû rahê alemê
Mam di darê xurbetê, dûr im ji dildara şebab

Der xeribê berf û barozê ecaîb dil kewand
Dê çikim ya Reb, medet dunya li min têk bû ezab

J’asîmanan berf dibarit, tête xwarê wek serad
Agirê hicran û xurbet, min di dil bû îltihab

Cumleyê alem di keyf û şahiyan de serbilind
Lê li ser min berf û ba ye, ah û kovan bêhisab

Rê li min hatîye girtin, mam di nêv hindî çiya
Kes nema zanî bi halê min feqîrê dilxerab

Ez di jêrê Kerbelayê mam di rê da berf û selc
Nagihim yar û weten defter, ne qasid, ne kitab

Nîn e teyrek ez verêkim hezreta yara ezîz
Xakiya bigrit ziyaret bînitin dîsa cewab

Fîrefîra rîhê serser tê digel wî berf û pûk
Sad ritil têtin bi hev ra rabûye mislê qubab

Qubbeya alem li ser min tengî kir berfa spî
Nabitin der heqqe me îro duayek mustecab

Kes dua nakit ji bo min, mam di darê xurbetê
Têk cîhan bûz e, spî nîn e reşayî wek xurab

Rehrew im ez rahê min dûr e xerîb im bêweten
Zêde berfê da li cergê min du sed tîr û nişab

Dil hemil nakit firaqa dilbera nazikbeden
Lê çikim berfek ecaîb kefte rê bûye hicab

Qesda qelbê min ne berf e, lê ji destê firqetê
Berf û bapûkê dikim m’ena, ku şêrin bit xitab

“Rûhî”ya bes bêje van ş’erên şewatê pur hezîn
Bo te digrîn dar û ber, deşt û çiya, ax û turab.


Ketme Êşa Cerh û Zexman

Ketme êşa cerh û zexman ez ji qewsa rûheval
Mislê baranê dibarin tîr ji wan muşganê al

Keşmekeş tê da me ez alem li ber çeşmê xeyal
Dilber im tirsa ye natirsit ji zenban û webal

El-eman sed el-eman ey mexbeça gerdan-xezal

Fikrê min ew qameta şimşadî ye der roj û şeb
Roz û şeb yeksane yekreng e ji bo min der teleb

Goşê ber qewlê reqîban kir hebîb im bê sebeb
Min ji ber derdê fîraqê pare bû cerg û kezeb

El-eman sed-el eman ey keckulahê rû-bi-xal

Sed hezar sewgendê min ewtadê zulfê xem bi xem
Hem bi an tacê Qûbadî kec wekî şahê Ecem

Nabitin dil yek nefes xalî ji seffê derd û xem
Bes ke tetwîla firaqê came ketye ber elem

El-eman sed el-eman ey şox û şenga pur delal

Sed sebahul-xeyrê min ber xakîpayê dilberê
Îsewî teb’ê, kubarê, nazikê, dêm-enwerê

Çeşmê hûrî, werdê curî qedd û qamed ‘er’erê
Der lehîbê ateşê ez ketme pencê beglerê

El-eman sed el-eman ey bejn û bala î’tîdal

Min ji narê bu’d û dûrî, cerg û dil têk bû kebab
Şefqe ke ber min feqîrî bêkesê can der ‘ezab

Werdê me subh û mesaya, leyte nî kuntu turab
Ah ji destê zilmê te, min dîn û dinya bû xerab

El-eman sed el-eman ey nazika qenc a şepal

Min ji zatê dilberê weslek bi zarî kir meraq
Zalima tirsa bi çi naket bi min re îttîfaq

Bûme der çerxê firaqê mislê bedra der mehaq
Muntezir mame ji bo rehmek di nîv narê firaq

El-eman sed-el eman ey çeşmê ebrû der qîtal

Bax û bostanê biharê têk me bû beyt-ul hezen
Xulxul û awazê ‘eşq im çû heta Şam û Yemen

Çûm hilak ez firqetê firyadê min Weys-ul Qeran
Xemzeyê çeşmê di şehla can deranî ez beden

El-eman sed el-eman ey şahê ew rengê cemal

Can ji te’sîrê fîraqê ketye halatê şedîd
Narê ‘eşqê ba diket her sa’etek hel min mezîd

Tên ji van curhê di kul her dem hezar xwûn û sedîd
Dil di sehrayê fîraqê maye nalan û wehîd

El-eman sed el-eman ey zilm û te’da bêfesal

Eynê canê der beden hem qeweta sem’ û beser
Bo minê bêçare ke carek bi şefqet yek nezer

Dûriya zatê hebîbê nar û pêtin der cîger
Bûm ji asarê* mehebbet bê sikûn û bê meqer

El-eman sêd el-eman ey çeşmeê abê zelal

Wesfê zulfû xal û purçem min di zimmet de ferîd
Ger çi hicranê bike ser min tewîl û hem ‘erîd

Der qezayayê mehebbet nakim ez eks û neqîd
Şemsa dil derket ji ewcê maye der nûqta hedîd

El-eman sed el-eman ey çêtir ez milk û menal

Şerbetek abê serahê bexşî ke beran feqîr
Da ji ihsana te carek cebrî bit qelbê kesîr

Bendeyê pîrê muxan im ey şehînşeh destegîr
Sakinê dêr im ji bo Îsaiyan mame esîr

El-eman sed el-eman ey min ji hicret nalenal

Tîr û rim pey pey dibarin ber dilê kul bê ’eded
Şewqê yarê keckulah, têk pare kir cerg û kebed

Xaif û lerzende me ez ketme nêv pencê esed
Derdê hicranê qetî kir canê şêrîn ez cesed

El-eman sed el-eman ey husna sûret bêmîsal

“Rûhî”yê dilkul ji bo te erdî kir halê ‘ecîb
Belkî rehmet kî li ser min bêkesê miskîn, xerîb

Erdê xizmet kir me îna xakîpayet ev ketîb
Pur melûl im, pur hezîn im, dil bi derd im, can-kebîb

El-eman sed el-eman ey şahidê zîba xîsal.


 Îd e Îro

Îd e îro bê qerar im ez ji feqda dêm-durrê
Bê hebib im, bê hebîb im, bê hebîb im, bê hebîb

Her kesek ba yarê xwod meşiyan di sehreyan Ii rê
Pur keîb im, pur keîb im, pur keîb im, pur keîb

Îd e keyf û şahî ye nêv xas û ‘amê xulxul e
Yekyekan aşiq li ser sorgul mîsalê bulbul e

Nîn e der qelbê me bestek, çunkî mecruh û kul e
Bê tebîb îm, bê tebîb im, bê tebîb im, bê tebîb

Îdeyan yarê xwe girtin çûne seyra gulşenan
Muntezir ba saxir û reyhan û werd û sosinan

Lê tenê mame di gel eşkan di kuncê, gulxenan
Bê nesîb im, bê nesîb im, bê nesîb im, bê nesîb

Subhê îdê her kesek der geşta sehra rengereng
Ser me ez xem cem’i bûne leşkerê Rom û Freng

Der binê narê fîraqê keftime bê yar û şeng
Ez xerîb im, ez xerîb im, ez xerîb im, ez xerîb

Rojê îdê tarî ye wek leylê bê şem’ û çira
Ser xerîb û bêkesê dûrbit ji yar û hogira

Şadiya îdê li min huzn e gelî yar û bira
Dilkeîb im, dilkeîb im, dilkeîb im, dilkeîb

Dê çawan îdê temaşa kim li keyf û şahiyan
Çunkî muhlet nakevîtin dil ji ah û zariyan

Dûr û mehcûr im ji yarê ser refê qaz û siyan
Na qerîb im, na qerîb im, na qerîb im, na qerîb

Îdeyan iftar kirin dîtin mehê nû yek bi yek
Saim im hêja me nediye me li ser çeşmê belek

Cumle ba yar in firaz in lê tenê ez tek bi tek Der neşîb im, der neşîb im, der neşîb im, der neşîb

îd e, nik xelqê temaşa ye wekî fesla bihar
Nexmexwûn in her kesek ber werdê weslet sed hezar

Gul me wenda ye di hicranê dinalim zarezar Endelîb im, endelîb im, endelîb im, endelîb

Gerçî îro îd e ema cergê min ateş ketê
Dil tehemmul naketin seyra riyadê cennetê

Min hebîb nexuya ye weyla ketme pêta firqetê
Bê şekîb im, bê şekîb im, bê şekîb im, bê şekîb

Îd e û her kes li keyf û şahiyê ev rojê îd
Ez tenê mame di kuncê namûradî bêûmîd

Cumle aşiq sûrxêrû lê ez di vî halê şedîd
Şubhê sîb im, şubhê sîb im, şubhê sîb im, şubhê sîb

Îd e sahibyarî ba yar in, dikin geşt û guzar
Min ji mehrûmî nema qet sekne û sebr û qerar

Nîn e der dest im ji mehcûrî zimamê îxtiyar
Dilferîb im, dilferîb im, dilferîb im, dilferîb

Min ne Newroz e, ne îd e, min ne keyf û ne surûr
Dil ji hicranê melûl e, nabitin şad û sebûr

Gerçî halen der firaq im, lê bi qelbê sade nûr
Der rekîb im, der rekîb im, der rekîb im, der rekîb

Îd e, mehcûr im ji yarê nazik û xed sorgulê
“Ruhî”yê ulwiyye, emma ketme derka esfalê

Lekî çûn bû mûbtela bê hed selef zatê welê
Mustetîb im, mustetîb im, mustetîb im, mustetîb.


Aşiq û Maşûq

Aşiq:
Sed tehiyyat û selamê padîşahê la yezal
Her mukerrer bin peyapey zêde lê enber-şemîm

Saf û rewşentir ji cer’a kaseya xemra helal Ermexanê hedretê can bexşê dildarê kerîm

Maşûq:
Hem selamê canfîzayê padişahê qudretê
Pertera wechê te lê bit dem bi dem her saetê

Zulfê şeb-reng im şemîma mişkê tatarê de tê Bit li canê aşiqê min her sehergeh ba nesîm

Aşiq:
Dilberê hatim bi zarî payê dîwanê refî
Ba dil û sergeşte û çeşmê terr û sewtê xeşî

Sed niyazê min temaşa kim demê husnê bedî Bendeê siltanê xuban im, ta ji ezmanê qedîm

Maşûq:
Nik me m’elûm e, esîrê bêkeş ê aşiq li min
Bêumîd î, xeyrî min zanim ji însan û ji cinn

Rengê min weslek bida te bêdilê hesret mezin
Lê reqîp guhdarê ser me şubhê Şeytanê recîm

Aşiq:
Bûm hilak ez hicra cansozê te yarim, eî-eman
Şubhê kohê Qaf e qelbê min ji ber derd û xeman

Ah û feryadan dikêşim ey nîgar im her zeman Şu’leya hîcra te sotim bêhtir ez narê cehîm

Maşûq:
Bes tezellum ke ji destê firqetê pur derd û xem
Ateşek berda dilê min te ji kelamê ba elem

Wextê şefqet kim li te zulfan vekim şubhê ‘elem
Narê Nemrûdî bikim ser te wekî baxê ne’îm

Aşiq:
Muntezîr mame di nêv pêta firaqê roz û şeb
Çeşmênêr û guh li rê ye yek bi yek ba ferh û tereb

Kes nehin bi nik me carek ey şehê alînesîb
Her wekî Yûnis di behrê der zikê hûtê `ezîm

Maşûq:
Ger mûyesser bit ji bo me meclisek xelwet-kemal
Kes ji bedxahan nebit hazir li meydanê cemal

Find û fanosan vekim bo te ji zulf û bisk û xal
De tecellî kim li te carek çi Mûsayê Kelîm

Aşiq:
Ez geda me bo tecellî lerze me ber asîtan
Serxweş û pabeste daîm, ey şehê kêşwersitan

Derdê ‘eşqa te li min sed murxîzar û bûsîtan
Hate destê min ji ‘eşqê canê min teb’ê selîm

Maşûq:
Bo te bêjim aşiqê min qenc li nûtqê guh bidêr
‘Eynê iksîr im bi husnê mes dikim teşbîhê zêrr

Rubehek na kes bi wê ‘eşqa me da te ismê şêr
Hem çû Luqman im bi weslê xweş dikim qelbê seqîm

Aşiq:
Sefqe ke siltanê xoban zar û bêzarê te me
Melhem û derman bide dîsa birîndarê te me

Qeyd û zincîr in di zend û pa giriftarê te me
Şahidê şêrîn-suxen bukşa derê lutfa ‘emîm

Maşûq:
Aşiqê min, ger dixwazî wesla dilber bil nesîb
Lazim e bi pêt û agir dil bikî yekser kebîb

Da temaşa kî ji canan işwe û anê ‘ecîb
Safîdil be dil meke derheq nîgarinê ze’îm

Aşiq:
Bû telef ‘emrê ezîz im der firaqê ateşî
Bêkes û zarê te me bes ke li min ev serkeşî

Kewkeba çerxa berin î, hem şeh î hem mehweş î
Paşê pîr bim yan neqil bim dê li ser min bî nedîm

Maşûq:
Bo te qafî kim kelamê, guh bide beyta fesîh
Zanim ez nayête destê min aşiqê çendîn melîh

Abê heywan im bixwo hem nefsê enfasê Mesîh
Dê li te pîrî bedel kim, hey bikim ‘ezmê remîm

Aşiq:
Çi bikim ez Dîcle diçî pêl bi pêl ta milkê Ereb
Lê çi fayde zar û mehrûm im, feqîr im teşneleb

Her ji ber bêkamî yû bêçaregî ker bû kezeb
Nabe carek zû di tirbê ey senem ber min rehîm

Maşûq:
Serxweş û bi yarê nîn e ser te mîsqalek herec
Hem ezîz î nezdê min ez xeyrê xud yan sed derec

Bişnew ez men nukteê es-sebru mîftah-ul ferec
Sebrê kc da bo te tertîb kim îlacê sed hekîm

Aşiq:
Ez dizanim sebr e mîftahê ferec li der beden
Cayê sebrê min nema çi bikim îlacê ey semîn

Muhbet û ‘eşqa te xiste gerdenê dil sed resen
Îltîfat û suhbetek nakî bi wan şevê besîm

Maşuq:
Tên zi her beytek te şêrîn bêhn û bûya nafeya
Lezzeta me’nê didit teşbîhê xemra şûşeya

Nîm e ez bi hub, welê mani’ li min perda heya
Hem reqîbê kafirê bedxahê cessasê nemîm

Aşiq:
Şehsiwarê erseya husnê li min ke şefqetê
Aşîkar e ger nezer nakî bi xef ke rehmetê

Xemze tên şubhê xedengan ketma xewf û xeşyetê
Bendedaran, şahîbazan nakujin seydê herîm

Maşûq:
Xem me xwar seydê qedîm xaneê helqe bikoş
Zulf û bisk û xal dihatin bo te feryad û furoş

Mujde behra şefqeta min ser te hatî pêl û coş Çend qedem pêş de kerem ke seyr bike lutfa ‘emîm

Aşiq:
Minnet û sed minnet e ber aşiqî bêdil te kir
“Rûhî”yî wa mende ra genca kerem dîsa vekir

Perde avêtî ji ber dêmê, me halê secde kir
Lew di nêv ‘uşşaqê alem, ez bi weslî bûm wesîm.


Bi Qurban Bim

Çi yarek min heye şêrîn tebarek
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Di subhê îdê qurbanê mubarek
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Heta kengê bisozî qelbê naçar?
Bi vê hicrê giranî rozê xeddar

Tesellîkê ji bo qelbê birîndar
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Ji min yekser te bir ‘eql û kiyaset
Li nik min nîn e qet fikr û feraset

Bi vê hicrê te, kuştim hinde zahir
Misilmanî neyî tersa û kafir

Bike îhsan li min bêçare axir
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban ew qeda wekî serwê baxan
Bi heyran xalê reş leşbîhê zaxan

Bi weslek, xweş bike van curh û daxan
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Qesem billah hezîn im, dilnîgar im
Elemkêş im, feqîr im, daxîdar im

Kubarê bes ke ey yarê kubar im
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Ela ey dilbera bêmisl û manend
Siye çeşmê, elîf enfê, sipî-zend

Bi rehmet min veke ez qeyd û ez bend
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban bim, ewê dîdarê şêrîn
Bi heyran bim, ewê balayê nûrîn

Demek merhem ke van curhê di pur xwîn
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi wan zulf û bi wan çeşmê xezalî
Digel ew cîlwê û naz û delalî

Kirim yexsîr û sewda labûbalî
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban bim qed û bejn û dilara
Ne ez tenha Semerqend û Buxara

Veke babê kerem carek Xuda ra
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban bim, bi heyran bim şeb û roz
Bes e gotegeh va nazê cîgersoz

Wucûda min cedem kir hicra dildoz
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Wucûda min mehû kir hicra dilber
Dil û dîn daye yexma cumle yekser

Li min rehmet ke ey dildarê esmer
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban purçem û kîsû û xalan
Di gel wan awirê çeşmê xezalan

Te ez kuştim bi van naz û delalan
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Gelo dîsa bibînim ez `eyanî
Ku dildar im nîqab ez dêm hilanî

Bi nazî saxirek pur bade anî
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Xwezî carek bidîta min bi dîde
Ku yarê nazikê xwûb ê guzîde

Bihata xelweta min hicredîde
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bi qurban zulf û çeşman qed û qamet
Dewa ke qelbê min carek bi rehmet

Di hicra te nema min keyf û rehet
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bizan ez bilbilê werdê cîhan im
Di ‘eşqê de yeqîn şahê cîhan im

Şev û rojan ev e werdê zeban im
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Çi kewkeb min heye der burcê esman
Ku peyda nabe ez dilber tu nîşan

Li min şefqet ke carek ez biheyran
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Evî qelbê te seng e, yanê polad
Bi vê zilm û te`eda bûye mu`tad

Bike carek minê bêçare dilşad
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Nikarim hemle kim barê fîraqê
Bes e hinde dirêj ke ihtîraqê

Were ser îtîhad û îtîfaqê
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban

Bes e “Rûhî” heta kengê dirêj kî?
Heval û haziran bîlcumle gêj kî?

Bibêj wextê duayê çûn limêj kî
Bi qurban bim, bi qurban bim, bi qurban.


Ji Eşqa Dilbera Nûrîn

Ji ‘eşqa dilbera nûrîn, şeb û rojan me xew naê
Esîr û bendewar im ez, di nêv ‘uşşaqê dinyaê

Dema wechê mubarek tê, muqabil ateş û nar im
Muheyer ez li zulf û çeşmê, nazik bejn û balayê

Fîxan û ah û nal im ez, dilê mecrûh û serxweş tê
Fîraqa dilberê zor e ku aşiq lew sebir naê

Hebîb û dilrûba û nazik û dilber suxen şêrîn
Nedî min wek te xanim, aşiqan yekser dilan daê

Were rûnê li textê dil, nezer de aşiqê şeyda
Ji ‘eşqê wek hilalê, ta û derzî jê xeber naê

Dema dem hildibe der dil, hezar ateşge heya Rebb
Te suhtim şubhe perwane, ji ferqa ser heta paê

Bi naz û awirê yarê, te kuştim nazenîna min
Nîqab ez rû tu bavêje, ku ez bême temaşaê

Di mektebxaneye ‘eşqê, ez Ferhad û tu Şerîn î
Di babê serxweşî mestî, ez Mecnûn û tu Leyla î

Bi qurban bim ji bona çeşme şehla, qameta yekta
Di her wext û di her gavan di nîva sar û sermayê

‘Eceb şerîn-xeber xonce-dihen, nazik beden ya Rebb
Perî-peyker, sifet-horî, melek-teb’ û şeker-xaê

Li le`lê lêv û dindanê, sedef bû “Rûhî”yê aşiq
Zeîf û jar û neçar e, ji ‘eşqa we dilaraê.


Purpizêk Min Girte Yed

Purpizêk min girte yed lakin ji hukmê firqetê
Purpizêk û çîçek û sorgul di bîra min ne tê

Sosin û sorgul di çîmen restinê fesla bihar
Dilber im peyda nehin meyla me yekser nare tê

Meylê dil çewa biçit ser purpizêk û nêrgizan
Çûn ji hicrê yarê serkeş ketme pêk û herqetê

Sed gul û sed sosin û sê sed binevş û purpizêk
Yek pere nayê li nik dil ew di sûka mehbetê

Dame ber çeşmê xezeb ew dilbera sîmaperî
Sed meded pîrê muxan dîsa bikitin himmetê

Dil tijî xarê muxeylane ji hicra sorgulan
Dê çisan werdê gulan bîn bikim di gel vê mihnetê

Badaya safî `eqîqî ez kefê horîweşan
Lezzeta kewser didite sofî nizanit qîmetê

Ah û nalîn tên ji min, gestim siyeh-marê gulê
Sotin û narê di dil da ew çi çeşmê şehle tê

Muntezir mam salîha ber barîgahê şahê dil
Lêbit sengînî neda carek qerara wesletê

Ey dilo bes ke fîxan û nale ez destê nîgar
Sebirke ber cumle mihnet çûn ji cananê te tê

Seh ke emsalê Ereb derb-ul hebîbî ke-zebîb
Îbretê bigre ji perwanê mekêşî xefletê

Len tenal-ul bîrre hetta tunfîqû bişnew bî can
Can nîsarê xakîpayê yarê ke bi muhletê

Padîşahê hub, dema bê textê dil ba sed şukû
Dîn û îman û ‘eqil mexlûb dibin der saetê

De`wiyê ‘eşqê dikim zanim durux û kîzb e ew
Aşiqî nabit di gel zuhd û meqamê ‘ezletê

Ger neê dîwane ey “Rûhî” çira çendin zeman?
Can bi kef sewdaser î bo yek peyala şerbetê.


Şehîdê Çeşmê Cellad im

Şehîdê çeşmê cellad im, hewadar im bi bejnê ra
Di `ilmê ‘eşqê neqqad im, rîwayet kim ji ‘amê ra

Ji her kes ra rîwayet kim, hemî xelkan hîdayet kim
Nikatan ez dîrayet kim, mûhaye me ji dersê ra

Mûheya hazir im her dem, esîr û bêhiş û sersem
Ku zilf û kakul û purçem, bi lef bêtin bi baê ra

Bi lef bên kîsûyê taze, bi saz û çoş û awaze
Rûxê aşiq dibit xaze, ji ber tîrê di cergê da

Xedemg in min di nêv cergê, kişandim haletê mergê
Dema davêje dil zergê, dikim efxan bi derbê ra

Ji ber derbê hîlak im ez, hezîn û derdinak im ez
Kebab û sîne-çak im ez, hewesbaz im bi yarê ra

Hewesbaz im bi xemxwarî, cîhan yekser Ii min tarî
Ji min tên nale û zarî, sehergahan bi fecrê ra

Di fecr û zûhr û êvaran, dikim feryad û hewaran
Qewî dûr im ji nazdaran, birîndar im ji hicrê ra

Ji hicra te birîndar im, hezîn û dilkul û jar im Seraba cemr e, wek nar im, telef bû ruh û can pê ra

Tecella eqdesê Tûrê, perî-peyker sîfet-horê
Bi saxî xistime gorrê, dibim ateş bi nevxê ra

Ji nevxa sûrê hicranê, dikim feryad û fîxanê
Ketim deryayê nîranê, şikur dîsa ji Xwedê ra

Şikur mihnet Xudê da min, ji kî kim Iewme û gazin
Hebîba dil wekî asin, kirim toz ez bi xebrê ra

Kirim yexsîr û napeyda, cinûn û wale û şeyda
Veristim ez ji nêv qeyda, wekî Mecnûn bi çolê ra

Li çol û deşt û sehrayê, dikeşim wayîweylayê
Ji hukmê hicrê leylayê, bi husn û netrik û zêrra

Bi çeşmê reş îşaret kir, li min mujde beşaret kir
Welê teyyê îbaret kir, nîşan da me ji xelwê ra

Birim xelvê di nêv suhbet, me noşî badeyê cennet
Ji le’lê yara purr hîmmet, ‘edem bûm ez bi curê ra

Wucûda perde bû ‘edem, di gel dilber şudem hemdem
Siyeh marê mûyê edhem, xelek bestin ji helqê ra

Çi yarek taze bû dilber, melek xwuyê perî-peyker
Ji perdan wextê derket der, munewer bû cîhan vê ra

Cîhan bû xulxul û şahî, ji burcê sewrê ta mahî
Ji husna mahê xergahî, diheş girtin ji şewqê re

Rihan û lale û qetmer, zibad û mawer û enber
Ji rengê buyê te yekser, ezîz in ew ji xelqê ra

Dibêjit “Ruhî”yê xemxwar, kelam û şi’rê ateşbar
Ji hukmê suhbeta xeddar, cîger sota bi şi’rê ra.


Jiyana Şêx Evdirehmanê Axtepî

NIVÎSÊN BALKÊŞ