"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Seydayê Tîrêj

Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923´an de li parêzgeha Hesîçê gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye.

Bilbilê Dilşadî

Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e

Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê

Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye

Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e

Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî

Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e

çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin

Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar
îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e

Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev
çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev

Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e

Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der

Rewşen kirî Kurdistan,bi carek wê seraser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e

Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye

Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e

çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan

Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan
Wek Tîrêj dibêje:jîn divê kotek û zor e.


Di Benga Biharê De

Ey biharê tu hat bi xêr
Me dil nema êş û kule

Reng reng dike çi jor û jêr
Tu cejn û Newroza dile

Tu cejn û Newroz e yeqên
Teyr û tilûrên derzemîn

Wan hat bi mizgîna te jîn
Xweş tên bi kewt û xulxul e

Xweş tên bi kewt û kom û tek
Qaz û quling û bazbelek

şalûr û bilbil lek bi lek
Berçemk û çûk û qertel e

Tev tên bi perwaz û bi rav
Da ku bikin te ew silav

Wan nêrgizan girtin xunav
Bişkeftî xunca sorgul e

Nêrgiz û sorgul bişkivîn
çîçek û lal û yasemîn

Xweş tên ji wan box û bîn
Axifte canê bilbil e

Axifte wî can û ciger
Sema ye axîn û keser

Hêstran di barê cot û fer
Lewra ku çav her dem şil e

Roj û şevan nakî hedan
Her dem bi nalîn û fîxan

Bû serwerê mirxê cîhan
Lew bûye rêzan û mele

Sazbend e hem dengbêj e ew
Di benda gulê xwînrêj e ew

Vîndar e wek Tîrêj e ew
Ev jîn ku lê bûye bele.


Ey Xort

Xortê jîr û xwendevan, çare û ûmîda millet
Rabe ji xew tu carek, serê roja me derket

Xwe rapêçe birader, ji bo kar û xebatê
Kes nema ye di xew de, cîhan pêk ve li hev ket

Li çar kenar û hawêr, şer û halan û ceng e
Karwanê riya jînê, binêre va bi rê ket

Li şûna wara nemînî, dem pir xweş e birader
Divê wextê ne mane, tu kes bê al û şewket

Ger ranebî tu ser xwe, welat bi pêş ve naçî
Ew rêberên milletan, tev wek te ne bi himet

Welatê xwe bi zorê, ji bin destan deranîn
Ketin rûpelê tarîx, bi mêranî bi şuhret

Heta ku em wisabin, dê tim halê me ev be
Perîşan û belengaz, jar û bê ser û sikket

Tu guhdêrî li Tîrêj, pesin dide ji bo te
Dest hilînî bi merdî, xweş bijî ev dem û wext.


Kemer Zîva

Ji min bê made şahzadê dikim nakim mi naxêva
dilê min xweş nekir carek bi çend pirs û bi çend peyva
Ku temtêl û ayîna wê li ber çavê mi sawêrin
Digel min ew dixwî,vedxwî firavîn û ewan şîva
Zirav îro dirêim ez çiqa dinya bi min tale
Di tatûla enî rojê li min nînin xewê şêva
Eger carek mijûl bin pev ewe lav û ûmêda min
Ewê têhna mi bişkînî şeraba wan dev û lêva
Ezê têr bim bi dîdarê bi wê bejnê bi wê balê
Bi wan çavên di reş dêmên di sor birwên wekî hîva
Li wê deşta evînê xewş bixemlî wê behara dil
Bikin em geşt û seyranê di nav baxê gul û sêva
Ji biskan mûyekî nadim bi milk û malê dinyayê
Bi şêrîn û Xec û Zînan bi sed qîz û kemerzîva
Bela wêga mirin heq bî nebî hesret di gorê de
Ji Tîrêjî mekin lewma mi kes navê ji wê pêva.


Kêfa Dilan

Ev bexçeyê xweş yê min e
Tevde gulên sor û zer in
Teyr û tilûr pir tê hene
Herdem di gel hevdu şer in

Tê de heye hewdek ji av
Herdem dibarî jê xunav
Bi wan çaviyên hûr û zirav
Hosta di nêv wêd çêkirin

Rewşa dinê kêfa dila
Avên zelal baxçêd gula
Awaz û dengê bilbila
çaxê siba seyran kirin

Ger şabe dil, cîhan xweş e
Ger gul hebî, bilbil geş e
Ne wek Tîrêj ew bextreş e
Derd û xema jê hiş birin.


Ne Poşman im

Tucar terka te nakim ez
Ku mirna min li hinber bî
Ku fermana mi diljarî
Ji textê şah û qeyser bî
Ne poşmanim li gerdûnê
Ku min bavêjine hêtûnê
Ji bo çavên te xatûnê
Ku Izraîl li ber der bî
Biborî gurciya mûşê
Ji Bo canê xwe difroşim
Ezê cana ecel nûşim
Li meydanê tu meyger bî
Ji destê dîlber û yarê
Peyalek sade ya jarê
Ezê îç kim bi yek carê
Ji dev reş mar û ejder bî
Ruhê şêrîn bi erzanî
Girawa pertewa canî
Vexum jara silêmanî
Bi min wek avê kewser bî
Ji nîva lerz û tayê
Ji destê zehre sîmayê
Vexum jehrê wekî çayê
Ji çeydan û semawer bî
Di bezma nazik û şenga
Li meydanê bidim çenga
Serî xwarkim li ber linga
Ji mer wek latê azer bî
Bi mestî bêm ji meydanê
Berê govend û dîlanê
Kolos xwarkim li meydanê
Bera mêrik bi rêber bî
Ji kêfa hemdem û yara
Li govenda evîndara
Li mi xweş tê dem û cara
Tîrêj herdem tu serwer bî.


Reng û Nîşan

Sawêra keç ji ber çavê mi naçe
Heya sax bim tucar ne`b roj û ne`b şev
Bi zaravê minin ev reng û nîşan
Heya bimrim ku çavê`m bidne ser hev
Hero carek ku ez dîlber nebînim
Elest û serxweşim bê pirs û bersev
Eger meyxur heroj carek nenoşim
Meyê roj lê dibî tarî û bandev
Evîndarî divê herdem wisa be
Ku dildarî ne wabe jê bi dûr kev
Evîn û jîn yekin bê hevdû nabin
Bi rastî ne`b lef û dewran û ne`b rev
Divê herdem li hale hev bipirsin
Heroj carek ku ew rûnin li cem hev
Li rengê bilbila herdû binalin
Birêjin hêstirê xwînê digel hev
Dema ku bighêjin warê evînê
Li wan jîn xweş dibî wek şîr û hingev
Divê her kes hebe wî dost û yarek
Di qanûna evînê de bese ev
Eger bê yar be tê çi`bkî ji jînê
Bimir zûka di gorîne de rakev
Bi dilkî baqijî şi`rê bixwîne
Tu kêla tu li Tîrêjî ne bişkev.


Zincîra Evînê

Karê xwe me kir herdu rojê pêncşem û înê
Bêrya dîlberê kirbû ku em hene civînê

Hayê min ji bayê felekê qet nebû wêga
Ku yara sitemkar wê li min bext wegerînê

Min qet bîr nebir ku dijmina bêbext û zalim
Wê rev girtiyê îro li rê ketye kemînê

çend tîr wê ji çavên reş belek tenha reşandin
Dil armanc e, sertîr hemî sor bûne ji xwînê

Zû çente bidest biderzî û derman hate ser min
şûna melhemê bîber reşandî ser birînê

Reswa kirim wek nirxê Hejar bê bend û bê daf
Ez best û girêdame bi zincîra evînê

Nêçîreke jar im ketme nêv panceyê bazî
Bê gazî û han im nîne kes ku min derînê

Min ser bire ber lingan bi dîlî û gedayî
Min gotê bi hêvî bes ke vê azar û kînê

Ya min bikujî êdî bese ya min reha kî
Rehmê bike carek bese fermana`m bixwînê

Bêhna xwe li çend salê min yên mayî dirêj ke
Tîrêj bê guneh e li wî xweş bike jînê.


Wê Roj Hilê

Pir silavê min li ser pêşmerge û şoreşgera
Xwedyê kolos û kuma şapik û şal û xencera
Hêvî û çar û omîda miletê kurd in ji dil
Hun tucar nayên şikandin qet li meydana şera
Dem û dewr tev ya weye yevşê nedin dijmin tucar
Nav û dengê we giha dewra cîhanê eşkera
Pêşketin karê we ye ey serbilind û can fida
Kelemê çavê neyara zabit û serleşkera
Hazim û Yûsif Digel Izet û Hisnî û Ezîz
Sûnd bi gorê pakrewana sûnd bi kêlê kevira
Hûn ji bîr naçin tucarî xwîna we naçî bi tûn
Heyf û tola we ji dijmin wê hilînin ey bira
Hûn ji goristana Dêrikê serî hildne jor
Guh bidêrin xweş li cenga kurd û dengê qumbera
Mij û mûranê xwe berdaye serê lat û çiya
Ceng û nav têdan û halane li şêr û ejdera
Term û laşên leşkerên sedam li her cî bûne kom
Bi hezaran bûne şîva hirç û û wawîk û gura
Banê nêrgizê û zaxo dêrebûn û pêşebûr
Tev kirin rizgar ji bin destê neyar û zorkera
Ji welat sedam bi derkev paytextê mîdiya
Cê pilinga ye ne war û cê qirêj û qeşmera ye
Te li kurdistan nehiştin gund û bajar û zevî
Pîr û zarok tê neman derketin çol û devera
Berf û bahoz qir û serma ye li ser gohêd bilind
Bê nivînin şevê tarî tevde bê mûm û çira
Kê li dunyê wek te kir ma ey berazê dil kevir
Te teymor ling û holako wan maxol û tetera
Lê bizane ev şevên tarî diçin wê roj hilê
Ala rengîn bête hildan wê li ser xan û sera
Dadgeha milet hesab wê b`ter bibînî rojekê
Wê te bavê çerxa tarîx bin dûlab û lengera
Ziblegeha dewra tarîxê cih û warê te ye
Kes li ser gora te zalim narijênî hêstira
Ez bi germî dihejînim destê mes`ûdê leheng
Kurê barzanyê nemir ew serokê şoreşgera
Her dem û gav doz û daxwaza dilê Tîrêj ev e
Leşkerê azadiyê hûn tev li ser çav û sera.


Welatê Min

çiqas bêjim tu şêrîn î welatê min
Ti xêr û bêr û mizgînî welatê min
Hemî bax û rez û dehl û gulîzarin
Buharek têr gul û şînî welatê min
Kulîlk û çîçek û nêrgiz gul û beybûn
Xwe pê her dem dixemlînî welatê min
Refê teyr û tilûra têne seyranê
Tenê bilbil bi nalînî welatê min
Ni hesret sorgula bînok dikî himbêz
Li ser hêsra dibarînî welatê min
Dilopa ser devê xuncan dinoşî ew
Ji lewra serxweş û dînim welatê min
çiya û deşt û zozan û çîmengahin
Bi ava xwe tu zengînî welatê min
Ji hevrazê çiya dertên çem û kanî
çemê xabûr bilez tînî welatê min
Ferat û dicle ava çemê hêzl
Di bin cengê xwe dertînî welatê min
Bi çaviyên ku ji tehtan têne xwer herdem
Tu pê têhna me dişkînî welatê min
Sura bayê siba bihna gul û sêva
Ji zozana bi xwer tînî welatê min
Ji qada te dur û elmas û cewher tên
Ji çar hêla diçirsînî welatê min
Buhiştek heq diyarî daye gerdûnê
Bi rewşa mah û perwînî welatê min
Tenê gavek ji zozanê şerefdînê
Buhayê çîn û maçînî welatê min
Di nêv xaka te neft û komir û hesin
Tu pê diyê dihejînî welatê min
çiqa penê te ez bêjim ti hêjayî
Tu dayik û tu dayînî welatê min
Ji pêsîrê te vedxum zemzem û kewser
Tu cî û war û hêlîn î welatê min
Mexabin ku ji destê xayinê milet
Kul û derda dikêşînî welatê min
şêrê berzan ne mirye kesê xayin
Ji qada te bi dertînî welatê min
Ne pir dûre ku kurdistan bi ser xwev bê
Tu dîroka mem û zîn î welatê min
Eger tîrêj şev û rojan dikî gazî
Li ser tim dilo dîn î welatê min.


Xama Qederê

Ey can lêvên di hevûdû em bidoşin
Der lêvên şeker ava heyatê em binoşin
Emrê me di gerdûnê de çend salin bi hejmar
Ev jîna ku em têdene erzan ne firoşin

Ev jîna ku tê dene tev xwen û xeyal e
Sermayê evîndaran tenê cam û peyal e
Der çola evînê em li rewrewkê siwarên
Ber pêlên di ba bê gem û hefsar em li qoşin

çogên me di ser nayên di lîskê timî çik tên
çawa hildidin nayên du mêr tim ger û bik tên
Goga me bo çoganê me qet nagihê ser şek
Berkên me di nerdê û di şetrencê de boşin

Xama qederê ev bû li enya me nivîsî
Teşya felekê tayê kefen herdem dirêsî
Ber gora reş û tarî li benda me ye ey can
Daxwazê evînê ew ne yê zot û qurûşin

Qîma xwe emê bînin bi meyra şernivistî
Nîska ber kelî çandî bi kurtêlên şikestî
Maldar hewceyê malê dinê gerş û gemarin
Têr nabin ji dinyayê wekî berxê li kûşin

Qurtek ji meya den li derê meyxan û kunca
Nadim bi dur û cewher bi elmas û bi genca
Ka gencên di qarûn û suleyman û sikender
Ew dan hevê dînar û dirav paleyê pûşin

Me`d vê em li ser şopa siyamend û xecê bin
şînwarê evînê li riya zîn û memê bin
Wek wana ez û tu bikevin rûpelê tarîx
Bes tîrêj te çav û gav li ser kir tim nexoşin.


 Xerîbin Em

Bi derdê dilke ho meyger ji mir bîne tu wê camê
Vexum da pê xwe aza kim ji vê xefkê ji vê damê
Ezê toba xwe bişkînim bi derdim werd û mizgeftan
Gelo ma qey ji mer maye nimêj û paçê ihramê
Di warê best û torê da çi ez bêjim li min megrin
Ji ber ku dil birîndare setem takî cehenamê
Eva kurd tên biriştin tev bi xaza xerel û jandar
Bi firokên mislmanan bi dest Sedam û nîzamê
Ne hirçin em ne hovin em mirovin em jî insanin
Di nîva rojhilatê de emin bêkes li hindamê
Tu pîrê olperest û hîn ji Quds û Meke û Ezher
Ne pirsîn qet li me carek xerîbin em di islamê
Bi qirbûna me kurdan tev dirust îro dibînin ew
Ji lewra ez dikim hawar bi devrîşa serê xamê
Bela dengê mi bighêje welatê rojhilatê tev
Heya bighêje roava ne hatin kes li me rehmê
Eger carek temaşakin li dîroka cîhanê ew
Li bendê kurd û kurdistan li dîbaca şerefnamê
Ewê hinga bizanin em ne bê tarîx û bê cîne
Dixwazin serxwebûnê wek Nîgaragwa û Vêtnamê
Wekî Tîrêj dibê her dem di heqê med gunehkarin
Ji Sen`a û Xelîc heta bi Mexreb lê ji bilî Şamê.


Bibin Yek

Destan bidin hevûdû bese êdî bibin yek
Gog hatiye ber kaşo divê em bibn şek
Bi çoganê berxwedan lêxin mednê tu yefşê
Dem ku here nayê zû derenge çerxa felek
Tev bi bîr û bawerî ji dil werin xebatê
Dijmin bela we îro ji nexe yeka yek
Dema milet bi yek be wekî lehya giran e
Tutişt li ber xwe nagre tev pêl û girgirînek
Bi kerwanê demê re bibin heval û hogir
Li ber we kes xwe nagre ne axa ne jî beg
Li meydanê biqûrin wekî şêr û pilinga
Nevyên Guhderz û Rustem Sasan û Alê bermek
Ji ser milên xwe bavên barê sitem û zorê
Dewletek nû li darxin bi tac û text û serek
Em jî bi serfirazî bijîn di vê cîhanê
Ji welatê me pêve ji mer nîne deverek
Tîrêj çi qûte qûte barê milet girane
Haş xwek tud bin venebî dîno bela xwe jê vek
Ka seydayê Cegerxwîn xwedyê dahola mezin
Gerden li wî ziwa bû feqîro yê te dirbek
Kanîn Hejar û Bêkes ka Xanî ka Cizîrî
Kanî Feqîhê Teyran Siyapoşê çav belek
Ew torevanên mezin dixwaze nayê bi lav û dîlek.


Jiyana Seydayê Tîrêj