"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Ebdulla Peşêw

loading...

Ebdulla Peşêw an Evdila Peşêw helbestvanekî kurd e ku bi zaravayê soranî dinivîse. Di salên 1960’an de tev li şoreşa başûr dibe, demekî pêşmergetiyê dike, piştra derdikeve derveyî welêt.

Name

êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me
hemû bajar li gel min gav diavêje

tenêtî karxezalek bû
nêçirvanekî hat
nîşan lê girt
gavên min nagihêjinê

êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me

diçim
cada tije xwe bi piye min girê dide
di berîkê min de nameyek
li zerfekî sor de
dile minê duwemîn e
lê dide.


Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe

loading...

ta ku çiraya me geş nebe,
hûnê tu car ronahiyê
bi çavên xwe nebînin.
ta ku em dîl û kole bin,
emê her mîrkut û nîran,
tok û zincîran li we kin!

hûnê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
ger em bimirin jî,
emê tenê dîlîtiya xwe
ji dest bidin, winda bikin.
ma çi ji dîlîtiyê taltir e?
ger em bên kuştin jî,
ma kî ji koleyê şehîd zaltir e?

hûnê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
piştî mirinê jî
em nahêlin hûn welatê
ji xwe re bikin mal,
em rê nadin
hûn goştê me bixwin
wek qirereşk û qertal!

qet nebe,
emê bibin kurmik,
bikevin nav dexlûdanê we,
emê bibin qûmik,
bikevin nav pariyên nanê we,
emê bibin mar û mişk,
bi we vedin li nav nivînê we,
emê bibin mîkrop û şêrpençe,
biherimînin xwîna we.

emê bibin kul,
her carekê li dereke
laşê we derkevin,
emê bibin jan,
ji sed aliyan ve
bi ser we de bên,
emê bibin zêrûyên hezarling,
gewriya we hişk bikin,
emê bibin pirzik
li ber lêvên we.

hûnê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
piştî mirinê jî
em nahêlin hûn welatê
ji xwe re bikin mal,
em rê nadin
hûn goştê me bixwin
wek qirereşk û qertal!

hûn şahiyê bikin,
emê li we bikin şînî.
hûn behiyan deynin,
emê we bi pêkenînê gêj bikin!
emê zimanê we hişk bikin,
çavan li we tarî bikin!
emê bibin mûyê nav nanê we
û gemar di nav ava we de!

ta ku çiraya me geş nebe,
hûnê tu car ronahiyê
bi çavên xwe nebînin.
ta ku em dîl û kole bin,
emê her mîrkut û nîran,
tok û zincîran li we kin!


Tênagihêm

Tênagihêm
Eger tivingek hezar fîşek tê de hebe
Û di destê kurdekî de be
Û berê wê li kurdekî be
Çawa dilê wî digre lê bide
Heema agir jî berda be.


 Efrîngrad

Gurmegurma F16an tê ber guhê min
Gurra agirê devê dojehê û bêhna dûkelê tê
Heştê milyon çav berê wan li Rojava ye
Li hêviya rojê ne, ji wir hiltê
Hêviya min a berê bi mezadxaneya mafên mirovan bû

Li ber digerim da bête hawara min
Dipirsîn: “Tu kî yî?”
Min digot: “Çiyayê min bû ku bû star bo Nûh, ez bejn û şaxên darberûyên Medan im…”
Lê, jê û pê ve,
Eger hûn kok û binc û binyada min bipirsin,
Ser bilind dikim,
Dibêjim: “Hevxwînê pilingên Efrîn-gradê me.”


Birakujî

Kurmancî:
îro roja şî`ir nîn e
bo wê ye, ez ji bo we dibêjim
bi zimanekî yekcar sade
ji we re dibêjim
ewê kurd be û kurd bikuje
pîç e, teres e, qewad e!


Sedan Sal e

Sedan sal e
Di mala xwe yî wêran de
Ez kitika kor a quncika midbexa siltan im

Sedan sal e
Hewş û ber hewşa min vala ye
Li ber deriyê dizên xwe pasewan im.

Sedan sal e
Weke çengek dan
Aşê dîrokê ez avêtime
Her çar aliyê min qulên gêrika ne û
Mûrî dev dane nava min

Sedan sal e
Kasaserê min minare ye
Kî bê û dengê xwe tê de hildide

Sedan sal e
Niştimana min nêrgele ye
Kî bê li devê xwe digire

Sedan sal e
Li ber derê tekiya dinê
Cotek solên pîne pîne me
Kî min li xwe dike ji bo wî me

Sedan sal e
Piştî terîşekê têm avêtin
Sedan sal e
Piştî pînekê min li xwe dikin

Ez pişteke birîndar im
Li ber qamçiyê xwe rabûme
Ez lehiyek bêxuy im
Li ber keviyan rabûme
Ku dor li min teng kirine
Nanişim… Ranazim…
Bê aram im
Aramiya min çirayek bû
Bareşê dora min xwîna wê rijand
Bê rehm im
Rehma min deryayek bû
Bi yek bêhnê vexwarin
Nanişim… Ranazim…

Ku ez dan bim, ka derfet?
An ez an mûrî!
Ku ez xwîn bim, ka derfet?
An ez an zîro!
Qehpe ne ewên dibêjin:
Danî û mûrî birayên hev in.
Qehpe ne ewên dibêjin:
Xwîn û zîro birayên hev in.
Qehpe ne ewên dibêjin
Masî û şewk
Mişk û kîs
Dest û derzîmar birayên hev in
Qehpe ne ewên dibêjin
Werîs û gerden
Dûzan û mû birayên hev in.
Werin xelkno!
Ji nêçîr û birînê bipirsin
Bêjin, tu bi Xwedêkî,
Xencerek heye birînê derman bike?
Nêçîrvanek heye, nêçîrê nexwe?
De xelkno, ji kayê bipirsin,
Bê qet agirê sar dîtiye?
Ji hêlîna qulingê bipirsin
Bi niyeta maçkirinê,
Qet mar devê xwe lê daye?!
De ji darberûyê bipirsin
Bivirek dîtiye darbir nebe?
De ji kerekê jî bipirsin
Gurek dîtiye ker neziriyabe?
Qehpe ne ewên dibêjin
Marî jehra şîrîn jî heye
Qehpe ne ewên dibêjin
Bivirî darê bira jî heye

Ez pişteke birîndar im
Li ber qamçiyê xwe rabûme
Ez lehiyek bêxuy im
Li ber keviyan rabûme
Ku dor li min teng kirine
Nanişim… Ranazim…


Xeyb

Ji xeybê hatime
Hatime ji we re bêjim:
Ev welat e
Qet bê xirme xirma nal û
Zirme zirma postal nabe
Ta ku hûn ev pir bin
Her dîl bûn û her dîl dibin
Ta ticar û diz serkirde bin!


Serbazî Win

dema şandeyeke biyanî tê welatekî,
tacgulekê dibin ser gora
şervanê winda.
ger sibê
şandeyeke biyanî were welatê min
û ji min bipirse: ka gora
şervanê winda?
ezê bibêjim: ezbenî,
li berava her coyê
li ser doşkê her mizgeftê
li ber deriyê her dêrê
her şikeftê,
li ser kevirê zinarê her çiyayî
li çiqê her dara daristanê
li kurdistanê
li her bosta axê
li her geza esman…
xem nake, piçekî xwe bitewîne
û tacgula xwe lê deyne.


 Li Ber Derge

Şev bû dereng
Çoka min sist bû
Hîv li nav ezman kizirî
Derê xwe li min veke
Îşev hatime
Ji çinîna baqek ji nergizên çavê te
Bo razanek, bo xewnek, bo hin girîn
Li ser ewrê porê te yê xav
Îşev hatime
Çirîska bajarê yadîgar bangî min kir
Bi sîma zarotiya xwe ve
Bi xema şorebiya xwe ve
Hatime û venagerim
An digihîjim te
An wek momekê dişewetim û dihelim

Derê xwe li min veke
Ez dildarê te yê cara me
ber derê te me
Her tîna berf û barana te me
Derê xwe li min veke
Ez ew kes im
Heta do
Li nav gewriya ronahiyê te ez vedişartim
Li nav tasa tirsê te ez vedixarim

loading...

Dem: Li bin baskê ezman dike bawîşk were
Şûn: Reşikeke bêdeng e
Derî li min veke
Tiştek nîn e şîrîntir be
Ji xişta pê û çip çipa lêvê
Deriyê xwe li min veke
Westayê riyek dûr im
Wekî caran hinekî rûdinim û radibim

Şev bû dereng
Çoka min sist bû
Hîv li nav ezman kizirî
Derê xwe li min veke
Dar û kevirên devê derî xwe davêjin.


Ma Kî Ji Min Bêzartir e?

Ma kî ji min bêzartir e ?!
Min dilberek hebû
ku mîna dilopeke rondikan
di çavên min de miçiqîbû.
Li rojeke bihara salê heftêyan
ji çavên min rijiya.

Ji wê rojê ta îro
ez bendewarî
wê hêsira nediyar im,
dikim nakim, nikarim
dîsa wê peyda kim.

Ma kî ji min bêzartir e ?!
Min dilberek hebû
ku mîna hilmeke paqij
li ser singê min
hêlîna xwe çêkiribû.
Li rojeke bihara salê heftêyan
mîna çivîkekê
cegera min bi cih hişt.

Ji wê rojê ta îro
dikim nakim, ax, nikarim
wê hilma aware
dîsa peyda kim,
berhev bikim
û vegerînim
nav cegera xwe.


Hestin

Rabin, heloyên çiyan, rabin!
Di rabûnê de hûn yek in:
Yek bîr, yek rê yek armanc in
Di rabûnê de hûn gelekin:
çil milyon çav,
çil minyon ling,
çil milyon zend û dest in
Rabin, heloyên çiyan, rabin!


Îsal Newroz Nakim

îsal bê çiya newroz nakim
bê bêhna giya newroz nakim

newroz nakim bê rivîna sorahiya agir
newroz nakim eger reşbelek tozê raneke
û ez nebim serekvan

kezeba min
sibehê zû min şiyar ke
zahf ditirsim
kewek
karek
gundek
şarek
çemek çiyayek ji bîr bikim

zahf ditirsim
darek
kevirek
koxek
tozek
giyayek ji bîr bikim

sibehê zû min şiyar ke
dîsa nebê bila têr xew be
min sond bi çiya xwariye
ku kurdistana xwe ya dûr
bi germiyan û zozan
biguhêzim bi xerîbî  bi oda xwe.


Bo Qerecekê

êdî hew li nav lepê min binêre!
jixwe naxwazim tu ji min re bibêjî….
dibim bavê çend zarokan,
rengîn dibim an jî her wek lat,
tenê tiştekî ji min re bêje:
heta mirinê wek te dijîm,
an jî dibim xwedî welat?!


Jiyana Ebdulla Peşêw

loading...