"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Elî Herîrî

Elî Herîrî di sala 400’î ya koçî (1009/1010’ê zayînê) de li gundê Herîrê ku girêdayî Şemdînanê ji dayik bûye. Li gor Jaba Elî Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên kurdî ye.

Ger Hûn Bibînin Nalê Eşq

Ger hûn bibînin nalê eşq,
tenê li bom zarî diken,
herkes bizanît halê eşq
bi hîle dijwarî diken.

bi halê eşq bexil bibûm
her dem di dem zelîl dibûm
bê rah û bê delîl dibûm
her kes bi xemxwarî diken.

hûn bar mekin xemên di zor
li hesreta vardên di sor
çavê li reş bisk têne dor
E`nîya bi nûr tarî diken.

E`niya bi nûr zilf têne ser
rengîn dibin şems û qemer
reşmar ji perdanê neder
li erera yarî diken.

xoş erera şimşa diket
tejmin revand sebir û xîret
qahu medet, ahu medet
çeşman çi xûmarî diken:

çavê li rojê bîne kom,
camê mey anî ji bom
E`mir kir lazim vexom
mestî ji min yarî diken.

mest û şerab qendavê,
esîr û bendêt vê şevê
ger vesfê yarê ez bibêm
hun terkî hûşyarî diken.

Cot xumaran kirme def
Tefsîr diken sune”y sedef
Roj xemilîn her çar teref
Bi miskê tar tarî diken

Hûşim çu bûn mabum di hom
Her dem bi dem lew tên bicoş
Mera qewî zewq û xuroş
Bi şahî xundkarî diken

Bi şahî wan dan û kerem
Xizmet diken tirk û ecem
Mirîdê eşqê dem li dem
Li neqşê ceharê diken

Neqş û nîgarê navşan
Dîwan û wesfet şawşan
Hey hey li cotêt padşan
Ecêb xoş serdarî diken

Serdarî şaha rewneq e
Mue”cîza remzet ebleq e
Elîyo mebêje ehmeq e
Li bazarê înkar diken.


Dîdara Te Ez Zîn Kem

Dîdara te ez zîn kem
heta kengê ruh te teng kem
keser bum carekê bîn kem
xudana têt û destmala

xudana têt û cehhet bê
xerac û erd û qîmet bê
dîdrara te bi qîmet bê
li eyd û cejn û sersala

evel kom û kesê min tuy
yeqîn firna dersê min tuy
kesê min û bese min tuy
li zer û mal û pir nala

li zer û mal û pir rencim
kesadim sahibim gencim
li bajêra guhêr sencim
sefer diwere heta mala

sefer di were şebê tarî
ey Elîyo tu pir ray
da bikeyn zikir cebarî
belkî li me xoş bêt sala.


 Dîsan Ji Nû Eşqa Berê

Dîsan ji nû eşqa berê pur-enderûnim ateş e
Zulfa muzeyyen enberê de`wa digel xala reş e

Xala li dêmê dil reva sed rûh û canim bin feda
Sotim gelo çum tê nema terkim kirin eql û huş e

Eql û huşim bûne esîr dinya ku geh geh tête bîr
Dem şubheta bedra munîr zulfa ji werdê bên xweş e

Werdan ji nêv zulfan derîn şu`la binefşê têwerîn
Bala û qedda `er`erîn her yan li ser marê reş e

Dîsanê hey tet û diçit îhyayî emwatan dibit
Wechan mudam nûr jê teçit dem şubhetê şem`a geş e

şem`a şebistanan ew e werda gulîstanan ew e
Sirrê tebistanan ew e şoxa Herîrî dil geş e

`Ecîb letîf û cindî ye ziman nezan û Rûmî ye
Ageh ji eşqbazan niye mest û xumar û serxweş e

Serxweşê cama şerbetê dêm şubhê şem`a zulmetê
Hûriya d`baxê cinnetê serdara çendîn mehweş e

Mehweşê ku westan sef be sef ew hate der Misrê tekef
Wan got Eliyo la texef meb`mirdinê qewî xweş e.


Têt

Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt
Be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt
Ke mîhman canê canane le ser cavê me mihmane
Be mala cumleê xane ke şahê cumleê xan têt

Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîrin
Be can menzilgehê mîrin telebkarî ke sultan têt

Telebkarin dil araîm medîm yarin bû yî şaîm
Le bejna ‘er’erin daîm sîyeh mar lê be colan têt

Sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran
Ku xas û am bibûn heyran le cîran enber efşan têt

Du zulfên ‘enber efşan in du le’lên şekeristanin
‘Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt

‘Ecêb bir ke mirarî tê le sedde qewsê tarî tê
Sîyeh pencên xumarî tê ji mexmûran du eslan têt

Ji mexmûran tu mexmûrî be cî hişt eqreba jûrî
Tewafa beytê me’murî le burcan xûn be sîran têt

‘Eqarib hat û bê hed hat le wê burca zeberced hat
Vebala qewsê eswed hat le tilbey mahî taban têt

Le heyva kewçêrîn kamil ve ehlan ra nehiştin dil
û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt

Gulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xuste
Binefş û nêrgiza mest e cinisrê le’l û reyhan têt

Reyahîn sosin û werdin le şêx Elîyê xerîb ferd in
Weristê ehmer û zerdin herû sed car bi efxan têt

Ji efxanan nemayim têr du’a goyê te ez bê vir
Bebête şer du esleh dîr ‘heta vî qasidî can têt

Bebîne rû şemalînê were hindavî balînê
Ji dest ahan û nalînê çe reng feryad ji esman têt

Be feryad û be hewar e ji dest ahan min ew kare
Me lazim bendeê jar e ji seyyidî çe ferman têt

Seyyidî heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra
Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt.


Eniya Bi Nûr Zilf Têne Ser

E’niya bi nûr zilf têne ser
Rengîn dibin şems û qemer
Reşmar ji perdanê neder
Li e’re’ra yarî dikin

Hoş û e’re’ra şimşa diket
Teşmîn reva sebir û xîret
Qahu medet, ahu medet
çeşman çi xubarî dikin

çavê li rojê bîne kom
Came mey anî ji bom
Emir kir lazim vexom
Mestî ji min jarî dikin

Mest û şerab qendavê
Êsîr û bendêt vê şevê
Ger wesfê yarê ez bibêm
Hûn terkî huşyarî dikin.


Xelkno Werin Bibînin

Xelkno werin bibînin,
çi hûsneke bi kemal e
heyran ji dil bibînin
ji sene zewal celal e.

sene Xwedê ku danî
sifhe ji nurê danay e
enber li ser kêşay e
enber xet di xal e.

xalên di şibê enberî
bêm her wek qemerî
ez t`êr nabim ji munzerê
min naçît ji xeyalê.

min qet naçît ji bîrê
zilfêt şibê herîrê
wê li ser be di munirê
dagirt bun helale.

ebru helala eyd e
dêm her wek xurşîd e
eblek şibê nahîd e
cibhet meha bi kemal e.

cibhet meha teva ye
ru sorgula bi xunav e
reyhan hatine hindave
nesrînyan da û pale.

nesrînyan çu wext best e
min nêrî pê host e
eqlê min çu ji deste
heyran kirim der hale.

heyran bûm ez ji dinê
sohtim ji dest evînê
ji xwe nakim hivya jînê
l`im kêm bûm mah û sale.

li`m kêm bûn mah û salan
metnê ji lam û dalan
ji ber zehmet û eşkalan
ez t`er dikim miqale.

çavê min jê diborî
ji ber ebleqêt xumarî
wekî ava di carî
bê wext û bê meal e

gerden şûşa nebatê
lêvê şerbeta heyatê
ji hisna bît welatî
bi min cahî helal e

methê di nazenînan
û sefê di xûn şirînan
wekî dur û yasînan
ez her dikem emale

baxê ku sed bihar lê
bilbilê lalezar lê
ku ed gulê bixar lê
bilbilî nale nal e

ji Hindê bînin taracî
ji mermeri bînin xeracî
ji Romê bistînin bace
ji bo xemla şepal e

dêma xalê di hûr lê
eyna zilfêt stûr lê
rûnîva guhê tûr lê
mehbûbê bê missal e

hisna teya hebîbe
dilekî min jê xirabe
E`lî tu bike nesîbe
dest bi dil wesal e

hisna teya dilxah e
dîlber lebsî sîyah e
bi min kaa`be ella
tewaf dikem her sale

ji Hînd bînin talanî
bikkin klî sibhanî
ji bo çavê şa-siltanî
dema bêtin ser sal e

çend bîbêje Elî Sadiq
ji serar û di qayq
ji wan wesfê di layq
ji hisna ya elal e.


Jiyana Elî Herîrî…Kürt şair Elî Herîrî’nin yaşamı

NIVÎSÊN BALKÊŞ