"Enter"a basıp içeriğe geçin

Pirsên min di min radibin – Mervan Serhildan     

Jiyana min bi çingilekî ve daliqiyayî ye, temenê min bi berxwedaneke ku di pêşbaziya milyonan de betanê xweliqînê li xwe gerandiye û bi ser ketiye; di nav çim û çengên pirsnîşanan de heliyaye. Min bi pirsan çavên xwe vekirine; min bi pirsan dost û mihub naskirine; min bi pirsan çavdêriyên xwezayê, civakê û siyasetê kirine; min bi pirsan girêkûtk û gilokên efsûnî ku li hev geriyane ji hev veçirandine, min bi pirsan sî û sîxur bi kod û şîfreyên tije ‘in, gin, pin’ qeydkirine. Min bi pirsên kartîkirî çavên şaş û nebaşan zext kirine; min ji pirsan silavên tije sir û raz hûnane û di pitikên dayikan werkirine ku geşedaneke weha şahidên heyamê bi carekê şaş û mat hiştine.

Bi armanca ku ez nebêjim “şah”, rûreşên rûrûpoş bi çepilên dayika min girtine û li erdê xistine, dad û wijdan qîtikqîtikî kirine û herwiha  delal û simsarên dengbûr li çar pariyên welêt belav kirine ku ji alemê re ragihînin banga serkeftina xwe, tu dibê qey mayînde bi ser ketine ku di ber re jî operasyonên bîrdanîna civakî pêk anîne… Lê heheeyt, bîr nebirine ku ez li ser pişta pirsnîşaneke malçûkê filitîme û vayê dîsa min çingilên pirsnîşanan pev dirûtine û pirs bi pirs bi ser şopa kontrakaran ketime.

Vayê dîsa bablîsoka pirsnîşanan radikim, pirsan dirişînim li ser lanên çetekaran; vayê dîsa bi gur û firînên baskepirs datînim li çiya û zozanan; vayê çirûskên pirsên xwe hildidim asîmanan; vayê bi pirsan dihejînim deşt û beriyên berwelatan; vayê lodên pirsnîşanan li war û wargehan dinijinim ku sî û sîxur hesabpirsîna hesabê sosretên hemû serdeman bihesibînin û çavên xwe vekin ji xewa xefletê ku derkevin ji sûfetê hov û koviyan.

Devê xwe bi pirsan dadigirim, hevokên xwe bi pirsnîşanan dixemilînim, mirazên xwe bi pirsan girêdidim. Her perîkek baskên min ji pirsnîşanekê afirî ye, her firîneke min refek pirs dihebîne. Xemên min colên pirs, çingil û pirsnîşanan in. Baranên ku li min dibarin, dirûvê diguherin û wekî lehiya pirs, çingil û pirsnîşanan vediguherin. Tûrê min tije pirs in, tûrê min tije çingil in, tûrê min tije pirsnîşan in; zewêdiyên şivanên li zozanan destî bi destî pirsan ji min dixwazin; natoriyên rez û bîstanan pirsên min di nav zeviyan de diçikînin û kumên xwe pê ve dikin; rêwiyên riyên têkçûyînê, pirsên ku sedansed wekî pirsên min in dikin; birîndarên ku ji pa re hatine xençerkirin pirsnîşanên tûrikê min di heman teşeyê de dirisin, bi heman dengan dirkirpînin û bi xwîna min û xwe dinivîsin…

Bîra min tije pirsên bi dirik û strî ne dostino; ji xwe û ji we, ji wî û ji wê û ji wan dipirsim; her kê dibînim, li kê rast têm, bi kê re hevrû dibim her dipirsim: “Pirsên min wekî devê xençerê çima di min radibin; pirsên min êdî bi min jî giran tên, ji ber çi ye ku pişta min disemitînin; pirsên min çima sîx bi sîx debara min diseridînin û çima wer ji adetê derdikevin; pirsên min çima rêzê ji asayîbûnê re nagirin û hemû rûpoşan diçirînin; ji bo Xwedê pirsên min ma çima weha citikî di giyana min de noqdibin? Pirsên min barên stûyê min in hogirno, gelo çima sal bi sal temenê min xûz dikin; pirsên min çima pirsên min in û li nav nigên min digerin gidî, çima û çawa wisa bi dijberî pî û baskên min dijidînin, ji ber kîjan sedemê ye ku pirsên min wek marekî kor î dezîreş bi min vedidin; pirsên min bi kîjan hişmendiyê min dîl digirin, serjêdikin û serê min diyarî serwerên enîbeş dikin; pirsên min bi çi somê belaya serê min in, reng û rûyê min dixeritînin; pirsên min bi çi hindê ewqasî giran davêjin û min bi ser avê dixin; pirsên min lomepêlên kîjan heyamê li min radikin, pirsên min çilo di reh û rîçalên min de wekî jehra silêmanî digerin û bedena min wilo dilicimînin?..”

Lê pirseke min a din heye ku beriya her tiştî û beriya herkesî divê ez ji xwe bikim: “Çima, çawa û li ku ez bi xew ve çûme û min nedîtiye ku çend pêjn û peyayan ruhê min bi darên kaosê ve daliqandiye; her ku bi pêş ve meşiyame, wan ez bi şûnde kişandime; her ku beziyame, wan nig li ber min xistine, her ku min tûrikê xwe nîşan daye, wan singek di ber de kutane; her ku bi armanca serkeftina hêvî û bendewariyên xwe têkoşiyame, wan ji bo têkçûnên mayînde ceribandine; heywax, ji ber kîjan aqilî ye ku min kirasê bêdengiyê li xwe kiriye, neqîriyame û min negotiye ‘di navbera zulmet û mazlûmiyetê de betanekî zirav a ji dadê heye, her kî vî betanî diçirîne, wargeha xwe bi xwîn û xurêza pergalê dadigire û wê avahiyê, wê stariyê vediguherîne navendeke despot û nokeran’; her kî etîk, exlaq, dadmendî û wijdan diheciqîne, mala xwe, saziya xwe û siyaseta xwe vediguherîne dibistana elemanên desthilatdaran; bi kîjan somê, bi kîjan binikiyê ewqasî riyên dûdirêj meşiyame bi neyarên nirx û rêgezan? Vayê di xwe jî radikim çim û çengên ewqasî pirsên tûj û tazî, herwiha di xwe werdikim arî û xweliya heft gundan; vayê pirsên min qirik û gewriyên min jî dijidînin, dil disojin û bêvîzyoniya min di çavê min radikin…”

Jiyana min li ser pişta pirsnîşanan ediliye, tûrê min tije pirs, çingil û pirsnîşan in; pirsên min bi dirik û strî ne, wekî heqîqeta beloq di çavên xemsar û xwînsaran radibin; lê pirsên min giran in, pişta min xûz dikin; pirsên min di min radibin, belaya serê min in!..

05.07.2020

Mervan Serhildan      

NIVÎSÊN BALKÊŞ