"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Bro Omerî

Bro Omerî (z. 1942 – m. 4ê rêbendanê 2007) nivîskar û helbestvanekî kurd e. Ew (Operator Dr. Îbrahîm Yildirim) di sala 1942’yan de li gundê Çalê yê Nisêbînê hatiye dinê. Bro Omerî (Operator Dr. Îbrahîm Yildirim) di 4ê rêbendan a 2007an de li Nisêbînê ji ber nexweşiya dil diçe ser dilovaniya xwedê

Keça Perî

Keça perî
Wa da derî
Hiş çû j’serî
Wexta seher,

Mijank xişt in
Dil dikuştin
Awirxencer.

Zarşîrînê
Nazenînê
Xebxebşînê
L’ber hêlînê

Meşkevokê
Li ser dikê
şev û rokê
Mame li ber

Wey nazikê
Pir xweşikê
Awir rikê
Dil qul dike

Digeriya
Li her ciya
Keçperiya
Bi bask û per.

Gula zinar
Derket ji xar
Min nû dît yar
Bi tac û dar.

Lêvên şîrîn
Bûm har û dîn
Kirim bê vîn
Işqa dîlber.

çav kil dida
Perde hilda
Heyv li çarda
şev ronî da

çavxezalê
Camzelalê
B’ava xemrê
Hiş bir ji ser.

Por li ser mil
Kezî bi gul
Bisk û qişt in
Dil bûye kul

Keça ciwan
Lêv erxewan
Ji gewheran
Taca li ser.

Pora tarî
Gulav barî
Bro Omerî
B’ah û zarî

Bû bilbilê
Wê sorgulê
Rih spî kir lê
Wechê xwe zer.


Rewşa Welêt

Di nav ar û pêt de dijîm
Hevala min tu çawayî?
Bi kul û derdên xwe digrîm
Delala min tu çawayî?

Hezar sal in li ser te ceng
Hatin kuştin mêrxas,1eheng
Cejn û Newroz diçin bêdeng
Sersala min tu çawayî?

Ew şêr û baz in li çolê

Li Serhedê û li Torê

Sed seg berdane derdorê

Şepala min tu çawayî?
Şepala li lata gelî

Birîndar e, kûr dinalî

Se direyin li her alî

Hewara min tu çawayî?

Dagirkerên barbar û hov
Binpê kirin mafên mirov
Rûxandin tev çewlik û gov…
Pergala min tu çawayî?

Şar û gund gişt wêran kirin
Jiyan li me zindan kirin
Der û hundir talan kirin..
Bermala min tu çawayî?

Li pêş çavên Bro Omerî
Agir berdan rêl û devî
Teba, tilûr revî, revî…
Xezala min tu çawayî?

Roja ku ez te nabînim
Hêsrên çavan dibarînim
Bi qerpalan dimalînim
Desmala min tu çawayî?

Xwezî b’roja te bikim bûk
Hine bikin dest û neynûk
Bigerînim 1i şar û sûk…
Bêmala min tu çawayî?


Serencama Pisîkê

Pisîkê taxek feqîr
Carek diçe mala Mîr

Li nav baxçe, ber birkê
Rastî peykerê şêr tê

Bi baldarî lê nêrî
Jê tiştek neket serî

çû ber mirêka hundir
Li xwe gerand çend awir

Dît ku mîna peyeker e
Ji qalibê xwe der e…

Ji yê malê dipirse:
“Ewê wek min çi kes e?”

Got: Ew peykerê şêr e
Pir bi hêz û xweş mêr e,

şahê ajalên kovî
Gur li nik dibin rovî…

Hakimê çol û çiyê
Ji fîl ta bi mûriyê

Li daristanê ajal
Bi giyan û can û mal

Hemî jê re leşker in
Bêyî wî tevnagerin.

Piştî van pesnê şêran
Ku pisîkê malê dan

Biryar girt ku bibe şêr
Rizgar bike jin û mêr;

Awir vedan wek piling
Terî rakir, kire sing

Rabû çû warek nenas
Pesnê xwe da bêqeyas….

Li her derê bû dengî
Bizava wî lehengî

Baz û piling yek bi yek
Hatin balê bûne lek

Gişan hilda darê xwe
Berê xwe dan warê xwe…

Bi def, borî û bilûr
Guran kire zûrezûr

Gur û torîk çûn ser wan
şar û gund kirin wêran

Bi guran re şer danîn
Rabûn qira hev anîn

Baz û pilingên leheng
Dinya li gur kirin ten

Gur ketin bextê rovî
Ku hinek bibe hêvî.

Ew roviyê pir fenek
Geh bi xap û geh bi dek

Berê xwe da şoreşê
Bi zikişkê, bi meşe

Xwe gihande serleşker
Dît ku pisîkek çavzer…

Pisîk bazda kadînê
Geh jî kete kulînê…

Rovî ew girt û anî
Li destê guran danî.

Ji ber kirinên mekruh
Ahd da, kir toba nesûh

Nema tiştek wiha kir
Giyanê xwe riha kir…

Rast e, beza kitikê
Ji axo ta sifikê…

Ev çi hêviya bêxêr!..
çawa pisîk bibe şêr?


Pesnê Yarê

Yara min nû çardeh salî.
Şeng û şox û pir şepalî
Qendîla ji donê arî
Şev ronî kir, hîv li tarî..

Bejn û bala wê’l hevhatî
Li Laleşê tak nebatî
Ya Reb xwedo çi miletî
Berîvanî an serxetî.?

Çavên belek, burhên kevan
Mîna durê dev de diran
Kenşîrînê, lêv erxewan
Paşla wê de du kewkeban.

Kofî kêlê ey serwerê
Tûtiya baxê Enqerê
Dame ber şilfa xencerê
Kirim bê keys û meferê

Qama dirêj, bejna zirav
Aja benav li perê av
Gulav rijand ser bisk û dav
Qelen xwîh e lê ne dirav…

Mîna xemrê xemrevîn e
Dil bexçê kêf û evîn e
Di xemê de xewrevîn e
Evîndar mest, gêj û dîn e.

Bi qîr û zarî nola bilbil
Perwane ye li dora gul
Tîr avêt bi awirek sil
Simand sîne, simandî dil

Dêm sêva sor kakuk reş e
Li nav bexçe şox dimeşe
Baq bi baq gul jê diweşe
Bav ecem e, dê hebeş e…

Şox û şeng û meş kevokê
Gul û nêrgiz û bihokê
Takrîhana li ber cokê
Biskên xelek, pelxîlokê.

Biskên li ser xalên di qer.
Lê barî bû misk û amber
Hatin semah b’sira seher
Keça hûrî li nav beşer…

Bûm Siyamendê Silîvî
Bi tîr û kevanê zîvî
Neçîrvanê peza kûvî,
Lê ji min ne dikir hêvî…

Bû bengiyê wê dîlberê
Dayê soza mêrê berê
Can û cesed jî tê herê
Bro Omerî jê nagerê.


Her Warek Bi Bilbilek

her bilbilek bi gulek
her bilbilek bi dilek
bilbilê kurdistanê
yekî bêper û kulek

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek…

xem nîn e, ew bilbil e
evîndarê sorgul e
bêper û bêperwaz e
dilê wî jî bi kul e

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi dilek…

gula wî yeke sor e
sed dirî li derdor e
bo çi bijart gula han?
bidestxistin pir zor e.

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek…

her çiqas sitemkaran
bi tundî û bi daran
çîm û perwaz şikandin
lê, gul neda neyaran

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi dilek…

te awazek nerm heye
bo gulê qedîfe ye
rabe hûrik bilorîn
bo dijmin pir qebe ye

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek…

bilbilê hêla botan
îro li te zivistan
wê bihara te jî bê
war dê bibe gulîstan.

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi dilek…

bilbilê warê boşo
li te dijminqidoşo
gulîstan lewitandin
divê tu paqij bişo

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek…

bilbil! tu jar û mestî
bo gulê bûyî hestî
bi derdê te dikele
dê çi ke, ew bindestî.

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi dilek…

bilbilê lata gelî
bigrî digel omerî
gulîtan şewitandin
tev bû rijî û xwelî

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek…

bilbilê kevrê biqul,
serhed û warê kavil…
bes bixwîne bi kovan
te heland hinav û dil.

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi dilek…

hooo! bilbil, lo bilbilo!
perşikestî, dilbikulo
bihar bi ser te de hat
rabe bixwîn ji dilo.

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek…

bilbilê şax û şêbê
vê bihara ku wê bê
gul, kulîlk devliken bin
gulîstana ku lê bê

her warek bi bilbilek .
her bilbilek bi gulek
bilbilê kurdistanê
yekî bêper û kulek.


Berfîn

Niha
Têgiham
çima wilo
Serhildêr in Berfîn
Wan
Ji te
Dilop bi dilop
Wergirtiye sorexwîn.


Birakujî

Bo netewan bikin dîl
Dest û pê têxin zincîr
Biratî bikin ji bîr
Wekî Habîl û Qabîl,

Du beranên min hene
Poşek, enî bi hine…

Ji wan demên kevnare
Ta bi îro ji xwe re
Bi ramyarî û pere
Gel dikirin du pare

Min du dîkên şer hene
Li dor hev wek perwane…

Neyar bi wan tinaz kir
Bêtifaqiyek saz kir
Ta aqilê xwe nas kir
Nirxên pîroz xelas kir…

Min hene du conegan
Bi girr, pîkol û tevdan…

Li başûrê Kurdistan
Gelê Soran û Berzan
Birakujî, bêraman…
Ji dest we min sed eman.

Du birayên min hene
Sûdar in, ji xwe re ne…

Du dîk û du conegan
Du bira û du beran
Bi hev ketin wek şêran
Ketin xefkên çeldiran.

Du şervanên min ên çê
Kenê guran bi wan tê…

Bi şer û çekên giran
Rijandin xwîna biran
Ji xem û kedera wan
Omerî bû helbestvan.

Min hene du pêşewa
Kar dikin badîhewa…


Keça Kurd

Keça Kurd e, serbilind e
Bejinzirav, pir-î rind e
Şeng û şox û xweyî rûmet
Karxezala şar û gund e

Keçên delal, keçên ciwan…
Hember zilme serî hildan
Ji bîr kirin şe û hine,
Neynik, mûçing, kil û kildan.

Berê diçûn şkefta keçkan
Dolab dirêstin bi sitran
Îro li Botan, Serhedê
Cengê dikin digel halan.

Bi eyarşîrk bêrîvan bû
Sitrana Memê Şivan bû
Dotmama Duwanzde pismam,
Evîn û xewna xortan bû.

Kûzê avê li ser Milan
Dest û pêçî li çembilan
Di rojên cejn û şahiyê
Diket hêlan, dikir dîlan…

Bi tûr û xilç digeriya
Li nav rez û çol û çiya
Ji beyanî ta êvarê
Berhev dikir kereng, giya…

Berhev dikir sergîn, qurmik
Bona ardû, bona tepik
Evîndar û mazîçin bû
Hem şivanê kar û berxik…

Ew tişt hiştin li wê rewşê
Rahişte darê keleşê
Xwe bi rextan rapêçaye
Bilezgînî çû şoreşê.

Şoreşger û şervan e ew
Bi sond û bi peyman e ew
Nabe bûk, dê û kebanî
Heta rizgar neke netew.

Pakrewana gel û welat
Rizgar dike war û kelat
Nexşeya welat xêz dike
Bi xwîna xwe, bi kêferat

Li çiya, di baregehan
Di nav kom û refên şervan
Dike şerê azadiyê
Hêviya Kurd û niştîman.


Peyman Ji Yarê

Bi şalê kesk û sor û zer
Bi pêlaven bendik li ser
Dame ber sed tîr û xercer
Deh li dil da, not li ceger.

Ji kulîlkan taca wê ye.

Ji sazê hat, westa û mest
Lê rast hatim wa dest bi dest
Min maçek ji lêvên wê xwest
Got: “Ma bi çi maf û mebest? ”

Min got: “Ew jî baca rê ye.”

Bi taca kesk, sor û zerî
Zarşîrînê keça perî
şeng û şox û eşqperwerî
Li Amedê, li Agirî…

Ji zîv û zêr, birca wê ye.

Keça ciwan, lêv erxewan
şalê rengîn li nav milan
Kase kef de, hate eywan
Tîr avêt dil
Dil disotin bi awiran

şiva xosê bejna wê ye.

Li ber masê şox rûdinişt
Mey dinoşî, qedeh dimijt
Lêv li camê şopek dihişt
Min cî girt li masa tenişt

çavên min her li fercê ye.

Bi nazî li min zîvirî
Kenî, got: “Ey Bro Omerî!
Wele jêkin dest û serî
Ji te pê ve, kes ne yarî.”

Ev; peyman û merca wê ye.


Yar Çû Gerê

Ordeka şaxa Cizîrê
Devliken û awirtîrê
Mijangxişt û ebrûkevan
Heftê hûrî dikim qurban.
Biskên xelek, guliyên zer
Lê reşandin misk û amber
Mahîrûyê, bi xalên qer
çavên belek, burhên li ser
Kirim pîrê derd û keser…

Li spîdê çû geşt û gerê
Ne îro dê sib vegerê
Ew dîlbera dil didaxê
çû nav bexçê gul û baxê…
Li nav bax û li perê çem
Wek her caran, wekî herdem
Bi saz û ney dikir semah
Olan dida Wan û Kemah…
Pêsîr, derzî, toq û benî…
Li ser sîngê pev dikenî.
Lê min nedît, wilo gotin
Dil û cergê min disotin…

Li ber riya wê’y vegerê
Mame benda, her çav li rê
Ya reb xwedo! Wê kengî bê
Karxezala çal û şêbê.

Dema hat di min buhurî
Dil ji min bir, hiş ji serî
çavên di reş, pora zerî…
Sed caran kuşt Bro Omerî.


Jiyana Bro Omerî