"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên İlhami Özer

Di sala 1947’an de li navçeya Erganiyê ku girêdayî Diyarbekirê ye tê dinyayê.  Îlhamî Ozer di sala 2015’an de jiyana xwe ji dest dide.

PÊŞWAZÎKIRIN

Şev sayî bû

Bêyî min tukes nepayî bû

Heta paceya menzela min hate lêxistin

Dest û piyê min

Bi benê mêjiyê min girêdayî bû

 

Êdî bi tenê nebûm

Ew axivî

Ez jî mîna pirtûkeke pîroz

Rûpel bi rûpel vebûm

 

Em di hembêza hev de bûn

Lê belê tew germ nedibûn

Ber bi sibê

Ji bo agirê

Bîst û yekê adarê

Me li gel da rê

Lewre: Ew bûbû qendîl

Ez bûbûm mûm.


DE BİBÊJE

tu tam di dansala nêrînên xwe de bûy
di serê bijangên te de gulên spî şax dabûn
min got qey çavên te du baxçe ne
bi lêvên xwe çûm diziya wan
te bê dem, ew av dabûn
çima?

goşt û hestiyê min di nava xûdanê de ma
min got: ya homa!
ez diz nînim, evîndarê çava me
va hate girtina bêhemd çima?

hemû bersiv qediya bûn
ji min re ez mabûm
ji tenêtiyê re şabûn
min got: ya yezdan, ya homa!
ji te re bê dengî
lê ji min re çima?

 


Şevên Fermî

Dema şev
Nola gurekî birçî
Tê mêwaniya dilê min
Mîna pezê nîvxeniqî
Dikevin rêzê

û çi qas moz û kêzên
Tirsonek û veciniqî hene
Dibin hirç û berazên
Cendekên min ê ji kêm û xwînê

Dema şev
Nola hûtekî bêhefsar û heftserî
Tê mêwaniya dilê min ê bê şibake û bêderî
Hemû şaneyên min ên serserî
Bi nokerî
Ji êş û janên kul û birînên min re
Dibin parî û kerî

Di wê dema
Dufelqe û rûqame de
Tu, hi teşiya aramiyê
Xeweke hê sî
Ji min re dirêsî
Ez jî dilê xwe yê
Mina qaxên xwînê
Ji nava devê
Gur û hûtên şevê dikşînim
Bi aveke nerm û şêrîn dihişirînim
Nola guhareke zêrîn
û wek xelateke hi wate
Bi dizî dikim destê te.


Min Xemsar Neke

Ez avake tazî me şermok im zîzim
Di heman demê de
Xizan im, belengaz im
Min di nava bijangê xwe de veşêre
Bila neqefilim, nelerizim

Ez erdekî rûtim
Heta îro tu kesekî ez najotim
Dirûnkerekî kor
Bi mistek esmanekî re ez dirûtim
Bêbehn û hilm hiştim
Barê min tengasî û zîzî ye
Min di deleva çavê xwe de veşêre
Bila cemeda tariya min biderize

Ez dareke birîndar im
Bê kulîlk û bê bihar im
Nalîna min di koka min de pûç kirine
Tamarê min dizîne
Silavekê ji min rebişîne
Bila mîna erdhejekî min bihejîne

Ez agirekî bê dû me
şewata ducanî ya min
Ji Beriya Zayinê heta îro didome
Nav û dengê min
Wek ala dîrokê bilind û berz e
Min di nava nasnameya min de veşêre
Bila beyî te kesek min neparêze.


Ey Yezdan

Bêyî min tu kes nizane.
Dilê min çima bi du can e.
De bibêje!
Tu yê pîriktiyê bikî
An salên li paş min mane?

Bêyî min tew kesek nizane.
Dilê min çima bijan e?
De bibêje!
Min heftê û heft sal kevn kirin,
Ên min nû bikin kijan e?

Bêyî min qet kesek nizane.
Van mûyên canê min,
çima mîna moz û kêzan e
De bibêje!
Zayîna min a dubare kengî ye,
Bêyî te kî zane?


Agirbanû

Îşev heta sibê
Li ser welatê Ariyan
Ji esmanan
Nameyên berfê dibariyan

Devdevî sibê
Agirê adarê
Mîna bûka biharê
Xwe xemiland
û berê xwe da
Ber bi qada pakrewanên
Bi nav û deng û bi huner û çand

Karker û girtî
Zar û zêçên birçî û tî
Daristan û gundên şewitî
û hemû penaber û koçberên qewitî
Di asoyê de qor bûn
Bi ramûsanên şêrîn û çepikên gir
Ketin şopa bûka baranê
Herikîn serbajarê êgir

Bûka biharê
Roja bîst û yekê adarê
Ligel temaşevan û guhdarê xwe
Derket hizûra paqrewanan

Wan jî wiha got:
-Bûka biharê
Ji vê êvarê şûn de
Bila navê te yê nu
Bibe Agirbanû.


Şîret

Di van êvarên dawîn de
Her hêsirê min
Di berbanga çavê min de
Dibe dûvstêrkek xeyidî
Dema roj hildide
Ez berê xwe didim şeveke din
Ew li pey min hêdî hêdî

Di van êvarên dawîn de
Her hêsirê min
Di bendava çavê min de
Dibe masiyekî birîndar
Dilê van ji bo zertavê davê
Yê min sewa mifteha çar warên bê êvar

Di van êvarên dawîn de
Her hêsirê min
Di zeryaya çavê min de
Dibe giraveke agirî
Dema tarî difetise
Ji wê giravê sewtek tê
Dibêje: tu çima nabî baran
Çima li ser min nabarî.


 Mirin

şev bû…
Reşî û tarî tevhevbû
Tiştekî li derî yê dilê min xist
Bêdengî bû
Ne xew bû

şev bû
Xof û tirs tevhevbû
Nalînek di gûhê min de herikî
Ba nebû, rev bû

şev bû
şaşî û xeletî tevhevbû
Ez li benda xewê bûm
Yê berê xewê hat Ew bû.


Hevgirtin

Zilma bi şewat
Mîna tariya kar, bi şev hat
Lê belê bi tenê nebû
Li gel melkemotekî dest bi hinê bû
Mîrata mîrat…

Wê şevê
Heta diyarbûna rojevê
Tew tîrejekî gay navêt
Berbanga welat
Di dawiyê de peyama reş wiha belav bû:
“roj berevajî hilat
Fermandar, cendirmeyê dinê yê
Fermanber: mîrata mîrat…

Agahiya bobelat
Bê sewm û selat hatibû
Girava mij celşd…
Li aliyekî benên bi rûn belav dibûn
Li aliyekî bi hezaran xelat…
Piştre, dad û sêdar li hev hat dadger
û dozger bû neynûk û goşt parêzer:
Mîrata mîrat.


Bêrî

Keçê ajê
Gûne te mina berfa gelawêjê
Sivik û nerm bû
Ger rojê, xwe di dilê te de veneşartibû
Xwîna te çima ev qas germ bû

Ajê
Stêrka gelawêjê
Em çi qas ji hev dûr bin jî
Raman û hestê me yên mina tirêjên rojê
Li hev neşibin jî
Ez jî kurdim, tu jî
Heke tu dixwazî kurdayetî ya xwe bijî
Zû were
Bila êş û jana dijmin
Li ber deriyê dilê min negere
Dem girîng nîn e
Dema tu hatî
Ji min re çend kaxizên nola gunê te
û pênûseke jêhatî bîne
Ezê wê rojê bi wê pênûs û kaxizê
şewatek hezar salî derbixim
Bila tajan bikeve dilê tariyê
Ronahî bikeve argûnê te

Ajê
Xwîna min
Li bin lingê te birije ku
Derewa nakim
Lewre ez xakim
Xakek pir pîr
Tujî ajî
Ajek çeleng û jîr
Ji bîr neke
Gazinca min neheneke
û daxwaza dilê min ê çar parçe
Bes miftehek e
Ew jî, ji bo min
Hem çek e, hem wêrek e
Lê di destê tirsa tarî de ye
û der û dora wê tije moz û kêzin
Heke tu mifteha mezin neynî
çi ez dibim mem, çi jî tu dibî Zîn.


Bircên Giyana Min

Çi ax, çi gûr
Tew tiştek qasî hiş birçî nîn e
Raza vî reqesek grîng e
çiqas dide, ev qas distîne

Çi stêrk, çi ezman
Tew tiştek qasî çav mezin nîn e
Li çi binêre, zû zû bîr nake
Lê tû car xwe nabîne

Çi morî çi mêş.
Tew tiştek qasî dil kedkar nîn e
Ew serbajarê jiyanê yê
Karker û cotkar nîn e

Çi şûr çi kêr
Tew tiştek qasî ziman tûj nîn e
Her wekî birîna wê kûr e
Lê mar, sîxûr û birakûj nîn e

Çi hingiv çi şekir
Tew tiştek qasî can şêrîn nîn e
Lê ew çêj di nava mirinê de veşartiye
Bê pakrewanan kes nikare wê bibişirîne

Çi dar çi kevir
Tew tiştek qasî mirinê tenê nîn e
Dema destê xwe ji me dişo
Çi dikûlime, çi digrî, çi dikene

Çi kîn çi jehr
Tew tiştek qasî tariyê qirêj nîn e
Ew kortiyê, si`yê qîr e
Mîna ronahiyê fireh û bi çêj nîn e

Çi dirav çi zêr
Tew tiştek qasî ronahiyê bi rûmet nîn e
Çavkaniya wê rehjenên rojê yê
Mîna Dîcle û Ferat a bê kek û et nîn e.


 Min Bibihîze

Di van danên dawîn de
Di xetêti eniya min de
Hinek dilopên xefilî
Mîna zîpîkên bi lome û gilî
Dişemitin çavê min ê teng û zelûlî

Heke tu kewaniyê
û navê te Arjîn e
Car caran were mêvaniyê
Van lome û giliyên
Nola bêçî û tiliyên êvara îniyê
Ji çavê min derxe
Bi destê xwe birijîne

Di van danên bêdesmêj û bênimêj de
Di nava ramanên min ê gêj û qirêj de
Deqqeyên bi tirkî, erebî û farisî
Tê mêwantiya xewnê min ên qerisî

Heke tu kewaniyê
û navê te Arjîn e
Yek caran were mêwaniyê
Wan cin û cinawiran
Ji baweriya min re neke cîran
Nepejirîne…

Hevrêya min
Di van danên
Mîna av û nanên tenêbûn û tûnebûnê de
Barê min ê veşartî, xwîn û tirs e
û bilî dilê min
Tu kes rewşa wan napirse

Heke tu kewaniyê
û navê te jî, Arjîn e
Êdî were
Gend û gemariya barê min paqij bike
Di devê tenêbûn û tûnebûna min de birijîne.


Pêdîviya Tazî

Bila tu kes xwe nexapîne
Ji şîrê derew
çi mast çê dibe, çi dew
Sedemên vê yekê sisê ne
Meşka rûreş, haveyna xerab, ava bê xwê

Bila tu kes xwe nexapîne
Ji sewalên nekedî
çi rêz tê hêvîkirin, çi fedî
Hevalên vê xeletiyê jî sisê ne
Bêşîr, bêxwîn, bêxwedî
Bila tu kes xwe nexapîne
Bi lingê xasî
çi rêwitî dibe, çi mêrxasî
Adana vê gotinê jî sisê ne
Hevirê tirş, arvanê xilt, nanê tisî

Bila tu kes xwe nexapîne
Ji axa bêpakrewan
çi dara azadiyê diafire, çi kulilkê bi guhan
Dijberê vê yekê ji sisê ne
Kimê, miratxwir, mijokvan
Ji peymanên nedadî
çi aramî bi dest dikeve, çi azadî
Bila tu kes xwe nexapîne
Kiryarên vê yekê jî sisê ne
Tirk, Ecem û Erebên bêfedî.


Jiyana Îlhamî Ozer

NIVÎSÊN BALKÊŞ