"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Dost Çiyayî

Di sala 1972’yan de li gundê Qelendara Mêrdînê hat dinê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwend. Li ser riya Festîwala Dêrsimê, di havîna sala 2003’yan de qezayek derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

GERMEKE SAR

sar, sar, sar e yar!
meha tebaxê dibare
li çar milên min
baraneke tî û rij
ji ber girêza zimandirêjiya devê ar.
zikê çiqçiqanekî reş miçiqiye
di goşî de hişk bûye şekir
liba tirî
û hêlîna cotek kevokên berî
li cî maye lepikek kewş.
hilmûgulma kerbekê ji reş ve diqirqile
li qiraxa mexelê gur u çeqela…
bila!
bes neqijile çêlika sûsik, wilo
havîn nemîne li berqefan tenha
bila ez biqefilim sader evîn
li nig min pengaveke h(ar)
digel sê tilî û pênûseke ciwan
bifetisim
di kelên avnûska hêtûnekê de
lê dûkelên li dû min
piştî şewitandinekê nemînin bende
li ser ewrekî dilxav û tamsar
vegerin
li çol
çiya
û berwara…
da ku neqirqirin qirakên qiriktal:
ma bêav, bêşîn, bêdar
berwara
neqirqirin qirakên qiriktal:
ev welat
war
yar!..


DİLOPEK JAN

şevê ji dil de vegirtibû himbêza xwe,
tikîtenê, di bajarekî bi tenê de,
dilop dilop diniqutî êş
ji ewran gelekî bi wê de stêrek
birîndar, ji perwazekî xwe dinaliya.
kengî ponijîbim vê pêjne
xewê bi fedîkokî destê min berdaye,
ji wê wextê de ye xewnên şevan
tenê ji min bi gazin in,
lê dizanim
ew bi xwe ye ji dil digirî
di nav hogiran de
li tenêtiya min.


JANA CAN

Hênkahiya berbangê
li pêleke berizî siwar dike min
ji xewneke giran.
car caran bêhna te dibihîsim
katikên rihanê di nav de guleke sor
hîn di xew de
û keziyên roka evar a zer
di rengê biskên te de bengîn
dikeve bîra min,
awirên te ên tund divejin û disincirin
di tasên çaven min de…
Rivîna xwe berdidin nêrînên min
şitlên mijankan
bi du dilopên bêpele têne avdan
û diherikim abîsa dil
tev li te,
ji avzêyên çavan bêriya te dikim
jana can!


Av Xeyidî (Helebçe)

Ev bû çend car nizanim
Nizanim bê çima bihar
Her adar
Di sehera silavê de
Dîsa weke her car
Li şûna mijmijokên maran
Diveguhere îskeîska avis
û şîna rengan digerîne?

Nizanim
Nizanim ku mozhingiveke azad
Li du bajarekî bêrîwêran
Bê xwe li çi datîne?..

Ev bihara çenda ye nizanim
Nizanim bê çima baran
Her nîsan
Dîsa li van deveran
Bi ar-aveke qetrejan dibare
û ji lehî daîm xwelî
Ji ewrên keskavî mirin diherike?

Nizanim
Nizanim bê beybûnên berfekan
Li vî erdî çima reş dibişkivin
û dixeniqin sosin?..

Ev bû çend car nizanim
Nizanim bê çima aran
Her gulan
Dîsa bi xewnên xwêdayî
Weke nêrgizeke xedayî
Xeydok û xopan dişitile
Li sûretê serabeke bêav?

Nizanim
Nizanim çima di xeweke bêwext
û çolemêrgeke beyeban de
Li min der dibe teba dewrê
Zer diderize şewat û dişemite şevê?..


Hezaz Xalî

li wê çolê, li wê berpalê
ji zemanê sed û bîst û çar hezar
pêxemberan û bi vir de,
ji newala kesk û şîn a zarotiya min
heft çiya û heft geliyan bi wir de
bi bakur de
birîneke kûr, dûr û tarî
birîneke kevnar, sar û xalî
ji du devan dinale di zikê erdê de
li binê wê newalê…

çendî û çend dewran, bêsilav
çendî û çend tofan, bêkelam
bi bayê xezebê hatin û çûn
hovane, çavsor, bêfedî
li ser devê te keserên qelişî
û di çelqên te de tîbûna çiryayî
ku guhanên ewran diguvaşt
sibeheke payîz a por weşiyayî,

reş kirin û çûn
lê kesî nedî, kesî nedî
ziwahiya li ser zimanê te yê bejî
ku bi taya tenêtiyê dibirijî
ku bi taya tava tenêtiyê dipijiqî…

kesî nedî
bêhay û bêpay ji aşîtiyên gêrgêre
bi sedan kevokên bej, rengarî
sal duwanzde meh û roj bîst û çar carî
li hendesa te ya tije qul û kinas
dil diketin tenêtiya xwe ya tenha
û çarenûsa çaralî ya evînên berî
li çeperên hilferîna peran dineqişandin
ji bilî asêgehên xewle û tarî
wargeh hilnebijartin, hêlîn çênekirin
xwe ji awirên xure veşartin
û xwe nespartin bextê hezkirina destên kedî…

her kes reviya, qetiya her tişt
ji xwe û ji dahatûya xwe
gund û zozan vala bûn
ji sertara gir û kepezan, dorana çiyan
pêjna germahiya dengan qut bû
û çûn
lê ew li wir man
wekî rengekî biyan,
çiya hejiyan
newal qîriyan
dirinde terqiyan
lê ew ji cihê xwe qet neliviyan…

û îro xewna min
nahêle ku bitebite dilê min
lê çi bikim
qelaç bi kaş
zinar sar
kevir kerr
newal lal
û piyên min qels in,
gelo heye ku ez te bibînim
bi çavên zarokekî, careke din?..


Xewnên Xwîn
Zirav-bihîst-yar im
Dil hilbijartime mertal
Gerden xalî, mişt xeyal im…

Rimên dirinde rêz girtine
Xirxalên zîvîn li zend û bendan
Morikên kehrebarî ên gerdankan
û di çirûskên çavên te de hêviyên min
Mebest girtine, dilalijin
Ji kengî ve li benda te ne!

Dem dawiya payîzekê
şev derbasokên xwîn-mij
Bêdil be jî berê rojan
Ji êvar de dikeve alî koç-giriyê!..

Xelekên por-goşî ên dardakirî
Li kû dibînim werîsên mû-rîs
Girêkwîr dadigerin gewriya min.

Tilîkên te ên ziravokî nermoke
Min didîtin
Diveguherîn bizmarên ji pola
û devê bivirên ser-jê-ker
Ji hev diçirvirî!

Dil tenik
Berbang hênik in
Ax… Aax!
Xewna welatekî min didît
Dê-ferîşte, bav-fille
Li xwerû xerzên zeytûna zarokên wî
Kevakên firfire hildiferandin
Li esmanan xelekên gewez daliqandî
Ên xwe teqle dikirin tê de dialiqîn
Ji jar de li hêşînahiya azadiya behran daliqandî
Difericîn…


Baz
Tu yê jî mezin bibî helbet rojekê
piştî rojekê li dawiya rojan
mayende…
qencî-xerabî; aderî-binketî
du nasname ên bî/mayî ji laşekî
dijberî hev û tevlihev/sar ango germ
dê bibine diraxe
li hêviya bijartineke neserbixwe
û rê
ên tî û dirêj
dureh wê bikişin
ji serê pozê pêlavên te..!

Rastî, ji du robarên bi hev re
yek tall û yek şor wê biherike
şêraniya şetê dilê te î xas
û baran,
tenê ji bo tawanbariyê wê bibarin
li pêlên pêdiviyên bêdawî..!

Bazê min!
li êvara neheqin û qet jibîr neke;
êvar xapînok in, rojê carekê
wê ji te veşêrin ronahiya şevê
xefik û dehfik derbasok in
dema tu jîr bî
û eger, li kelem û kemînên şevê
nelikumî,
berbang ne dûr,
stêrkên çavên te bi xwe ne!..


Hêvî Ma Buhareke Din
Rextên mircanan şemitîn ji ser hev
Ji hev xeyidîn
Lêvên pûç û paçikî…
Dil bû dojeh
Kul bû kavil
Pî û mil bûn rêsî
Pelên mabûn dawiya payîzê jî zer bûn
Zivistaneke din li derî dixe
Guliyên zeytûna li hewşê
Nema min radike.


Qetran
ji qetrê sader qehr û risas
bi mohreke sincirî re hatim helandin
li hemû dergehên demderewîn yekcar
min qufiland dilê xwe yê têrxwê
bi kerbekê re hazar car min lehimand
keserên kiras zingar
dil û rivîn
kul û birîn
wekî teyrekî bêzar di şîrê xwe de hatim parzilandin.

min guh da nalîna dengekî hinavîn
û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de
bi sewta saweke sefran û seferî
suhurîm, li seherên sar û sêwî
ku hîn nizanim bê bi kîjan surperiyê re
li çerxa kîjan zemanî dizîvirîm
da ku gihîştim xawêniya bêdengiyê
meyam li nebîniya şevên bêstêrk
û min heyvanê xwe ji heyva nava xwe girt
zeman û zemherîr
ziman û zehîr
wekî marekî bêjehr di kevirên sebrê re bihurîm

rûpel bi rûpel ji nû ve hatim qulibandin
deftereke bêxwedan û bêxwenda bûm
lewra beriya bab`ên bêbinyad û mishefên reş
li seyra sîmirekî sîmyavan hatibûm nivîsandin
bi çavên çelq çelqiyam û min dît careke din
li raserî wêrekiya xwe ya rehwan û dilovan
kelam kavil, wate wêran û xêzên xwedayî
li binya temberiya min ku gunehkar dixwiyan
reml û reca
renc û rewa
wekî bînerekî kor ji çavan dirijiyam

min hilgirt helkehelka hêla xwe ya helak
û xembar dageriyam şiveriya şevên xas
li şopa şivaniya xwe ya kevnar
ji refên xwe dûr ketim mîna qulingekî hejar
min rûyê xwe şûşt û vekişiyam ji mezata gotinên xav
lewendên lewçe û quretiya berêvariyên erzan
lewma peyayekî pêxwas û ûryan bûm
dema ku min bêtirs xwe avêt bextê zimanê maran
şêrekî şîrşor bûm li şarê şaristaniyan
şîrove nedibûm tu car bi şêrîn(ba)zaran
dilop û derya
mirin û dinya
wekî çerxekê di xwe de gêj bûm

dev badan devên devdeve
dêmên dêgur, çeşmên xure
min pelên zer li xwe pêçan
û min nixumand melûltiya xwe ya bêtam
ji edeba piçûkatiya biran
û xwarina bi dizî ya li pişt kewaran
weke pîneyekî payîdar ku mabû yadîgar
çi bêjim nîvco, çi bikim kêm
gerden û morî
zarok û dûrî
wekî kirasekî, li janan hatim tefsilandin

……………………………………………………