"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Zeynel Abidîn Han

Zeynel Abidîn Han nivîskar, helbestvan û weşanvanê Kurd e. Li gel weşangeriyê di salên 1985-89’an de li Enqerê di zanîngeha Ziman-Dîrok û Cografiyayê de felsefe xwendiye û dû re bi demekê ve mamostetiya felsefê kiriye. Zeynel Abidîn Han di sala 26.02.2020an de li bajarê Berlînê ku girêdayî  Elmanyayê ye jiyana xwe ji dest da.

EY JİNA CÎHANAN DİGERÎNE

ey jina ku li ser tiliyên xwe yên biçûk
û ziravîn
cîhanan digerîne
tu gula kîjan çiyayê singûkirî yî
kîjan rengê ava destlênedayî ne çavên te
ey dilê ku tenhatiyê ji xwe re kiriye rê
ey bagera bêxwedî
ey bêzarî
li ser giwîna şoreşê û evînê
ey asîmanê şîrhêşîn,
hêsrên kîjan çiyayî ji bo te digrî
saet pêncê siwîngê ye
û li awrûpa
bi tenê berbang mîna mirov in
û di çavên te yên kevzeyî de
em herdu niha bi kovanekê ve
bibine zivistan û li çiyayên te bibarin
û bi tenê tu dê bizanî, yek jî ez
ku bêçaretî çawa birûmet dibe.
ey jina ku
li ser tiliyên xwe yên biçûk û ziravîn
cîhanan digerîne
eger kûraniya behran nebûya
em jî nedibûn
çilmisîna gulan bes me vedibeje
ne ku hatina payîzê
qet mewsimekê bi serê xwe
nikare evînê bar bike
û her mirov
incax qasî me dibe ehlê jan…
lê binêre ku
evîn jî girdavekê ye
mîna bêriya te,
fanî û bêdawî…
û hemin tiştên her kesek hene
ji girdava xwe re bihêlin
eşq e
caran jî ew qeranfîla ji baxçeyekê rûçkandî
û esil tu yî ew kesa di wê koşê de çaverê dike
û ez ji te re çi bînim
çi qasî hejê te bikim dîsa jî
ji bo wê rêwîtiya me ya bêdawî
kêm e…
ey bêzariya min
ya ku bajarê xwe wek lihêf avêtiye ser xwe
ey evîndara min ya jankêş
peyva dawî ne ji bo gotinê ye
belkî ji bo bêdengbûnê ye
û hîna stêrekê neketiye şevê,
tenahî dest pê dike
di aliyekî cîhanê de kolan kolan însan dimrin
bi rojeke nû dest bi jiyanê dike
di aliyê din yê cîhanê de dilê me…
û umrekê qediyaye
di karwana hesreta du kesan de
bi navê çi exlaq
çi kanûn û çi jî îtîraf êdî maziyeke me jî tune
nalîna bêdeng ya deryayeke wek çarşev e
ew aramiya derew
û ew rêyên ku di newalan de bi dawî bûne
wê çi caran negîhîjîne me
yek bi yek werdigerin temen,
û jiyandeyên min û te
di binê roniya heyva dîrokê de hildiweşin
û êdî stêr şev in
û ew dikarin hişbûna evînê bibîhîsin
çi efsaneyek dimîne ji me re
û çi jî wek du zarokên tirsiyayî,
dilên me…
madem wisa ye
were em serpêhatiyekê bihêlin
ji pêşerojê re
û bila mirovayetî bibîne
lihevşabûn jî çi êşeke giran e…


Bêriya Te Dil Dihêrîne

bê ka ez dê gul û sosinên baxçeyên dilê xwe re
erê welle derbirim û bînim ji nexweşê xwe re

nexweşê min ji welatê xerîb e, dûr û dûristanê ye
avahiya jiyanê me, jin im ez ka ji min wê de jîn çi ye

zarokan çêkim ji te re, hêy dûnyayê, hela ev çi inyat e
îffeta min evîn e, evîna mêrê jidil û bi hezar kaînat e
red dikim, ji bilî wî ka ji min re, kîj bibe zewq û heyat e

afateke xweş awaz, yar ji me re ferîşteya bi rehm û zê ye
min got yar e zar im, welle bîlleh ecza min ne ji wê ye

inkar nabe, hemin her xweşî û nexweşî ji te ye ax!
nexweşiyan bide min bi awirên cewahîrî dibin sax

giyan ji te hêy Xwedê jiyan her dermanê wê yarê
ubdê te me ey evîn, ayet ayet fermaneke dilzarê

lal û bêdeng im, kor im eger ev efsûna eşqa te nebe
erê zarokan çêke, ma di vê dûnyayê de bê zarok dibe

ez xulamê evîna te, tu şamaran, hest û heviyên min
zêde daxwezim nîn e, ji bilî ku tu be, roj û şevên min

gulbaxçeyek cîhanî be min nevê xurbet derd û keser e
ubdek evînparêz im, ji bo ku yar ji xwînçeyek eser e

lakîn min giliyek heye, hawar, me herdu dil dane dax
ar û agir me sar nake, av jî nabe çareyek, heywax

xweda, da bêje me, gunehên çendî umir bo me rêkirî
wariyetê naxwezin em, nebûnê bide van dilên xwe dînkirî

emir ji bo çûyîn e, çûyîn ji bo wê bihişta aşiq û sazê
nadim welleh bi sed umir, bes rojeke şahiya wê binazê
afat û xîsar dibe, dojeheke bê binî, ger nehê vê awazê

daîm bêriya wê ye, li ser dilê min birûskên xwe havêjin
inyada jiyanê ye, di vê dinya de nebe, eşqa me her bê vejîn
min sunda xwe daye te, te ez kirim, xwedî dilekî hejîn.


Ey Jina Cîhanan Digerîne

ey jina ku li ser tiliyên xwe yên biçûk
û ziravîn
cîhanan digerîne
tu gula kîjan çiyayê singûkirî yî
kîjan rengê ava destlênedayî ne çavên te
ey dilê ku tenhatiyê ji xwe re kiriye rê
ey bagera bêxwedî
ey bêzarî
li ser giwîna şoreşê û evînê
ey asîmanê şîrhêşîn,
hêsrên kîjan çiyayî ji bo te digrî
saet pêncê siwîngê ye
û li awrûpa
bi tenê berbang mîna mirov in
û di çavên te yên kevzeyî de
em herdu niha bi kovanekê ve
bibine zivistan û li çiyayên te bibarin
û bi tenê tu dê bizanî, yek jî ez
ku bêçaretî çawa birûmet dibe.
ey jina ku
li ser tiliyên xwe yên biçûk û ziravîn
cîhanan digerîne
eger kûraniya behran nebûya
em jî nedibûn
çilmisîna gulan bes me vedibeje
ne ku hatina payîzê
qet mewsimekê bi serê xwe
nikare evînê bar bike
û her mirov
incax qasî me dibe ehlê jan…
lê binêre ku
evîn jî girdavekê ye
mîna bêriya te,
fanî û bêdawî…
û hemin tiştên her kesek hene
ji girdava xwe re bihêlin
eşq e
caran jî ew qeranfîla ji baxçeyekê rûçkandî
û esil tu yî ew kesa di wê koşê de çaverê dike
û ez ji te re çi bînim
çi qasî hejê te bikim dîsa jî
ji bo wê rêwîtiya me ya bêdawî
kêm e…
ey bêzariya min
ya ku bajarê xwe wek lihêf avêtiye ser xwe
ey evîndara min ya jankêş
peyva dawî ne ji bo gotinê ye
belkî ji bo bêdengbûnê ye
û hîna stêrekê neketiye şevê,
tenahî dest pê dike
di aliyekî cîhanê de kolan kolan însan dimrin
bi rojeke nû dest bi jiyanê dike
di aliyê din yê cîhanê de dilê me…
û umrekê qediyaye
di karwana hesreta du kesan de
bi navê çi exlaq
çi kanûn û çi jî îtîraf êdî maziyeke me jî tune
nalîna bêdeng ya deryayeke wek çarşev e
ew aramiya derew
û ew rêyên ku di newalan de bi dawî bûne
wê çi caran negîhîjîne me
yek bi yek werdigerin temen,
û jiyandeyên min û te
di binê roniya heyva dîrokê de hildiweşin
û êdî stêr şev in
û ew dikarin hişbûna evînê bibîhîsin
çi efsaneyek dimîne ji me re
û çi jî wek du zarokên tirsiyayî,
dilên me…
madem wisa ye
were em serpêhatiyekê bihêlin
ji pêşerojê re
û bila mirovayetî bibîne
lihevşabûn jî çi êşeke giran e…


 Çend Sal û Çend Şev

çend sal û çend şev çû ji bihara me
bêje niha kîjan payîz te dipêçe ey yar
hûnerek bêaqil e evîn, dil agir dibarîne
ez û tu şewateke ji her dînên bêhewar.


Girdav

lê esil girdava rastiyê heye
bi hinekan serê xwe digre û diçe
û hinekan jî
li perava derewekê dihêle.


Ey Êş

ey êş
ez ew can im,
tu jî ew birrek
dixwezî xwe bi min biceribînî
keremke
bi sunda qesmê be
tu dê ji min nalînek jî neqetînî
ya ji min qetiyaye
tu hîna nizanî…

 


Jiyana Zeynel Abidîn Han