"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Diljen Ronî

Diljen Ronî di sala 1981’ê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bûye. Eslê xwe ji malbata Bedirxaniyan e. Di zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye û yekem car di 12 saliya xwe de bi dest tembûrê kiriye. Piştî demekê malbata wî koçî Amedê dike û perwerdeha xwe ya dibistanê li vir dewam dike. Hin demên cuda li NÇMê beşdarî dersên perwerdehê yên muzîkê dibe. Piştî ku dest bi xwendina dixtoriyê dike li vir bêtir xebatên xwe yên muzîkê didomîne.

Piştî rojên zaningehê wek Bijîjk li Cizîra Botan dixebite û li vê derê jî dest bi xebatên xwe yê albûma yekem dike. Sala 2008 albûma xwe ya bi navê “Çend Gotînên Evînê…” derdixe û di vê albûmê de Stranên wek Nesrîn, Awirên Esmeran û Kanî serdikeve û tên ecibandin. Piştî çend salan 2012 yê de albûma xwe ya bi navê “Du Demsal” derxîne. Divê albûmê de jî stranên wek Tu diçû, Zivistan, Tu yî serdikeve. Ronî piştî çend salan navber dide xebatên muzîkê û karê xwe li stenbolê didomine. Sala 2017 ê jî divêt albûmeke ji xwerû klasîkên kurdî pêk tê derxîne. Ji ber vê yekê jî albûma xwe ya “Çile – Klasîkên kurdî” li ser platformên dijîtal belav dike.

Ev albûm jî 7 stranan pêktê. Sala 2019 de jî albûma xwe ya bi stîla pop rock Xewna Derew ji aliyê Kom muzîkê derdixîne. Dîvê albûmê de stranên wek Xewna Derew, Sînê, Ez û yar, Diltolaz derdikevin pêş. Li stenbolê ji bo perwerdeya xwe ya
muzîkê 2 salan dersên gîtara elektro distîne û piştî wê Acıbadem Üniversitesiyê perwerdaya şan, solfej û armonî distîne.

Ronî hê jî bijîşkiyê dike û li Stenbolê dijî û karê muzîkê ji berdewam dike.

NIVÎSÊN BALKÊŞ