"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Evdirehîm Rehmî Hekarî

Rehmiyê Hekarî di sala 1890an de li bajarê Elbakê hatiye dinê. Ew ji malbatên hekarîyanê Mala Hekariyan de bûye. Wî di 2’ê şibatê 1958an li Stenbolê wefat kir û li pê xwe 25’an zêdetir pirtûk hiştîn.

DENG

Dengek ji xiraba wetenê min dike gazî
Dengê çi ye? Ew kund e weya teyrekî bazî
Ya denge yetîman e li ber bager û befran
ji serman lerizin, bê cil û sol mayine, tazî?
Bê xwarin û zad in, hemî birsî ne-w sefîl in
jîna xwe peşîman, hemî mirinekê razî
Pez çûne, dewar mirine, li ku ma dew, rîçal?
Gamêş mirine, gasin, cot, nîr, birazî!
Nav agirê zulmê hemî sotin, nuha bêşûn
Gerdûm, erebe, malê, şe ne xwelîyekê tazî
Belku xwelî jî bagerekê anî belav kir
Da’wa çi ye?
Meznûn kî ye?
Ma qey heye qazî!


Jİ BO NESLA TÊT

Sado!(l)
Gerçi tu biçûk î, natuwan î
Lakîn sibehê tu qehreman î
îroke tu şîrmij î, biçûk î
Paş panzdeyî canfîda peyik î
Ez dê bimirim, biçim ji dinya
Lazim wetenî bikî tu îhya
Hêvîya min tu yî ku ez dibêjim
Derd û eleman hemî de dirêjim
Em milletekî cesur û şuc’an
Sahibşefeqet û muhibbe însan
Eslî û necîb, hem zekî ne
Lakîn di dine, me heq çunîne
Çunkî me ulûm, fen, sin’et
hêlane di nav kura cehalet

Fikra me ilim ku serf û nehw in
Bil wana funûn sefîl, mehw in
Xizan, feqîr, bêtîcaret
Goya ku feqîrî bo me rif’et
Bêdewletî fexrek e jibo me
Hê ya me be musrifî nedome
Kîsikê me vekirî ye bo zîyaat
Bo menfeeta umûm, heyhat
girtî ye, bi sed benan şidandî
Bêhîmmetî ye ku em zebandî
Sed zêrî bi sifrekê zîyafet
îsraf-ı dikin jibo sefahet
Sed pare ji medrese, qebahet
xasma jibo mekteba seadet

Destê me vekirî ye, pirr sexî ne
Bo menfeeta umumî nîne
Tenê jibo navekî mucerred
bo menfeeta xesîs û hem bed.


SELAYA ŞEVE

Gelo rabin, zeman teng e
Xewa cehlê weha reng e
Mehûkirina wê bê deng e
Temaşe halê kewê şenge
Xwedaya, dijminan ceng e
Ji xew em têr nebûn ya Reb
Xewa xeflet zebandin em
Ji vê esrê revandin em
Jibo cehlê xapandin em
Ji dinyayê tefandin em
Di bin zulmê civandin em
Ji xew em têr nebûn ya Reb
Heta kengê xewa xeflet!
Heta kengê ji mehwîyyet,
ji birçîtî biçûk, kuflet
mehû bit û hemî millet
Ji xew em têr nebûn ya Reb
Eger millet hemî bixwînin
û emrê Heq ku cih bînin
û tovê rehmetê biçînin
Wekî alem xwedanjîn in
Ji hemîyan çêtir in, dibinin
Ji xew em têr nubûn ya Reb.


 

 Bang

Hişyar bûm ez, dinya hemî kerr
Bi dengê melayî “Ellahu ekber”

“Ellahu ekber” dengê mînare
“Rabin” dibêjit, her wek hewarê

“Rabin” dibêjit, weqtê sibê ye
Sahibxebatan, şeytan li pê ye

Mexlûb nebin hûn ji destê leînî
Bona Xwedê ye, rabin bi çînî

Paqij bikin xwe ji kemê û qirêjê
Hazir bibin hem bona niwêjê

Hazir bibin û `efwa qusûran
Ku Xaliqê we, we d`xwazit dîwan

Wext teng e, lez kin, bigîhne mizgewt
Li pey melayî, her eoj nederkewt

Emrê Xwedê xwe em pêkve bînin
Ca xelq nebêjit “bêhiss û dîn in.


 Hewar

gelo! rabe ey şêrê kurd ê biêş
bilez rabe şîrê ji kalan bikêş
here serhedan zû tuxûban bigir
serê dijminan tu bikî ber bibir

tu hilbigrîne wê gurza giran
metalê bilindke li ber asîman
bigre hem bi destê xwe sura eniyê
li dijmin bide guh bide naliyê

ji ber nara ya te bilerizêt cîhan
ku herkes bizane xençera cindiyan
ji bo dîn, miletê neyne der
ji bo heq nebê kurd nakit sefer

li hesbê suwar be bihetkine
rîmê tu rêmbaz îro bihêle memê
tu tîra xwe dayne li mala
kewan bikêşe û berde li cergê

li derdê misilman bibe çaresaz
heqê tîr û rîman ji
bixwaz çendan li me ew bikerb ketînin
ji hêlên ,cîhan neşîn derînin

şerm bikin hûn ji bab û pîran
dijmin bû li wan cîhan

wan terk nekirin welatê navdar
westane li ber bi şûr û xençer
mirînî ji bo me ma weraset
lewra ku em in xwedan kiyaset.


Eşqa Welat

Bihar hat, şîn bûn giya
Cil ber kirin, xemilîn çiya
Geştan bikin, ser kaniya
Ji xêzê diçît, şibhî ziya
Beraq û pak û safiya
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat

Carek dî min dîba xwezî
Konê di reş, keriyêt pezî
Tomast li ser avêt tezî
Zeriyêt wek sirmekezî
Li bêrî li pê biznan dibezî
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat

Bo çi ji te em bûn cuda
Me terk kirin lezet û sefa
Şahan kuçe dane geda
Hatin li bin xaniyê me da
Terka te kir bona Xweda
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat

Kanê welatê Serhedan
Sotin ewan ateşgedan
Lewra ku gur bûne şivan
Dengê bilûlan, naliyan
Dengê hewaran, gaziyan
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat

Dengek tune, şolek ecîb
Em mane ser gerdan xerîb
Dûr bûn ji welatê dilfirîb
Carek dî dê bibite nesîb
Çûna li wê rebbê mucîb
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat

Dibêjin welat bo dijmin e
Ez sax bibim qet mimkun e!
Xîret hemiyet zamin e
Eşqa wî mêhvanê min e
Qurban ji wî ra mergê min e
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat.


Nezanîn

Ey cehl û nezanîn, tu yî dijmin tu yî xayîn
Zulma te ye hêlan hemî bêsen’et û bêdîn

Qehra te ye wêrane kirî ah…wetenê min
Kîna te ye bêlane kirî cism û tenê min

Serwet te ji me îstandiye bêmal û dirav in
Em mayine belengaz û feqîr, xanebelav in

Derdê te ye ma’lûl kirî, em xwenezan in
Em kî ne? Kurê kê ne? Ma exsîr û gavan in?

Yan em jî xwedan şan û neseb, qewmê necîb in?
Behra me heye, em jî xwedan behr û nesîb in?

Dinya wekî çêkir Xwedê, behra me jî dabû
Lakîn ji nezanîn û cehl, kanê? Fîda bû.


Gaziya Welat

du teyrokan dikir gazî
nizam kund e ya ne bazî
dibê welat rût e, tazî
de megrî welato megrî

de megrî welato megrî
yekî digo nav nifîn e
yekî digo pir birîn e
lewra: dile min bixûn e
de megrî welato megrî
de megrî xuda li me kerîm e

welatê min wê dinale
nav nifînan bi berpal e
zaroyê xayîn naçine bal e
de megrî welato megrî
de megrî xuda li me kerîm e

welatê min hêja şifa ye
zarê welatî bi xew e
halê welat lewra ev e
de megrî welato megrî
de megrî xuda li me kerîm e.


BEHÊVÎ NEBİN

Bêhêvî nebin esla
ji merhemeta Mewla
Qur’anê azîmuşşan
“La teqnetû” got lewra
Sa’y û amelêt ciddî
mizgînî ye bo a’mal
Xasma niyetek saf e
efradê hemî fe’al
Her kes di wezîfa xwe
lazim xebitin şev-roj
Yek sanîye bêfêde
zayi’ diketin sed roj
Zehf bûne reqîbêt me
Wê dixebitin daîm
Iman kirîye hemîyan
tewfîq bi me qaîm
Rîya me nuha girtî
riya heq e, bê perwa
Tesdîq diket her kes
Hem razî ye pê Mewla
Fekirin xeberê pîran
paşê sa’y û tedbîran
“Xwedê bi me ra yar bî
şûrê me bila dar bî”.

 


Jiyana Evdirehîm Rehmî Hekarî – (Abdurrahim Rahmi Zapsu)