"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Sehîdê Îbo

Sêîdê Îbo an Sehîdê Îbo an jî Seîdê Rizgo Îboyan, di 8’ê gulanê sala 1924’an li Ermenistanê, gundê Qarxûna jorîn, ji dayik bûye, hebestvanekî kurd î welatparêz bû. 17 kanûna yekê ya sala 1991’ê li bajarê Yêrêvanê ji aliyê kesê “nenas” ve hate kuştin. Hejmara pirtûk û berhemên Prof. Dr. Sehîdê Îbo yên ilmî derheqa bijîşkiya zarokan da nêzîkî 100’î ne.

Evê Pîrkê

Evê pîrkê binhêr, zivistane,
Qerçîmok li eniyê bûne kendal,
Nevî li ser çoka pêra şaye,
Çewa hev tên zivistan û bihar.


Navê Yara Min

Navê yara min Gulê
Ew bedewe ji gulê.
Lê biharê çi kirye?
Wê ew nava deyn kirye?
Û li meheke xwe kirye.
Ji gulanê bipirsin,
Gulê danê gul, sosin.


 Mirazê Min

Sê mirazê min hene,
Yek bihaye ji ê din,
Sertaç huba weten e
Mîna şîrê dayka min.

Ew hub xwelî, ez zîlek,
Ew kilam e, ez xeber,
Ew pişt, baye, ez bîlek,
Ew şemse da min neder.

Mirazê din edlayî,
Ku rewşe bo dinyaê,
Bi wê ezman tim sayî,
Avka lêva mervayê.

Lê mirazê minî din
Huba teye Kurdistan,
Ew li nava dilê min
Bûye agir û sindyan.

Heft xwezla min wê rojê
Aza bivî, Kurdistan,
Çelkî de’wê û dozê
Bivî serbest û xudan.

Sê mirazê ser lêvê min,
Bêî wan emrê min qete,
Ew mal, hal û qamê min
Mirazê min zîarete.


Pey Baranê ra

Baran barî, gul beşirî,
Keskesorê vegirt kon,
Canbû xwelînga kesirî,
Qîz ser kaniyê bûne kom.

Bizin kete cêva malê
Karik dizî, jê derxist,
Beşer hate lêva yarê
Teşînga xwe hilda dist.

Giha bere, avî mirşan,
Ewr bûn konê ritilî
Çemê nav gund bû bilûrvan
Miqama wî xulxulî.

Xumam rabû, bû hirî,
Teyr bûn sazbendê Egin,
Terazin jî reng xemilîn,
Mîna şe’ra xûşka min.

Gotî kilam jî usabe,
Mîna baranê zelal,
Canke xwelîê, şênke Weten,
Wîra bive rewş, rihal.


MOSKVA-HÎV

Bilêta xwe hilde, hevalo,
Roja îro em rêwîne,
Dewrana me wa hewale,
Qonaxa me îro hîve.

Hîv, ku qurne û zeman
Mîna bûka rûxêlî,
Wehîd li ezmîn dima,
Bûye mezîla rêwî.

Moskva-Hîv rya me,
Ne ecêv, ne dizî,
Ez ji gund hatime,
Diçim ser hîvê jî.

Bilêta xwe hilde hevalo,
Hîv merem, lê em rêwî,
Dewrana me wa hewale,
Hîv jî namîne cêwî.


SÎNEM

Sal û zeman berê
Wexta çiya jî nimz bûn
Xişîm û cahil bûn
Li gelîyê Elîbegê
Nava gundê rengîn
Deşt û mêrgên hêşîn
Êla Cûda dijît.
Konê reşe mezin
Li hev dibûn zincîr
Wir hebûn beg, hakim
Hebûn kesîb, sexîr.
Ku Şems nedîr dida
Ro bûkeke delal
Derdiket piş perdê
Dida ser çiya şemal
Û rewş dida erdê.
Kevanîya der mala
Kil didane meşkan
Û sifreke vala
Dibû ewira keşkan.
Qîzên kurde kezî,
Kar-xezalên qeşeng
Dibûn kewên esilî
Hev ra dibirin deng.
Êla Cûda am û tam
Xwe ra dima bêminet
Hebû hurmet, hebû rehm
Hebû qedir û qîmet.
Selîm axê êlê bû
Xweyê kerî, sûrîyan bû
Deşt û mêrgên bê ser û bin
Didane wî mal, ekin.
Hevt kurên axê hebûn
Hevt jî mîna telaşan
Hekîm bûn, lê xîret bûn
Bê xem bûn, bê talaşan.
Heft bira bûn, xûşkek her
Ew Sînema gerden zer,
Avka lêvê axê bû
Dilê wî bû, ruhê ber.
Sînem usa bedew bû
Mîna ronga rû ezmîn
Dev, dirane şekir bûn
Gulî zirav û zêrîn
Bejine bilind, sipindar
Navkêlk zirav û kever
Sûretê sor wek hinar
Ser gerdena wêye zer.

…………………………


Jiyana Sehîdê Îbo