"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Occo Mahabad

Occo Mahabad helbestvan, bernamenûs, wergêr û nivîskarekî Kurd e. Occo Mahabad di sala 1977′an de li Wanê hatiye dinê. Piştî qedandina zanîngeha Stenbolê dest bi nivîsandinê dike.

 Çiya

Ev çiya ne rûpelek e
Tu nikarî
Li gor dilê xwe
Bi qelemekê xêz bikî
Tu hêz nikare
Serê wî çiyî bitewîne
Ev çiya ne keştiyek e
Tu nikarî
Berê wî bidî ber bayê
Ev çiya
Çiyayê qaçaxçiyan e
Rê kevir in
Bêdar in
Bêdor in
Çûyîn û hatin
Bi mirinan diwestin…

Hêyy bavo
Dengê bilûrên şevê
Bi hespên qemer diaxivin
Hêyy bavo
Ev çiya kalemêr e
Tofan e
Birûsk e
Bager e mêr e şêr e
Qîzaniya bûkan didize bi hêviyan
Rondikên kuran dipêçe bi hesretan
Salên kal û pîran dialêse bi xizaniyan
Sebirên dayik û bavan dikuje bi zayînan
Qêrînên zarokan dixeniqîne bi fermanan..

Ev çiya
Çiyayê qaçaxçiyan e
Çûyîn û hatin
Di navbera jiyîn û mirinê de îmana xwe dide
Dengê wî çiyî baş guhdar bike
Ev çiya
Çiyayê qaçaxçiyan e
Xwe dikuje
dîsa jî serê xwe li ber zaliman natewîne
Ev çiya çiyayê Kurdan e
Bi xwîn e
Bi girîn e
Bê gor û dost e
Xwe dikuje
dîsa jî serê xwe li ber zaliman natewîne…


Gewrê…

Gewrêêêêêê…
ji min re nebêje êş çi ye
êş tu yî
tu…
biçim ku derê êşên te hene
tu heyî
biçim ku derê êşên te êş didin min…
Gewrêêêêêê…
ji min re nebêje birîn çi ye
birîn tu yî
tu…
biçim ku derê birînên te hene
tu heyî…
biçim kuderê birînên te min dixeniqînin…

Gewrêêêêêê…
Êş bûye dengek
Deng bûye talanek
Rihê min diêşîne
Min bênasname dihêle
Êşşşşşşşşş…
Êşek ketiye canê min
Min parçe parçe dike
Êşşşşşşşşş…
Gewrê bila rindiya te serê te bixwe
Diçim nabe
Disekinim nabe
Têm nabe
Dikenim nabe
Digirîm nabe
Çi dikim nabe
Gewrê Gewrê bila rindiya te serê te bixwe…

Gewrê biçim kîjan bajêr
Wekî kûçikekî beredayî
Wekî kûçikekî bêxwedî
Têm qewirandin
Têm perçiqandin
Her bajar hesabê tenêtiya te ji min dipirse
Ciwanek navê te diqîre
Wekî tolazan qeşmeriyan dike
Zarokek behsa çavên te yên hûrik hûrik dike
Her bajar qala kenên te yên kevokî dike
Her bajar bûye dijminê min
Yekî şeqamek li rûyê min xist
Heta ku min bide girînê
Bi têra xwe li min xist
Bi kenên devgilêz
Sekinî û çû…
Qibraxek di nava bênamûsiyê de
Di nava bêexlaqiyê de
Behsa delaliya eşqê dikir
Lê ne xema min bû
Kî bênamûs an jî bêexlaq bû
Bajarên durû yên wekî sofiyên gunehkar durû jî
Hesabê tenêtiya te ji min dipirsin…

Ax Gewrê Gewrê
Xwedê te nehêle
Ew bajar çi ji min dixwazin
Çima min rehet nahêlin
Biçim kîjan bajêr
Wekî kûçikekî beredayî
Têm qewirandin
Têm perçiqandin…
Murîdekî belavokên cemaetekê belav dikir
Li ser nivîsandibû
-Kûçîkek Gewrê terikand-
Qêriyam
Bawer nekin-derew e
Hatim şermezarkirin
“Kewaşe-pêxas-bêşerm-bêmîrat-qûşxane-qeşmer….’’
Ax Gewrê Gewrê
Rindiya te bikeve bin erdê
Her bajar bûye murîdên te
Murîdên te tû dikin rûyê min…
Kalek bi kufiran bi min re xeber da
Te dît
Kew xwe dikujin
Her saet kewek xwe dikuje
Şerm bike rezîl
Te çawa Gewrê tenê hişt
Gewrê kew jî hesabê tenêtiya te ji min dipirsin
Kew jî bûne dijminê min
Her roj kew xwe dikujin…

Jinek xwe avêt ber lingên min
Kincên xwe çirand
Xwe tazî kir
Min berê bawer nekir
Rûyê wê
Weke rûyê te bû
Memikên wê
Weke memikên te bûn
Bedena wê
Weke bedena te bû
Biçim kîjan bajêr jin xwe tazî dikin
jin bi laşê te digerin
Jin porên xwe jê dikin
Her jin bêhna te tîne
Dîn dibim
Bi kenên te dikenin
Rezîl dibim
Bi awirên te dinêrin
Şaş û metel dimînim
Biçim kîjan bajêr qala maçên te dikin
Biçim kîjan bajêr hêstirên çavên te nîşanî min didin…

Off off offf Gewrê
Bila rindiya te serê te bixwe
Bila çavên te birijin
Biçim kîjan bajêr
Wekî kûçikên beredayî
Wekî kûçikên bêxwedî
Têm qewirandin
Têm perçiqandin
Her bajar hesabê tenêtiya te ji min dipirse….
Her bajar strana ku min ji te re nivîsandibû distrê…
“Ax Gewrê Gewrê tu nabî bûka dilê min
Gewrê şerek qewimî li pişt çiyayê qerejdaxê
Mal û milk bûn wêran Gewrê
Gewrê Gewrê dil avêt Gewrê
Gewrê Gewrê şer çêbû Gewrê
Gewrê Gewrê te mala min şewitand Gewrê…”


Eşq çi ye?

Eşq çi ye dosto?
Eşq helbestên şairekî ye
Êş dikişîne qelema wî
Xwîn diherikîne kaxizên wî
Qelem ji êşan dikene
Kaxiz ji xwînan digirî…

Eşq çi ye dosto?
Eşq di destê karkerekî de
Kedên rojane ye
Ew ked dibe nan
Tê li ber zarokên wî
Karker şa dibe
Zarok bextewar dibin…

Eşq çi ye dosto?
Eşq aştiyek e
Dayik dikevin aramiyekê
Bi mirinan natirsin
Li benda kuştina zarokên xwe namînin
Bi tirs û xofan najîn…

Eşq çi ye dosto?
Eşq hesret e
Di navbera du evîndaran de
Gihîştina destan
Maçîkirina lêvan
Germahiyeke bêdawî
Hêstirên çavan e
Ew hesret e ku
Nivînan germ
Bedenan rehet dike…

Eşq çi ye dosto?
Eşq baweriyek e
Ew bawerî ye ku
Dinyayê diguherîne
Civatek tê ser hişê xwe
Tijî armanc dibe
Di rêyeke rast de dimeşe
Jiyaneke nû û azad ava dike…

Eşq çi ye dosto?
Eşq hezkirina xwezayê ye
Bêhnkirina kulîlkan
Siya daran
Temaşekirina çeman e
Ew xweza ye ku
Can dide mirovahiyê
Rojên me ronî dike…

Eşq çi ye dosto?
Eşq jiyan e
Ew jiyan e ku
Mirinê ji me re dide jibîrkirin
Her roj
Me girê dide dost û hevalan
Dibe sifreya malbatekê
Hembêza jinekê an jî mêrekî…

Dosto!!!
Tu carî ji bîr neke
Ji dilên orispîbûyî eşq
Ji bedenên orispîbûyî sedeqat dernakeve
Tu tu be
Nekeve pey dilên orispîbûyî
Encam: ezîyet û êş e
Tu tu be
Neçe pey bedenên orispîbûyî
Encam: xapandin û derew e…


Mîlîtanek hat kuştin…

Eyy çiyano
Eyy bajarno
Mîlîtanek hat kuştin ber şevê
Kolan bêdeng
Erd sar bû
Kulîlkek giriya
Dayikek qêriya
Xwîn diherikî axê
Ax ji axiya xwe
Ewr ji ewriya xwe fedî dikir
Eyy birano
Eyy xwişkno
Ew mîlîtan birayê min bû
Bavê çar zarokan
Mêrê jinekê qedirbilind
Şervanê gelekî bindest..

Ax birayo birayo
Birayê min ê biçûk
Birayê min ê azadîperest
Birayê min ê welatparêz
Çawa canê te êşandine
Çawa dilê te kêr kirine
Çawa laşê te perçiqandine
Ax birayo birayo
Ax mîlîtano mîlîtano
Bila çavên neyaran kor bin
Bila mala neyaran bişewitin
Çawa tu kuştine…
Tu çûyî
Nema
Tehma nên
Siya darê
Xuşexuşa avê
Bax û baxçe
Zevî û westan
Gund û war
Neman birako neman…

Tu çûyî
Çiqas îxanet rûyê me reş
Çiqas qehremanî rûyê me geş kirin
Tu çûyî
Çiqas dem û demsal
Çiqas şivan, berx, gur, kûçik, çeqal derbas bûn
Nizanim…
Birako piştî te
Çend zarok bûn bûk û zava
Çend mal û milk hatin wêrankirin
Çend xewn û xeyal
Çend mirin û jiyîn hatin dîtin
Çend stêrk şemitîn
Çend êş û birîn di dilê me de teqiyan
Nizanim…
Tu çûyî
Diya min reş girê da çil roj
Rûyê xwe çirand
Giriya,
Qêriya
Dîsa giriya
Dîsa qêriya
Nifir, sixêf kirin
Dîsa nifir
Dîsa sixêf kirin
Rondik barand bi salan..

Tu çûyî
Kenên te mabûn
Di hêlîna dilên me de
Tu çûyî
Tirs û xof
Êş û hesret mabûn
Di çavên me de
Tu çûyî
Dengê te mabû
Di dergûşa guhên me de
“Dayê ez dimirim ji bo we
tu negirî…
ez ê rojekê bi klamên Şakiro
welatekî azad bînim ji we re
negirî dayê negirî…”
Ne klamên Şakiro qediyan
Ne şer
Ne jî girînên dayika min a reben…


Ka Guhdarî Bike

birînê birînê ev jî çîroka min e
ka guhdarî bike
ka lê binêre me çi êş kişandine
bavê min hat kuştin di hewşa mala me de
bi heftê gulleyan
ji aliyê heft kesan ve
bêhna cesedê wî hê jî
di hewşa mala me de digere…
gotin ku:birakujî ye…

birînê birînê ka guhdarî bike
birayê min ê biçûk li çiyê hat kuştin
bi heftê gulleyan
ji aliyê heftê kesan ve
li ser cesedê wî nivîsandibû
”ez bi azad nejiyam
lê ez ê bi azad bimirim”…
bêhna cesedê wî
hê jî derdora gundê me de digere…

birînê birînê ka guhdarî bike
bi heft rojan
ji aliyê heft kesan ve
êşkence li min hat kirin
di bedena min de
hê jî şopên destên wan hene…
birînê birînê em birîndar in….
wekî te
wekî herkesî…


Ez dimirim… tu dimirî…

zimanê min
di kolanên taxên te de
bi sloganan diqîre, dikene
îşev jan dide tenêtî
harbûn hemû melodiyan dikuje
kuştin bixwe jî tê kuştin
destên min
di bihuşta te de
stranên koçkirî distrên
dema dînbûnê hatiye
îşev êş xeyidiye
bextewarî bûye çivîkek
di asîmanên te de difire
dengê bilûrekê berdûşt
tov bi tov
gunehan belav dike
navê şermê hatiye jibîrkirin
şerm xeyidiye

di stêrkên porên te de

bêhna bedena xwe dibînim
ez wekî penaberekî
dixwazim di axên te de
hêlînek ava bikim
tu di nava ax û feryadan de
xwe davêjî li ber peravên min
perav dibe şil
perav diweste
baranek dibare
dilop bi dilop
bi ax û nalînan
naxwazim xwe rizgar bikim
ji kolanên te yên şewitî
ji taxên te yên germik
niha nameyeke sêwî û windabûyî
di paşila te de
li ramûsanên xwe digere
paşil bûye şil
şil bûye derman
îşev pîroziya şewatê
kul û xeman dikuje
bayê evîna te
şewata dilê min mezin dike
nivîn dişewite
bihûşta te dişewite
ez dimirim… tu dimirî…


Dem

Paşê min fêm kir ku
Eşq jî diguhere û diqede
Wekî her tiştî
Bi tenê êş dimîne…

Paşê min fêm kir ku
Kesên ku dibêjin
Ez naçim
Beriya herkesî diçin..
Kesên ku bêriyên destên we
êş û azar dikişînin
êdî we nas nakin..
Hûn dîsa wekî zemanên berê
tenê dimînin
bi tenêtiyan rojên xwe derbas dikin
dibînin ku
kesek dengê we nabihîse û napirse
kesek nemaye li pey we rondikan birijîne…

Paşê min fêm kir ku
Jiyan didome
Êş bidome jî hêdî hêdî sivik dibe
û hûn wekî her tiştî diguherin
êş diguhere
birîn diguhere
dem diguhere..

Dem derbas dibe
Hinek êş kûr dibin
Dem derbas dibe
Hinek birîn baş dibin
Lê ya rast
Tukes nizane
Dem çi tîne û çi dibe
Tukes nizane
Dê çi nîşanî we bide…


ÇI ZEMANEKÎ BÊNAMÛS E

Çi zemanekî bênamûs e
Kes kesî fêm nake
Kes kesî nafikire
Kes kesî guhdar nake
Kes kesî xwedî nake
Kes nakeve gora kesî
Tu nikarî pişta xwe bidî mirovekî.

Herkes ketiye pey berjewendiyên xwe yên şexsî
Ne nirxek maye ku were naskirin û parastin
Ne jî bawerî û sozek maye tu pê bawer bikî
Herkes pirr diaxive lê
Kesek kar û xebatek nake.

Çi zemanekî bênamûs e
Sextekar bûne rêzdar
Diz bûne xwedî mal û şexsiyet
Kujer bûne zilamên esîl û hêja
Qûnek û dêlik bûne namûskar
Gur û çeqal bûne dost û yar
Yên bêxeyset bûne mirovperest,
Emrê evîn û sewdayê bûye pênc roj
Êdî xêra dê û bav
Kur û keçan nayên dîtin.

Mixabin cih û war nemane
Ji bo mirovên ku
Dixwazin civateke paqij ava bikin.

Heyf li wê heyfê
Tehma mirov û jiyanê nemaye
Hertişt
Bi hêsanî tê binpêkirin û mandelekirin
Însan ne însanê berê ye
Civat ne civata berê
Êdî nivîs jî bi kêrî demê nayê
Mirov nabe dermanê mirovan
Di nava toz û heriyê de
Ba û bahozê de
Bi xirecir û telaqreşiyê
Naxwaze rêyeke nû jî bibîne
Her û her wenda
Her û her tenê
Her û her tirsonek
Her û her berjewendîperest
Her û her kole û reben.


AWIRÊN TE

Awirên te welatek bû
Mirov nikaribû
Bi gotinan vegota
Ken esmer, rû esmer, reng esmer.

Awirên te welatek bû
Pênc parçe
Pêncî reng û awaz
Pêncî xiyanet.

Zarokên dilmezin
Herşev bi çekan dihatin kuştin.
Roj bi roj dihatin kuştin
Bi zilmên mezin.

Awirên te welatek bû
Welatek, li nava xwînê
Bi xizaniyê
Bi bêkesiyê jan dida.


Bajarek…

Bajarek bifikire ku
di nav de ez
bêkes û tenê.
Te difikirim
te digerim
te dixwazim
hesreta te dikişînim.
Bajarek bifikire ku
bê te bi hertiştên xwe min dixeniqîne
tehma jiyana min jehr kiriye.
Bajarek bifikire ku
bûye hepsa min
ez bûme mehkûmê wî
dest û lingên min girê daye
min dixapîne.
Bajarek
ez û tu
eşq û tenêtî
hesret û gazin…
Çi bibêjim
tenêtî ji her alî ve min dikuje
Bizanibe ku ez dimirim
saet bi saet
roj bi roj ez dimirim
tu tune yî
ez dimirim…..


LI BER ŞEHWETÊN TE

Hîçekî me li ber şehwetên te
Şehwetên te
Aşûfteyeke pûtperest e,
Qesra bengîtiyan
Dibe cehnima tazîtiyan,
Beyteke neqişkirî me
Li ser memikên te.

Mexsed ew e ku
Fêkiyên vê bexçeyê
Werin daweşandin,
Kakilekî nû me di alemên te de
Tene tene têm ser tengezariyên te,
Zewqfiroş e ev saet
Wûslateke bêîman im
Di gerdena te ya leylanî de.

Dilopek nûr î li semayên min
Ne tiştek im
Li bin siya neynikên te
Perwane me bi hebûna te
Qurt bi qurt dixwim
Her zerreyên te.

Hîçekî me bi nazên te
Li tenişta te şeytînek
Min cezb dike li vê meskenê,
Ewreke bêbinî ye gezên te
Çirayeke vêxistî ye navika te
Ez hevokeke batinî me li rûyê te
Awêneyeke bextewar im li mezata te
Derûniya min zemheriyek e li tenûra te,
Qudret in ramûsanên min
Li kaniya dev û lêvên te,
Agirdiz e axînên min
Li qiyametên tixûbên te.

Hîçekî me li ber awirên te
Hibreke derkirî me
Li ser kaxizên te yên welidî,
Qewmê min tu yî
Li vê jiyana fanî,
Yara min tu yî
Li vê asîmana sayî,
Dilsitar im bi behra te
Qudûmşikestî me li êsîrtiya te.

Mexsed ew e ku
Kulên vê meyxaneyê werin rijandin
Reşbiskên te yên awirhov werin firandin,
Ez mûrîdê dêra te me
Ka diayên te?
Ez mûrşîdê lîsanê te me
Ka xençerên te?


Qaçax…

li ser sînga min
şopên destên te
kor û lal û kerr…
li ser zimanê min
germahiya devê te
kesk û sor û zer…
li ber laşê min
çavên te qaçax qaçax dikenin
tu qaçax qaçax şa dibî
evîn qaçax
qêrîn qaçax
tu qaçax…
li ser laşê te qaçaxek
qaçax qaçax xwe dide te
qaçax qaçax di erdên te de xwe vedişêre
awirên te qaçax
hezkirin qaçax
ez qaçax…


Di şeva kambax de…

dest pênûs e
laş kaxiz e
dil name ye
şev mijar e
di şeva kambax de
xewa min nayê
min bike çîroka xwe
min binivîse…

dev germ e
awir dîn e
diran bêtirs e
lêv şewat e
di şeva kambax de
xewa min nayê
min bike gula xwe
min bêhn bike…

bejn mast e
ken xayîn e
hembêz agir e
goşt xizan e
di şeva kambax de
xewa min nayê
min bike mêweya baxçeyê xwe
min bidize…

daxwaz bêşerm e
can parsek e
tu derya yî
ez masî me
di şeva kambax de
xewa min nayê
min bike nêçîra xwe
min bixapîne…


Bi xêra Xwedê…

Çi dibe
bi xêra Xwedê
deriyên dergehê xwe veke.
Veke, ez ê wekî feqiyekî nû û ecemî
der û dora warên te tewaf bikim
bi navê eşqa Xwedê.
Veke, ez ê nimêja evînê bikim bi awirên te
bi azana sibehê ve.
Veke, ez ê wekî evdekî gunehkar û windabûyî
xwe bavêjim ber bextê te
bi zikîrên xwenenas û serxweş ve.
Veke, ez ê diayên giran û giranbiha bikim
ji bo maçên germ û wehşî
ji bo kenên ecêb û xweşik.
Çi dibe
bi xêra Xwedê
Ev rihê min ê gunehkar û rêderketî
bi hembêza xwe
bi germahiya xwe bipêçe.
Çi dibe
bi xêra Xwedê
deriyên dergehê xwe veke…


Bêrî…

Herkes tiştekî hez dikir
Min kêleka çavên te hez dikir
Di nava tenêtî û qerebalixan de
Hesreta te hebû
Tenêtî dibû tu
Qerebalix dibû tu…
Herkes bêriya tiştekî dikir
Min bêriya kenên te dikir…
Ez diçûm
Kenên te jî
Bi min re dihatin…
Her der dibû kenên te
Herkes bi kenên te dikeniya
Şa dibû
Ne derd dima ne jî keder…

Herkes tiştekî dixwest
Min destên te yên biçûk dixwest
Destên te
Rûyê min
Dilê min
Bedena min germ dikir
Di destên te de
Tîna tenêtiya min dihat şikandin
Di destên te de
Min derdên xwe ji bîr dikir
Di destên te de
Ji nû ve dihatim afirandin…


Name…

Ji min re nameyekê binivîse
Bila di nav de
Rondikên çavên te hebin
Ez ê bi rondikên te re biaxivim
Ew ê ji min re êşên hesretên te vebêjin
Ez ê herroj rondikek vexwim
Êşên xwe
Hesretên xwe ji bîr bikim…
Ji min re nameyekê binivîse
Bila di nav de porên te yên jêkirî hebin
Ez ê porên te belav bikim bayê sibehê
Biçim kuderê
Bêhna porên te wê bi min re be
Ez ê bi bêhna te dilê xwe şa bikim

Ji min re nameyekê binivîse
Bila di nav de destmalek hebe
Wê destmalê lêxe bedena xwe ya nazenîn
Ez ê herşev di bedena xwe de te hîs bikim
Ez ê bi desmala te ve
Xwe ji nû ve biafirînim
Ji min re nameyekê binivîse
Bila di nav de
Çavên te yên melûl
Destên te yên biçûk
Lêvên te yên agirî hebin
Bila di nav de
Êşên te
Hesretên te
Hezkirinên te hebin
Ji min re nameyekê binivîse
Bila di nav de tew tu hebî
Ez ê her û her te bixwînim
Te bibînim
Te hîs bikim…


Rondikên Binevşê

Rondikên Binevşê
Tenêtî ye
li benda dilekî
di nava odeyekê de ..
Rondikên Binevşê
Hesret in
Li benda destekî
Di nava şerê evîna xwe de..
Rondikên Binevşê
Êş in
nifir in
sebir in
Di nava bêkesiya min de
Di nava tenêtiya xwe de..
Rondikên Binevşê xewnek e
Mirovek digere
Di paşila xwe de
Di nava tariyê de
Ger bibîne
Bêhna dev û lêvên wî dikişîne..
Nebîne
Wekî tesbîhek
Ax û waxan dikişîne..
Rondikên Binevşê ez im
Bi hemû zilimkariya xwe ve
Ez:tênêtiya wê
Ez:hesreta wê
Ez:êşên wê
Ez:hêviyên wê
Ez:evîna wê
Ez:dil û canê wê
Ez:jiyîn û mirina wê
Ez ji herkesî xedart ir ez
Ez ji herkesî xerabtir ez
Ez ji herkesî bêxêr ez..
Rondikên Binevşê ez im..
EZ..


Çavmorîkê…

Çavmorîkê
Veqetînek bû evîn
Çavên girî
Esmanên bêdawî
Rêyên dûr bûn.
Dizanim
Dawiyê
Her rê digihîşt destên te yên biçûk
Her hesret di hembêza te de bi dawî dibû
Tu digiriya
Min hêstirên çavên te vedixwarin
Te nifir dikirin
Ez dikeniyam.


Jiyana Occo Mahabad

NIVÎSÊN BALKÊŞ