"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Dilawerê Zengî

Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji (Qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik), û ji êl û eşîra Dumila ye. Dilawerê Zengî, piştî şewata Sînema Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961-ê de, li bajarê Amûdê hatiye dinê.

Pêdar

Pêdar im ez pêdar im
Tev pêt û tev bi ar im
Roja tême meydanê
Birûskan tînim xwarê

Ev agirê serxwebûn
J’ azadiyê re hebûn
Li serê koh û çiyan
Rohnî didim zinarê

Agirekî bi reh e
Berê wî pir fireh e
Va bûye bîst û çar sal
Dikim qîr û hawarê

Êşa wî pir giran e
Şewata wî derman e
Agir vêxim bi agir
Neyar ez bînim xwarê

Her setem û zînat bê
Tim kuştin û şewat bê
Liberxwedan pêdar im
Cangorî me ez yarê.


Ez Evîndarê Welat im

Ez evîndarê welat im, serbilind û payedar
Qehreman û serfiraz û canfidayê xwîn li kar
Serwerê pa leşkerê min, can bi gorî pakrewan
Agirê cenga welat im, pêt û arê kûrexan
Her wekî şêr û pilingan, pasevanê cih û war
Va ji xew rabûme îro, dê hilînim tol û bar
Dane pey hev, ger çi jin bin, ger çi mêr bin naşikin
Wan bi xwîna pir temîzî, dengvedan pir ragirin
Hîn bi merdî xwîn dirêjim, min divê her serxwebûn
Dê te rizgar kim ji dijmin, ta hebî ev can û xûn
Vaye dijmin ew bi zorê gir û kîn û sextekar
Dest bi şûrê olperestê Daişê pîs û gemar
Ey xinizkar, mafnenas û gîhekêşê bedperest
Serbirîn in, ew ji tuxmê wî Hecacê olperest
Cengiran û berxwedan û şer li Kobanê gelek
Xwîn dirêjin her li Karin keç û xort tev lek bi lek.


Ferînaz Bûka Kurdistanê

Serî rakin, li banî tev temaşakin perînaz î
Li ezmanê Mehabadê firî bala, bi çengbaz î
Perî û bask, li jêr û jor, dikî perwaz keça kurd î
Xetîra roj seranser girt şeva tarî hila find î
Li Kurdistan te ronî kir, çirîska rojhilata min
Nema xew tê, hilavêtim, şiyar bûm ez xelata min
Vejînim agirê Kawa, li hevrêzên çiyayê tû
Ku pêxember Zeradeştê Evesta girt ji tayê tû
Li ser ola te candar in, bi halana kurên Qazî
Bi rêbaza rewanpakan, bi hawara Ferînazî
Xudanrûmet, keça bavî,bi sincî pa û şêrnêr î
Ji destên wan kurên dêlik, gihakêş in, ne serjêr î
Perînazê, li Kurdistan, bi xemla zer ciwanbûk î
Bi alaya zerê Mîtan, bejinbalan ji nû nû kî
Cil û berên hevirmêşî serî taca Şerefxan î.

Buhişta sermedî Îrem, ji nîgara te lê danî
Qeşenga min xudanaz î, tu dotmîra gulîzar î
Di dil min da, rehê şaxan hezar gul dan, tu jîndar î
Mirin jîn da kesên paqij, riya rûmet, bi comerd î
Ferînazê, li Qamişlo, bi rojbûna xwe pamend î.


Kobana Berxwedêr!

Li Kobanê birîndar im
Dikim gazî bi hawar im
Li kurdên mêr xwedî rûmet
Hilînin tol li bin bar im

Ji kobanê ji vî şarî
Penaber bûm ji bêçarî
Nema min kes ne ap û met
Ne dê û bav ne dostyarî

Ji ber Da’iş divê yek bin
Xwedî rûmet bi hêz çek bin
Li hember wan neyarên çet
Wekî arê bi dan şek bin

Welatê min cihê mêran
Cihê gernas û tev şêran
Nema bêpişt nema binxet
Bi hêza van ciwanmêran.


Efrînê

Efrînê xweş Efrînê
Navê te pir şîrînê
Lîlavê him avjînê
Çîmen û deşt û şînê

Efrînê bû talan e
Xwînmijê Erdoxan e
Keç û xortan halan e
Roj roja berxwedan e

Efrîna me şîrîn e
Dijmin ew har û dîn e
Karê wan serbirîn e
Kuştin û şer û kîn e

Efrînê serhildan e
Kobanê navnîşan e
Cizîrê navgiran e
Ev xemla Kurdistan e.


Ne Dîn im Ez Dîdar im

Bê pirs ji min Yezdan te kir
Anîna’m ser riwê gerdûn
Bi min nerîn, nezan kê kir
Ne bi peyda, mafê hebûn
Veşirî te vêraste ser
Rêça narvîn têye rehber
Nezan û jar, xizan bêber
Ji te çiye rengê rencûn
Hebûna te sermedî ba’m
Tu bêr û şer, ji min çi kam
Kut kim di pêş navê te lam
Digel min tê nû xuya bûn
Çi karim kar, girêdim pişt
Ehrîman bû, bêpar te hişt
Ewî çêkir dojeh, buhişt
Min jî navê, kolîtî bûn
Têne çandin, tovê jînê
Payiz lê tê, dû havînê
Hin hişk dibin, hin tên şînê
Her ev e, ev jîna hebûn
Zirav im ez pir di vê rê
Bargiran im ji nifşê bê
Rastî min got bo kurê dê
Ne dînî ev dîdarebûn.


Sirûda Abeya Kurdî

Bijî bijî Kurdistan
Me rê girtî biçûkan
Emê herin dibistan
Ji bo hînbûna ziman

Zimanekî şêrîn e
Ciwan û hungivîn e
Elîfbeyê bixwîn e
Sîh û yek tîp bi cî ne

Ji tîpan heşt şiyar in
Bîst û sisê xewar in
Navê wana dengdar in
Bê dengdêr ne li kar in
Dengdêr, pênc jê stûr in
Tîp in girs û dengdûr in
Sisyê mayî pir kûr in
Him kurt in him jî hûr in

Dibistana tekoşer
Hînbûne wane ji ber
Kar û xwendin, zanewer
Mamostê me Dilawer.


Gelawêja Biçûkan

Gelawêj û gelawêj
Ji zarokan re tim bêj

Bi fêrbûn û bi vînê
Dibî navdarê jînê

Ji zanînê tu bû doz
Ji zarokan re pîroz

Ziman şêrîn û nûjan
Gelawêja biçûkan.


Bavê Şiyar Namirî

Kî serok û rêber e?
Bavê Şiyar serwer e,
Taca zêrîn li ser e,
Kes nîne li hember e,

Tev de bêjin: Namirî,
Pêşewa û serwerî,
Him serok û rêberî,
Namirî tu namirî,

Qehreman û rêzanî
Perwer û torevanî
Rêça xebatê danî
Wek serokê Barzanî

Kêr nekir zilm û zorê
Serbilind çûye gorê
Ala wî tim li jorê
Xort û keç tev li dorê

Bavê Şiyar zindî ye
Navê wî sermedî ye
Şûna wî tim li cî ye
Partiya Yekîtî ye

Kî bibêje: Newa ye
Peyva dijmin li ba ye
Zikreşiyê rê da ye
Nokerî lê rewa ye.


Palûte

Palûte palûte ye
Genmê zer û gewre ye
Ev xak û zadê me ye
Ha wer ne vê palûtê
Palê xwe bicivînin
Dasa di dest hilînin
Zadê xwe tev biçînin
Ha wer ne vê palûtê
Xebata gundiya ye
Keda xûşk û bira ye
Çinîn bi me teva ye
Ha wer ne vê palûtê
Çinîna genmê zer e
Pala xwe dane ber e
Gundîno îro şer e
Ha wer ne vê palûtê.


Bes e Yarê!

Te cana can, li baxê dil dibit canê bibînim ez
Şeva tarî, li ber çavan ne sawêr bî hilînim ez
Temaşakim te nabînim, bi derdê dil birîn im ez
Bi ah û ox, bi fîxan im wekî bilbil dixwînim ez
Birîndarê, bi hêvîya ji rewş û dîtina cana
Disotî dil, ji axîn û ji nalîn û ji kovana
Ji pêta ar birînkûr û xewa min bir, hemî jana
Nehatî ser nesaxê nav livîn û êş, bi dermana
Ne min hêz ma ne ling û çog ne per û bask, li rû yara
Ne pêjn û deng ne hilm û ba ne hilbûna, ji cihwara
Ne zar û peyv ne ronîya, ji çava ma, li xembara
Girî û kel, bi fermiskan, bi coş tên der, li şûn yara
Ne axiftî dilopek xwîn, ji derba wê kevan û tîr
Ji laşê bê rewa û can, çi wê derbî, ji çerm û çîr
Ne bes yarê te ez kuştim, gelek wek min ciwan û pîr
Di vê rêka Memê Alan rewanpak im, ji derba şîr.


Noşe Noşîn

Noşe noşîn cama ji dest muxbeçînê meyfiroş
Şahî linik te dilber bî meyxurînê mey menoş
Her bi navê nazenîn vexw nebî sawîr ber te goş
Sergiranî wê tê nebîn dev û lêvan mey binoş
Mihra dilber xweşî li can her daye min peyal e
Peyva noşîn guhmest kirî serxweş im zarî lal e
Bejna yarê can û rewan sînga sipî zelal e
Yara bedew mehîtab bû tavê dayî hilal e
Vê şepalê kuştekarê kirim kalê meyperest
Bade noşî ji dest çûme bêhêz ji xwe mame mest
Îro ji dil nalîn û kul fîxan û ahîn ji dest
Her dilkedî bê mihderî mihra wê de dîl û best.


Dilo

Yarê buha dî bi min ken
Şa û henek nedî reben
Rojek min xweş nedî rewşen
Sed hewar ji ber vî dilî
Dilo bo te çûne berger
Peyvek şîrîn maçek ji ser
Li ber linga me xwest mehder
Rû biken me dikir gilî
Serî hilda û yarê got
Can û ceger li min disot
Jehra me ji gotina dot
Derbûn ji can derd û kulî
Bese yarê sergiranî
Temin borî bi erzanî
Tu bi êşa min nizanî
Qut bû ji dil deng û bilî.


Gulbuhar

Gulbuhar gula buharê
Tu xeml û rewşa adarê
Her sal wek îro li darê
Gulbuhar rewşa adarê
Çîçek û gul û nesrîn e
Nêrgiz û lal û gulçîn e
Sînem û kal soninî ne
Gulbuhar rewşa adarê
Sorgul û rîhan, bi bîn in
Binefş û çîmen şêrîn in
Ew bi yara xemrevîn in
Gulbuhar rewşa adarê
Xemrevîna dildaran tu
Serwera evîndaran tu
Dilkuştiyê ciwanan tu
Gulbuhar rewşa adarê.


Dilo Can

Sibe Newroz e dilo can
Li te pîroz e dilo can
Şine şîrav e dilo can
Li te şîn av e dilo can
Gul e nesrîn e dilo can
Bi te şîrîn e dilo can
Neye awaz e dilo can
Ji te şêwaz e dilo can
Sibe sersal e dilo can
Bi te xweş mal e dilo can
Şil e baran e dilo can
Li te halan e dilo can
Dil e dildan e dilo can
Li te mêvan e dilo can.


Barzanî Rêberî

Aferîn aferîn, serwer û rêberî
Şahsiwarê netew, serxwebûn perwerî
Her hebî her hebî, Barzanî rêberî
Deng bidin, reng bidin, zer veda Mîdiya
Hilgirin, ber bi jor, al û text ser piya
Pêşemerg canfida, dewleta Kurd jiya
Dewleta Kurd vejî, keşwerî û bi al
Ew bihişta zemîn, kaniya zêr û mal
Kurd bizan, tolhilîn, em hemî xort û kal.
Ber bi banga sibê, şev ku çû roj hilat
Xew hilavête hew, zanebûn pêkvehat
Serbilind her bijî, koletî va hilat.