"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Ednan Hesen

Ednan Hesen: di sala 1989’an de li Kobanê jidayîk bûye, ji ber rewşa malbatê ya aborî xwendina xwe ya seretayî di navber Kobanê û Serê Kaniyê de derbas kiriye û piştre li Kobanê navîn û amadehî xwendiye.

Çavên ku girî û hêsir nedîtine
nizanin ku êş çi ye
Çavên ku êşên xelkê dîtine û vegotine jî
ne êşzan in
nizanin êşê vebêjin
nikarin zanibin ku wêneyek çi qas biêş e
nizanin ku kêliyek çiqas bîranînên biêş di xwe de dihewîne
Êş rasttirîn hestên mirovan in
her hestên mirovî dikarin bi xapînokî bêne vegotin
tenê êş, dimîne rasttirîn hest ku her kes nikare vebêje
Tenê êşkêş dizane ku çi ye êş
Tenê keserkêş dîrokên êşa xwe ji bîr nakin
Tenê kezebsotî dizane ku jiyana di nav kozek agir de çawa tê jîyîn
Tenê ez dizanim ku gotin ne ji êşê be, nikare êşê vebêje
çavên xwîn giriyayî û çavên bi guh bihîstî
Du çavên ji hev dûr in
Çavên melûl
Çavên zuha
Çavên zelûl
Çavên li rê
Çavên bigirî
Çavên êşkişandî
Tenê vebêjerên rasteqîn in lê ew jî nikarin bibêjin….


Awirkujê

Çavkujê !
Vê zivistanê fêrî awirên çavên xwe bike
Wê jî bike ardû ji çavên xwe re
Zivistanê germ bike bi germahiya ku ji wan çavan derdikeve
Piştr jî zivistanê bi çavên xwe bikuje
Çavkujêêê !
Rengê çavên xwe bide buharê
Kulîlkên buharê jî wek birû û bijangên xwe çêke
Xunava buharê wek rondikên çavên xwe narînokî bike
Dilê buharê yê ciwan wek dilê xwe bike tevevîn
Piştre buharê jî bi çavên xwe bikuje
Çavkujê !
Alawiya awirên xwe bide havînê
Germbûna havînê wek germbûna çavên xwe şêrîn bike
Tîrmeh û tebaxan tev bike çavên xwe
Piştre her sê mehên havînê nav çavên xwe de bikuje
Çavkujêêê !
Hemî werzên salê di nav çavên xwe binixmîne
Bi çavên xwe jî payîzê ji palên bijanbûyî biweşîne
Bila li şûna xemla payîzê ya zer awirên çavên te bin
Piştre jî hemî werzan bikuje çavkujê
Ji ber ku hemî werzên sala min di çavên te de ne…


Ez bazekî çiyayî me
Lê ew dixwazin çavên min bigirin
û bi min nêçîra başiqan bikin
Ez kevokeke ezmanî me
li ezmanan bê minet baskan li xwe dixim û difirim
Lê ew dixwazin min basko bikin
û bi min nêçîra kewên cûre bikin
Ez kundekî şevê me
li ser her kavilî vedinhêjim û rexne dikim ku çima ev kavil bê xwedî ne
lê ew dixwazin min bikin bûmê şi’ûmê
û xelkê ji dengê min ditirsînin
Ez marekî reş im
nîşana Laleş û ocaxê şêxan im
Deriyê ziyaretan diparêzim
Lê ew dixwazin diranên min hilkişînin û bi min bilîzin
Ez Welat im
bi xwînê hatime avdan
Lê ew dixwazin min ji xwînê bişon û min bê bêhn bihêlin
Ez ez im
ji êgir bûme
ez nayêm guhertin…


Dêya min di dawiya temenê xwe de ji derdan qilûç bûbû
xûz bûbû
bargiran bûbû
ji bîr kiribû ku yazdeh zik bi vê pişta xûzbûyî mezin kiribûn
Ji bîr kiribû ku bi salan rojane teyştek nan kiribû
Ji bîr kiribû ku çi kiribû û çi nekiribû
Dêya min xûz bûbû
Kezeba wê, ew xistibû
dilê wê tenik bûbû
deqên li ser rûyê wê çilmisî bûn
Por spî bûbû
heneya heftane li serê xwe dikir ji bîr kuribû
Dêya min xûz bûbû di bin barên vê serdemê de
dilê wê nikarîbû êşa vê demê rakira
hêlûna wê roj bi roj hildiweşiya
zû bi zû li pêş çavên wê hêlîn vala dibû
wê bi vê guhertinê nizanîbû
Lê dêya min gopalê min ê vê jiyanê bû
dêya min çû û ji wê xûzîtiya pişta xwe xelas bûbû
û
ez jî di vê jiyanê de bê gopal mam…


Efrîn sêva qedexekirî
Hinarê bijehrî
Fîncana devbixwîn
Ma Avêsta û Barîn ne Hewa bûn ku ji wê sêvê xwarin
Ma Alan ne Memê Alan bû ku hinarê bijehr xwar
Ma Efrînî ne Dewrêş Evdî bûn ku ew fîncan bi ser xwe ve kirin
Çi dîrok e?
Çi serdem e?
Ma ev qeder naye guhertin?
Dem guherî
Nav guherîn
Çarenûsa me nehate guhertin
Em ê her bêjin berxwe bidin
Û tiliyan hildin û bêjin berxwedan jiyan e
Ma dem nehat ku em bêjin jiyan berxwedan e
Heta kengî em ê berxwe bidin ku em bijîn
Çima em nejîn da ku berxwe bidin
Gelo niha çend darên bê xwedî
Koka xwe ji axê qut kirine?
Çend zeytûnan xwe ji zeytê hilibirtine?
Çend Efrînî niha ji Efrînê pariz in?
Çend kurd ji Kurdîtiya xwe pariz in?
Dipirsin
Jixwe
Ji te
Ji wî
Wê ji
Ji waan dipirsim
Çi bû?
Kerasetên me dûbare dibin
Lê serok û rêveberên me dîrokê naxwînin
Welato te çi şîr daye rêveberên xwe
Ji pêsîra kîjan rûpelên dîrokê te ew dane
mêtin
Kurdo çima Kawa şeş zarokên xwe bike qurban
Di zarokê heftan de bifikire
Di zarokê heftan de bibe xwedî biryar
Ma ew şeş zarok jî ne kezeb bûn
Malxerabino çend Qazî divê di sêdarê de bêne daliqandin
Da bangewaziya wan bête xwendin
Heta kengî dê Mehsûm bibin Egîd?
Heta kengî em ê bêjin waxxx şehîd?
Xanî ji îmanê ket
Hingî bêje ger hebûya me itîfaqek
Mû li zimanê Cigerxwîn derket
Hingî bibêje bibin yek
Em hev bavêjin xatirê kê ?
Em ne bûn Misliman
Ne jî man Zerdeştî
Em ne bixweda bawer bûn
Ne jî me hêviyên xwe jê birîn
Kesk û sor zer
Xwe ji ber alên me didin alî
Her alî dimîne li alî
Aleke me li vî alî
Alek di bin aleke din de bê alî
Ez bibim kurdê kîjan alî?
Welatekî çar alî
Her alî çar alî
Ez xwe bavêjim kîjan alî?
Xwe bidim ser kîjan alî?
Kerkûk dil e
Dil çû
Şengal Îman e
Îman çû
Efrîn bûk e
Namûs çû.


Giyan li vî welatî hene
Ranakevin
Di şevê de li canê xwe digerin
Li xwîna xwe digerin
Giyan li vî welatî hene
Li cihekî natebitin
Asê mane ji vî welatî dernakevin
Li şûna xwe digerin
Xwe li mêjiyan werdikin
Xwe li malan werdikin
Li kavilên ku têde şer kirî digerin
Giyan li vî welatî hene
Her şev li hev kom dibin
Ji hev dipirsin
Kanî welatê me ?
Kanî navê me ?
Kê navê me rakiriye?
Kî şiyar e ?ku ji me re bêje çi qewimî piştî çûna me?
Dipirsin li xwe digerin
Ji xwe dipirsin em li vir çi dikin?
Çima em ne li vir in û ne li wir in?
Giyan li vî welatî hene giyan
Deynê xwe ji vî welatî dixwazin
Giyan hene bê beden li kolabên vî welatî
Diqîrin
Ne radikevin
Ne jî dihêlin xew bikeve çavên vî welatî
Ew giyan bo welatekî şiyar bê beden man
Ew welatekî bê xew dixwazin
Çûn jî jê venaqetin ……
Giyan hene
Li vî welatî ……….doza xwîna xwe li me dikin


Weke buhareke derengmayî
derengmayî me ji dîtina te
Di kavilên temenê çûyî de
tenê bermayên rûmasanên te aş mane
Li koça bîranînên jibîrbûyî
boxça evînê tenê maye li pişta min
Rêwî me ez
Ez di oxira çavên te de li evîna nîvçomayî digerim
Gopalê min tenê kenê te ye
Hêviya min tenê pêlana porê reşmarî ye
Rêwî me ez
Di oxira evîna te de li rêç û xaçerêçan bi navê te diqîrim
Ez koçer im
ne koçber im…


Hêvî
Dengê sawêr û leylanan
sirûda bilbil û kundan
Pistiniya kal û pîrekê li ser nivînan
Hêvî
Awaza rojeke nehatî
Bêhna buhareke beravêtî
Qêrîna zarokekî li ser dika jiyanê
Hêvî
Serxweşiya kulîlkeke demsalî
Wîçewîçe çivîkeke sibehî
Nalîna dilekî bendewar
Hêvî
Kevala jiyaneke hêvîdar
Pênûsa helbestvanekî evîndar
Birîna keserkêş û ronediyan…
Hêvî
Awireke ji çavên te
Dema hêvî namînin ji bilî Çavên te…


Jİ BER KU TU YÎ

Min bi hestên helbestavanan
Şîre veke
Min bi hêsirên dayîkan re
bike heval
min bi keserên dûrbûna welêt re
bike hesret
min ji min bike û her parçeyekî min
nêzî muzîka barkirina xwe bike
da ku her roj
ez ji nûve bi dengê barkirina te re
bihelem û li ser pelan wek ximavê birjem
heta ez karibin du gotinan li ser te bihûnim
binivîsim
li hev bînim
ji dil derxînim
hestên ku hev xwarine ji roja ku tu çûyî ve
dilê ku nikare te ji bîr bike
an bi te re her kêliyê bijî
te çi kiriye bi vê dunya ye
te çi kiriye bi gotinan
dema ku navê te tê gotin
peyv ji xwe şerm dikin, ji ber ku tu peyv
nikarin te bidin nasandin

ez xwe çi bikim
ez bi kude herim
heta ku ez ji her kesî re bêjim ku tu kî bûyî
û çima ewqas ez çilmisîme ji bo te………

ez xwe bi her şevê re dikim yek
ez xwe bi her êş re dikim heval
ez xwe bi her hêsireke li ser te hatî barandin re
dikim rondik û çavan tême xar
lê dîsa jî
ez hest û gotinên ku layîqî te bin nabînim
Şayanî te bin nabînim
ez naxwazim her gotinê li ser te binivîsim
ez naxwazim gotinan gunehkar bikim
ez naxwazim hestên xwe wergerînim peyvin
te baş nas nakin

pênûs û kaxez min rexne dikin
dixawzin li hember te Ew jî
wijdana xwe bi destê min rehet bikin
lê ez çi bikim…….?

te bê xatir ji nav me bar kir
bê dem tu ji nav me derketî
bê yî ku em amade bin te deşe me kir
aniha jî
her tişt bê dil ma ye
bê rengê ma ye
bê hest ma ye
bê hêz ma ye
ji ber ku hat xuyakirin ku her Tiştî
çavkaniya xwe ji te girtiye
de ka bêje ez çibikim……?
ez dizanim dîsa tu yê
biryarê ji min re bihêlî
lê vê carê tene bese ku min tu nas kiriye
ez ê jî weke te qet tiştekî nebêjim
bila her kes bixwe bibîne
nas bike
zanibe
fêm bike
ku tu kî yî VİYAN
ku tu kî yî VİYAN………….
diyarî ji bo giyanê VIYAN AMARA


Ji bîr nabin şopên xeyalên te
Gotinên te
Şopên dengê te
Ji bîr nabin pêkên çavên te
Dîtina te
Şopên me bi hev re
Ji bîr nabin şkeftên çavên te
Ji bîr nabin bîranînên te
Ji bîr nabin kêliyên me bi hev re
Hevaltiya me
Henekên me
Stranên me
Ji bîr nabin demên me bi hev re

Vala ma ye şûna te
Nema tê me dengê te
Çav li te digerin
Li her cihekî tu lê mayî
Lê sekinî
Lê rûniştî
Lê axivî
Vala digerin çavên me
Em kêm mane bê te
Dîsa em bi hev re ne ,lê tu?
Nema tê me, bihna hatina te
Ez te di xewnên xwe de xeyal dikim
Lê naxwazim te bikim nav xeyalên xwe
Dixwazim azad azad
Hevaltiyeke nû deynim
Bi te re lê dûrî te
Dixwazim xwe bi te re bikim hezar parçe
Her parçeyekî xwe bi te re bihêlim
Parçeyekî min nêzî te
Parçeyekî min dûrî te
Da ku jibîr nebe
bêdengiya ku em gihandine te
ji çûyîna te û vir de
ken li ser lêvan çilmisiye
rengê şevê pir tarî ye
xemgîniya dil her tim heye
bê dem bê dem kela dil radibe
gazî dîtina te dike
gazî dengê te dike
gazî navê te dike
gazî Viyanê dike
çav dibêjin
ziman dibêje
dil dibêje
em bê te mane viyan
em bê te bê reng in
tu bûyî giyanek bê laş
em jî bûne laşek bê giyan.


Ew ne rondik in ku ji çavên te dihên
ew ava gulan e
ji kaniya gulan dihên
Ew ne dêmên te ne ku sor bûne
ew sêva zanabûnê ye
ku çavên Adem ji eşqê re vekirin
Ew gulîyên reş
ne biskên te ne
ew marê Laleşê ye
pasvanê porê te ye
Ew awaza ji lêvên te tê
ne kenê te ye
ew dengê Hûdhûdê Silêman e
fermana kombûna balindeyan
dike ku balinde li ber sema bigirin
Ew destên ku tu ji re min li ba dikî
ne destên te ne
ew baskên pozê rewan in
dixwazin min Memî
ber ve te bifirînin
Ew gurmegurma ji qefesa sîngê te tê
ne dengê rehjnên dilekî ne
ew dahola cengê ye
min şiyar dike ku bê rext û mertal
di qada evîna te de nesekinim
û bê şûrê Rustemê Zal
xwe li kevanên çavên te wernekim
da ku bi hinarê evînê
Bekoyan li xwe şa nekim…


Min bibore
Min bibore ku ji hezkirinê zêdetir min ji te hez kir

Min bibore ku ji hembêza dayîkekê germitir
Min xwe di hemêza te germ kir

Min bibore ku min dilê xwe ji welatekî firehtir ji te re fireh kir

Min bibore ku min ji werzekî zêdetir xwe, li çavên te girt û xwe têde bi cî kir

Min bibore ku min jixwe zêdetir ji xelkê re qala te dikir

Min bibore ku min di rojekê de bi qasî du rojan bêriya te dikir

Di hefteyekê bi qasî du hefteyan tu di nav henasên xwe de par ve dikir

Di mehekê bi qasî du mehan ji temenê xwe dibirî û temenê xwe li temenê te zêde dikir

Di salekê de bi qasî sedsalekê xwe di evîna te de mayînde kir
Di temenekî de bi qasî hebûna Xwedê min ji evîna te re perestî kir

Bibore ku min xwe ji bo te gunekar kir
Ji bo te, min xwe talan kir

Ji bo te min pergala xwe bela kir

Bibore ku min ji xwe zêdetir ji te hez kir……


EGER TU BIHATAYÎ

Min ê ji bo te nameyek ji xwîna xwe
Ji te re bihişta
Û tê de rojek ji temenê xwe bisekinanda
Min ê awirek ji çavên xwe
Di bijangên te de dalinqanda
Û tê de hemî awirên ku min ji bo te veşartibûn
Yek bi yek bibaranda
Min ê dilek ji dilê te çêkiria
Û tê de dilê xwe bicih bikira
Min ê xwe ji şevê bidiziya
Û tê de bi tiliyên stêrkan porê te bihûnanda
Min ê heyv di nav rûyê de veşarta
Min ê bê amadehî pêşwaziya hatina te bikira
Û tê de min ê dilê xwe ji te re raxista
Min ê xwe li bêhna te bibêçanda
Û tê de hemî kêliyên dûrbûna te jibîrbikrana
Lê tu nehatî
Ne jî min a bi dilê xwe kir
Tenê min kerbê xwe di rûyê vê rûpelê de derxist.


Ji gotinên jibîrbûyî
ramûsanekê ji min re bişîne
dibe ku ez pê bêm bîra min…
Ez jibîrbûyî me
Ji kêliyên windayî
çaxa herî xweş bîna bîra min
dibe ku bîra kor ronî bide…
Ez bîrkor im
Ji henasên bipars
guliyên xwe li ba bike
dibe ku bayê xerbî bi guliyên te re rabe…
Ez aşiqê bayê xerbî me
Ji çavên ji te têrnebûyî
nihêrandinên me yên bidizî, hemiyan derxe
dibe ku bênahiya min a pêşreojê be
Ez bînerê şevên te me
Ji min û xwe
rehên vê axê av bide
dibe ku Rehdarek bê, ji me re mizgîniya buharê be
Ez bireh im
Ez Rehdar im…


Ji biskên xwe
du têl por
ji tiliyên min re bike gustîlk
û
pê qedera jiyana min girê bide…
Ji çavên xwe
du awiran
ji dilê min re bike ronahî
û
bila awirên te bênahiya rehjenên dil bin…
Ji hemêza xwe
welatekî sê kesî ava bike
bila em her sê têde
Sêpîrozî bin…


şevê
di kêliyeke bê deng de
li ber mirina şevê
min xwest ez şevê binasim
şevê
bi hestên bê deng re
di tenahiya rengê şevê de
şevê
bi hilma dilvedana tarîtiyê
ez û şevê rastî rastiyekê hatin
ku ji tenêbûna şevê
bê dengî
aramî
hêmin
û
jiyan
heval in
û şev wan di nav têlên porê xwe de
vedişêre
tenê salê carekê
bi şehkirina porê xwe re
wan li min dike mêvan
lê ku ez
nehestparçe bim
ez wan jî
nas nakim
erê şevê de tu bimire
her mirina te nayê.


Nanê Tisî
Karker ditirsin ji mal derkevin
Zagonên daristanan li derve tên pêkanîn
Gur pir bûne û keriyê belengaz û hejaran
bê xwedî û bê şivan in
Tenê doza nanê tisî dikin û nikarin peyda bikin…
Karmend kole ne, devê xwe venakin
Zagonên sûka firotina mirovan li wan tê birrîn
Serdest goştê canê wan dixwin
Ew jî tenê bi nanezikê razî ne
lê zikê xwe jî nikarin têr bikin…
Zarok bê xewn in, bê pêşeroj dijîn
Alav in
Tên xapandin
bi qedera wan tê lîstin
û ew bê lîstok in
Ji mafê zarokatiya xwe
tenê hebrîşkekî dixwazin
Lê ew hebrîşk jî buha ye
bav destgirêdayî ne,
bi ser xwe de dihonijin…
Dayîk ji neçarî derewan dikin
newêrin li zarokên xwe guhdar bikin
Ji dayîkbûnê stewr bûne
Havînan li zarokan dikin zivistan
nahêlin zarokên xwe ji hêlînê derkevin
li derveyî hêlînê her tişt buha ye
nayê kirin
ji neçarî derewan dikin…
Bazirgan xwînmij in
keysperest in
serdest in
gurên bêmerhemet in
çavbirçî ne..
têr nabin
Nanê tisî ji xelkê re dikin xewn
û derfeta raketinê nadin ku tu kes xewnan bibîne…
Pîvanên mirovbûn û mirovahiyê bûye dollar
Ji kesî nayê ku bike hawar
hawar nayê bihîstin jî
ked û xwîna mirovan tê dotin
û rewşa ku em têde ne, nayê gotin…


Ez li bextê xwe negeriyam
Tenê min navê te digot
Ez bextewar dibûm
Ez li remildanê guhdar nakim
tenê dema rojbaşa te dikim
Ez pê dihesim ku dê roja min çiqas xweşbîn be
Ez li pey Qerçiyan jî negeriyam
min baweriya xwe bi fe’lên wan nedianî
Tenê dema min morika dilikê te dikire dest xwe
her tişt ji min re digot
û hemî riyên min berê xwe li te bûn
Kesî ji min re li fîncanê jî nenêrî
Tenê dema min qehwe vedixwar
Çavên te di fîncana min de derdiket
Ez neçûm cem şêx û ziyaretan
li miradê xwe û te negeriyam
Lê şûna ku min û te cara yekê lê hev dîtî
Tenê ew ziyareta min a pîroz bû
Nameya ku te dayî min
Ew nivişta min bû ku min ji stûyê xwe dernedixist
Dema ku ez diketim tengayiyekê
Min bane ocaxan nedikir
Tenê min banga xwe dikire evîna te
û sê caran min digot ji te hez dikim
hemî xwedawendên evînê li banga min dihatin…


EY VİYANA MİN

Ey xwedewenda evînê
Ey fîreşteya ezmanên bê kes
Were min tenê dinav hesretên dûrbûna xwe de mehêle
Were min biparêze ji çavên xwe
Min biparêze ji dilê xwe
Min biparêze ji têlên porê xwe
Were min bihêle ez derbasî çavên te bibim
Evîna veşartî ji nav birevînim
Li evîndarên navê te pelav kim viyan
Hos be viyan ez ê xwe berdim
Nav kûrahiya dilê te
Ez ê ji nav derxînim hesretên zaroketiya te
Jê stranekê çêkim ji zarokên ku bihîstine navê te
Ez ê bigvêşim dilê te bi her du çavên xwe
Hemî êş û janên têde
Bikim para her du çavên xwe
Ey viyana min
Ey qendîla xewnên min
Ey rûkena heyva bê deng
Ey laleşa baweriya nakokiyên min
Bes e viyan
Gazî evîndarên dîtina xwe ke
Gazî hevalên xwe yên bêriya dengê te kirî
Bêriya rengê sorbûna dêmên te kirî
Gazî me ke
Em dixwazin li dor te bin an li ber te bin
An jî tenê nêzî bihna porê te bin
Viyan dengê min ket
Nema dengê min tê te
Viyan çima tu naxwazî li min guhdar bikî
Li hember min bê bersiv memîne
Bê deng memîne
Ji çavên te
Ez dikarim dilê te bixwînim
Min bi bê dengiya xwe mexapîne
Viyan bi dengekî bê deng
Ez dibêjim hurmet û hezkirina min ji te re
Bê sînore
Tu bi min çi bikî
Çiqas dûrî min bî
Çiqas sînoran di navbera min û xwe de deynî
Ez riya te bernadim
Ez şopdarê riya te me
Tu here lê zanibe heval û şagirtên te
Li pey te ne
Li ser xeta ne.

NIVÎSÊN BALKÊŞ