"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Seyfedînê Welekorî

Di sala 24.03.1960’î de li gundê Welekorê ku girêdayî navçeya Melazgira Mûşê ye tê dinê. Seyfedînê Welekorî herî zêde edebiyata klasîk ên Kurdî û pirtûkên olî hez dike, pir dem û wextê xwe bi nivîsandina helbestan û bi pirtûk xwendinê re derbas dike.

 

Bajarê Xeman Roboskê

dilê min bûye bajarê xeman
tax û kolanên dilê min diêşê deman
tev bi axîn û bi nalînin ji ber birînan
sî û çar birîn di dilêmin de çêbûn
sî û çar bedenên ji canê min ketin axê
sî û çarcaran ez mirim li ser berfê
ez bûm sî û çar dilê dayîkên birîndar
ez bûm sî û çar şerê reş bi ser keziyên
keç û bûkên Roboskê de hatim xwar
ez bûm xençerek a bijehr û zengarî
li ser sî û çar dilê bavê birîndar
ez bûm sî û çar gulê çilmisok li ser berfê
bi derba neyaran ve ketim axa sar
hey hewaaar hey hewaaar
ji Roboskê re hey hewaaar
bajarê dile min Roboskê hate xwar.


Hatina Te

hatina te bi xweşî bû
bi şahî û gul bû
lê çûyîna te
pir bi êş û keder bû
lewra dilê min li pey te bû
te dabû dû nesîbê xwe tu hatibû
bi hatina te dilê min pir şa bû
lê te da pey qedera xwe û tu çû
te dilê min bi kul
çevên min şil hiştibû
tu nizanî te li pey xwe
çiqas dil wêran kiribû
û çiqas çevên bi hêsir
tevî hêviyên miçiqî hiştibû
di birqa şevên tarî de
tu wenda bûbû berxê mino
de
lorî lorî lorî berxê mino lorî
ax lorî lorî lorî Ehmedo lorî.


Agirê Nava Min

keçê delalê
vê şevê peyvan
ji dilê min fîrar kirine
ne helbest mane
di hişê min de
ne jî stran têne bîra min
tenê bejn û bala te
û husn û cemala te
tê ber çevên min
jixwe ew jî bes e
ji bo agirê nava min.


Lê Tu Çûyî

gewrê
ez mame sêwî
şev ji min
ez ji dilê xwe
bûme bêzar
tim li pey te
dike qêrîn û zarezar
ez mame sêwî
ew bû dîlê stûxar
hey hewar û hewar
gewrê hey hewar
dema min got neçe
wext nemaye roj bû êvar
reng û dengê te
dil û hinavê min anî xwar
lê tu çûyî
hey hewar.


Hey Zalimê

îroj bûme mêvanê dilê te
mêze dikim li çata birûyên te
stêrkan berhev dikim
li ser tayên porê te
di hîverona vê şevê de
bûme rêwî li deşta singa te
li ser şopa kadizê xwe dikşînim
ber bi ronahiya wan çevên te
li singa min dixe tîrê awirên te
ez bûm birîndarê ber destê te
hey zalimê.


Dil Çi Ye

delalê min ji te
dilê te xwest
te di berdêla dil de
emrê min xwest
delalê ma dil çi ye
xwînê dimije
û xwînê vedireşe
gava wusa ye
jiyana min ji bo çi ye
umrêkî min heye ku
min bi qurbana te kiriye
çima delalê çima…


Îroj Hewa

îroj hewa faşîst bîn dide
bîhna xwînê tê ji devê qatilan
ewrê îxanetê teletel digerin
ditirsim ku li ser welatê min
dîsa mirina bêwext bibare
dilê min dicemide rihê min diare
sal bêwext e li welatê min dem wêran e.


Wa Dîsa Bû Êvar

wa dîsa bû êvar li ser bextê min
ez ê derd û xemên xwe bidim hev
têkim berîka li paxila xwe
di ber pencera dilê te re derbas bim
bêdeng û bêhis herim
berê xwe bidime hicrika xweya tarî
destê xwe bidime ser
wê birîna xwe xwîn jê dibarî
ku jana welatê perçe bûyî jê diherike
Ji ber tenêbûna te ji şevên dirêj û tarî re
bi kesera dilê xwe yê hêsîr û dîl re
bêjim bilorînim û bilovînim
wa dîsa bû êvar
ez tenê mame bêmal û bêwar
belengaz û sitûxwar bêevîna te ey yar
Ji bêkesiya xwe re dikim hewar
bê te ez ji rihê xwe bûme bêzar
bes e naziya li min bike ey yar.


Keçika Cînar

ax keçika cînar ax keçika cînar
ez ji bo te geriyame li gund û bajar
ji bo wan çevên reş ez bûme dildar
li ber dile te yê nazik bûme nobedar
deriyê dilê xwe li min veke keçika cînar
hê ku wext li min nebûye êvar
ay hewar ji destê te keçika cînar
ya star ji destê te keçika cînar
ax keçika cînar tu çima werbûyî neyar
ax keçika cînar te dil û hinav li min anî xwar
min ji destê eşq û evîna te pirr dît êş û jar
wan çevên reş belek ez kirim dîn û har
deriyê dilê xwe li min veke ax keçika cînar
hê ku wext li min nebûye êvar
ay hewar ji destê keçika cînar
ya sitar ji destê keçka cînar
ax keçika cînar
te sûret sorê memik weke hinar
ax keçika cînar dîtin li min bû yekcar
xweyê bejna zirav gerdenî bihar
ji awirê te birîndar bûm min tîra eşqê xwar
deriyê dilê xwe li min veke keçika cînar
hê ku wext li min nebûye êvar
ay hewar ji destê keçka cînar
ya sitar ji destê keçka cînar.


Huzna Şevê

gelo tu xeyalî an bûyî xewna şevan
Ji min biriye hiş û aqil bi wê tevger û livan
bûme mecnûnekî ketim çol û sewan
digerim li te Leyla huzna şevan
gelo tu eşqî an agirî ji bo min rewan
cîger li min sotî birîn nagire kewan
dikim qêrîn ji ber jana dil û hinavan
dibarin rondikên min her dem û gavan
bo eşqa te kor im ji herdû çevan
nabînim bejn û bala te huzna şevan
digerim li nav kulîlkên ber çem û avan
bêhna te tê ji nav baxê gul û sêvan
bîn dikim hesreta te wek hilm û hewan
diqîrim ji jana dil bi deng û devan
gelo tu xeyalî an bûyî xewna şevan
yan jî tu qederî ji ezelê birqê lêdan
nivîsand qelemê bi fermana Xwedê
di firdewsê de para min î huzna şevan.


Kobanê

ev bi roj û şev û deman e
hovîtiya wan ya hezar salan e
dor li te girtine cehş û hovan e
li ser te rakirin ceng û ferman e
bi gavekî nadin molet û eman e
li ser axa te vekirin birînê giran e
li hember neyaran şer dike wek şeran e
dengê zelal Viyan Peyman e
bûye cangorî Arîn Mîrxan e
tu car gav navêjin ji paşvan e
tu bû keleha berxwedan e
ji te re rêz girtin gelê cîhan e
warê egîtan ciyê şeran e
Kobanê sebra dilê Kurdan e.


Navê Min

navê min Efrîn e
xaka min pirr qedîm e
dîroka min zêrîn e
zimanê min nerm û şirîn e
peyvên wê bi Kurdî ne
çevên min zeytûnî ne
kiraseke li bejna min e
ji xemza qîza belga hêşîn e
dilê min bi kul û birîn e
tev bi elem û keder e
neyarên min ereb û ecem in
serkêşê wan roma xayîn e
ne camêr ne jî mirov in
tev weke hirç û hov in
çewteçewta wane
weke keftaran e
nizanin ew der axa Kurdan e
hêlîna teyrêbazên li bilindan e
pir cangorî û egîtan e
ji bo wî canê xwe dane
bi sond be em ji bo te
canfeda ne canfeda ne.


Qamişlo

hêj serê sibehê zû bû roj li min çû ava
mirin dibarandin li ser bajarê Qamişlo
li hember Nisêbînê li ber çevên me tevan
dilê kurdistanê agir pêxistin wan hovan
çevê Kurdan şil e destên wan mane vala
kula Xwedê bikeve mala wan bêbavan
gur û kuçik li ser xwîna me bûne bira
axa me par parî kirin van hirç û keftaran
çiqas dem û sal e dilê min birîn kirin
ax derdê bêwelatiyê ji emrê min birin
çend dem û çend salan
min serê vê sibê xwe dabû benda rojê
lê tu derketî hemberê min berya tavdanê
bi wan mirinê bêdem û bêwext
ez nizanim tu ji bo me şerrî an tu qederî
ax derdê bêwelatiyê çiqas mirinên bêwext
dike çenga zarokên reng esmer û bêwelat
hêvî û xewn ji bin balgiyên wan difirîn
ji nava xaka wan dûr birin
Qamîşloka min.


Ka Were

yarê
min îşev ji bo te
li ser agirê dilê xwe
helbest dem dikirin
min çend peyv
di nav agirê dile xwe de dikeland
bo hesreta te çend stêrk
ji ezmanê tarî dişewitand
di nav agirê vê şevê de
çend roj ji heyva sibatê diqurmiçand
diavite bin kuçikê wê evînê
hêj roj derneketibû
di navbeyna herdû birûyên te de
ka were
ji wê hesreta demgirtî re
li ber bîhna biskên te
em dilê xwe têr bikin ji evînê
ka were
yarê ka were.


Hesekê

dilê min
wek demsala payîzê
zer bûye
hêviyên min
li ber bayê ketine
wek kelampera
geh li vê newalê
geh li wî kendalî
geh li bin koka
dirik û deviyanî
ken ji rûyê min
wenda bûbûn
çevên min bûbûn
şahidê mirinê
aliyekî min bûbû
xêlya bûka dest hinekirî
di nava gola xwînê de sor dikir
aliyê min ê din
bûbû gora zavayê bêmiraz
li rojavayê Hesekê.


Ewrê Evînê

ewrê evînê girtine
ser zozanên me
bi ser konan de
barana evînê dibare
di kirasê vê şeva tarî de
birq û birûsk vedide
tîrên awirên te
li nava dilê min dide
dilopên xwîna min
diniqutî ser nîkê
qeytanê pûrikê dêreyê te
siya birûyên te
ketibûn ser qedera min
tavê germ nedikir bextê min
bi min re neyartî dikir
tîna xwe ji min vedişart
ez diqefilîm û diricifîm
li ber seqema awirên te
qeşayê xwe avêtibû ser dilê min
di şikefta zozanê me de
dîsa ez mabûm bi serê xwe tenê
di kîna wê şeva ba û baran de
li hêşiya konê derdkêşan
dûrî qibeqiba bêrîvanan
dûrî hokehoka şivanan
tevî kul û êş û janan.


Welatê Wenda

Welatê min ê wenda
ey mirovahî ev bû esra çendan
em Kurd in tên ji dewra qedîm dan
ne ji me re jî dibêjin qûlê Xwedan
qedera min a tî
bextê min ê birçî
siuda min a pêxwas
hebûna min a nenas
rengê min ê esmer
li dor zimanê min bûne çeper.
çavê min yên şil
dilê min ê bi xem û bi kul
li nav baxê dilê min şîn nabin gul
kundê bêwayik dixwîne li şûna bilbil
dîsa qada dilê min maye vikûvalan
nayê guhên min dengê şêr û şepalan
li ser axa welêt warê bav û kalan
tê xuyan şopa lingê gur û çeqelan
welatê min wenda ye bi salan
bûme penaber li ber konekî valan.

Jiyana SEYFEDÎNÊ WELEKORÎ (Seyfettin Temel)

NIVÎSÊN BALKÊŞ