"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Dilawerê Zengî

Dilawerê Zengî, piştî şewata Sînema Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatiye dinê.

Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji (Qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik), û ji êl û eşîra Dumila ye.Di dema şerê Dewleta Osmanî û Ûris de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê, kalkê wî (Mihemedê ‘Emê) tevî malbata xwe, ji gundê xwe derdikevin û berî didin binya Xetê. Bi rê de, û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimre. Lawên wî (Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed) meşextî binya Xetê dibin û li bajarê Amûdê bicî dibin.

Ji ber rewşa xizanî û feqîrtiyê xwendina xwe ya bilind kuta nekir. Lê xwe ji xwendina pertûkan û çûn û hatina linik mirovên rewşenbîr, siyasetmedar û zanayên Kurd û civatên wan bêpar nekir .
Di sala 1979-an de, li Amûdê bavê wî diçe ser dilovaniya Xwedê, di wê salê de, dest bi nivîsandina helbestanê dike. Li ber destê diyeke welatparêz û miletperwer mezin dibe. Evê diyê (Ferîde Elî) akameke (bandûreke) pir mezin li jiyana wî ya nivîskarî û ramyariyê dike. Diya wî Ferîde Elî gelek zarok ji nav agirê sînema Amûdê xelas kiriye û bi navê diya Pakrewanan tê naskirin.
Bandûra Şêxê welatparêz û miletperwer (Şêx Sedredînê bavê kal) pir lê dibe û li ser destê wî dest bi nivîsandina Kurdî dike. Du salan li gundê (Girê Sor) mamosteyî dike.
Di sala 1979-an de, li ber destê seydayê Tîrêj hînî nivîsandina helbestê dibe, û ji wê rojê de heta roja koçkirina seyda hevaltiya wan berdewam kiriye. Hêjayî gotinê ye ku seydayê Tîrêj navê Dilawer lê kirye.
Di sala 1980-an de, ji neçarî berê xwe dide bajarê Şamê û li Zangoya Şamê kar dike. Piştî heşt salan ew dûrî karê xwe dikeve. Ji wê rojê de, xwe ji nivîsandin û lêkolîn û xebatê re vala dike.
Di sala 1983-an de, li ber destê Osman Sebrî hînî nivîsandina serbest dibe. Ji wê rojê de, li dora deh salan, têkilî di navbera wan de berdewan dibe ta ku Apê Osman ji nav me koç dike.
Li bajarê Şamê gelek qursên fêrkirina zimanê kurdî li nav kurdên Şamê lidar dixe û bi sedan xort û keçên kurd fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dike.
Di warê ramyarî û siyasetê de, li dora 35 salan kar kiriye û di vî warî de gelek keda wî heye.
Di sala 1987-an de, Rewşen Bedir-Xan nas dike. Piştgiriya Rewşen Bedir-Xan di wergerandin, amadekirin û weşandina çend pirtûkên wê û yên malbata wê de dike. (Bîranînên Salih Bedir-Xan. Name bo Mustefa Kemal paşa. Mîr Bedir-Xan. Û….hwd).
Di sala 1991-ê de, piştî serhildana Kurdên başûr, diçe Kurdistanê û li wir çend semînerên rewşenbîrî û toreyî lıdar dıxe. Di hin rêdaksiyonên kovar û rojnameyên Kurdî de kar dike.
Ji bilî nivîsandina lêkolîn û helbestan karê rojnamevaniyê jî dike. Di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de nivîsandiye û dinivisîne. Gelek dîwanên helbestvanên Kurdan yên navdar ji tîpên Erebî wergerandiye Latînî û pêşgotin ji wan re nivîsiye ji wan: (Seydayê Tîrêj: dîwanên wî: Xelat, Zozan û Cûdî), (Seydayê Bêbuhar: dîwana wî: Zindan)…û du dîwanên helbestvan Ebdurehmanê Mizûrî (Ji evîna çirayên kevin û li xelkê tehlê li min şêrînê). Li dora (200) pertûkên li ser tore, çande, dîrok, û folklorê Kurdî li Sûriyê daye weşandin.
Di sala 1985-an de jin aniye. Sê kur û keçek wî hene: (Royar, Rodî, Ronî û Rewan).
Di sala1999-an de ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya (YNDK) li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê (Rêzname) werdigre.
Di 12/7/2000-an de, li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe bajara Enqerê û xelatê pêşkêşî prof. Ismaîl Beşikçî dike.
Di sala 2004-an li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe Elmanya ji bo xelata Osman Sebrî bide xanima hêja Danyêl Metran.
Di sala 2008-an li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe Elmanya ji bo xelata Osman Sebrî bide mamosteyê gewre Munzir Elfedil.
Di sala 2011-an de careke din ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya (YNDK) li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê (Rêzname) werdigre.
Di sala 2012-an de, ji hêla komela Celadet Bedir-Xan ya çandeyî li bajarê Qamişlo hat xelat kirin.
Di sala 2013-an de, ji hêla komela Şawişka li bajarê Qamişlo hat xelat kirin.
Gelek caran serdana başûrê kurdistanê kiriye û ji aliyê serokê kurdistanê Mesûd Barzan û Celal Telebanî û gelek serkirdayetiyên partî û rêxistinên siyasî û rewşenbîrî li başûrê kurdistanê dihate pêşwazî kirin.
Têkilî, danûstendin û hevaltiya wî bi van navdaran re pir xurt bû: Seydayê Tîrêj, Seydayê Cegerxwîn, helbestvan Yûsivê Berazî (Bêbuhar), ronakbîrê mezin Osman Sebrî, wêjevana gewre Rewşen Bedirxan, dîrokzan Hesen Hişyarê Serdî, helbestvan Keleş, helbestvan Hamid Bedirxan, helbestvan Umerê Lelê, Zimanzan Ehmedê Palo, helbestvan Hadî Behlewî, zimanzan Rezoyê Osê, helbestvan Mihemed Elî Heso, helbestvanê hêja Ehmedê Şêx Salih.. û htd.
*Berhemên wî di warê Helbest, Çîrok, Ziman, Dîrok, Wêje, Folklor û wergerandinê de, li dora (40) pirtûkî weşandiye. Gelek pirtûkên wî destnivîs hene..
Ji sala 2013-2020 de, ew serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyayê ye, Hîn jî, li ser serê karê xwe ye.
Xelata Azadiyê ya Şehîd Miş’el Temo ya salên 2017-2018-an, li bajarê Qamişlo wergirt.

Berhemên wî:
*Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Veguhestina tîpan ji Erebî bo Kurdî; Dilawerê Zengî û Seydayê Tîrêj. Şam, 1984 (Destnivîs) e.
*Dîwana (Pêdarî), Helbest. pêşgotin: Seydayê Tîrêj. Sal:1985.Şam.
*Gramêra Ziman-Celadet Bedir-Xan û Rojê Lîsko -wergerandin-1990. Şam.
*Ji Mesela Kurdistanê- Celadet Bedir-Xan -wergerandin-1990. Şam.
*Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Ji Evîna Çirayên Kevin) veguhestina tîpan 1991.
*Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Li Xelkî Tehlê li Min Şîrînê)- 1991. Şam.
*Mîr Bedir-Xan: Lutfî, wergerandina: E.S. Goranî. Amadekirin û lêveger: Rewşen Bedir-Xan û Dilawerê ZENGÎ. Şam.
*Alîkariya Rewşen Bedir-Xan kir di weşandina hin pertûkan de, ji wan:
-Bîranînên Min, Salih Bedir-Xan. -Name bo Mistefa kemal Paşa. (Celadet Bedir-Xan). -Bîranînên jinekê (perçê didiwan).
*Şerefnameya Menzûm- Cegerxwîn- ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî, û lêveger, ravekirin û serastkirin.1997.
*Ez û Agir- Dîwana helbestvan Hizrevan-wergerandina tîpan 1998.
*Stran, berf û baran -helbestvan Mûeyid Teyib wergerandina tîpan.
* Bedir-Xanî di Cizîra Botan de-Malmîsanij-wergerandin: Gulbuhar Bedirxan û D.ZENGÎ. 1998.
*Berî Heyv Hilê -çîrok- wergerandina Tewfîq El-Huseynî ji zimanê kurdî bo zimanê Erebî. Ji weşanên Mîdiya-Erbîl. 2001.
*Qedrî Can-Helbest, Gotar, Çîrok û Wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Erebî). Çapxana Aras, Hewlêr 2001.
*Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Erebî-2001.Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
* Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî-.komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral. Careke din li Istanbolê, li weşanxaneya Pêrî, 2005- hatiye çapkirin.
*Dîroka Kelepûra Mîrnişîniya Botan. –Mele Xelefê Bafî.-veguhestina tîpan. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Qedrî Can -Helbest, Gotar, Çîrok û Wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî). Çapxana komal, Istenbol-2004. Careke din ev pertûk li çapxana Emîral, Beyrît- Libnan. 2005-an de hate çapkirin
*(Wesenun Lil’işiq) dîwanek ji helbestan- wergerandina: Şêx Tewfîqê Huseynî bo zimanê erebî. Weşandina Dar -Kîwan-Şam -2005.
*Dîwana Helbestvan Yûsivê Berazî (Bêbuhar), Zindan, veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: D.Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral.
*Dîwanên seydayê Tîrêj (Xelat-1, Zozan-2 û Cûdî-3), veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: D.Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral.
*Mewlûda Pêxember –Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: D.Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral. 2006.
*Serpêhatiyên Kurdan-Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: D.Zengî. Beyrût- Libnan. Çapxana Emîral.2009. Di sala 2010-an de, ev pirtûk hatiye wergerandin bo zimanê Erebî, digel nivîskar Tewfîq Huseynî -Şam.
*Muxtarat (Lîqaat we Hîwarat), D. Zengî, Perçê 1-2. Beyrût-Libnan.Çapxana Emîral. 2009.
*Etyaf El-Madî, Daner: D.Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral.2009.
*Bînahî- (Gotar û Lêkolîn, Helbest û Hevpiyivîn), D.Zengî, Beyrût – Libnan. Çapxaneya Emîral.2010.
*Ebdulrezaq Bedir-Xan, wergerandina D.Zengî, Beyrût – Libnan 2010
*Bîranînên Celadet Bedir-Xan. Komkirin û veguhestin: D.Zengî. Bi herdû zimanan /Kurdî-Erebî/. Çapxana: Emîral. Beyrût-Libnan. Çapa: didiwan. 2010.
*Çîrokên Kurdî, Danheva: Rojê Lîsko, Wergerandin ji zimanê Kurdî: Tewfîq Huseynî û Dilawerê Zengî, Şam, 2010.
*Ji wêjeya dozê. Amadekirin û komkirina D.Zengî û Ehmed Şihab. Elmanya- Berlîn- 2011.
*Osman Sebrî. (Jiyan, Tekoşîn û Berhem), Daner: D.Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana: Emîral.Sal: 2012. Bi zimanê Kurdî-Erebî.
*Çîroka Alaya Kurdî. Qamişlo. 2012.
*Pirtûka (Wêjeya Kurdî- Di navbera Rastî û hêviyan de)- Daner: D.Zengî Qamişlo, 2014-an.
*Tedarîs El-Edeb El-Kurdî, Wergerandin ji zimanê Kurdî bo zimanê Erebî, Qamişlo, 2014.
*Pirtûka (Kurd û Kurdistan) Daner: D.Zengî. Bi zimanê erebî, Qamişlo, 2015-an.
*Nivêjên Êzîdiyan- Celadet Bedirxan- Veguhestina tîpan ji erebî bo latînî: D.Zengî- Qamişlo, 2017
*Xwendina Kurdî, Kamîran Bedirxan. Wergerandin bo zimanê erebî: D.Zengî. Qamişlo 2017
*Rewşen Bedir-Xan, (Jiyan û Berhem). Dilawerê Zengî, Qamişlo 2017
*Ji Xunava Bîranînan, (Dîtin û Hevpeyivîn), Qamişlo 2017
*Raperîna Çanda Kurdî di Kovara Hawarê de, Daner: Husên Hebeş, Wergerandin ji zimanê Kurdmancî bo zimanê Erebî: Dilawerê Zengî, weşanxana: Dar, Qamişlo, sal:2017.
*Rewan, (Gotar û Lêkolîn), pêşgotina Dilovanê Deştê,Qamişlo 2017
*Tabloyên Şerefnamê, Ebdulreqîb Yûsiv Zıvıngî, wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî: Dilawerê Zengî, Qamişlo 2018.
*Destpêka edebiyeta kurdî, Mihemed Uzun, wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî: Dilawerê Zengî, Qamişlo 2019.
*Şerên Sasûnê, Osman Sebrî, wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî: Dilawerê Zengî, Qamişlo 2019.
*Qîrîna Mirinê, Dilawerê Zengî, bi zimanê Kurdî, pêşgotina Dilovanê Deştê, Qamişlo 2019
*Dîwana Gulistan, Dilawerê Zengî, bi zimanê Kurdî, Qamişlo 2019

NIVÎSÊN BALKÊŞ