"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mihdi Perinçek

Di sala 1957an de li Dêrika Çiyayê Mazî ku girêdayî Mêrdînê ye hatiye dinyayê. 25 salan li daîreya fermî ya ziraetê bi karmendî xebitî.
Ji sala 1975an vir de li komele û saziyên sivîl ên pîşeyî, sendika, Komeleya Mafên Mirovan,
Komeleya Nivîskarên Kurd; di partî û rêxistinên siyasî yên Kurdan de tekoşîna azadiyê, maf û de­mokrasiyê da.
Di gelek rojname û kovarên Kurdî û Tirkî de gotar û lêkolînên wî hatin weşandin. Hinek
danezanên xwe pêşkêşî civang (Konferans) û sempozyûmê navneteweyî kir. Ji sala 2014an û vir de hê bêhtir bi nivîsandina pirtûkan mijûl dibe.
Bavê sê zarokan e. Li Amedê dijî.

 

Berhemên wî (Pirtûk):

* İz (Bîranîn- Bi Tirkî) Weşanên Lîs, 2015 – Amed

* Kumsor (Roman-Bi Kurdî) – Weşanên J&J, 2017 – Amed

* Kızıl Bone (Roman-Bi Tirkî) – Weşanên J&J, 2017 – Amed

* Benga Bilbil | Dilbirîn – Amadekirin (Helbest) Weşanên J&J, 2018 – Amed

* Boxçika Dilan (Roman-Bi Kurdî) Weşanên J&J, 2018 – Amed

NIVÎSÊN BALKÊŞ