"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Evîn Şikakî

Li bajarê Dêrikê ji dayik bûye, xwendina xweya serekî û navincî, li wir kiriye, li bajarê Qamişlo, peymangeha mamosteyan temam kiriye. Helbest û gotarê dinivîsîne û di malper û kovar û rojnameyên kurdî di weşîne.

Jineke ji axê me!

Bêhna sêvan ji berdilka min tê
Mîna zarokekê
Ji xewnekê difirim yeka din
Ji qehweya sibehê
wêneyên helawistî dîwaran hezdikim
Bi sonda pencereyên kevin
Bejna xwe, bi vegereke nû dixemlînim.


Jinek ji êşê me!

Hêsirên xwe di oxira ezîzekî de dibarîn im
Çiyayekî helawestî, derî dikim
Deriyên girtî çaveriya ti kesî nake
Cih, bi min teng dibin.
Li ber çavên min dîwar hildiweşin
Bêdengiya şevê keser bi keser
Di di dilê min de diçe xwar.


Jineke ji peyîzê me!

Pirtûkên min li ber bayê diçin
Nexşeya bajarên dûr li dora xwe kom dikim.
Li dareke şîn digerim, jêre helbestan bixwînim.
Her ku valahî deriyan li pêş min vedike
Xewnekê li ser teşiya dilê xwe dihûnim
Hemû êşên xwe didim ber guleyan
Xewna xwe derbasî aliyên din yê avê dikim.


Jinek ji deryaya sipî me!

Ji cenga mirinê direvim
Li pey xwe sihikên mirovan
Xaniyên kavil
Rêyên pîr, lêxistina deriyan
Di sibehên cejnê de
Û strana Hoy..hoy..delala dilê min Dêrik buhişte…
Li pey xwe dihêlim
Di bostek av de dixeniqim
Ji dengê xwe têm şûştin
Bêriya xwe dikim
Noq dibin……
Di ava deryaya Spî de
Li binîîîîîî..
Li binî disekinim
Koçberan kêl bi kêl dijmêrim.


Jinek ji agir im!

Navê xwe vêdixim
Ji birîna xewneke dîn
Helbestên Malayê Cizerî
Dostaniya zistanan
Dîlana li ser avê hez dikim.
Hemû deriyên jiyanê neynikên min in.
Ji xwe re dibêje:„Ji mafê min e
mesn e
we sûlas e
we rûba’e
we ma melekt eymanuhûm“
Ez jî, wî têhin dibim ser avê
û têhin vedigerînim.


Qehweyeke sar

Vê qehwê vexwe
Sibeh sar e
Qehwe tiliyan germ dike
Her dema dilê te di wêstgeheke sar de
Ber bi xewnên te yên germ ve çû
Xwe bavêje hembêza helbesteke şîn
ku, aniha ji dareke sewiyayî ketiye
Helbest mêweyên gihayîn e
Helbest dostên dilsoz û xemrevînin
Peyazan ji destê te de diweşînin
te ber bi zaroktiya te ve dibin
Te ber bi odeya te ve dibin
Ew odeya ku, hemû camên pencereyên wê
weke dilê diyîkan şikestîne
Ew odeya bi bendewariyan hatiye avakirin
Ew odeya wekî welatê min tik û tenê mayî
Ew welatê ji mirovên xwe vala bûyî
Weke vê sibehê sar bûyî
Weke vê qehweyê sar mayî.


Nixuriya dara Gwîzê

Delala bavê xwe me
Bêhna deşta Hesinan
herêma Botan
Zozanên Koçeran
Ji destê min tê
Mîna baranekê
Li ber deriyê welateke xerîb dibarim
“Xerîbeka Xwedê me…delala Xwedê me
Li bin dara Guzê me… bi hesreta mala bavê me
Xerîbekê çi goto…? Delalê çi goto….?
Cotiyar çûne çoto û xerîbekê kember firoto “*
Kela dilê min germe
Her cara di ber peyîzekê ve diherikim
Nîvê dilê xwe diyarî axê dikim
Nîvê din jî fêrî nêçîra hêviyan
Nikarim..
Nikarim baweriya zarokekî
bi hatina buhareke şîn bişkînim
Diçim…
Diçim dilê xwe radestî helbestekê dikim û têm
Tenêtî
Dengê mirinê hove
Di gewriya helbestan de kedî nabe
Çavên xwe digerînim
Xewnekê nîgardikim
Welatan ji xwe re hildibjêrim
Dêmên wan kesên ez hêlame …bi bîrtînim
Berî çavên xwe
Yên bi maçan hatibûne girtin vekim
Haj dilê xwe dimînim
Ka hê germe yan na?


Derî

Kurê dareke şîn bûn
Di zistaneke sar de
Bavê min hat kuştin
Her heft xuşikên min jî
Di bazarekê de hatin firotin
Ji neçarî
Bûm xulamê zinadanekê
Di zindanê de
Bi dehan
Aştîxwaz
Azadîxwaz
Belengaz
Rewşnebîr hebûn
Û hin kesên rûyê wan bi gunahan jî şil
li himber êşa wan bê bersiv dimam
nalîna wan dilê minê kunkirî teng dikir
Çavê hemûyan li min bû
Hêviya wan jî dilê min bû
Kilît jî xwedî welatin
Di wê zindanê de
Xewnên min jî hebûn
Rojekê bibim deriyê esmanekî fireh
Li ser hemû aliyan vekirî be
Valahiyê …Bi xewna azadiya wan girtiyan tijjjje bikim
Dêrik
Qewlê min bi te re bû vê buharê
keriyê xewnên min
hembêza asoyên te de mexel bidin
lê mirada me ne bû
ji xewna xwe nayêm xwar
ji buharê piştrastim û baweriya min bi newrozan tê
Tu dibê qey
ez û vî bajarî ji yek babikî ne
Tu dibê qey
Hemû zevî û daristanên wê
pismam û dotmamê minin
Dibe ku, çilkê me ketibin hev
Yan jî ez hevalpiştkê vî bajarî bim
baş nayê bîra min diya min wiha dibêje
Ev bajar
Ciwantir ji buharekê
rengê xwe dide te
tevlî canê te dibe
şêrîntir ji kenê zarokekî
dibxşîne jiyana min
derdan dikezêxe
ji temenê te yê peyîzî
Virtî vala dike
gencîniya êşa te
dihêle dilê bibije taveheyva şevên sahî yên havînê
rûniştina li ber deriyê malan li danê êvarê
ev bajar berhemê giştî yê dilê min e
ev bajar ziman halê mine
ev bajar (kurte jiyana mine).


Efrîn…

Xewn bi destekî man
Hêvî bi çavekî
Tik û tenê ma ev dil
Di tenêtiyê de hemû çav ji girî re vekirîne
Dil jî mîna bajaran dikevin
Dil jî mîna daran li ser piyê xwe dimirin
De bila ..bila ev dil jî gorî wî bajarê ez jê hezdikim bibe Efrîn.


Li welatê min

her kêlîk şûşa dilekî dişkê
bi sedan stêrk dirijin
şev sêwî dimînin
sibeh dîl dibin
li welatê min
azadî li ser piyên xwe diraweste
gul jî derdikevin xwepêşandanan
bêhna xwe ji keçikan dixwazin
li welatê min
xewn jî derdikevin xwepêşandanan
ji kolanên dilan derbas dibin
li ber dergehên bendewariyeke gulgulî
tîrêjkên çavên rojê ne
hew tenêtiyê qebul dikin
dê û bavên wan hatine dizîn
li welatê min
helbest jî derdikeve xwepêşandanan
şeveder dibin rêzikê wê
xwe ji kedîkirinê rizgar dike
bihara temenê xwe dixwaze
li welatê min
xewn… gul û helbest xwe bexşî azadiyê dikin
ez jî wê zaroktiya xwe ya tîr
ji giyanê xwe dikişînim
bexşî welatê xwe dikim
tenê li welatê min.


Tixûb

Dema gul ji destên te diketin…
Dema ez..
Dema tu..
Dema himbêz ji bihna hezkirinê difetisî
Wê demê
Sibeh ji çavê te dest pê dikin
Tixûbên du dilan dibûne yek.


Pênûs

fîxana pênûsên nazik
pênûsên li rûpelan digerin
yên nepen
pênûsên hatine meyandin
bi sirûda “ey reqîb her”
pênûsên helwestên wêrek
yên xwe qurbana hevokên xwe dikin
pênûsên ji temenê xwe mezintir
yên evîndar
pênûsên di nav tiliyan de bi xew ve diçin
yên birîndar
gelo çi pênûs wê têra hestê dayika şehîdekî bike?


Keça kîjan êşê me

ferheng di vegotina birînên min de lal dibin
roj bi derengî dihile
bi hêsrên xwe yê bargiran
derbasî kelîştekên birînên xwe dibim
destûbiratiya rojê dikim
de belkî?
belkî roj
min fêrî xuşxuşa pelên payîzê li ber bayê bike
yan dengê barîna baranê
li seri cama pencera hêviyên min
çav li riyan diqurimîn
çavên birçî
çavên bi hêsir
çavên bi xewn
çavên stêrik ji wan dirijin
çiqasî giran e barê vê sibehê
şirîn e xewna min?
Jana sînorên sincirî
Serpehatiyeke birîndar e… penaberî
koçber dibin em
Ji jana destveqetînê dil dibarin
Kesên ku, nikarin ji welatê xwe dûr bikevin
bajarê xwe li milê xwe dikin û diçin
Zarok penaber dibin
xewn penaber dibin
hetanî ew çîrokên bi şevan ji me re dihatin gotin derbider dibin
ber bi asoyên nebînayî ve diçin
Tenê lingên wan dizane çend gav avêtine
Tenê deryaya Sipî dizane çend kêl di hundirê xwe de danîne
Tenê dildar dizanin çend yar bi şûn xwe ve hêlane
çend buharên welatê xwe di bêrîkên xwe de veşartine
Bi xewna pêşerojeke nû
Bi rê ketin û penaber bûn
Ji mirinê
Ji êşê
ji hêviyên beravêtî reviyan û xwe li sînoran xistin
çilê havînê ye
Dengê hêlma wan ji sînorên sincirî tê bihîstin
Ne dikarin bi refên hechecîkan re bifirin
ne jî rastî nêrgizan dibin
Bajar jî dinalin
kolanên wan yên rûsar
di nav tenêtî û valahiya xwe de digevize
bêdilî û bêbextiye penaberî
xwe tavêjin pêsîra bextewariya wan
ji xwe dipirsin?
Ji kê re man?
Darhinara jiyanê
Û şevbuhêrkên me
bajarên bê xewn
bê henas
ji kê re man?
Kes ma gelo?


Hayko

1
girî… ken. baran. hezkirin
min bi tenê nahêlin
jiyan pir xweş e
2
şev bê malzarok bûn
bi hatina te.
sibeh avis dibûn
3
gul bi gul
hilkişiya pêpelûkên giyanê min
ev bihar…
4
min hemû pencere girtin
perdeyeke ji helbestan bi ser de berda.
çavê te ez ji rê birim
5
pencere dîfetisîn ji hilma evîna me
şev jî,
ji wêrekiya me
6
pêl bi pêl
di rûbarên dilê min de
herikî hezkirin
tî man lêvên min
7
her ku li vî bajarî dibî mêvan
stewr e êşa şevê
8
li hev par dikirin
sozên xwe û hezkirina min
xilas dibû temen
9
ma çiqasî xwe qure dike ev şev!!!
qey tu li cem î?!
10
bê diyarî hat.
lê birîna pênc payîzan
da ber maçan
11
şev ji bêdengiyê hez dike
ez jî,
ji wî.
12
lihevketina awirên çavên me,
kew difirîn ji dilê min
buhar pêşwexte

13
ji bo wî ye,
ev herikîna helbestan
û hezkirina min
14
şev bi stêrkan dax dida
min jî dilê wî, bi maçan
15
tu yê biçî?!
wîî! ma ev bajar wê çawa,
di tariyê de bijî?!


Tewaf

dilê min
xwe bi hestê evîndarekî şûşt
kirasê cejnê li xwe kir
ji lêvên zarokan
kenekî emirdirêj dizî
û
li dora serê xwe
biharkî çav şîn girêda
agahdariya hemî binefşan kir
û
got:
çilmisîna xwe ji bîr bikin
îro emê herin
tewafa çavên efsane.


Bîrîkirin

min bêriya te kiriye
lê bibûre…
xwe nakim bin sîbera rojên vegeriyanê.
ji kêlîkên spî
û bîranînên lêvên qurmizî re çêbûme.
ma tu nizanî min dêmê xwe
bi kenekî ji gezo şêrîntir
şûştiye
ji xunava destê Selwa Cizîrî
û ‘ey av û av’a Feqiyê Teyran
misk û emper kiriye.
Lê dîsa jî min bêriya te kiriye.

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ