"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Hecî Qadirê Koyî

Hecî Qadirê Koyî (b. 1816 Koye – m. 1897 Stenbol) helbestvanekê neteweperwer ê kurd e. Di nav kurdan de weke Ehmedê Xanî yê duyemîn tê binavkirin.

Dûsed Gunahî Heye

Dûsed gunahî heye xellq ba wicûdî kerîm
Emî ke dawye deyda, çi razîqêke, kerîm!

Mepirse derdî xerîbî û lezzetî wetenim
Ewî le destî degiryam emêste boy degirîm

Sewadî sêberî toyan heta nekirde mîdad
Nenûsra wereqî emrî kun fe kane-yî qedîm

Le lay me’arîcî to telixraf û berq û şîhab
Nezîrî rewtî tenaf baze fîkrî teb’î ‘eqîm

Cudayî basî meke fesllî qabeqewseynit
Kemanî ebrûy to bû le bezmî xasî ‘elîm

Xellatî ‘îzzetî lewlake û tacî erselnke
Bes e senay celal û kemalî xullqî ‘ezîm

Xulase nêwî nibuwet le paş rîsaletî to
Mîsalî margezîydey muleqqebe be selîm

Be ber şefa’etî xotî eger nexey Hacî
Lîbasî ke’be le ber ka debê biçête cehîm.


Ey Bê Nezîr û Hemta

Ey bê nezîr û hemta her to yî ke berqerar î
Bê dar û bê dîyar î, bêdar û payedar î

Bo baxî merdî baxî sermayekey xezan î
Bo mezre’ey feqîran sermayekey behar î

To padişa nîşan î bo her sewadî e‘ezem
Bê sedir û şanişîn î, bê perde perdedar î

Xellaqî bêfitûr î, sulltanî bêqisûr î
Rezzaqî mar û mûr î, awdêrî dêmekar î

Feyroze textî gerdûn mesnû’î neqşî to ye
Yaqût û le’lî roj e, estêrekan derarî

Cê û mekanî to ye bê cê û bê mekan î
Leyl û neharî to ye bê leyl û bê nehar î

Her emrî to medar e bo karûbarî ‘alem
Herçendî bê wezîr û bê sedir û karubarî

Sehranewerdî şewqit xurşîd û mahî taban
Dû cariyen şew û roj bê mehmel û ‘emar î

Me’lûm e boçî Hacî medhit deka be kurdî
Ta kes nellê: Be kurdî nekirawe medhî barî.


Destî Min Damênî To

Destî min damênî to ey xamey muşkînnefes
Ba binûsîn maceray hîcranî yarî bulhewes

Dengî murxî dill deyê herdem le dawî zullfî ew
Wek le tarî ‘enkebûta zîrrey ballî meges

Ey Xuda çi bikem? Ecel lem lawe qesdî canî ye
Dilberîş nardûyetî: Can mallim e neyda be kes!

Tûtî hat û îddî’ay şekker fişanî to bika
Heqqî ew dû lêwe girtî hat û kewte nêw qefes

To dezanî xo hetîwît sebir bê Hacî nîye
Boçî men’î lê dekey gewwadî bêdîn hey teres!


Ey Suleymanî Zeman

Ey Suleymanî zeman û şeyxulîslamî enam
Qasîdî rêgey hîdayet hudhudî dana debê

Min humam û qulley qafî qena’et cêgem e
Layiqî peyxamî ew perwîzeye ‘enqa debê

Bo hizûrî qadirî bo çî denêrî makyan
Makyan emrî le ser şahîn le kiwê îcra debê

Wextî peyxamit xurûsêkî hezar poyem hebû
Daye ber şeq qasîdê wa bêcewabî wa debê

Ta hellênê zaxî şeb tawusî hêlkey subihdem
Mezre’ey çerxîş le tuxmî necmî ta awa debê.


Ewe Şahenşeh e

Ewe şahenşeh e bo ‘ebd û paşa
Mu’elleq xeymey eflakî hellda

Eto mesnû’î, çît dawe le sanî’
Le zanînî ewe nadan e dana

Mu’emma ye cîhan îsmî mu’emma
Mekanî îsm e nek cêgey musemma

Be bê dîn î cemalî bê qerîn î
Xelayiq ser be ser îmanî hêna!

Be ba zullfî ke lerzî ta be ta bû,
Le gell lerz û le gell ta bûne hemta

Mutallay dewrî zulfeynî muselsel
Ewendem kirduwe lêm bo be sewda

Le dewrî durrî dindanî beqîmet
Didanî kenduwe lûlûy lala

Le lay min peşm e em zexme heta key
Be zaî’ naçê em sebre le lay Xuwa

Zemanî hall e Hacî hasilî to,
Debête diwênê emrro mîslî ferda.


Her Kurd e

Her kurd e le beynî kullî mîllet
Bêbehir e le xwêndin û kîtabet

Bêgane be tercemey zubanî
Esrarî kitêbî xellqî zanî

Yekser ‘ulema dirişt û wirdî
Naxwêninewe dû herfî kurdî

Ustadî xet in le em sîyane
Wek dî le zubanî xoy nezan e

Mumkîn nîye derbiçê le çengî
Hetta reqem û xetî ferrengî

Sahîb kutub û peyam e her kes
Ême nebê bûyne qewmî çerkes

Kake ême mu’mîn în, ne rûsî n
Boç kifir e zubanman binûsîn?

Mîlletî bê kitêb û bê nûsîn
Xeyrî kurdan nîye le rûy zemîn

Sê qebîle heqîr û bê rûmet in
Kurd u rom û yehûdî gumrrah in

Rom û cû çak e îttîfaqî heye
Kurd e bêxîretî û nîfaqî heye

Cîngeney êre ba û cûdî ker in
Herweku domî ême derbeder in

Lêwe ‘aqilltir in be sed menseb
Kurrî xoyan denêrine mekteb

Êstekê amîranî Kurdistan
Her le Botanewe heta Baban

Lem hetîwanî mektebe n yekser
Kurdekan bar deken weku maker

Wa dîyar e heta ku dinya bê
Kurdekan hallyan debê wa bê

Cû çi qedrî heye le nêw kurdan
Xeyrî lêdan û ciwên û têhelldan

Halletî zêrdestî her wa ye
Nokerî karî çakî bo naye.


Kurdekî Koyî

Kurdekî koyî kewtewe yadim
Pêm gut: Aya çi lon e ustadim

Weku bîstî be mîslî hewrî behar
Hate giryan û pêy gutim: Ey yar

‘Alîmî çakman hemû fewtan
Ehlî fetwa musafîrî mewtan

Takî Qur’an bixûndirê be seda
Rezîye llahu ‘eleyhîm ebeda

Ewî mawin le lêwî kendall in
Cahîl û bêwiqûf û mindall in

Nîye îbnî l Esîrê bête keman
Berdî îbnî l Hîcr bikate nîşan

Pak be enwarî ‘alîm in muhtac
Bêdelîl e emêstekê mînhac

Kes nemawe be xeyrî kam Ehmed
şeyxî me’rûf û ‘alîmî erşed

çak e êsta deka le bo kurdan
Tercemey şer’ û ayetî Qur’an

Waqîyene xizmetî le bo Xuwa ye
çi debû ger be kurdî nebiwaye

Her ke way gut weha mukedder bûm
Wam dezanî ke wa le dîn derçûm

Gutim: Êstaş le ser kerî mawî
ça bû mistim neda le nêw çawî

Kurdî axir billê çî ye ‘eybî
Her kelamî heq e nîye ‘eybî

Lefzî kurdî billaw nebû gird bû
Wa le mabeynî ême da tê çû

Le fesahet bila mu’erra bê
çi qîyamet! Be ermenîş nabê

Be zubanî keç û xetî xwarî
Be cerîde û kitêbî xellwarî

çûne rîzî mu’ezzematî mîlel
Weqt e xoyan hîsab biken be duwel

Ya le gell farisî çi ferqî heye
Bo çî ew rast e, bo çî em keçe ye

Ba wicûdî eger bikey dîqqet
Tê degen kam le kamî ye sîrqet

çunke ême qedîmitir în le ewan
Be tewarîxî cumley edyan

Axir em ‘eqlleyan hebû boyê
Ger Suleymanî ye we ya Koyê

Bûne ustadî farisî û tazî
Na geyiştin be fexrekey Razî

çunke sermaye mallî xellqî bû
Weqtê mirdin hemû be hîç derçû

Eme me’lûmî ‘aqill e û mindall
Nîye ‘eybî munaqeşey emsal

Wek mirîşkê ke ‘eqllî neyhênê
Bêt û hêlkey mirawî hellbênê

Wek bigate kenarî cogeleyek
Nayete şiwênî, bimirê, cocelleyek

Cêy eme wişk e, cêy ewî aw e
Tê dega qînig dirranî pê mawe.


Le Nezaket Kemerî

Le nezaket kemerî wek xetî ehlî hîkem e
Le nebûn da dehenî bê qise ‘eynî ‘edem e

çîn yekêk e le keçî zullfî ke çî aciz e, bo?
Dillî sewdayî xetay kirduwe bo ye nedem e

Maçî ew xunçe deme bê heqî can muhrî dem e
Sallêkî rahî ‘edem bê demî neqşî qedem e

Ger reza bê çî ye bo maçî demî canî ‘ezîz
Tecrubem kirduwe ‘îşret be dem e nek be dem e.


Hebîbî Can

Hebîbî can le ser çî em riq û kîne, heta key bê
Bifermû dengî saz û nexmey mutrîb, neway ney bê

Berî bû dill le ‘alem ta le nêw zullfit muqeyyed bê
îtir ferşî heyat û xoşî yekbare deba tey bê

Be badim da dill û dîn ‘aybet bo badey çawit
Demêke tuşney hîcrim, billên bade peyayeyî bê

Le nez’î derdî fîrqet canî zarim qet xelas nabê
Meger lem kewserî lêwe, billê bo xeste bameyî bê

Le ber sêwî cemalit heq nîye tenha min im mehrûm
Yekê leymûn û yek narinc e, bo Hacî meger bey bê.


Qeseyêkim Heye

Qiseyêkim heye deykem mellê bêtecrebe ye
Ba wicûdî ewî nadane le lay wek geme ye

Muqtezay ab û heway xakî dîyarî Rom e
Ehlî sûtawî me ye, bestey awazî ne ye

Hakimî rêgirî me’mûre ye, qazîy dizî roj
Wizera û wikelay gurg e, re’iyyet gele ye

Sallêkî rîx e eger şêx e eger mêx e, le wê
şêxe her kamê neda ta demirê her dede ye

Zanî û şarîb û lotî degirin; walî dellê:
Berî den parey xoy daye, çi ‘eybêkî heye

Hênde bêgane le îslam in û ehbabî fereng
Mutteqî dêw e le layan, muteşerrî’ şewe ye

Zullmiyan ‘am e le ser ‘amme, re’iyyet fewta.
To meke men’î ‘ewamîl, ke xetay gay bine ye

Her leşa ta begeda tûşî yekêkî nabî
Lêy bipirsî be heqîqet billê: Ceddim eme ye

Lazim e em xezele le wek xezellî bîkene ber
Her weku Hacî eger şar e, weger dîhkede ye.


Neqqaşî Demî

Neqqaşî demî nuqtekî dana be nîşanî
Zanî ke zemî kirduwe bêzar e le manî

Wesfî kemert xeyrî demî to nîye bîkat
Bê nuqte billê ew xetî me’dûm e beyanî

Sûretgerî ser lewhey dîwanî melahet
Dû Yusifî kêşawe be bê ewwel û sanî

Ferqêkî nebû xayetî ew kirdîye sûkî
Zû hat û eto ba’îsî nazit be giranî

Pêm xoş e xezel ferşî qudûmî ‘uqela bê
Nek bîn û le ber ken cuhela lefz û me’anî

îmkanî le kin ew ‘ulemay mû deqellêşin
‘Enqa û wefa bû çi mîyanî çi dehanî

Ta destî neda xencerî neyferû: desa dey
Hacî bikujin xêr e îtir meyden emanî.


Temaşay Qametim

Temaşay qametim pîrî çi lon tîrî ‘esay daye
Diro ye darî gewre wek nemamî taze dana ye

Riqî lême felek, saqî kerem fermû reqî bêne
Riqî wişkî le to naye eman mutrîb le to naye

Le dinya emtî’ey weslî le gell min nakirê sewda
Hemû çîn û xeta lem la le zulfî lam hiweyda ye

Kelîm e ew deme, zullfî ‘esa ye, xettî fîr’ewn e
Yedî beyzayetî gerdin, cebînî Tûrî Sîna ye

Suleymanêk e Nalî xawenî dîwan û ferman e
Nîye kes bête meydanî meger Hacî xud asa ye.


 Şêx Bizeynî
Şêx Bizeynî qisey weku Caf e
Xo keramet nîye emîş laf e

Ew weku ême nîn be îdrak in
Sahîbî nusxey gelê çak in

Weku Behram û Xusrew û şîrîn
Leyl û Mecnûn û çendî wa rengîn

Hemûyan remz û kanîy ‘îrfan in
Fêrî bin çunke xizmî xoman in

»Memozîn« û »Dîwanî« şêxî Cizîr
Gelê çak in be sehlî bênine gîr

Em duwane emêste tercemeyan
Zor e hetta le nêwim ferrengistan

Way bixwênin le wechî muhtacî
Wa bizanin be xoyetî Hacî

Hem rewacî biden le her lawe
Tê negen mirdûm, billên: Mawe

Qet tesewwir meken terefdarî
Xeyrî xîretkeşî û xemxwarî

Kim kesêk zemaney nakes
Daybirrîwim le qewm û qîle û kes

Her min im êsta warisî îsa
Bê jin û mall û bê kurr û me’wa.


Perçem û Fêsî Keçî
Perçem û fêsî keçî to ey ciwan
Tacî keyane û ‘elemî kawyan

Min le xemit rêgeyekim kewte ber
Xwanî beheşt e û seferî heft xwan

Bêjenî çahî zeqenî to ye dill
Rahî necatî felek û rêsman

Tîrî mujet bo dillî esfendîyar
Tîrî gezî Rostemî Mazenderan

Fîrqetî to leşkirî êranî ye
Sebrî minîş leşkirî tûranîyan

Besîyetî sa xwênî sîyaweş nîye
Can û dilit birduwe hem dînman

Hacî ye fîrdewsî kurd, sa etoş
Giwê weku Mehmûd mede qewlî bedan.


Perêşan Zullfî Tatarî

Perêşan zullfî tatarî mîsalî ejdîhay ceng î
Nezîrî seruy kişmîrîyî, qîyamet qametî şeng î

Le şewqî şem’î ruxsar î, le bîmî te’nî exyar î
Le kulbey sîney narî desûtê dill be bêdengî

Le ew lay kes qutar nabê çi mu’mîn bê çi kafir bê
Le em laş kes xelas nabê le hînd û deylem û zengî

Temaşam kirduwe neqşî derahîm serfî memnû’ e
Ke çî qazî îzafey kird be miftî hate ber çengî

Dû marî zullfî şebrengî ke bê bo le’lî zehhakî
Le tirsan pêy deda Hacî Fereydûn textî xoşengî.


Ta Gullî Ruxsarî To
Ta gullî ruxsarî to wek min hezarî ‘aşîq e
Rastîy qeddit le ser ser û sinewber faîq e

Ba le herdû la be zullfit baweşênî lê neka
Mêşî xallit nafirrê pabendî şehdî raîq e

Boçî gull pê nakenê ahim sehabî baxî ye
Girye baranî behar e, nalle re’dî barîq e

şew le daxî ‘arîzit, rîşî spî bû asman
Ger dellêy kezzab e ha burhanî subhî sadîq e

Sunbulî zullfit perêşan e, qedî serut billind
Dill perêşanî pesend e nalebarî laîq e

Hasilî wesfî gullim nayête ser hedd û beyan
şîrînî Ferhad e, Leylay Qeys e, ‘Ezray Wamîq e

Min debê bimirim eger men’im neka Hacî le xoy
Ba cewabî len teranî, xerre Mûsa saîq e.


Wişke Sofî
Wişke sofî billê be şêxî teres
Ba be serma neyê mîsalî heres!

Eceba şa’îrî nenasîwe
şêr û ‘enqa dekate mûr û meges

Ker nebî! Kam piyawî pê xelleta,
Bengirêdan û tabirrîn û nefes

Ferqî nakes le gell segan nakem,
Ha be ’eksî bixwênewe na kes

Hez dekey tê bigeyî le bêdînî
Bibe derwêşî şêxekan be hewes

Her zemanê ke giwêt zirîngawe,
Pêt dellê barî xot bibeste ceres

çend pûlê eger bihênî eto
Qesrit xoştir debê le î her kes

Boçî Hacî nexwênî wek tûtî
Em zubane hezarî xiste qefes.


Xezneyêk e Beytî Min
Xezneyêk e beytî min dû mîsre’im daxistuwe
Kes tema’î tê neka rêgay dizim lê bestuwe

Bîke ber dîbay nezmim ta qîyamet nadirrê
çunke ebkarî me’anîy tar û popî ristuwe

Zahîra beytim le Nalî û Kurdî zor kemtir nîye
Tali’im bergeşte ye, bedbext e bextim nûstuwe

Basî hûr û basî xîlman û perî bo min meken
Wek mehî bêmîhrî xom nem dîtuwe û nem bîstuwe

Nîwe şew ger derkewê wek mahî sekel tel’etî
Wa dezanin aftab û muşterî ser bistuwe

Dest û pêy ew padşahî husne kiwêlem pê dellên
Hênde engustî peşîmanîm le hesret gestuwe

Dill le kuncî sîne da ger xwên denoşê û xem dexwa
Hacî bo qurbanî ‘îdî weslî to daybestuwe.


Ya Îlahî
Ya îlahî be ayetî munzel
Be çiwar yarî Ehmedî mursel

Bê newayanî mullkî Kurdistan
Her le gawanî ta degate şiwan

Le xewî cehl û metirsî û xefllet
Be xeber bên be nexmey rehmet

Pakî derçin le karî nabemehel
Romî rafirrênin bo derî esfel

Hacî ye şî’rekanî wek Kawe
Rojê debîyên direfşî helldawe.


Wekû Roj û Şew e
Weku roj û şew e ferqî gudazî şem’ û sûtanim
Ke ew her şew desûtê, min hemû dem; gerçî însan im

Be texmîn wesfî fîrdews û cehennem boç deka wa’îz
Le sayey wesill û hîcranit be xom dîtûme deyzanim

Le sîrrî hîkmetî çawit geyiştim ba’îsî rûhe
Tebessum mawe tê nagem le fehmî remzî heyranim

Kizey cergim dexîlit bim fîraqim kird ewa mirdim
Desa dey bêre lam satê nemawe tabî hîcranim

Ebû zeydey deka rohim le gell maçî demit emma
Detirsêm wek nîşanim da billê: Hîç e û peşîman im

Ke dûnê hatî fermût bê û nehatim mesllehet wa bû
Ewêste çawekey min çî defermûy bende ferman im

Eger Bexda şika seddî nema darî le ser berdî
Le Decley nagirin Hacî dîyar e coşî giryanim.


Xakî Cizîr û Botan
Xakî Cizîr û Botan, ye’nî willatî kurdan
Sed heyf û sed mixabin deyken be Ermenistan

Wa rêgetan debesrê ‘êlatî Caf û Billbas
Ger mirdûn le germên memnû’ e biçine kwêstan

Kamî kiç û hetîwî şîrîn bê raydekêşin
Hawar debene ber kê peşme dexîl û aman

Mescîd debête dêre naqûsyan mu’ezzîn
Metran debête qazî, muftî debête rehban

Hîç xîretêk nemawe sed car qesem be Qur’an
Peyda bê Ermenistan namênê yek le kurdan

Sertan le qurr hellênin, ehwallman bibînin
çon în le destî zullmî bêdînî dûr le îman

Wellahî summe bîlla, tellahî em bella ye
Her hêndey pê dezanin îqlîmî kirde tofan

Tofanî aw nîye hîç derçê le kêwî Cûdî
Behrî tifeng û top e, însan e behrî ‘Umman

Em qîsseyey ke kirdim nagate çend sallî tir
Em hallete debînin yek yek be çawî xotan

Hall êstêke weha ye meger Xuda be sûkî
Têkyan bida we îlla dûr e le ‘eqillî însan

Herçî weku beyanim bo kirdûn be tehqîq
Peyda debin segane, kam qurr bikeyn be serman

Lem beyne îttîfaqê peyda biken be merdî
Ferqî nebê şiwan û cutyar û mîr û gawan

Ger hîç nebê be oyin nabî’ be dewlletê bin
Bêgane çak e duşmin nek duşminî le xotan

Romî weku benî mûn kes piştiyan pê nebestê
Kewtûne dawî xoyan, sergeşte mawin û heyran

Kiwa walîyî Senenduc, begzadey Rewandur
Kiwa hakimanî Baban, mîrî Cizîr û Botan

Ew ayetey fe sîrû fî-l erzî Xuwa ke fermûy
îcray deken segane bî-n nefsî şahî xoyan

Kiwa ew demey ke kurdan azad û serbexo bûn
Sulltanî mullk û mîllet, sahîbî ceyş û ‘îrfan

Coşêk biden weku heng, tegbîr biken be bê deng
Esbabî şerr peyda ken top û tifeng û hawan

Parranewe û tewekkul lem ‘esre pare naka
Tîre du’ay cewşen peykan e hîrzî meydan

Boçî beşîrî ême ye’nî resûlî ekrem
Hîç ed’îyey nezanî rojê ke deçuwe meydan

Wek Xêwe û Buxara, bellam narrwa be hîmmet
Ref’î biken meşayix, def’î biken melatan

Her şêxê kewte şiwênî yek dû kesî reş û rût
Xellkî be mûr dezanê, xoy hezretî Suleyman

Yektan neçûne gerdiş wa tê degen le dinya
Her padşahî rom e û şahî ‘ecem le Taran

Qutbî zemane Xalîd aware bû weku min
Bê qedir û qîmet û şan, bê xan û man û bê nan

şîr û qellem şerîk in lem ‘esre da, dirêxa
şîrim qellemtiraş e û kalanî ye qellemdan!

Em me’sele meşhur e ger qurr dekey be serta
îksîr e xak û xollî dermallî gewremallan

Tenha ême weha nîn, dîbaçey Mem û Zîn
Hallît deka çi lon e ehwallyan suxendan

Xotan dellên: Eger çî meşhûrî xas û ‘am e
Her rêwîyek gerra bê azatir e le şêran

Sed qa’îme û qesîde kes naykirrê be pûlê
Rozname û cerîde û kewtote qîmet û şan

Binwarre se’î û xîret êsta le dewlletî rom
Xoyan xezînedar in, xoyan tebîb û sulltan

Her diwênê ehlî Sûdan hestane pê weku şêr
Êstêke musteqîll in mehsûdî kullî edyan

Bulxar u sîrb û yonan, hem ermen û qeretax
Her pêncyan be te’dad nabin be qeddî baban

Her êke musteqîll in, kullêkî dewlletêk in
Sahîbî ceyş û rayet, erkanî herb û meydan

Hem heqqyane ermen xîretkeşî yektir in
Wek ême nîn le gell yek de’wa biken be şîran

Bo fennî herb û sen’et, bo zebt û rebtî mîllet
Deynêrine Urûpa gewre û biçûkî xoyan

Hacî kesêke bêkes bo êwe qurr depêwê
Gwêy lê degirin zerîf e, nagirin bella le xotan.


Zemane

Zemane resmî caranî nemawe
çiraxî nazim û munşî kujawe

Le dewrî ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e, zanînî baw e

Eman qedrî bizanin em kitêbe
Le dinya êstekî hemtay nemawe

Le eyyamî heyatî şêxî Xanî
Le ser nusxey xetî ew nûsrawe

Le lay erbabî xoy bo qedir û qîmet
Xezîney gewher e û kîsey diraw e

Le mecmû’î duwel Soran û Botan
Le sayey em kitêbe nasraw e

Le kurdan xeyrî Hacî û şêxî Xanî
Esasî nezmî kurdî danenawe.


Xusrew û Keyqubad
Xusrew û Keyqubad Eskender
Weku Kîsra û Kawis û Qeyser

Hemû têk çûn û pakî fewtawe
Ne sîlah û ne sikkeyan mawe

Waqî’en wa ye wek beyanim kird
Her kesê za be na’îlacî mird

Merg û jîn mîslî sêber û taw e
Ewî baqî bimênê her naw e

çunke herçî le darî dunya ye
Dêt û derrwa, hemûy weku ba ye

Sed şehenşah û padişa mirdin
Seyrî ke kurdî ême her kurd in

Mîllet e baqî, ma beqa fanî
Her le cafî heta be goranî

Hesretim her em e le dinya da
Hacî demirê be dewrîyan naga

Ger be dewranyan bigeyîyaye
Hemû hallî debûn çi derya ye

çi be mensûr û gewherî kurdî
çi be nezm û kîtabetî wirdî

Se’dî eyyamî xoy nebû nanî
Weku min bû gerrok û bê xanî

Êste xallqî le hesretî demirin
Beytekanî le zêrr û zîw degirin

Axîrî rojekîş deyê we’dî
Xefetim bo bixon weku Se’dî

Qazîy nesr û muftîy nazîm
Tê degen ta muderrîs û ‘alîm

Bo tesîhey zubanî kurdane
şî’rekanim delîl û burhan e

Ye’nî ta mawe şa’irî xerra
‘Alîm û ‘amî daxî bo naxwa

Lakîn ew sa’etey be rehmet çû
Qurr depêwin dellên: çi hîkmet bû!

Peşme Hacî were weku caran
Bêrewe ser hîkatetî kurdan.


Were Seyrî
Were seyrî bizane lawî koyî,
Meh e danîştuwe ya seru we royî

Heyase û pestekî lay nêwe şanî
Ke way şîrdax û fês û camedanî

Be yexmay dawe xerqey şêxî hîndî
Rîda û teylesanî neqişbendî

Ke bîstî seydî dill lem dewre baw e
Le penca cêwe şestî zullfî nawe

Dillî wîstim dû çawî, danî xoş e
Dillim naye dillî bişkê, nexoş e

Girînim wek şewî payiz be taw e
Gullêkim biwe û le baxan da nemawe

Mellê xem gewre ye ya girye wird e
Eme gerdaw e, ewyan awegird e

Bes e ey xame ba em base pey bê
Were ser basekî wa faîdeyî bê

Emane qîsseyêk e zor kiraw e
Weku awî şewê tamî nemawe

Gelê sall e ehalî şarekey Ko
şew û rojê le gell şêxanî bêpo

Mîsalî agir û agirperist in
Desûtên û hemîsan deyperistin

Le ‘ehdî “ker nebî” ta dewrî “ga kiwêr”
Le giwêy ga nûstû n, zor heyf e bo şêr

Le kin xotan fillan îbnî fillan in
Le dinya ayîn û oyîn dezanin

Ke çî keç meşrebêkî bêdîyanet
Be hîle mil denête ber ‘îbadet

şerî’et ger bizanî ya nezanî
Weku ker deçine bin barî giranî

Le meş tenha nîye sûç û xetatan
Le kesbîş xafill in mîslî melatan

Le Bexda bo çî xorma bêt û leymûn
Le bo derman le şar bê ronî zeytûn

Le dewrî kullî baxî şarî Koyê
Dûsed bin darî zeytûnî be coyê

Le êwe kamtan bû êk dû barêk
Bikate kîseyek yaxud xerarêk

Dû pêy lê da le kola mîslî doşaw
Weku ron ronî zîtûn bête ser aw

We ya key nêjrawe çend nemamek
Le narinc û tûrunc û her meqamek

Bizanin şîn debê, nabê, be ber dê!
Le cêgay germ û sardî çî be ser dê!

Beraw û erzî êwe kîmîya ye
Durr û gewher gezo û mazûy çîya ye

Me’adîn xatirî to bê le gell kan
Genimtan zêrr e hetta zîw e zîwan

Rejûy wa porr û xwê û newt û gogird
Le kêwî êwe da ko ye weku gird

Le beynî mîlletî xotan beyarî
Biken teqsîmî şax û darûbarî

Dewen axir debête darî gewre
Merrî lerr xidmetî bo goştî çewr e

Le dinya da ewî baqî bimênê
Le ‘uqba da gunahî pê nemênê

‘Eta ye û husnî xulliq û îttîhadî
îta’ey ‘aliman e û şêxî hadî

Xerîkî kasibî û karî hellall e
Be xeyrî em ewanî tir betall e

Ewaney mullkî xoyan kirde dewllet
Weku bit deyperistin cem’î mîllet

Mîsalî êwe bûn yaxud weku min
Ewan bo çî pîyaw in ême wek jin

Sikender bo çî çarçaw û dûser bû
Fereydûn fîl û Kawe şêrî nerr bû?

Le dunya her kesê hesta be hîmmet
Fereydûnêk e, Eskender miruwwet

Le sayey şî’rekanî wek Ferîdûn
Demênê Hacî ta dewranî gerdûn.

NIVÎSÊN BALKÊŞ