"Enter"a basıp içeriğe geçin

Rêxistina Paralel û Kurdên Paralel – Mervan Serhildan

Hinek şik û guman hene ku wekî çimê pirsnîşanekê di mejiyê mirov de diçikin û divê di serê gavê de û binê gavê de tevî çim û çengan, pirs bên kirin. Hinek ber û bergî hene ku bêyî şik û gumanê naçin serî, nabihurin; hinek deqên tarî jî hene ku divê bên lêpirsîn û lêkolîn; dema sedemên tarîtiyê neyên zelalkirin, roniya heqîqetê nayê zevtkirin. Şik û pirsnîşanin hene ku divê bi wêrekiya lêgerîneran bên berzkirin; hinek kemêl û qilêr hene ku divê bi hêviya zelalkirina nirxan û bi hêviya paqijkirina exlaq û wijdan bên ragihandin; herwiha hinek gemar hene ku divê bêyî tirs û xof bên kifşkirin… Şikin hene ku di bin bîra mirov de wekî pirsa “gelo rêxistina paralel çi ye û kurdên paralel kî ne?” hildidin û li pêlên şolîkirin, nixumandin û veşartinê diqewimin û ji serê mirov zingîniyekê tînin. Ezbenî divê em bipeyivin, em rexne û xwerexneyê bikin, em heqîqeta xwe zelal bikin; na ku nexwe, em di zûtirîn demê de rabin, bi şahidiya dîrokê xwelî û ariyê li serê xwe kin.

Di van hefteyên dawîn de hinek kesayetên rêzdar ên HDP’î ku di asta hevserokatiya bajaran de xebitîne, li bajaran hevşaredarî kirine û bûne şahidên hetîketî û sosretan; bi xwebawerî û berpirsiyariyeke girîng şaşitî, santralîstî û tehekumkeriyên ku hinek rêveberên partiya wan di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de kirine, ji nû ve xistine rojeva kurdan. Ev kesayetên girîng dibêjin ku di pêvajoya hilbijartinên herêmî de navenda HDP’ê bi rêbazên dijdemokratîk mudaxeleyî pêşbijartin û xebatên diyarkirina namzetan kiriye û di encamê de hem dengên ku partiyê werdigirt kêm bûne, hem jî gelek şaredarî ji dest çûne; lê mixabin, rayedarên ku berpirsiyarên vê têkçûnê ne jî nehatine diyarkirin û darizandin. Bêguman ligel van sernavan gelek binikiyên din ên elîtîst û santralîst jî hatine rexnekirin, encax sedemên şaşitiyan ji aliyê sosyo polîtîk ve bi berfirehî nehatine analîzkirin. Bi hêviya ku vê valahiyê dagire di 2019an de me pirtûka bi navê Paradîgmanin Înfazi nivîsandibû ku hûn dikarin ji vê lînkê deynin û bixwînin: https://www.bernamegeh.org/2020/04/20/turkce-pdf-kitaplar-indirin-yada-okuyun/

Bihesibînin, herî kêm 250 sal bûye ku gelê kurd ji bo azadî, wekhevî û serxwebûnê têkoşiyaye. Gelo çima li hemberî tehekumkeriya tirk, ereb û eceman bêkeys maye; ligel ku herî kêm bi qeysa wan xwediyê dîrokeke qedîm e, ligel ku herî kêm bi qeysa wan xwediyê danheviyeke dewlemend û afirîner e, ligel ku bi dehan caran serî hildaye, gelo çawa û çima hê jî jar û bindest e? Ezbenî divê em bipeyivin, em rexne û xwerexneyê bikin, em heqîqeta xwe zelal bikin: 1- Hemû geşedan li ser dika legalê qewimîne, 2- Siyaseta legal a kurd di nav xapandin, nixumandin û serobinkirinan de çûye xwarê, 3- Şik û guman mîna mîrkutan li serê mirov dikevin ku di her partî û rêxistineke kurd de, ‘rexistineke din’ heye; ango rêxistineke paralel di hundirê partî û rêxistinên kurd de digere û ev heqîqet jî dewleta kûr işaret dike. Bi kurtasî, ‘destê dewletê dirêj e’. 4- Li Bakur feraseta şoreşa kurd li ser stûnên xweserî û dijnavendîbûnê hatiye damezrandin; encax partî û rêxistinên sivîl û demokratîk navendî, elîtîst, eklektîst û pragmatîst tevdigerin, 5- Heta îro şaşitiyên tije matmayîn û binik herî pir di nav HDPê de rû dane û ev kiryar tenê li bajarekî, li herêmekê nemane; li tevahiya wargehên Bakur û bi awayekî bêrist û bêrêgez pêk hatine. Lê dema ku em bala xwe didin kiryarên partî û rêxistinên din ên kurd, em li heman hewldanên paralel rast tên; em di cî de diqutifin, diqurifin, dihelin û em di nigê nig de vedigerin û xweziya xwe bi HDPê tînin; ev çi bext e ku tevahiya rê û rêçekên me di newala mixabinî, tofan û qeyranan re dibuhurin. Ev çi bîr e ku bi qeysa ava zelal, qîr û qirêj tê de digewime. Gidiyano, ev çi dinya ye ku di riya berjewendîparêziyê de, di riya bidestxistina meqam û mewkiyan de, hinek kurdan di lîsteyên paralel ên dagirkeran de dihetikîne; ev çi karesat e ku hinek kurd bi mejiyê ‘rêxistina paralel’ hatine dagirtin û li dû ‘înfazkirina paradîgmaya kurd’ digerin; ezbenî ev çi gosirmet e ku serok û rêveberên Kurdistanê hay ji vê çarenûsa xwe, me, we û gelê mazlûm nîn in? Ev çi feleka xayîn e ku her baskeke siyaseta kurd, qaşo partiyên “sivîl û demokratîk” in, lê baskên din dikin hedefa şikandin û rûxandinê; yek li dû tunekirina ya din digere lê her çi hîkmet e ku hemû baskên legala kurd jî bi sond û qeseman soza firînê didin li war û wargehên Kurdistanê.

Ma tenê partiyên siyasî di bin giraniya ‘rexistina paralel’ de diheciqin; ma hûn jî ji vêya bawer bikin? Li min bêkeyso; bi dehan, bi sedan û belkî bi hezaran kurd dizanin ku di çapemeniyê de jî, di bazirganî û pîşesaziyê de jî, herwiha di qada civakî, çandî û olî de jî heman rêxistin û heman paralelî heye; lê yên dizanin bi benê bêdengiyê xwe xeniqandine û noqî gola bêmecalî û bêtaqetiyê bûne. Bi vê helwestê belkî xwe ji mirineke hetikber rizgar kirine lê gelê kurd jî bi xwe re di nav binikiya behra bextreşan de şikandine. Kurtasiya kurtasiyê; di nav gelê kurd û siyaseta kurd de heta ku rayber û zeynel hebin, di nav kurdan de heta ku kurdên paralel hebin; dagirker jî hesabê serok û rêberên gelê kurd nakin, îradeya kurd nasnakin û ‘her û her’ wê serweriya xwe li ser kurdan ferz bikin.

Ez zanim ku hûn ê bipirsin, “Kurdên paralel gelo çawa û li ku xwe vedişêrin, vedidizin û manîpule dikin?” Ez bi gorî, di bin tirs û xofa ser xwe de, çavên me kûr dibin, em rastiyê nabînin; an jî ligel ku rastiya beloq di çavên me radibin jî, em çavên xwe digirin, em awirên xwe direvînin, em hiş û dêhnê xwe bi reşdesmala tarîtiyê dijidînin; em nabînin ezbenî, em nabînin. Paralel nabêjin, ’em paralel in’; lê rêgez û bîrdoziya azadî, wekhevî û serxwebûna gel şolî dikin. Gotin, vegotin û talîmatên serok û rêberan bêwate dikin; li ser gotinê, ger serok bibêje “Mervano bi danheviya xwe, bi vîzyona xwe, bi tecrubeya xwe û bi afirîneriya xwe nikare wekîltiyê bike, nikare berpirsiyariyeke wisa ragire, ne di wê astê de ye ku îradeya gel temsîl bike” û hinek derdor û dînamîkên partiya wî ya legal jî heman kesî bi wekîltiyê tacîdar bike, ev kiryar ‘bêwatekirin’ e, nasnekirin e; ger ez, tu, ew, ê din û hemû şahid bêdeng bimînin, ev rewş jî ‘kûrbûn e, nedîtin e, xwexapandin e, xwexeniqandin e; şikestin e, şikestin’!.. Bala xwe bidinê, ger rojnamegerek wê baweriyê bide ku hêviyeke dahatûya çapeniya kurd e û ji nişka ve bi krîza dil bimire; ma dibe heyran, ma dibe ku em qîma xwe bi ‘rapora tipa edlî’ ya dewletê bînin; ma dibe ku em lêpirsînekê, lêgerînekê nekin, ma dibe ku em lênûskekê daneynin ber xwe, nepirsin û nenivîsin: “Dêran e li min, ma çima em ewqasî hêsan dimirin; çima şêr û şepalên me yek bi yek ji nav diçin û bêkêrên wekî me jî her dimînin; çima em curhet nakin ku ji bo zelalkirina şehadetên xwe lêpirsîneke rêveberî jî vekin; çima di asteke bêsînor de em ji saziyên pergalê bawer dikin ku dewlet jî di wê astê de bi saziyên xwe ewle nabe?..” Em serê hev neêşînin, heqîqetek heye; rêxistina paralel di tevahiya partî, sazî û rêxistinên kurd de cirîdan dide: Paralel, perelel, pirelel!.. Rêxistina paralel di pêşbijartinan de jî û di kar û xebatên rûtîn de jî organîze tevdigere; armanca wê ya yekemîn kesayet, malbat û dînamîkên dilsoz û welatparêz ji partî û rêxistinên kurd biqetîne. Di pêşbijartinan de taktîkek wê ya klasîk ev e: “Partiya me biryar wergirtiye, her kî dengê xwe bide ‘Welî’ û nede ‘Elî’ xayîn e; herwiha her kî vê biryarê bike mijara niqaşan jî, xayîn e!”

Siyasetmedarên HDPî ji Agiriyê û heta Elîhê kiryarên paralel çiqasî rast, zelal û curhetkar vegotine ku ev helwesta wan a rêzdar, bi tena serê xwe jî hesabpirsînek e. Ezbenî divê em bipeyivin, em rexne û xwerexneyê bikin, em heqîqeta xwe zelal bikin ku kurdên ‘paralel, perelel, pirelel’ kî ne û ne kî ne, derkeve holê…

18.08.2020   Mervan Serhildan

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ