"Enter"a basıp içeriğe geçin

Klama Bavê Ûsiv Begê

Axayo gurban, malê me danîne eslaniya xopan devê belekya,
Xezal xanimê, korê nemayê, rabe emê vê sibê temaşe kin qeyd û
zincîrê van girtiya,
Feleka bavê Ûsiv, syarê Gewiro felekeke pirr girane,
Nava hezar hevsid malê hesiniyada welgeryaye,
Axayo de nabe, de nabe, êla hesinya girane, bêy te nabe,
Sal zeman xirabe, Ûsiv zarre pê hil nabe.

Axayo qurba, malê me danîne li zozanê esleniya xopan devî golê,
Mîratê Gewiro vê sivê derê golêya ketiye mistekolê,
Xezal xanimê korê nemayê,
Xwezila xêra xudê, mîrê mirazara bavê Ûsiv, siyarê Gewiro, neyî
nexweşeya li nivînê,
Bira girtî bûya, destê wî bigirtana bidana welatê Alî osman, Siltan
Hemîd kambaxa vê Sitembolê.
Axayo qurba, malê me danîne eslanya xopan li vî çîyayî,
Xezal xanimê, korê nemayê, serra girtiye ewire, nave sayî,
Xwezila xêra xudê, mîrê mirazara, bavê Ûsiv, sîyarê Gewiro nava
koma pizmaman da bigerya xêr û şayî.
Axayo de nabe, de nabe, êla hesinya girane, bêy te nabe,
Sal zeman xirab e, Ûsiv zarre pê hil nabe.

Ji Reşîdê Baso

NIVÎSÊN BALKÊŞ