"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Ferhadê Içmo

Ferhadê Içmo di sala 1960î de li bajarê Qamişlokê hatiye dinyayê. Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye. Di sala 1984 an de bawernameya bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirtiye. Helbestvan di 8ê xizîrana 2017an de li Qamişlokê çû ber dilovaniya Xwedê.

Kalkê Min

Kalkê min
digot:
ji evînê pîstir tine.. !!
lê… piştî…
min evîn baş naskir
ez li ser
temenê kalkê xwe
giriyam…


Civînek Netewî

Ji ber tirsa zindana,
û yaseyên awarte
Ferat, Xabûr, Ceqceq
Dicle, Hêzil, û Zab
dûrî welat
eşkere dighên hevdû
ji bo rondikên Aras
civînek netewî
berî windabûnê
li dar dixin.


Dergehê Azadiyê

Piştî ku şûna destê min
di dergehê azadiyê de
hate kolan
yekitiyê pencera xwe vekir
û… got:
mane ji mêje ve
min ji bo te gotiye:
pêşî li deryê min de.


Dirî Xaç

Têlên bi dirî
sînorên…
welatên cîhanê,
diparêsin…
lê…
xwe kirine xaçek… !
û dilê min,
kirine çar perçe… !!


Jiyan

Dema
jiyan pişta xwe
dide mirov
serhildana kul û êşa.
kefenê xwe
diçirrîne
û kêlên xwe
dişkîne.


Kurd Kujî

Bi qupîna tivinga yekemîn re
pîrekan lîland.
û min qîrkir:
gundîno rabin serhildane… !
piştî ku me…
diyarê li pêşiya mala derbaskir,
em li çi binerin… !
di navbera du êlan de,
şer û kujtin û talane… !


Nîv Bi Nîv

Îro serî saxiye
Sibe qîr û gaziye
kula dilê her yekî
li vê jînê nêvciye

guhned zêr û dolara
bibîn rewşa itara
jiyan pelek roniye
bi kulîlkên bihara

bihar bihara dile
ne nêrgiz û sorgule
bihar tê wek her cara
lê dilê me bi kule

kula dil bê dermane
dermanê rast viyane
ê dilê wî bi kul be
kulîlk jêve xuyane

xuyane gul û kulîlk
li pêş çava her kêlîk
me ji dest xwe berdane
çi ji dûr û çi nêzîk

nêzîk ji me bi dûr ket
em şiyar bûn xewn raket
ew hêviya hîn çêlîk
ji hêlîna xwe derket

derket xwe berda ezman
kund û qertel lê civyan
hêvî ji jor hate xwar
bask û serî l’hev geryan

hêvî tenê ne bese
ê bê dost be ne kese
ê bê war û bê yar be
li ba xwedê terese

hêv’yê biçîn nebêj tew
guh ned pirsa hek û lew
ê ji sibê bitirse
naghêje gula bedew

hêvî gule sed car ax
xebat ave emin ax
bik û bispêr ê li jor
danwa li ser werîs rax

raste werîs zirave
tu bi hiş û bi çave
xelk ji heyvê derbasbûn
lê dewla te bê ave

dewl bi pîna xemilî
tîş û perçe bûn gulî
li ser rez û werzên hev
em tevde bûne kullî

di werz nema yek dendik
darên rez jî bûn textik
piştî wan rez û werza
em bûne şîva beytik

hinek şîvin hin paşîv
li nav hev ket zêr û zîv
sitûna me hate xwar
ji ber kurmê Nîv Bi Nîv

Nîv bi Bîv ka çi bende
rêzanê wê lewende
geh li vir û geh li wir
tim rêwî û revende

revendekî bê zozan
di xwaryê de xweş hozan
Eflatûnê kurdaye
li ba wî kesê nezan

zanebûna bê behwer
zuha dike şaxên ter
dûre ji vê rêza reş
kesê bi bîr û perwer

kesê Perwer li pêşe
berê wîna li kêşe
ji nav lêvên axîna
kul û derda dikêşe

kul û derdê me yekin
birîna kevn venekin
dara bav û bapîra
ji binîde jênekin

jêkin şaxê hişk û zer
donê gazê berdin ser
arî ji wî çêtire
heger rokê negre ber

yê bê ber be li jînê
sebtê dispêre înê
çendî rind û ciwan be
ne hêjaye nerînê

biner li rewşa hingê
bûye nîşana cengê
her yek xwezya xwe tîne
bi wê naz û çelengê

çelegî qet ne rehe
por bi meqes û şehe
çendî tengî dûm bike
dawya şevê Sibehe

sibeh kanya hêvyaye
tişt di tûrik nemaye
heger çê be peyva min
ji yezdan ve xuyaye

bi hêvîme ji yezdan
me dûr nexe ji kerwan
kulmek ax ew bide me
li ser xakê Kurdistan

ro ket zerkê bû êvar
zivistanek rût û sar
dawya not û pêncaye
malik va bûn sed û çar.


Dikim Nakim

Dikim nakim
têlên tembûra min
koknabin…
dikim nakim
perdên şaş
ji cihên xwe
ranabin….
û sazbend bi carkêre
bi ser cihê
kerkê têla
venabin…
ezê çawa
sirûda azadiyê bêjim.
û bi ser de
kwînêrên serê til’ya
dernabin!!!…


Evîn

Tenê…. evîn…
kare bihêle
ku evîndarên rêwî
li hev dû vegerin
û…
ewrên kînê
ji ezmanê perweriyê
bar kin.


Kurdo!

Kurdo!…..
kengî tê şiyar bibe,
ji xewnên,
par û pêr û do!…….
heta kengî tê binive
li ber awazên,
“Felekê çima te li me wakir“
û axînên bi şewat, bikşîne
di ber pey’vên
stirana “ Derdo “ !……
het kengî…….
wê dergehê serê te
girtîbe,
hember peyva rast û dirist.
lê peyva derew, di dilê te de
weke xurêl û zîwanê,
ji yekê..
dibe sed û dido.!!!!………..
mane vaye,
kerwanê çerxê bîsta,
bi giranî
koça xwe barkir.
û başbazirganê,
çerxê bîst û yekê,
gazî te dike,
serê…. xwe…. rake…. merdo
va… ez hatim
serê xwe rake kurdo !!!….. !!

Kurdo!…..
kurdo bipirse:
çima hetanî îro,
tu maye li paş…..
bi hezarên sala
te qeraşî ji xelkêre dikir,
lê rokê Ji roja..
te ji dil nexwestiye
ku tu bibe xwedî.. aş!!!….
piştî“Saykis û Bîko“mirin,
nû te xwe naskir,
û tu ma mat û şaş. !……
rokê ji roja,
te ji xwe nepirsî:
çima ev laşê min,
dibe tîfil û telaş………
ka li Caldîranê,
te ji kêre nêçîr dikir..!!
te di ber kê de weke mêrxasa
dikir qêrîn û şabaş!……..
dawî……
di navbera, Lozan û Sêfir de,
xelkê li te şikandin,
hetanî bi hestiyên laş!!!!……
erê…….. kurdo..
hîn jî tu dibêje:
sed mixabin,barê min girane.
û berê min,
ketiye kaş!…….
erê….kurdo……

Kurdo…
ji berî ISA de.
li ser riya,
kerwanên hevrêşim.
te xwe kiribû
dergevanekî lewend!….
rokê ji roja,
dilê te nebijiya,
bac û xeracê,
te tazînekir
dest… û…zend!!……..
di peyre….
li ser agirê,
BABA GURGUR,
laşê te şewitî
û xwîna te,
ji xelkêre bibû,
Ronak û Elend. !!……
erê….kurdo….
serî rake û bibîne,
ça….wa….
li ser sînga dayika te
îro avadibin,
ev….. Avbend!!………
ez bi tirsim
tu di nav avêde bimîne,
masîkî rêbar…
yan li ser avê tu bibe,
bazekî revend!!…….
rabe kurdo…
li cîhan seranser…
bûye dîlan,
bûye govend…..
guh ned rondikên SEBA,
guh ned nalînên NEWA,
guh ned..,
giryê Saza
NEHAWEND…


Pêşmerge

Li bin siya, sor guleke şermîn,
bilbilekî perîşan…
hêlîna xwe rakir…….,

li bin siya, dareke pir şîn,
cotkarekî dilovan….
xan’yê xwe avakir,……

li bin siya, peyveke şêrîn,
helbestvanekî biyan….
helbesta xwe hûna,
û tevna xwe li bakir,……

di bin siya..
pêşmergakî dil bi xwîn,
miletekî bê xwedan…
Ala xwe hilda,
zozanê xwe rizgarkir,
û welatê xwe azad kir!…


Dema

Dema baxên rastiyê,
bi erzanî,
li ser tingê dîrokê,
ji bo diryên derewa,
dibin qurban….

Dema rewan gurî bibin,
û raman genî bibin,
û ewrên hêviya sitewr bibin,
û nema ji wa bibare,
yek dilop baran….

Dema tîrên rojê,
bi dizî!!.
derkevin û herin ava.
û heyiv xwe vedize,
ji keriyên sitêr û sîtava.
û çeteyên riya kadiza,
talan bikin dilê bûk û zava.
û dilopên xwînê bibarin,
ji çavên Yezdan……

Dema qehreman û mêrxas,
têkevin kewara! ! !
û dizên pelên dîrokê,
bi weynekî..
bibin..
serkêşên talan û hewara!!
û xwedyên xamên jehrîn,
bi zora..
navtêdan û piştgirtina fermandara
bibin nivîskar..
bibin helbestvan!!…..

Dema zarokên biçûk,
li sikaka..
bi serê neyar sûnd buxin!!
û pêşmergên kevnar,
bi zikreşî,
li gasîna..
xwîna hevdû vexun!!
û zendî ji bo bazirganiyê,
ronîvro..
termên pakrewana,
ji bin axê derxin!!
û bifroşin!!!!
bi nerxekî erzan!!…….

Dema partîzanên me,
heta nîvê şevê,
ji çayxana venegerin!!
û rêzanên me,
li ser masên meyxana,
weke mirîşka,
di xewre herin!!
û zêrevanên me,
bibin qehremanên yariyên,
pokêr û konkan!!!……

Dema şivanên me,
eşkere..
bibin dostên gura.!
û dûşivanên me,
berxên salê,
bi nezanî bidin bi çekura.!
û bêrîvanî,
ji tirsa..
dernekevin ji hindira.!
û keryên me,
di meha gon de,
bimînin bê beran!!!…..

Dema tawanbar,
bi serbestî bibe..
fermandarê dadgehê.!
û yase,
êvarî..
bi hêsrên hejara,
xwe tahir bike,
ji gunehên sibehê.!
û welat tevde,
bibe zendan!!!…..

Dema bav..
guh nede,
nalînên zarokên xwe. !
û dîrok,
bibe..
nêçîrvana çîrokên xwe.!
û zarok,
birevin,
ji hembêza,dayikên xwe.!
û befir..
nema bibare,
li serê zozan!!!…..

Dema desthilata çara,
bibe..
kodikek vala.!
û rastî, li çola.
mişext û ewarebe,
bi roj û meh û sala.!
û kurdayetî,
bibe cudabûnek,
ji dibistana bav û kala.!
û welat perwerî,
bibe..
gunehekî giran!!…….

Dema xwediyên şella,
bibin..
qehremanên çîrokê.!
û cih..
ji bo hejara nemîne,
li ser tingên dîrokê.!
û kevokên sipî bimrin,
di navbera,
çenên, terez û teyrokê.!
û teraziwa dadvaniyê..
bibe..
zirnazîq û hêlan..!!……

Dema tivingên pêşmerga,
li paşya sînora,
bêne firotin.!
û kincên..
zarokên pakrewana,
ji ber pîna..
nema bên dirûtin.!
û tiving,bi tena xwe bimîne,
li çiya,
bê mewîj û bê tûtin.!
û berkên tivinga,
ji guranre..
bibin diran..!!……

Dema…..
malzarokên xewna,
hişk bibin!.
û li pêsîrên hêviya,
bibe payîz,
û zuhabibin.!
û sibehên, biharî..
Heng, ji xewa şêrîn,
ranebin!.
û çardehê, Nîsanê,
şaxik nepişkivin,
û gul û çîçek,
venebin!.
wê çaxê.!…..
bera………………
yezdanê dilovan,
ji ezmanê hefta,
sê fatîha bixwîne,
li ser….
kavlên kurdistan..!!


Erê Bira

Ne bi destê xwe
em hatin
jiyaneke pûç.
razîbûb…
di navbera
me û wê de
bûye wek evîna
ar û ardû.
ji ber bersivên çima
em bûne perîk
li ber bayê
qederê…


Kirasê Rengîn

Min…. nizanîbû…
ku ez bihara rengan,
ji dor bejna te…
birevînim…
wê qêrîn
bi payîzek şermezar keve.


Ne Ez Tenê

Ne ez tenê…….
evîndarê çavên te me…….
di nav pencê destê mirnê.
ne ez tenê,
pesindarê lêvên teme…….
di zindana reş û sar de,
di nav pêtên ag’rê har de,
ne ez tenê,
hêv’ya roj û şevên teme…
ey Dîlbera jar……,
sîh hezar hezar,
mane dîl û jar,
li pey navê te,bûne evîndar,
ne ez tenê,
teşî rêsê, lavên te me…….
ne ez tenê,
nêçîra nav davên te me…..
ne ez tenê,
evîndarê çavên te me……..


Şerê Dîka

Bi berbangê re…
keleşêrên cîhanê
tevde dixulxulînin…
lê..
kelekok û kelebayên me
ji şerê hev diwestin
bi ser birînên xwe de.
di xwe de
dinihirînin…!?


Şîna Seydayê Min

Seydayê min, ez çi bêjim
Herkes zane mirin tal e
Mirin çûnek bê vegere
Rêbarînek bê heval e
Mirin tirsa dilê şad e
Rewan ji ber tim dinale
Jiyan baxê xewnên xweş e
Mirin tê de ne ti fal e
Zanistiya tev li rastyê
Ji xwedî re bilind al e
* * *
Seydayê min serî rake
Dost û heval tev li virin
Sed mixabin seydayê min
Rojên mirî nazîvirin
Kesên wek te ji milet re
Her ronak û rê û pir in
Pêtên finda dîroka te
Bi mirinê venamirin
Li bin axa goristana
Gelek hêvî dihêwirin
* * *
çava digrim seydayê min
Di bîr tînim rojên berê
Rewanê te li ber ba ket
Weke tûmê kelemperê
Kenê lêva hîn xuya ye
Li ser pelên wê defterê
Kê bîrdibir tev li kefen
Tîrêj here ser oxirê
Ê ku sehkir bawer nekir
Tenê gotin erê erê..
* * *
Erê jînê serê rake
Ka te çikir bi vê kînê
Pel û pênûs hîn dinalin
Ji ber êşa yek birînê
Ji wan xêza em têrnebûn
çav tên şûştin bi nerînê
Cej`n û sersal mane sêwî
Li ber kêla Mem û Zînê
Bi mirinê em tên sotin
Kes têr nabe ji evînê
* * *
Ji bîr nabe seydayê min
Ji bo rastyê tu nîşan bû
Pêncî salî ji ber BEKO
Tu rêbar û perîşan bû
Li ser rêça azadiyê
Serbilind û xwedî şan bû
Di Payîza helbesta me
Tu kaniyek bi weşan bû
Geh tu mey bû geh tu ney bû
Tu serkêşê serxweşan bû
Sitêra te bi xwezya re
Ji ezmana xwe berda xwar
Baxê kenê dêm û lêva
Bê deng maye xemgîn û sar
Li omîdên dilê riswa
Berî esir bûye êvar
Pelkê şermîn li ser şaxa
Gazî dikin ev e bihar…?
Vê Adarê ferman rakir
Hespê peyvê ma bê siwar.


Şûr

Heger….
tu cihê xwe
li nik min
nasnake…
rahêj şûrê xwe
û sînga min
biçirrîne…


Werzên Evînê

Min tu naskir
dema ku ewrekî rêbar
di singa ezman de digiriya…
min bêriya te kir
çaxa ku bilbilekî evîndar
di nav
Nêrgiz û Nesrînan de difirya…
min ji bêrîkirinê hewarkir
gava ku gundiyekî xewar
bi ser kaya bênderê de dibûriya…
min pêjna te kir
piştî ku zîzbûneke sar
di hêlîna
hechecîkê de dizûriya…

Jiyana Ferhadê Içmo

NIVÎSÊN BALKÊŞ