"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Kevok Mizgîn

Di 13’ê Mijdara 1977’an de li Êlihê ji dayik bûye. Ji malbateke koçer e. Ji sala 2008’an ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye.

GORISTAN

Min dil
Goristana miriyek hêja û ezîz e
Min dil
Ne baxek ji lalezar e
Ne jî bûstanek gul lê mişt e
Ku reng bide dêm
Rûyê min bibeşişe.


SIRÛDA EVÎNÊ

Ey xwedanê xewnên dilê bi evîn
Di dil de tu mîna teyrikê berbangê
Sirûda eşq û evîniyê dixwînî
Hest û daxwazên evîniyê li dil dirêsî
Min ji xewa şevê mehrûm dikî
Di tariya şevê de li kenê te digerim
Li awirên te difikirim
Peyvên te berhev dikim
Tu min bi jiyaneke bi watedar
Û nediyar ve bi rê dikî
Tevlî jiyana çûk û teyrikan dibim
Bi şalûl û bilbil re
Bi dest xwendina helbest û strana evîna te dikim
Ey yar te giyan kir bengî
Raman kir bestî
Te dil girêda bi benek zexm û qewî.


ROJA DIL

Ronahî û nûroja emrê min
Her tu siberoj î
Qet naçî ava li asîmanê dilê min
Her çiqas çavên min biniqin
Mijang hevdu biramûsin bi xilmaşî
Û rakevin xewê
Qet li dil nabe şev û tarîstanî
Ronahî û nûroja emrê min
Tovê eşqê li zeviya dil şîn û geş e
Her wek ku dem bihar be û heyva avrêlê be
Dil dargula gulberoj e
Ronahî û nûroja emrê min
Ti wextî tu yê nebî duh û pêrê min
Her wê nûroj bî li werzê dilê min
Qet ti dem û demsal
Wê te nebin ji fikr û ramanên min.


TU Û XWEZA

Hîva berî muxribê
Ku hêj ro neçûyî ava
Bedewiya xwe dide der
Di nav pelên ewran de
Zeviyên zer bûyî û xwezayê
Dixemilîne bi şewq û şemala xwe
Min serxweş dike bi xeyalên te
Dil di nav hestên evîn û hezkirinê de
Wek ku li hespekî rewan siwar be
Serxweş dibe ji bayê evîna te re
Zeviyên zer bûyî
Dibin guliyên porên te
Û li bedena min dilefin
Her ku li bedena min dilefin guliyên porên te
Bêhna te ji xwezayê difûre
Û li nav guliyên daran
Çûk bi awazê te dixwînin
Di hîva dêmzêrîn de
Diramûsim sîma û rûçikên te
Bi ramûsanên te ez serxweş dibim.


RIHANÊN ME

Li bajarê xerîb tu her êvar dibî stêrkek
Xwe li şibaka eywana ez lê rûdinim digirî
Ez dibim mîna çivîka di qefesê de
Ji azadiya xwe bê hêvî
Ez nikarim fir bidim bi ber te ve ji şibakê
Fihêt dikim siwala dilê xwe ê li nik te mayî bikim
Nizanim ka ew rihanên gava min qesta te dikir
Bi tilî û pêçikên xwe ên nazik berhev kiribûn ji te re
Te di dilê axê de çandin ji bo evîna me şîn bibe
Ne jî te li ber tava havînê hiştin û bûne pûş
Moriyan ji hev revandin ji bo qûtên xwe ên salê.


NOŞÎCAN BE

Di xemkêşiya xeyalên te de dijîm
Henaseyên bê te
Tifikên êgir ava dikin di nav dilê min de
Tu dibî kebaniyek çeleng
Dil didî bistê û bedena min dipijînî
Ji dêvla meya sor
Qedeh bi qedeh xwîna min vedixwî
Ji mirina bêmiraz re
Kar û barê koçkirina rihê min dikî
Vexwe ji te re noşîcan be
Eger tu dilşa û bextewar bî bi vî halê min.


DILÊ MIN

Ez ber bi welatek dûr û biyan ve diçim
Nizanim
Ne dilê min li dû min dimîne
Ne jî tu mayî
Li kêleka min î çepê
Şîn û girîn e.


ŞEVÊN BÊXEW

Şevên bêxew
Li temenê min dicivin
Va şeveka din jî bi dawî bû
Li temenê min
Rûniştî me li şibakê
Li hilatina rojê diseyirim
Ez li şibakê û ro li şibakê
Dil ji min dûr li nik te.


NAVÊ TE

Dema navê te dibihîsim
Di nav dilê min de
Erdhejek diqewime
Hestiyên min dihezizin
Can û bedena min direcife
Wek darek payîzî
Ku ji bayê pelweşîn re
Bêtaqet dimîne.
Navê te yî şêrîn di mixê min de
Wek dengê ku li çiya û tehtan dikeve
Di hiş û ramanên min de olan dide
Bi hestên hezkirina dilînî ji xwe ve diçim
Û dilê min ber bi himbêza te ve koçber dibe.


BIHARA DILÊ MIN

Eşq û evîna te
Di zeviya dilê min de
Mînanî tovê genim e
Her heba genimekî heft simbil e
Her simbilekî sed genim e
Jê cudahiyek heye
Genim salê carekê
Li bihara şîn dibe
Lê bi eşq û evîna te
Li dilê Kevoka bask şikestî
Her tim bihar e.


WELATÊ BINDEST

Kulîlka te
Li ser çavên min
Bibore delalo
Ez kulîlkan naçînim li dil
Lew li welatê min
Bilbil şervan in gul bê helbest in
Keçên rû heyvîn
Bi temesî û bi kofiyên reş in
Mêrxas û egît
Bi bextê reş in
Bibore delalo
Kulîlka evînê nede destê min.


ERÊ DILO

Erê dilo
Va cardin bihar e
Xwezayê himbêza xwe vekiriye
Ji germahiya tîrêjên tavê re
Ro ketiye keft û leftê
Amadehiya fîstanek kesk
Ku bi her rengî kulîlk lê hatî neqişandin
Jê re difesilîne
Erê dilo
Va cardin bihar e
Kulîlkên sor û zer dibişkufin
Şalûl û bilbil
Dengbêjiya lawijên evîniyê dikin
Çem û rûbar melûl melûl dinewirînin
Fîkefîka bilûra şivanan
Ji bin siya daran tê
Erê dilo
Va cardin bihar e
Dêhna xwe bidê ji bayê demê re
Ku çawa li du dildarbûyînê tu diherikî
Wek lîlava berfa li bin keviyên taht û zinaran.


JANA JÎNÊ

Teşîrêsa jana jînê me
Teşî û gulî her bi dest min e
Bê navber jana jînê dirêsim
Tayê xwe bi sê rengan reng dikim
Bi keser û bi axîn ala pîroz çêdikim
Nîşana welatê min
Destmala sorxwînî ye
Nexş û nemûşên li ser
Ji keskê rengê biharê Û zerê roniya rojê ye
Ey xwînmijên çavnebar
Ta kengê ez dê çêkim Ji bo bigrin ser
tabûtan Dayikên me wê bigrîn
Û binalin mîna pepûkan.


GORISTANA PEYVAN

Bi xeyalên te dijîm
Bi axînên te dom dikin
Şev û rojên bê cudahî
Bi şevê min dil avzêma xeyala ye
Bi rojê baxê xemşîn e
Temen tarûmar dibe
Ji xweziya bê miraz re
Rewan her di sêkrata mirinê de ye
Dil goristana peyvên bê gotin e.


LI BENDA DIL

Ji rondikên bêrîkirinê
Çav zuwa bûn
Bûn kortik û gelî
Mijang bê rewa man
Tev de bûne hejik û strî
Ey yar tu yê kengî werî
Dilê min bînî
Û li dilê xwe vegerî.


XWELÎDANIK

Sedem te ye
Şîn û reşe ewr asimanê dilê min
Bûyî stêrkek
Ne diteyîsî ne wenda dibî
Te kevçika dilê min ji xwe re kir xwelîdanik.


BILA HILÊN HÎV Û TAV

Li bilindahî û ferehiya asîmanê sînga te
Ez şevekorî û bêmeferim
Xwerê reşebayek bi baroz im
Bo venişim li tehtê sînga te
Û xwe li bejahiya dilê te bigirim
Bide sahkirin bi min gotinekê
Bi axavtina awirên bi bişrînok biaxiv
Bila hilên hîv û tav
Qene bi reşikan rê ya dil ez bibînim.


HESKÎFA DIL BI XEMNAK

Belê Heskîfa dil bi xemnak
Ji hinga olan û qêrînên taht û terîşên te
Bi guhê erş û asîmanan gihan û vir de
Çemê Dîcleyê ji ber fedîkirina ku nekarî bû
Te biparêze û ji te re bibî çeper
Nema karî bi kirasê xwe ye birqok
Li gelî û cobaran bilîlîne
Kaniyê li hembêza wêna di êwirîn
Weka zeriyên dilmayî
Ên bi ber mala bavên xwe ve tên
Bi rondikên rengherî qesta wê dikin
Û bi ser de dimeşin
Belê Heskîfa dil bi xemnak
Şikiyaye mirêka stêrkan
Di zikê şevê de
Hîv bê şûştin û veşûştin maye
Belê Heskîfa dil bi xemnak
Ji kêliya tu ketî ber şek û holên zilimkaran
Ên bêbext û xwenenas ve
Çemê Dîcleyê wenda kir ciwanî û zelaliya xwe
Û qermîçok xwe ji dur ve didine jimartin ji rûçkê wê.


ROJÊN BÊ TE

Ji benê bîryêkirina te mihilî nêka teşiya dil
Va diteyise bazinê bûşberê di zenda asîman de
Ji hejmara kevirokên rojên bê te
Tûrikê hilawestî bilêv û lêmişte.

Jiyana Kevok Mizgîn

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ