"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Dengbêj Mihemedê Mîrzo

Mihemedê Mîrzo an jî bi navê Mihemedê Mîrzoyê Eme Kelaxê bi texmînî di navbera salên 1890an û 1900an de hatiye dinê. Navê bavê wî Mîrzo, diya wî Gewrê ye. Ji eşîra redkî ye û ji Îdirê gundê Hesexan e. Navê jina wî Çillê (Çillêya Hemzo) ye. Kurapê wî Sedo mala xwe ji Îdirê bar dike diçe gundê Sarzêpê ya li Erdexanê. Hinek xizmên Mihemedê Mîrzo niha li gundê Qazî ya li ser Agiriyê bi cih bûne.

Yek ji dengbêjên mezin ê dema xwe bûye lê mixabin ku di dema wî alavên qeydê tunebûne ku dengê wî bê qeydkirin. Di alaya Resûl Begê neviyê Gulî Cewer Axa de dengbêj bûye. Dema ku alay çûye şeran wî li pêşiya alayê kilamên wêrektiyê (wek marşên îro) gotine.

Ew di navbera 1910 û 1915an de, di dema xelayê de diçe Giyadînê gundê Tewleyê genim bikire, wî dixapînin dibine gund û dikine mêvanê xwe, di xewê de dikujin û pereyê wî hildidin. Mixabin ku nayê zanîn ku çi anîne serê cinyazê wî, cihê gora wî nayê zanîn.

Dema ku Mihemedê Mîrzo tê kuştin kurê wî Usiv hê 1 salî ye. Jina wî Çillê (Çillêya Hemzo) piştî mirina mêrê xwe mecbûr dimîne vedigere mala dê û bavê xwe. Dema Usiv heyşt salî dibe koçî gundê Qazî dikin. Piştî Serhildana Agiriyê cihê gundê wan ê Hesexan tê qedexekirin ji ber vê nikarin vegerin Hesexanê. Usiv bi diya xwe re bi salan gellek zor û zehmetiyên mezin dijîn.

Kesên vê demê jiyane behsa dengê Mihemedê Mîrzo dikin û weha dibêjin: ” Xwedî dengekî nuwaze bû.”

NIVÎSÊN BALKÊŞ