"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Latif Epözdemir

Latif Epözdemir di sala 1956’an de li Sêrtê, gundê Minar hatiye dinyayê. Di sala 1974’an de li Dibistana Bilind ya Perwerdeyê, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî  kuta kiriye. Piştî 6 salên mamostetiyê, di derbeya 12 Îlonê de hatiye girtin.

EW

Ferek gûl di xana gûlan
Gûlferek gûlxan bu ew.

Dûmanek di rojina malan
Dûkelek duxan bu ew.

Ciwar di malbata kûlan
Agirek kûlxan bu ew.

Di şer de heval di gel riman
Leşkerek şûrzan bu ew.

Dil kawil li ser esmeran
Esmerek dilxan bu ew.

Serokê eşîr û kom û gelan
Serwerek serxan bu ew.

Her dilşa bi kêf û seyran
Dilberek lerzan bu ew.

Berxweder bi rêz û erkan
Xalidêk Cibran bu ew.

Çehv hevreng di gel ebruyan
Çehvreşek ebru qeytan bu ew.

Bi didaran mestkerê lawan
Wek xewnek mêvan bu ew.

Dil di dest mîna xezalan
Kûmeytek rewan bu ew.

Zengin ji hizin û cemalan
Serwetek giran bu ew.

Bi bejnek zirav wek dara bîyan
Bedewek ji Mêrîvan bu ew.

Her seferber di gel aşiqan
Gernasek şervan bu ew.

Mij û sayi di Nîsanan
Tavîyek baran bu ew.


NUROJ

“Adarê adarê /Bilbil çû serê darê /Gazî kir li biharê”
Sosin û beybun li gulşenê kubarin
Berfin û nêrgiz kemerbest û kofixwarin.

Teht û terazin necat bune ji berfê
Ta ku neyê bihar can û dilê wan dertê

Kulîlkên nûza , di çilwirin li kaşan
Mêrg û çîmen sermest dibin bi coşan.

Eger dünya her tim di bin nîrê reşemê
Wisan bindest omrek çawa dimeşê.

Nuroje êdi rojek nüye ku destpêke li bihare
Şilîya berfê bilez û bez kaş dibe ji nizare.

Dilê bêkes, nemîne melül û bende di male
Tev huri û u perî , hazirin jê re bibin hevale.

Nuroje ku lewra her kes xwe davêje deşt û beyaran
Mil bi mil in keç û xort , jin û mêr ,ji eksê neyaran.


HÊVÎ

Metirse û nebe bêhêvî ku şev her tim tarîk û reşin
Jibîr neke tu caran ku ax jî reşe,lê gûl jê şîn dibin.

Eger hemu hêvî birevin û hemçax nemîne qet mecal
Dem, ew dema mirinêye,lew kûta buye jîyana delal.

Madem her dibêjin ku hêvî qetek nane ji bo birçîyan
Lewra dixwazin bişkênin tim hêvî û qinyata neçaran.

Nedar, hêvîyê dikin nan û dan ji xwe re,bi xewn û xeyalan jîyana wan dibore
Eger hêvî di gel xewn û xeyalan nebi, rewşa reben û bindestan gelek zore.

A ku here dawî mirov winda dike, tu dizanî ka çîye.?
Ya ku mirov bi jîyanê ve girê dide,teqez hêvîye.

Bira, hêvî, ne tenê kelamek reng xweşik û manîdare
Bê gûman ew ji bona hemu insanan yar û yarîkare.

Hêvîya xwe nebre ji dehatu û jîyanê ne be dilsar
Dinya her yeke,nîne li tu derek,bi vî rengî erdnîgar.

Hêvî, niviştek bê hed razdare ku,bi şev û rojan, mirov li du xwe digerîne,
Ey mirovê dilpak, her tim hêvîdar be, pêwendîya xwe ji hêvîyê neqetîne.


HEVDİTİN

Kî yên nevan, girtin derî, ez bêxeber li hindûr
Kîne mêvan, ser vî serî, lew hatine ji rêya dûr.

Şermezaran, ser berjêrin rûsor bune ji şerman
Dil vekirî li taqê piştê, di nav derd û azaran.

Dilber niha kofî xwarin, kena xwe dikin bi min
Ku wextekî rêz bi rêz bun, hemu li ber derê min.

Ji bo yaran eger rojek pêkwerînim komcivîn
Ji beşdaran kes namine ku dil ne şelandibin.


QESİDE

Bimjim ji ava heyatê herdem, bi guman û xeyal
Bi histêran av bidim hêvîyê , naçar û bê mecal

Wan herdu tîran qelaştin singê min bume birindar
Mam li ser zemînê bê kes û bê dost û bê yar.

Hewara min bo we ye kesên dilperoş û dil bi xem
Rojê teng dûv kurtin,xweşbîn û hêvîdar bin her dem.

Ger bi sotê wek sêla sor di hundir de cerg û hinav
Xemgin û bêzar nebin hergiz, wê bigêje menzilê av.

Her çend ku bê wefaye yar, bêdad û hevalkûjer
Disan jî hêjaye ku mirov li ser, ji dîn were der.

Tiştê ku ez qal dikim neki yasa, ev tenê qesîde ye
Dakeve derya evînê, mest bibe bi coş , heqê te ye.

Li dora te perwanene di çar werzan yar û çarîyar
Disan jî çehvê te kesî nabîne, xêncî wê yara nazdar

Sed heyf û mıxabın ku tu, bê miraz mayî li dinyayê
Şens û taliê te tunebu, feleka xayîn li te kir cefayê

Başe pismam bo çî wiha bê sebeb, hevçend gili û gazin
Ma kes hene ku awazên bi vî rengî , ji te dixwazin.?

Lo hevalo bes bi nale, êvare êdî , berê xwe bide mal
Ji xeman tu ,ji dinyayê bi dûr ketî, buyî mat û bê hal.


DİLÊ ŞAİR

Disa îro pir xemgîn û di nav qeyrane dil
Her çend digel gulên rengîn, lê bi giryane dil.
Dûr ji yarê, şêt û şeyda fenanî miryane dil
Ketye zerya ax û zarê, bêkes û perîşane dil.

Bendeye êş û azaran , berben û serwindaye dil
Amanca tîrê kujaran, reben û bê emane dil
Kula dilê neyaran, bê tawan şermendeye dil
Barkêşê sal û zemanan, nebez lê westaye dil.

Xwe parast ji zerbê tîran, egîd û patrewane dil
Xwîn alast ew ji birînê, fêris û pehlewane dil
Hekîm hatin ji Helebê,nexweşek bê dermane dil
Seretan girt ji elemê, çare nîne bê mecale dil.

Let let buye ser heta pê parêv û biryane dil
Can dikşîne ku ta girtiye bi ax û fîxane dil
Ji destê yarek bêdad, cefakar û sitemxware dil
Malik li xwe kirye mirat, bê sitar û wêrane dil.


YAR

Xweşik û nazik delal e
Bi hizin û cemale yar,
Lêv şîrîn û rû bi xale
Hogir û hevale yar.

Mîna nêrgiza şimale
Bêhed bi bejn û bale yar,
Terkeder û der ji male
Bêkeys û fesale yar.

Bi lerzan karek xezale
Bêfersend û mecale yar,
Şeddat û bêhed celale
Yek nefer bêemsale yar.


FESLA BİHARÊ

Av giştîye darê, wextê avdar e
Berfîn çîya dagirtine gûlale li nav kemîn,
Av di xûl xûle,ji kaşan bi xar e
Bi çoşin rûbar, zêde bi kêf û seyrane zemîn.

Vebûn sosin û beybûn dem bihar e
Çîya û banî dibêjî qey xalîçeya rengîn,
Derd û kûl ji serê bircan hatin ber bi xwar e
Tu xalekî nemaye ji zivtana reş û xemgîn.

Keça Kurd êdî rûken û kubar e
Dildarê xortane sermest û bi sewda û bengîn,
Bilbilê şeyda dike zare zar e
Li ser tevgera dilê pepûk bi giryan û dengin.

Bêrîvan li bêrîyê şa bi berx û kar e
Kebanî bo taştîya palan bilez û lezgîn,
Têna tavê berf heland li zinar e
Bi berxwedana dil bune yek û ser hildane berfîn.

Moz dikin li deştê, pez û dewar e
Hosta nîr û misasa çê dike ji dara gûrgîn,
Bermalî li mal mehqûl kofî xwar e
Cotyar bi hore hor,dîsa daye pey gayê cengîn.

Dîsa (hozan)Letîf diponije li ser kar e
Ketye nav fikr û mitalan winda di derya berîn,
Malxwe ya malê pişt daye diwar e
Temaşe dike tim li hilm û gulma axa zengîn.


ROHÊ MİN

Rohê min gîyayê biharê ye
Li bindestê berfa çîya,dîl û bêmecal;
Ez li ber fermana wî her tim kemerbeste me
Mina zarukek berşîrim bêfêm û bê zewal.

Rohê min,bibize,wek tavîya baranê ye
Li ber serê min diğere di tarîtîya şevan de
Ez nizanim ka gelo mexseda dile wî çîye
Destê xwe ji pêsîra min venake,min bernade.

Rohê min destmaleke di sandoqa ciyazan de
Li benda dîlanê, bêsekan diçe û tê
Ez bêhal dikevim ji ber derd û keseran
Ew li berxwe dide mîna leşkerek çê.

Rohê min çivîkeke li deşta Şengalê
Dema ku zaruk xwin dimjin ew jî, li wê ye;
Hestîyê bab û kalan dinalin,li bin pê
Rohê min, goştê xwe dixwe,bêkes û bi tenê.

Rohê min agireke ku xwe dişewitîne
Dildax dike bedenê, bi alava xwe
Ezê neçar, xwegirtî û bendeyê wî me
Nikarim tevbigerim bi tena serê xwe.

Payîze,
Payîzek zer,
Kulîlk li daran bêmecalin,pel bêkeys û fesal;
Yek bi yek der bi derin,
Ji belengazîya min re
Histêrên min bêkes û hestên min penaberin,
Ji sed dilopan, yek ave, not û neh keserin,
Dil ketîye giryanê
Payîz dîsa lê rakirîye fermanê.
Ez bayêkim îro li çîyayê Şengalê,
Bayêkê bêmefer,
Bêhna xwînê dagirtîye seranser,
Xwîna bêpar ji jînê,
Xwîn a ku derî digre li evînê;
Ez bayêkê melûl im
Xwezayê dihejînim,
Hêvîyan vedijînim sehara sibê,
Hêvîya jîyanê,
Hêvîya lipê manê..
Ez bayêkê sêwî û bitenê
Mina pergalek payîzê digrim şînê,
Li ser terme belengazan dikim baweşînê.
Ez bayêkê rengezerim,hemdemê payîzê,
Di nav singê Şengalê rêwengî û piyade
Mirin j imin dur nabî, jîyan dev ji min bernade.


MİROV

“Eger bira li pişta bira bî, meger qeza ji xweda bî.”

Mirov, rastîyek şaxşikestîye li benda jîyanê,
Li ser enîya şeve,mirov kemerbestê xewê ye.
Rojên biharê bi pele ye,zû tê u diçe
Mirov dilgirtîyê av u hewaye.
Di şevên dirêjên zivistanan
Mirov dibe gernasê xeyalan,
Îro ne do ye u siba ne bi renge îro ye bêgûman
Wext ne ew wexte, dem gûherî
Av ketîye axê êdî, kêr geyiştîye hestî.
Mirov wek bazek perr şikestîye
Di cehda man u nemanê de.
Mirov vîyanek dijrabere li ber bayê zilmê ser hildide,
Zilim serniviştek bêşerme
Dagirtîye bi ser singê keçikên Çizîr u Gewerê ve
Ku roj li wan kirin şev u bi şevan herimandin di çehvan de xewê
Mirov hasile ji dû dilop avek heram
K u di neh heyv u deh rojan de dibe goşt u hestî.
Jîyan hînî mirov dike teda u zordestî
Lê bêşensîyeke reşe bindestî.
Mirov li ser van dibe xwedî meram.


QESÎDEYA JÎYANÊ

Ber bayê ruhanî ketine, amde, hilgirtîne tevr û bêr
Ji dinyayê yeqîn bêhêvî ne, ava dikin her mizgeft û dêr.

Di jîyanê nedîtin ne rojeke xweş, ne jî, xêr û bêr
Ber bi xêrgehan hilkişîyan, gav li jor û gav li jêr.

Betalkirin xebatê şahî bicî hiştin, ku ga dikeve erdê pir dibin das u kêr
Ber lipêş tenya beheşt mebestin, yek li dû yek tev jin u mêr.

Qaşo tu ferq namîne di mirinê, zayend her yek dibin, çî jin û çî mêr.
Her çend bi seza u gunehkarin, ne li bîre zahir tawanên do û pêr.

Bi gengeşi u telaş temen diborînin, rojek birçî rojek têr,
Xewê bi gencîneyan heram dikin, xeyalê wan zîv û zêr.


TEMBÛRA MİN

Tembûra min
Tembûra min,xemrevîna dilê bi mereq
Were,em herin serê qerecdaxê û hinek bêhna xwe berdin,
Bila sewt û awaza me, mîna bayê sibê dagre deşta Herranê,
Bila bi zinga zinga dengê dilê me, bilerzin mêrg û çîmenên Kurdistanê.

Tembûra min,
Ez nizanim ka bedena te ji daretû,yan daregûze,yan jî, ji dara gûrgîn
Tu wekî xezaleke kûvî,her tim digerî di daristana dilê min de
Tu buyî wargehê derd û kûlê min ; buyî serkanîya keserê min,
Tuyî, nalîn û awaza nava dilê min di kela kela rojên havîna de..

Tembûra min,bilorîne,
Bila dengê te,bibê hêvî û sitara hejar û neçara
Û xwe berde deştê, bigêje belengaz û nedara;
Bila mal û eyal, êl û eşîr,bi dengê te şîyar bin ji xewa sala
Bila rabin ser pîya digel awaza te dîlanek bigrin, dîlanek bêhempa;
Her kesek şa be, dilşa be,kêfxweş û dilxweş dest bi dest wek xwişk û bira.

Tembûra min,bilorîne bila hawîr sermest bibe bi lerzîna te,
Bi sewta te a xemhêner,bila dildar bikevin xewn û xeyalan
Û per û baskê wan çêbin, helbifrin herin ba Mem û Zînê
Yek bi yek gilî bikin derd û azarên vê jînê.

Tembûra min,bêdeng nemîne
Ez bi dengê te dimeşim di nav berîstanên dîrokê de
Dibînim ku gelek dilketî, hezkîrî û desgirtî sitûxwarin
Gelek pêşîya wan ji , bê miraz himbêz kirine axa sar.

Tembûra min,
Lorîna te kezeba dişewtîne,gurçikan dihelîne
Lerzîna te pelê dilan direcifîne,
Lê, nesekine, bilorîne û bilerzîne,
Binewrîne bila hiş ji seran werin der, sewad dakeve çolê
Aqil bimîne bêkes û sêwî di mejîyande.

Tembûra min,bê sekin û seqar
Bilorîne bila dinya bibe şaduman,jîyan bibe Newroz û seyran;
Bilorîne,dengê xwe berde banê bilindê asîman,
Bila awaza teya melûl bigêje Cizîra Botan, Ararat û Cûdî û Sîpan;
Bila bi dengê te bihsin,niştecîyên Rojkan,Serhed û Xerzan, Dimil û Milan

Tembûra min,tuyî mecala min,serokê hêvîyên min
Tuyî pal û pişta min di vê jîyana bê fesal de
Tuyî xemrevîna dilê min,hevderdê min,
Tembûra min, tu hevhalê minî, di halê min…


HAL Û MERC

Cana hela dêna xwe bidê li her der serhildanek bêdeng
Dîsa yeqîn êş û eleman dorpêç kirîye vê Gerdûnê.
Lewraye Gûlşelîl û Leylûper di xewê de mane dereng
Ne dilşa û şadane di xemê ,melûle dara Zeytûnê.

Teyir û tûr, rûhber û ajal di biharê mehtel mane
Ka gelo çima ewqas maye sitûxwar kûlîlka Beybûnê?
Berfîn û Nêrgiz digel Sosinê,wê rojê rabûn pîyane
Di roja xîretê de, bune piştevan di sengerê hebûnê.

Eger naxwezî li ser singê xwe,hergîz pî û reşpotînan
Li çar alî,di çar werzan;ji nû aj bide tu jî ,hebûnê.
Ma heq, ji te re jî ne heqe,bêpar mayî ji azadîyan.?
Ez ezî na, lê, yekîtî vedike derîyê serxwebûnê..

Binêre li kû? erd û axa kî kirne çar perçe bê riza.?
Sazûmanek bê însafe ku berê te daye tûnebûnê ,
Êdî bese,heta kengê serî xwarkî li ber mûariza?
Jîyanek serfiraz mafê te ye,ne tirse ji zanebûnê.

Bab û kalan ,bi salan te hiştine bê paytext û bê ala
Mixabin serketî nebûne bo pêkanîna hevrebûnê,
Were tu ey bira, ne beze li dû xeyalên pûç û vala
Mirazek bihêle ji bo zarûkan sedem bi bîrnebûnê.

Beralî bike mafên biçûk,wek Xanî mezin bifikire
Bila bi keda te kuta bibe dewra şer û pevçûnê,
Nav xîreta axa Kurdistanê serê xwe bilind bigire
Ku hergav kef û şadî bistîne dil,ji hinav û derûnê.


DİLPEREST

Ketme mitala vê yarê
Bi xeyalan bûme mest,
Badeya ku di pîyalê
Ket ji destan, cam şîkest.

Bo dîdarek çûme layê
Şerbet ji lévan vexwar
Bi yekcarek ketme tayê
Can dikêşim bi hewar.

Çûme jorê bes bibînim
Anî ber min nan u dan,
Ez bi gorê bey nemînim
Min fedayê roh u can.

Mame di seyra bejnê de
Şev ta sibê, ji pîya,
Mesté xala ser gerdenê
Ketme çîya, wek dîna.

Kom bun li min, xem bi carek
Dil u cerg naçar sûtan,
Kente şêwrê bi dîdarek
Çavêd reş, birwê qeytan.

Wê min kir amanca tîra
Bi wan çavên tîravêj,
Ez jê re ketme tekbîra
Heta meha Gelawêj..


EY MELEK

Merheba yar, sed Melek fedayê te bin pir gelek
Serwe bejnê, di lorine u tê jî, birca belek,
Tasek şerab bi dest daye, dev u lêvên bimbarek,
Hiş u sewda ji min birye, dil sutaye bi carek
Ewê dil sûtaye iro, qefesa sing, mina pêt
Ki agir pê daye gelo, mejî kirye din u şêt
Ew Melek e, tasa şerabê, bi ser singa ve rêt
Lewraye ku dilê reben, teşrifata wê dipêt.
Dilê reben di gazine, ser lê buye mat u gêj,
Omrê fani di tenyayê, sax namine wa dirêj,
Te ez kuştim bawer naki, didi ber tira, tu hêj,
Ya min rake, himbêz bike, yan, ji dilê xwe bavêj.

Bawer naki, dîlê dil im, şev ta roja, li çolê,
Bê hiş mame,bi feryadim, qet nayi der, ji malê
Singê te, qefs u qedaye, roj, pora te di honê
Reben ez im, mina evdal, dilê wêran li holê.
Tev Melek kuştin bi qestin, çavên belek ser seri
Şev u roj bi şer mebestin, li ser singa berberi
Evindaran, xwe parastin, dikin secde li ber deri
Na mije kes, ji kaniya av- zelal a kewseri.


ŞİRET

Beşer xweş be wek fanosa evîn ê
bi keyîne bi kûlan tu birîn ê
Xwe sisit neke ji jîyanê tu hergîz
Ew ben e te girê dide bi jîn ê.

Mest nebe qet tu bi rengê şerab ê
Were der tu ji xefleta serab ê
Xwe bike bin bar û derdê evin ê
Winda neke hiş jî ser û derûn ê.


SERWENAZ

Lûleya tifengê, ku hêj, sar nebuye, ji cengê
Çima dereng maye ew ,ru bi xal u perî rengê.

Esmera şahê zerîya, serdarê koma perîya
Qumrîya deşt u gelîya, sing mircan, u sipî zendê

Zîz awaz u gerdensazê, min helandî, bi vê nazê
Deryê dil hişt, bê perwazê, bes nahêle, kes lê razê..

Bejna zirav xew revînê,bi nazî u nazenînê
Xwe veşartî di kemînê, kûla dila, na kewînê..


HEY LO DİLO

Hey lo dilo,tu wargehê du rûbar û diwazde çema
Ji te dertê reşkeserên hemu dema
Van zordaran bi çar çekan,te helandin mayî mîna şema
Li taşxana, li zindana,sebram nema.

Hey lo dilo,tu ew pira ser, çend newal û çend zinara
Mayî bêkes,wek sewîyên ber dîwara
Tu dîl ketî, li bindestan, li xerîbîyê,li van dîyara
Te nevabu vî bextê reş,van azara.

Hey lo dilo,dilê minî hezar kûne,lê, ne serade
Bi yekdengî min hiştine bê mirade
Dil ketîye azadîyê çare nabe,dev jê bernade
Xencerên nav dil, bo azadî keferate.

Hey lo dilo,dilê minî çar dergeye, ji qewmên qedîm
Tê borîne ref ref, leşkerên ezîm
Mecal nedane ku bifikrim , bi raman û aqlê selîm
Li pey wan man, ser dilê, min êşên elîm.

Hey lo dilo,dilê minî hêlîn û sitara evîndara
Lê bûn mêvan dilşikestî, hemu cara
Serfiraz bu,her sal carek bi roja newroz di adara
Kete coşê, bi vê cejna dost û yara.

Hey lo dilo,ev dilê minê xwegirtîyê terezina
Min lê çîyand ceh û genim û kizina
Lê biçêrin kerîyên xezal û mîya û bizina
Hewara min bigêjînin mal mezina.

Hey lo dilo,evîna min fenanî Sîyabend û Xecê
Li kendalên Kurdistanê maye asê
Ji ber derbên xencerên gemar,dil şîyare, qet ranazê
Dil helîya ji awazên def û sazê.

Hey lo dilo,ev dilê min wek pepûkên di şevên tarî
Her tim di gazîne, bi nalîn û zarî
Dil firehe wek Ûmanan na wille hingî vî dîyarî
Berê yek bu, niha bûye parî parî.

Hey lo dilo,dilê min hêlîn û meskenê derd û kûla
Bi awaz û nalîne wek bilbila
Ez barkêşê merezdaran û awaza van melûla
Reşp girêdan ji xeman baxê sorgûla.

Hey lo dilo,ev dilê min bûye bengîyê Kurdistanê
Bi kel kel e,di demsalên zivistanê
Dil berîne, xwe ranagrê li bendexan û li zîndanê
Dil dixwaze şahîyek li gûlistanê.


GAZİNDE

Gava te nabînim,perr û baskê min dişkên
Demsalên min situxwarin,gûl li ba dil dibe kûl
Ez bêhed melûlim û melûl dertên sewt û awazên min
Gava dîsan mîna berê li ser text ku te nabînim.

Xembarî toveke bêsiûde mixabin
Reşandîye li ser deşt û berîyên axa me,
Pê dizanin baş,xencî xiyanetê kesî nedaye erdê pişta te
Ne hewceye ez bêjim,jixwe, dost û dijmin bi te dizanin.

Belê raste..Li pişta te hate çikandin îro, xencerek jengarî
Bi destê xwefiroşan dîsa,wan xaînên gemarî
Sed caran fedîye û nehsed caran zêdetir şerme ku
Ez êdî, ji wan re bêjim xwişk û bira,yan,hevwelatî.

Gava te nabînim li tenişta ala rengîn,bi kolos
Ez ne ezim , firdayîne hest û hewesê min
Perşikestî dimînin xeyalê min di şevên dûr û dirêj de,
Ez bê hêvî û dilsar dibim ,ji kimtêlên Zagros.

Darhejîrên Şeqlawa niha bê şalûl û bilbilin.
Şevşevok û Totî naxwînin li kulîyên dara
Tu carî ,wiha nemabun bêdeng çîya û banyê min
Bêdengî nûçeyek payane herhal ji bo dilê min.

Gava te nabînim,roj li ber çehvên min reşin
Û ez di nav girseyan de,serliberek bextreşim.
Gava te nabînim,dinya li min dibe zîdan,
Ez tê de wekî bendeyek bêpergal û nexweşim.

Li çîyayê Qorê balindeyek birîndar, dike hewar
Dil didest,nefes li du nefesê, diqîre dijwar
Wekî tavîyê baranê digrî pêre gelîyê Berzan
Û ezê reben, awazek melûlim li gund û bajaran.

Bese êdî malava,te evqas derd hiştî bêderman
Gel li benda te ye, were meydanê,tuyî şahê siwaran.
Gava te nabînim,wekî berê,li ser textê sera serê
Her wekî bêzar û bê ziman mabim li darê dinê.

Herkes li me dike lome,dost û dijmin bi gazin û gilî ne
Dert hebi helbet derman jî heye,li bilindahîya çîya binêre
Van rojan,xwelîya dinyayê dirje serserê min,bendeyê zemanim
Ez ne dibînim û ne dibîhîzim, dibêjî qey kerr û lalim.

Keyan…. te carek di dilê me de qaîm sing vedaye
Em jidil bawerin,tac û text fêkîyê destê te ne,
Tengasî derbas dibin û diçin,ku ser u dilê te bu rihet
Gelê Kurd li Şengal û Kerkûk, bendewarê te ye.

Te çendîn serdar û berdaran,dîl girt û berdest kir
Ji text û paytextên wan anî xwar,heyf û tola me hilgirt
Em bi ext û bextê te bawerin, bêguman,mîna her car
Mexmûr û Xaneqîn dinalin,şerme,bila nemînin li bin dar.


GAVA TE DİBÎNİM

Gava te dibînim,
Diguherin werzên dilê min
Xwîn diherike li temaran,dibe tor û har
Zivistana min vedigere dibe bihar.

Gava te dibînim
Difeqin gûlên dilê min
Bi heza çehvan xema dil direvînim
Ji min were ku tu Zînêyî, ez bite evînîm.

Hal û ehwalê min vedigerin
Meşa min diguhere,
Rewşa min kolozxware
Û dilê min kubare,gava te dibînim.

Li xwe metelmayî dimînim
Çawa dibe gelo ez hinek caran ne ezim
Yeqîn ez bedenek du dilim
Ku bi dîdareke te vediguhirim

Gava te dibînim
Pelê dilê min direcifin li ber bê
Hişê min bi seê min ve tê
Û nayê bîra min mirin.


PAYÎZ

Payîze,
Payîzek zer,
Kulîlk li daran bêmecalin,pel bêkeys û fesal;
Yek bi yek der bi derin,
Ji belengazîya min re
Histêrên min bêkes û hestên min penaberin,
Ji sed dilopan, yek ave, not û neh keserin,
Dil ketîye giryanê
Payîz dîsa lê rakirîye fermanê.
Ez bayêkim îro li çîyayê Şengalê,
Bayêkê bêmefer,
Bêhna xwînê dagirtîye seranser,
Xwîna bêpar ji jînê,
Xwîn a ku derî digre li evînê;
Ez bayêkê melûl im
Xwezayê dihejînim,
Hêvîyan vedijînim sehara sibê,
Hêvîya jîyanê,
Hêvîya lipê manê..
Ez bayêkê sêwî û bitenê
Mina pergalek payîzê digrim şînê,
Li ser terme belengazan dikim baweşînê.
Ez bayêkê rengezerim,hemdemê payîzê,
Di nav singê Şengalê rêwengî û piyade
Mirin j imin dur nabî, jîyan dev ji min bernade.

Jiyana Latif Epözdemir

NIVÎSÊN BALKÊŞ