"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Arxa Makûyî

Arxa Makûyi behsa jiyana xwe dike:

Arxa Makûyi di 26’ê meha İlonê, payîza sala 1990’î li gundekî bi navê Xulxule; bintara çiyayê Agiriyê ; ser bi bajarê Makû ya Rojhilatê welêt hatiye dinê; Arxa Makûyî di malbateke koçber û eşîr de mezin bûye; di dema dibstana dawî/lîseyê de dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike û jiyana li nav dilê zozanan û xwezayê bandorê ser wî datîne ku piraniya helbestên wî li ser xweza û sirûşta welêt hatiye nivîsandinê.

Arxa Makûyî di sala 2008’an de beša zanistên civaknasiyê de dest bi xwendina lîsansê dike û ligel dema ku xwendina xwe didomîne li ser karê helbest û wergêr û malper avakirinê jî xebata xwe didomîne
di sala 2011’an de dest bi weşandina maplereke kurdî-farsî dike û bi qasî 5 salan di warê ragihandin û nûçeyên çandî hunerî de xebateke pîroz dike; ku mixabin di sala 2016’an de ji ber sedemên aborî xebata malperê tê rawestandinê.

Di heyama ku mijûlî karê birêvebirina malperê bûye dest bi wergera pirtûkên Kurdî li ser zimanê Farisî dike; bi vê armancê ku gelê cîran ji ziman û edebiyata Kurdî haydar bike û wan re bide nasînê
Yekem pirtûka di niveka ewil a sala 2013’an de li ser zimanê Farisî werdigerîne; pirtûka nivîskarê mezin Rohat Alakom ya bi navê ” Serdestiya jinan di folklora Kurdî de ” ye. Ev berhem ji aliyê Weşanxaneya Emû Elewî li bajarê Qomê destûra çapê werdigre û piştre çap û belav dibe û nav pirtûkxaneyên Kurdî û Farisî de cihê xwe digire.

Pirtûka duyem ku di nîveka duyem a wê salê de amadeyî çapê dibe û destûra çapê werdigre û nav xwendewana de belav dibe; romana bi navê ” Xezal “ ya nivîskarê nemir Sîma Semend e; Arxa Makûyî bi vê berhemê dixwaze di nav kurdên Îranê de bal bikşîne ser jiyan û edetên
Kurdên li Yêrewanê; û ev berhem jî ji aliyê weşanxaneya Emû Elewî li heman bajarî de çap û belav dibe û dikeve nav refên pirtûkxaneyan de.

Piştî van wergêran min biryar da ku ez ser helbestê zêdetir bixebitim û yekem pirtûka
xwe ya helbestan bidim weşandinê lê ev yek dijwar bû; ji ber ku bi alfabeya latîniya Kurmancî li Iranê ti pirtûk di wan deman de nehatibûn çapkirinê, û weşandina pirtûkên kurdî yên Latînî jî birastî karek zehmet bû; û ti weşanxane jî nêzîkî pirtûkên Kurmancî nedibû, sedema wê jî cezayên giran û rawestandina xebata weşanxaneyê bû!

Dîsa jî weşanxaneya Emû Elewî gehîşte hawara min û min yekem pirtûka xwe ya helbestê bo wergirtina destûra çapê radestî weşanxaneyê kir; navê vê berhemê “Şevata Mezin” bû; ji ber êş û derdên ku rastî min hatibûn min navê vê berhemê wisa danî; ev pirtûk di nîveka ewila a sala 2014 çap û belav bû
Piştî vê berhemê di dawiya heman salê de min berhema xwe ya duyem ku ew jî helbest bû radestî weşanxaneya Emû Elewî kir û ew jî çap û belav bû; navê vê berhemê jî “Axînên ji Dil bû.
Şêweya helbesta min bi kêşe û kilasîk bû; di helbestên min de mijarên welathezkirinê, evînî û xwezaya welêt zêdetir xûya dikin.

Mixabin piştî demekê ku çendîn berhemên kurdî bi alfabeya latînî hatin çapkirinê; êdî destûra çapa berhemên bi alfabeya Latînî nehat dayînê. Di dawiya zaningehê de min dest bi wergerandina romana Jan Dost ya bi navê Martînê bextewer kir ; piştî ku min beşa zanistên civaknaknasiyê qetand ez bo leşkeriya mecbûrî hatim vexwendinê; di wan du salên leşkeriyê de min wergêra romana Martînê Bextewer jî qetand; lê ji ber ku hin sedeman carekê destûra çapa vê berhemê hat betalkirinê.

Ez bêhêvî nebûm û min dîsa hewla xwe da û biser ketim; vê carê romana Martînê Bextewer ji aliyê weşanxaneya Pênivîsê li bajarê Tehranê çap û belav bû; ber wiha niha li ser dîrok û çanda
kurdên devera Makû Çardêranê lêkolînekê amade dikim ku demê pêşde weke pirtûk derxînim pêş xwînerên hêja Herwiha di kovarên kurdî yên hundir Iranê de jî nivîs helbest û lêkolînên min belav bûne û demekê jî weke karnasê bernameyan di beşa kurmancî a televîzyona kurdî ya bi navê SAHAR’ê mijûl bûme; armanca min a serke eve ku çand huner bibtaybet zimanê xwe di herêma ku lê jiyan dikim zêdetir bidim nasînê û di pêşketin wê de xwedîpar bibim.

NIVÎSÊN BALKÊŞ