"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mamo Kader

Mamo Kader weha behsa jiyana xwe  dike:

Ez di sala 1986 de li bajarê Kobanî ji dayik bûme. Min zarokiya xwe bi gîştî li Kobaniyê ta dema destpêkirina xwendina zanîngehê derbas kir. Di sala 2007/8 de min li bajarê Himsê dest bi xwendina wêje û zimanê Înglizî kir û piştre li Zanîngeha Helebê xwendina xwe berdewam kir. Di nîvê 2012 de ez li Kobaniyê vegeriyam û piştre min xwe gihand Stembolê û piştî salekê ez li Hewlêrê, li Başûrê Kurdistanê ta buhara 2015 bûme mêvan. Di wan salên di navbera Stembolê û Başûrê Kurdistanê de min ligel penc dostan rojnameya “Guhertin“ bi sê zimanan; kurdî (kurmancî), înglizî û erebî bi rê xist. Ez edîtorê rojnameyê yê beşê Kurdî bûm. Di riya rojnameyê re me gellek gotar, helbest û her weha berhemên nivîskarên kurd yên nerxbilind wek: Shahînê Soreklî, Occo Mahabad, Devliken Kelogirî û hinên din weşandin. Lê mixabin rojnameya me bi sedema gellek astengiyan hate rawestandin û me nema dikaribû ji nû ve wê bi rê ve bibin.

Piştî hêviyên min bi jiyaneke aram û geş li Rohilata Navîn melûl bûn, min di buhara 2015 de biryar da, berê xwe bidim Ewrupa. Tevî gellek astengî û metirsiyan, min xwe gihand Swîssra û va ye ji nîvê 2015 de ez li vî welatî dimînim.

Ez û zimanê makî

Va bû devê 16-17 salan e, ez xwe bi kurmancî ve mijûl dikim û bizava xwepêşvebirinê bi şêweyeke akademî dikim. Min di bin metirsiyeke bêhempa de xwe fêre tîpên latînî (Kurmancî) kirin û xwe bi pêşve bir. Min gellek kes, çi zarok, çi jî ciwan hîne nivîsandina kurmancî kirin. Yek ji armancên herî girîng di jiyana min de ew e, ku ez zimanê kurdî pêşve bibin û qasê ji destê min tê, ezê bibim alîkar bo kurd bi zimanê xwe karibin bixwînin û  binivîsînin. Girîngiya çand û civaka kurdî jî bo min ne kêmî ya zimên e.

Ev bû demeke dirêj e, ez xwe bi nivîsandinê de dibilêm. Min kurteşano, kurtehelbest û Romanek nivîsandine. Beşek ji kurteşanoyên min di Rojnameya Guhertin de hate belavkirin û herweha ligel kurtehelbestan min ew di Medyaya Civakî de weşandine. Lê min romana xwe ya bi navê ”Bêhnekê Bidin Miriyan” wek pirtûkek pelî bi riya Weşanxaneya NA weşandiye û bi hêvî me, di dema tê de ez bikaribim berhemine din biweşînim.

Romana min “Bêhnekê Bidin Miriyan” derbarê jiyana jineke bêkes û bêxwedî de ye. Bi riya çîroka jiyana xwe, ew xwe radide nav gellek mijarên wek; destdirêjiya seksî, homosekswelitî (Homosexuality), femînîzm, siyaset, xizanî, kujtin, heyfhilanîna xwînê û gellekên din.