"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Farûqê Feroyî

 
Farûqê Feroyî di sala 1974’an de li gundê feroya ku girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ye ji dayik bûye.
E Z 
    li dilekî digerim
     ji fesadiyê dûr
     bê dek û dolav
       bê fen û fût
   ne kone yê durû
       Ne hesûd ê
  Wek gûz a hesûs
  Ne qure yê pozbilind be
Ji xwe re li dilekî digerim
       Bila şuştî be
          ji qirêjiyê
   Bila parzinandî be
          ji nezantiyê
Bila li dijî bêbextî û xayîntiyê
       Serwext û zan e
Bi vîn û berxwedêr be
Bila ji hezkirinê re hêlîn
     Ji evînê re jiyan

  Ji tariyê re rohnî be .


SÛNDXWARÎ ME
  Lêlê bi mishef;
derketim e seyda te!
   tu bi kuda here,
      li dû te me!
    mirin hebe jî,
veger ji min re tun e.
  bila ev jî bi guhar be
û di guhê te de li bab e,
   yara qedirbilid…
      hêsîr im!!!
    bindest im!!!
     xizan im!!!
 lê ji girtina te re;
    bi hêz im,
  bawermend,
       bi rik
û xwedî vînek e

 bê hempa me…


DELALÊ 
   Lê delalê tenbûrvanê
Guh li bende nûhirandinê
  Bejn zirav û çav bikilê
Dernakeve ji xewn û xeyalê
Degbêjê tenbûrvanê
Ji bo xortan nêçîrvanê
Çima venake telefonê
Derman nake vê birînê
Karxezal a li ser zinara
Xwezî min tu nasnekira
Te ev dila xencer nekira
Dibû ku min tu ji bîr bikira
Xwezî te xwe nebixudan da
   Û qozî li xwe ba neda
   Ev biyanîtî ji holê rakira

  Me dildarî li hev pîroz kira.


DENG VEGERİYA Jİ ZİNARAN
Bi şivaqê re bûm mêvan
Li buhişta Mezra Botan
Himbêzkirim ji dil û can
Bi hesreta meh û salan
Gûrmînî hat ji hinava dilan
Deng vegeriya ji zinaran
Xûşînî ket pelê daran
Bû wîte.. wîta bilbilan
Derbûn kanîkên çavan

Li ser termê şêr û şepalan.


SEBRA MİN NAYÊ
Tu ji min dûr î
Sebra min nayê
Navber çiya û banî
Çavên min nabînin
Dilê min diricif e
Hêsrên min
Xwîn dibar î
Cîhan xayîn e
Û mirovatî mirî ye
Tu kes nabihîze
Vê qîrîn û gazî yê
Her roj şitilên te diqurmiçin!…

Xwîna rehên min dimiçiqin!…


JİYANA Bİ RÛMET
Di bin barana buharê de
Di nav xirbên xerabe de
Li warên bê mirov de
Li te digerim ey jiyan
Di şevên reş û dirêj de
Bi fîkandina
şivanên li şevînê
Bi hêz û xwîngerimiya ciwantiyê
Li te digerim
ey jiyana azad
Di vê lêgerîna te de
min por sipî kir
Li pê şopa te
min temen xelas kir
Di her gav avêtinê de
bi biryartir bûm

Ey jiyana nû û bi rûmet…


XELASKARA NEDÎBAR
Kanî te di got ;
Di roj ên xweş û şahiyan de
Dibe ku ji te dûr bim
Lê di dem ên
Zor û dijwar de
Ez ê bi rev werim
Li hewar û gaziya te
Di nîvê lat a gelî de
Asê û neçar
Li bende hatin a te me
Xelaskara nedîbar
Derengmayîn a  te yê

Bibe hêvîşîkyandin a min!…


HİME HİMA EWRAN
dîsa li welatê bêbext
li warê nenas
di neqweke teng de
roj çû ava
êvarê bejn û bala xwe reş girê da
û bi ser min de hat
derê deftera kul û derdan ve bû
kela dilê min
wek ewran
dike hime him
li ber çavê min

birûskan vedide.


TEYRÊ TİRTİLΠ
Teyrekî tirtilî me
Bê cî û bê warim
Min berê xwe
Daye çîyayê dilê te
Rêwiyekî xerîb
Naşiyê vê rêyê me
Di berqef a sînga xwe de
Avahiyekê ji min re çêke

Bibe sitara serê min bêkesî.


TORA GURA 
Ji min re gotin;
Wer e vira
Em ê ji hev re
Bi-bin destbira
Ji ber-xwe piştrast bûm
Neviyê Zerdeştê kal bûm
Bi dil ê xweyî paqij bawer bûm
Ji ber mirovheziya xwe
Bêxem çûm wira

Lê ketim tora gura.


KELA DİLÊ MİN
Serê vê êvarê
dîsa kela dilê min rabû ye
di ser hev ra di qulipe
hêrs bû ye û nasekine…
bû ye wek şîrê li ser êgir
kel di here
û di fûre ber bi asîmanan ve
Serê vê êvarê
    rihê min
ji bedena min qetiya ye
wek kevoka aşitiyê
bazkên xwe li hev dixe
         difire,
         dihere
        û digere
li ser deşt û çiyan
gund û bajaran
diyar dike  mizgîniyê
mizgîniya aşitî û hêviyê
     ji hêvîdaran re…
   Serê vê êvarê
Kela dilê min ra bû ye
min destê xwe dani ye
ser defa  sînga xwe
bû ye gurme ..gurma dilê min
di bin kefa destê min de
qîre.. qîra hestê min
erd û ezmanan dilerizîne!…
   sere vê êvarê
kela dilê min rabû ye
ji ber dîlgirtina ROJA me
neçar mame
serê vê êvarê
di navbera çar dîwaran de
girêdanin dest û ligên min
van aşitînexwazên dilreş                                                                                                                                van bêjiyên Ehrîman!…
Li Narobiya rûreş û li Kenya qelaş
digel…
van împeryalîstên şerxwaz
van rantxwarên gunehkar
û van hovên navnetewî
dîlgirtin rêberê me
 bi dijwarî
Çi gava ku tê bîra min
ev panzdehê reşemiyê
û roja sêşemê
xwîna min sar dibe
kanîkê çavên min der dibin
û çongên min jî sist dibin…
Ji ber hêrsa dilê min
pêlên xwînê davêje qotê serê min
ez pirr kûr di fikirim û ji xwe di qeherim
di bêjim ger me çêkiribû ya yekîtiya xwe

emê xwedî derketibûna li serokatiya xwe…


BİRÎNÊ BÊ DERMAN
Ez ê rabim;
Zend û bendan badim
Kul û kerban
Birîn û hesretê salan
Di cuherekî de kom kim
Bi milê xwe ve darde kim
Pêk bi pêk
Li tevahî cîhanê bigerim
Belkî ji birînê xwe re

Dermanekî pêde kim.


YADÊ 
Xwezî em azad û dilşa bûna
Te bigota lawo
em ê herin seyranê
û min jî bigota
Bimeşe yadê
ez li pê te têm…
Lê mixabin ;
Binere em li bajarê pêxenberanin,
Ger a me nêvî ye,
Sekna me nêvî ye,
Û kenê me jî nêvî ye

Ji ber ku em hêsîr û bindestin!!!


TEYRÊ XERÎB 
Serê vê sibê
Li welatê biyanî
Siwarbûme li kel a dilê xwe
Bûme wek teyr ê lûs lê herîm î
Min ne rê û ne jî durb e
Ji ber kêmanîyên xwe
Çiqasî bilind difirim
Ewqasî jî nizm dikevim
Bi per û baskên şikiyayî

Li hebûna xwe digerim!!!


CÎ XEWLE YE 
Ciwaniyê mala xwe bar kir
Kalbûniyê gopal çit kir
Kele.. kela germa havînê
Ii welatê xerîbiyê
Dest û ling cemidî
Tîna rojê nabîne
Cî xewl e
Vinge ..vinga
Mêş, mihor û kelemêşan
Li ser xwîna şêrîn kobûne
Zûre.. zûra
Hov û hara
Wawîk û keftara
Tê ji çar hêlan
Ne xweh
Ne bira
Ne dê
Ne heval
Û ne jî hogirin
Ji teva dûr
Bi çikî tenê
Li welatê mirovkujî
Goştê canê şêrîn tev heliya
Koma hestiya tenê li hewa
Wek dara ku payêzî
Pelê xwe biweşîn e
Darbirr jî
Ji wê de tê
Şerxwaz li pê
Şer dijwar e
Gazî dûr e
Hewar nayê
Neyar xedar e
Mêraxasa dikuje
Talan dibin bixwe re
Şêr nexuyan e
Rovî li guherê

tewlbaza dide xwe.


E M 
Em dê û bav in
Xwedî zarok in
Bitirs û xofin
Evdalê wanin
Naxwin û venaxwin
Bindest û dilhilûkin
Bi hesret a xewê şevan
Wan delalî mezin dikin
Ji bo bidomîne dozê
Hilîne heyfa roboskê
Heke em ji bîr bikin
sî û çaran
Bila em şa nebin

Bi tu miradan.


LI WIR IM 
   Kevir û dar şehadin
Stêrkên şevreşan dijmêrim
Cîran ê pezkoviya guradirî
        Li wî nezarî
      Li ser wî dahtî
       Li wî cîh ê te;
Şipare xincera zingarî
         Bi hovane
di nav qolinicê min re kirî
      Û bêxem çûyî !!!
      Ez hîn li wirim …
         Ji alîkî ve
               Ez
      Bi ser birîn a
xincera zengargirtî de dinalim
Û ji aliyê din ve jî

Pezkoviya guradirî!!!


KEDKARÊ
Porxelekê;
Ji wî bayê
li porê te diqewim e,
Ji wan pejkên
barana li geb ê dixîn e ,
Ji wî zilam ê
Di bin çavan re
Li te diner e,

Dijber û dibahecim!!!


DEMSAL BIHAR E 
Demsal bihar e
Xweza bê hal e
Kulîlk bi ser de dinal e
Ne gazî û ne hewr e
Demsal bihar e
Dem a pel û pincar e
Lê qorona har e
Jiyan kiriye jahr e
Demsal bihar e
Mirin erzan e
Hekîmê loqman

Neçar û bê zar e!


N A    
Ma te çawa ji bîrkir;
Ew halan û pesindan,
Ew çav avêtin ên bi rûkenî,
Ew dilnizmiya narînî…
Ma te çawa li xwe danî;
Bê agahî,
Bê pêjin,
Ji nedî ve,
Xwe vedizî…
Ma qey tu ewqasî;
Çavsorî,
Gewî,
Qure û bitir bû !!!
Na..na…
Ez bawerim ;
Ev ceza yê hezkirinê ye,
Tu
bi min dide kişandin!
Bargiraniya fedekariyê ye,
Te

bi dilê min ve daliqandiye!!!


KONÊ XEMA 
Keseran radinîjim
Kul û êşan dibêjim
Ji derdê te bêheşim
Bi kuva diçim gêjim
Xema kon vegirtiye
Di be haya te jê tune be
Lê stêrkên şavan şahidin

Gevçika dilê min diêşe.


LİNG Bİ XİRXALÊ
Bejnbilinda ling bi xirxal ê
  Tu kezî zerek pirr delal ê
  Kes fêm nake ji vî hal î
Tu newî ya Zerdeştê kal î
Bejnbilinda ling bi xirxal ê
          Çav kilkrî
          Por berdayî
          Hat ji wî alî
Tu dibêje qey karxezal e
Bejnbilinda ling bi xirxal ê
Min nedît nola te tu bermal î
  Wek kevoka li ser ban î
   Te hêvî bi xwe re an î
Bejnbilinda ling bi xirxal ê
      Koçerê bêrîvan ê
Gula li ber bêhna şivên e
Jiyan bi hebûna te şêrîn e.

NIVÎSÊN BALKÊŞ