"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Cîhan Roj

Cîhan Roj, di sala 1965’an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê tê dinyayê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li Gimgimê xwendiye.

WELATÊ ZIMANÊ MIN KEZEB E

Ji kezebê dest pê dike ev ziman
Li kezebê jan dide
Bi kezebê re reşûşîn dibe
Li ser kezebê dibe gul û çîçeg…
Û eşq, di zimanê min de, heya kezebê diçe
An kêra ko ye
An jî bayê çiya û baniya ê bi vizîn e…


TU YÎ TIKÛTENÊ

Rê nema tu lê nebû rêwî
Şev nema tu lê nebû mêvan
derd û derman eşq û zeman
tu li ku yî bi şev û rojan
Tu yî tikûtenê
Roj,sal û zeman
Dilêm bi heyran
Stêrk neman min nav lê nekir
Dar ber neman min deng lê nekir
Ker in şev, lal in xewn
Gavê, deqê,saetan…


DILŞEWATÎ

Di dilê xwe de dikeliyan em
Çi agir bû
Kê anî bû û beredabû kezeb û bedenê?
Mala dilşewatiyê xirab be;
Ne ba pê dikare, ne baran ne jî berfa li Şeman!


ŞÎYÎRA EMRÊ ÇÛYÎ

1
Kenê yaran nedîtî
Dibe şîmşîrik
Dilop bi dilop, temenê xwe kurt dike
2
Kenê hezkiriyan dîtî
heya deriyê hesin diçe
û
Ji xewnên şîrîn
Şîyîra emrê çûyî tîne
3
Ken, li welatê min,
Navan ji xwe re tîne;
Tu,
Dost,
Yar,
Evîndar,
Mexdûr
Mehsûm
û
Bêy zar û ziman!
Navê kenê xwe bîne
Tuyê bibînî
Kes nikare navê kenê
Weke zimanê te yê şîrîn qedexe bike!


DÎHARÊ GIRÊ LÎÇÊ
1

Şeveke çîksayî ya payîza pêşî be
Li dîharê Girê Lîçê
Meriv li alî xwe yê rastê binihêre
Pariyek ruhê xwe bişîne Gundê Jor
Li pêşber, ji ‘bîngolê’ de dengê zarokekî were xaylê
Meriv li ser milê çepê de dizîvîre
Dilê rezîl
ji xwe re kilama Huso û Nazê dibêje
ruhê mayî dihere
Ji Gimgimê
guşiyekî tirî
Û
nihêrînên dildariyên zemanan tîne…
2
Xayle û xewle ye dûriya edebî;
tê de dimeşî, difirî, xan dikî xirab dikî
axir û sonî
li dîharê Girê Lîçê yî!
Li wir,
sax î,
di xaniyekî kevirî ê yekçavîde yî
li wir
li dîharê Girê Lîçê
di gora xwe de yî
bibext in ciwanên Înaqî
bi kêf û henek
li herçar hêlên gorê,
darûdeviyan diajon
çi sax
çi mirî
tu
di şîyîra xwe de bi qêrîn î
azadî…


HINARIKÊN SORSORÎK

‘Sebeb û sersebebên min’
dev ji min ber nadin;
ne ji bo êşê ne ne jî ji bo gotinên zere ên miçiqî
dibin av dibin hewr
hîva şeva tûnebûyî ne
gotinên jibîrkirî yên xewnên şevan in
dibin ken sor in li hinarikan…


PEYVEK XAV, GOTINEKE XALÎ

Dibim kerengperek
têm
li ber kevirekî li nêzî we disekinim
Ba tê
Pirsa gunehên xwe ji we dikim
Guhê mi li dengbêj e
Bi deng re
ji kesî navê gunehan seh nakim
Deng dibêje
Peyv dibêje
Zeman dibêje
“guneh mij e”

li bilindciyan navûdeng dide
Tu lûtkeya çiyê bî
bibî masî bê av bimînî
Tu peyv bî
bibî navê qelema ku guneh kirine rengê şevê!
Guneh havên e
Guneh çîrok e
Heke ji te tê nekeve ser zar û zimanan
Qelemê
guneh kirine rengê şevê
bi tirs e
aya
her dimîne li benda şevê
ew ê sirên xwe bihêle ji şevê re
hahûûûû
serê qeleman jî ne li ser balîfekê ye…

Serhedî ardevkan diavêjin sobeyan
Agir ziman daye
Daran çîçeg lêxistine
Peyayek kal yê kêfhal
Dibêje, “Aqil dunyayê dixwe…”
Li şaxên bi berf ên darê
ku li awakî ne
dinihêrim
Qelemeke sora sosinî, kaxizeke qermiçî;
Hinek hevok dibin mîna xewnên şevan
Hinek xewnên şevan dibin mîna hevokên helbesta ku derî lê vekirî…
Peyvek xav, gotinek xalî dihêlim li terazinê dil û mejîyan…


TÎNA PÊNÛSÊ

û dem kêliya li ber devê şûrê şêr
pênûs şara zirav e
li stuyê min.
bihar e,
belekî hêsiran sar dikin.
Salên nodî.


EVÎNDAR JÎ LI SER AVÊ DIMEŞIN

min dipirsî,
tu di paşila şevê de li çi digerî?
ew bû a ku digot:
“fêm nake… wekî kerengperekê li evînê datîne…”


MA

mîna kezebperitî
ji bo dilê xwe dinale
te tasek ava şor danî ber
bêbexto…


KENÊ LI DÛ MIRIYAN

Mirî vedişartin û hemî hêstran bi kenên xwe yên tîr re diherikandin;
ew, bi wî halî, erd û asîman digihînin hev… diherikî hewr bi
pêlên teyîsî re… di dev moriyan de seriyê şîrameyan, li ber
xwe didan gotinên bi birînên servekirî; ti car naxwazin te-
menê nifirên qîrîn, temenê çîrokên agirîn bimîne ji kesî re…
hawarên wan ji şîrê pêşîn spîtir e, hêviyek mîna zerika hêkê ye;
bang didin bi sê awayan;
‘’ Ma lingê te hinekirîne… Qey tu li “qatên çîrokan” mêvan î…
ezê hêviyan li baskên teyran bar bikim û di tariya ristan de, ji
talana karwanên bê cebilxane, rê li xwe averê bikim…’’
Mirî vedişartin û li pey dikeniyan…niha ez her roj dikenim
piştî ku hin ristan vedişêrim…. ba çawa di berêvarên pûşperê
de li genimê seridî dibe pêl, li ruyê şimayî, ken bi wî awayî
dibe pêl…
Dikenin… bi kenê şîrîn, sar, xav, kûr û dûr re birînên wan di-
herikin…bi herikandinê re dinalin, nalîn dibe vexwendin:
’’Destê te hinekirîne ma..şidyayî ye li tiliya te gustîl…ya bi ser
dil de hatiye…diçe ava, bêy berêvar’’
Danayne felek hê jî şalpeya fedîkariyê ji rû xwe ……. hin jê goş-
tê miriyan dicûn…ya ku li zinaran rê dide xwe , bûye taveke
şîrîn li hestiyê me…
Destê wan di nav dilê wan de ye…jan li kezeba çîrokan dide…
lê ken,her û her li ba wan peyda dibe…qey jiyan ewqas bi wan
şîrîn e…
Di paşila wan de ye xewnên wan…dikenin …dikenin piştî bêh-
na tevnên rizî bi ser wan dikeve…dikenin û yek bi yek qorên
peyvan bi asîmanek şîn yê tarî ve dikin…dikenin û hêsran
nabînin; kana hêstran de agir bi cî bûye…
‘Ez bi qurbana lingên te me, tu can û ruhê min î, ronya çavên
min, delala li ber dilê min, tu qama min î, axx emra dunyayê
di dest mi de bûya, bênamûs e ev jiyan, çiqas şîrîn û xweş e
ewqas jî bênamûs e, dibêjin’ …dibêjin û bi rengê tevna xwe şad
dibin… çavekî wan dunya ye, yê din hiştine ji bo kilamekê…
kilam û kelam… kevir ji dest xwe de datanîne…bi gotinên me-
yandî bang li asoyê dihelînin…
Dêwên heftserî vedişartin û li xeyalan çavên serî germ diki-
rin… niha dêw bi qasî xalên tariyê hene… vedişêrên dêwan…
vedişêrên bi helbestên ji kerengperekê siviktir…
Meşyanek e…kulmek ax ji pêşa dara sedsale di dest wan de
ye… dimeşin ber bi gulek nîvlaş ve … wisa, bi yarî û êşên me-
yandî re, bi sivikî, bi kubariya xalxalokek li ser destê bi birîn
bimeşe… gelek jê fedîkarin ji bereketa fêdekariyê…dimeşin…
peyv diherikin ber bi gula nîvlaşve…dimeşin û çîrokên box-
çekirî li ber dilê jinan vedibin…dilê min dîsa pelê kelemê yê
xaşiyayî li sebr û xofê tê pêçan…
2.
Êvar bûye bablîsokeke sikakên ji çavan ve birîndar… ji çivîka
ku hêlîn dabe çemên biharê gêjtir… dû re, dişibe zarokek ku
kûçik nanê sêlê ji destê wî girtibe… tu, ji rika yezdanan de da-
dipalî… îşev şeva çîrokên baskşkestî ye… bistiyek derbiharan
im ez… Ji ber birînên esl û fesla wê hatî kirî, parçe bi parçe ê
ku bi ser çemê şîlo ketî… di şiveriyên janê de govendeke bê
serî…niha dilê min mirîşkeke ku qertel li ser têjikên wê bifu-
re…dayikeke li ber serê meytê dergûşa xwe çawa bê gotin serî
dihejîne, bi wî awayî, serî dihejînim li şevê; şev li min bûye
robarek biharan, şîlo diherike… şev birîndar e, şev li min sar
e…dikenim… dikenim û bêriya gotineke bê hesêb dikim… bila
temenê ‘bêriyên’ min nemîne ji kesî re…


TÊL

têl ku bibin sînor
nihêrîn dûr dimînin
xwîn ji zeman diherike
têl ku bibin sebeb zarok raweste
azadî dibe xewneke ku bi roj tê dîtin…


DICEMIDE

bêyî demsal
beriya dest û lingan
parçeyek ji cîgera min dicemide.


TİŞTÊN KELÎ

Zarokek, di destan de parçê nan
Çav li eylo ye
Nan di destê wî de,
Gotin di devê min de bû hevîr…
Ewran siya eylo,
Xeyalan zarok ji min veşart,
Ta zarok bû dilop û li ser dilê min keliya….


DERIYÊN DEREWÎN

Mirov dikarin gulekê peyde bikin,

serê xwe bilind bikin û li stêrkan temaşe bikin…

mirov dikarin rahêjin mishefekê û xwe bi gul û bi şûr bikin,

heta xewnên şevan…

mirov dikare bêje;
kê gotiye hemî derî dadayî ne;
deriyek heye mîna pelê cixarê,
aniha, sibe, dusibe…
û heta di destê her kesî de gul hebe,
her kes karibe serê xwe bilind bike…
bi serê bilind,
meriv dikare dilê xwe têxe destê xwe
û
deriyên derewîn bihêle
li çîrokeke wexta xwe…

meriv dikare bi çavên serê xwe bibîne
‘azadî’ bûye têjika dil
bi firê ketiye

mirovê welatê stêrkan,
were nava herf, peyv û hevokan,
‘serê dilê xwe’ neqelêşe…

Jiyana Cîhan Roj

NIVÎSÊN BALKÊŞ